lørdag den 30. april 2016

Heyvname-Nîsan 2016 - ROJAN HAZIM


Nîsan heyva nîveka biharê ye. Bihar êdî kemilîye, gihiştîye, vebûye... Li Kurdistanê li dol û nihalên avî, li dora çeman darbahîvan ji dûmahîka Adarê pê ve kulîlk dabûn... Li Nîsanê berê xwe dan wan daran û ew kulîlk bûne bahîvterk. Bahîvên Nîsanê yên ter û taze fêqîyê [meyweyê] bihara ewil e... Bahîv ji kevin were fêqîyê Kurdistanê ye. Kurdistan û coğrafyaya Kurdistanê lê hema bêjin ci destpêka jîyanê were cih û warê bahîvan e... Ji Babilê heta Kurdistan û ber bi rojhilatê ve warên ewil yên şînbûna bahîvan e... Bi taybetî sentrala Kurdistanê ji alîyê şînbûna xwezayî û çandina darbahîvan ve dewlemend e. Vêca gava dibû Nîsan dol û nihal û berçem dibûne cihên gera biharê û bahîv bi ber talanê diketin û bahîvterk hêj bi darê ve dihatin xwarin... Helbet dihatin kom kirin û li bazarê dihatin firotin...


 Canemerg - Kurdistan

Li cihên bilind yên Kurdistanê hêj jî kevî beleke hene... Belêm Nîsan ji her alî ve heyva gihiştina biharê ye... Ji ber helyana befrê av û derav boş in. Baraneke xurt jî dibare. Li ser barana Nîsanê gelek çîrok, metelok û gotin hene... Hema di serî da tête tewsîye kirin ku xort û ciwan li bin barana Nîsanê serkol bigerin ku bo wan saxî û silametî ye û gelek tewaturên dî... Avetîkên Nîsanê meşhûr in li Kurdistanê ku carina dibine lehî û lêmişt jî... Lê barana Nîsanê ji bo çandina havînê roleke esasî digire û divêt Nîsan bi barana xwe ve axê ji avê têr bike daku çandina dêmî ya havînê têr ber be... Mêrg û çîmen şîn dibin... Nîsan biharê digihîne û dewrî Gulanê dike ku tama biharê di heyva Gulanê da baş tête wergirtin...

Nîsana Iskandînavyayê îsal germ nebû. Bi taybetî Danmark, paytext Kopenhag sar ma li Nîsanê. Car baran, car gijlok û xelkê çavê hetavê têra xwe nedît... Daran kulîlk dane, belêm hêj jî şînkatî baş negihiştîye, dar û bar têr belg nebûne, belgan baş nevedane... Nîsan xilas bû hêj jî hewa sar e, ne hewayê biharê ye.


Kopenhag - Nîsan 2016 

Kopenhagen - Nîsan 2016

 Kopenhag - Nîsan 2016

Bi her hal heyva Nîsanê wekî heyva nîveka biharê li goreyî cografyayan rengê cuda werdigire û eve jî xwezayî ye...

Bûn û bûyerên Nîsanê

Di heyva Nîsanê da gelek rûdanên ji hev cuda hatine dîtin û jîyan. Ji alîyê sosyal, kulturî, polîtîk û gelek warên dî ve bûyerên cuda qewimîn...

Heke hilbijêrîyek ji wan rûdanan bête kirin, di serî da operasyonên leşkerî yên ertêşa TCyê yên li Gevera Hekarîya tên. Ertêşa TCyê paralelî operasyonên xwe yên li şehr û şehrokên dî yên Kurdistanê bi operasyoneke mezin û berfireh hêza xwe ajote ser Geverê. Gever warekî giring û stratejîk e di şoreşa bakur da... Xelkekî serhildêr, berxwedêr û têkoşer. Xelkê Geverê bi taybetî di têkoşîna van salên dawîyê da li dijî dagîrkerîya TCyê kire çeperekî xurt yê bizava rizgarî û azadîya Kurdistanê. Ji ber hindê ye TCyê ertêşa xwe, polîsê xwe bi çek û çolên herî giran rêkire ser Geverê. Ertêşa TCyê di heyva Nîsanê da Gever bo xwe kire laboratuwara şer û hemû çekên giran li ser Geverê û Gevrîyan bi kar înan. Bi bombardumana ji erdî û esmanî Gever kavil û wêran kirine. Digel vê sefera nû ya ertêşa TCyê ya fetih kirina Geverê encam bi dilê wan nîne. Xelkê Geverê berxwedide ertêş hêzê berze dike. Mixabin ku di vî şerê asîmetrîk da Geverî jî gorîyan didin... Bi her hal heyva Nîsanê bi dawî hat belêm he êrişa li ser Geverê dom dike hem jî berxwedana Geverîyan didome... Dijmin zerar û ziyaneke mezin didine Geverê û Geverîyan lê digel vê hêza xwe ya mezin ew jî zerar û ziyaneke mezin dibînin. Bi van operasyonên heyva Nîsanê TC û ertêşa wê careke dî dagîrkerîya xwe ya hov nîşan dan. Bi van operasyonên neyarane yên TCyê Kurd û Kurdistanî gaveke dî nêzîkî ruha Kurdistanî bûyînê dibin û hêvîya wan ya rizgarî û azadîya Kurdistanê xurttir û mezintir dibe.



Gever di bin bombardumana TCyê da
 
Du welatî berbiçavtir derdikeve pêş

TCyê bi êrişên xwe yên ji havîna 2015ê were tiştek ron û zelaltir kir di çavê Kurd û Kurdistanîyan da: TC dagîrker, kolonyalîst e. Kurdistan dagîr kirîye, bi hemû hêza xwe ve li Kurdistanê hêzeke bîyanî ye, dagîrker e, talanker e. Kurdistanî êdî bi vê şuûrê dijî TCyê berxwedidin. Xeta Kurdistanê û TCyê kivş bûye. Kurd bo rizgarî û azadîya Kurdistanê têkoşînê didin. TC bi hemû hêza xwe ya leşkerî, îdarî û aborî ve êdî nikare rê li ber vê geşbûnê bigire. Bi taybetî di sefera ertêşa TCyê ya li Silopî, Cizîr, Şirnex, Sûr û Rezana Amedê, Hezex û Nisêbînê û di dawîyê da jî komple êrişa li ser Wan û Hekarîya rûyê dagîrkerîya TCyê xuyatir kir. Du çeperî, du seferî, du alîtîya şerî, du hêzî, du welatî, du xelkî bi hemû naveroka xwe ya eslî ve derketîye meydanê. Di çavê Kurdistanîyan da "Em û Ew", Kurdistan û TCya dagîrker, Kurd û Tirk, êdî zelal û rontir in. TC bi hemû dem û dezgehên dewleta xwe ve xelkê xwe, xelkê Tirk wisa motîve dikin ku dijî Kurdan êrişkarîya xwe nîşan bidin. Ertêş û polîsê taybet yê TCyê yê li van êrişên li Kurdistanê hatîne wezîfedar kirin, hêzên hilbijartî ne. Yên herî reperest, nijadperest, şovenîst û faşîst ji bo sefera Kurdistanê hatine rêkirin. Di cihên şer da sloganên kirêt li dîwaran dinivîsin. Ev êrişên li Kurdistanê têne kirin bi rengekî fetih kirineke nû têne kirin.


Hindek ji wan sloganan ev in:

Türksen övün değilsen itaat et

Anku: Tirk bî serbilind be, nebî serê xwe şor bike [nebî itiadê bike]

Kurdun dişine kan değdi, korkun

Anku: Xwûn bi didanê gurgî ket, bitirsin

[Gurgê boz sembola nijadperestên Tirk e.]


Kanımız aksa da zafer İslam’ın - Esedullah Timi

Anku: Xwûna me jî birije serkevtin ya islamê ye - Tîma Esedullah


Di bin vê sloganê da "Tîma Esedullah" dinivise. Kî ne ev "Tîma Esedullah"? Boçi navê "Esedullah"? Eve cihê pirsê jî bin ji alîyê Kurdan ve baş tête têgihiştin ku ev îmza ya "Dewleta kûr" ya TCyê ye, ya Ergenekonê ye... Ergenekon, ertêş, polîs û hemû dem û dezgehên TCyê yên sivîl û fermî, yên şerî di pirsa Kurd û Kurdistanê da, di seyr û seferên Kurdistanê da islamê, dîn û diyanetê, quranê, nivêjê, mizgeftê axir hertiştê bi dînê islamê ve girêdayî bi kar tînin ji bo armacên xwe yên kirêt û qirêj yên li Kurdistanê. Navê "Tîma Esedullah" jî bi zanahî bi kar tînin. Yêk ev operasyone bi biryar û fermana hukûmeta islamî ya AKPê têne kirin lewma navekî dînî li hisaba wan têt. Du xwe bi vî navî mezin dikin, dixwazin sehma xwe li sere Kurdan zal bikin. Çiku di Erebî da "Esed" tête manay "şêr" anku "esed" "şêr" e. Esedullah tête manaya "Şêrê Xwudê". Vêca ev tîmên xwûn û xwûndarîyê gelek bi zanahî vî navî wekî îmza bi kar tînin di bin van sloganan da. Dixwazin xwe wekî "şêrên Xwudê" bi nav bikin. Li goreyî wan Kurd, minafiq in, ne islam in, lewma leşker û polisên TCyê "Şêrên Xwudê" ne û dijî Kurdê kafir ji bo Xwudê wekî şêran şerî dikin... Goya dixwazin vê mesajê bidine Kurdan!..

Ev slogan zihnîyeta TCyê, kîn û nefreta TCyê, neyarîya TCyê ya kûr û ya sedan salî nîşan didin. Belêm ev metode, ev slogan û mesaje ji bo Kurdan gelek sivik û erzan in, taktîkên şevî ne û misqalek mana îfade nakin. Gotineke pêşîya heye: Se direwe, karwan diçe... Bombardumanê jî bikin, girtinê û kuştinê jî bikin, sloganên kîn û nefretê jî binivîsin, bê fayde ye. Neşêne Kurdan. Ev polîtîka TCyê ya şer û kuşt û kuştdarîyê ya berzekirinê ye û TCyê berze kirîye, TC binkevtî ye. Xwûn ji ber Kurdan diçe, şehr û şehrok û gundên wan kavil û wêran dibin, avahîyên wan bi serê wan da têne hilweşandin belêm qazanc dikin û Kurda qazanc kirîye, Kurd serkevtî ne.


TC û spor

Yêk ji bûyerên ku li heyva Nîsanê pêkhatî jî di meydana sporê da rû da.

Taxima futbolê [pêholê] ya Amedê, Amedspor, di lîga duyemîn da beramberî "Ankara Gücü" leyist.

24ê Nîsanê li Ankarayê li "19 Mayıs Stadı" [Stadyûma 19ê Gulanê] di navbeyna Amedspor û "Ankaragücü" [Hêza Ankarayê] maç hate kirin. Ankaragücü golek, Amedsporê jî du gol avêtin û di encam da Amedsporê maç qazanc kir û serkevt. Piştî vê encama serkevtî ya Amedsporê, seyirdar û rêvebirên taxima Ankaragücü êrişî leyizvan û rêvebirên Amedsporê kirin. Rêvebirên taxima Amedsporê hatin birîndar kirin. Di maçê da ji xwe seyirdarên Ankaragücü şûna ku sloganên piştevanîya taxima xwe bêjin, sloganên dijî Kurdan gotin. Kurd û leyizvanên Amedsporê bi "terorîstîyê" itham kirin. Polîsan dengê xwe li van êrişkaran nekir. Çukesê berevanî jî nekir. Adeta polîsan jî seyirdar û rêvebirên Ankaragücü teşwîq dikirin ku tola xwe ji Amedsporîyan, anku ji Kurdan anku ji terorîstan bistînin!.. 

Eve demekî dirêj e ku li her derê ku Amedspor diçê û maçê dike, ev tabloya êrişkar berdewam e. Maçên digel Amedsporê wekî maçên "Millî" têne qebûl kirin ji teref seyirdarên taximên Tirkan ve.
Li maça Amedspor û Bursasporê jî [31. 01. 2016] kêm zêde ew erişkarî hatibû kirin. Lê di wê maçê da jî Amedspor serkevtibû. Amedsporê du gol avêtibûne tora Bursasporê. [Amedspor 2- Bursaspor 1]...
Piştî wê serkevtinê kaptanê taxima Amedsporê Denîz Nakî, beyanateke xurt dabû medyayê. Danîz Nakî di daxuyanîya xwe da behsê aştîyê kiribû û ev serkevtina maçê dîyarîyî berxwedêr, birîndar û kuştîyên doza azadîya Kurdistanê kiribû... TCyê, dem û dezgehên nijadperest dîsa ve êrişî Danîz Naki kirin û Federasyona Futbolê ya TCyê ciza dane Danîz Nakî...



 Denîz Nakî - Amedspor

Piştî êrişa li ser Amedsporê ya li Ankarayê jî futbolîstekî Amedsporê [Abdullah Çetîn], 29ê Nîsana 2016ê ji bo ajansa ANFê wisa digot:

"Li her derê ku em diçinê bi alayên TCyê û sloganên faşistî pêşwazîya me dikin. Di hemû maçên me da hûnê bêjin ew digel taxima Yewnanistane an ya Italyayê dileyizin. Maçên digel taxima me wekî "maça millî" dibînin û wisa tezahuratê bo taxima xwe dikin... Ê em jî Kurd in û li dijî şerê li navçeyê dibe, dengê aştîyê bilind dikin. Daku ji herdu alîyan mirov nemirin fikira xwe dibêjin. Lê ew dixwazin tinê em dijî kuştina esker û polisan derkevin û qet ji kuştîyên ji navçeyê behs nekin..."

Tehemmula TCyê, ya xelkê Tirk û nijadperestên Tirk ji bo çu tiştê ku Kurd dikin an bêhna Kurda jê têt nîne. Lewma şiddetê bi kar tînin. Hemû mekanîzmayên girtin û kuştinê bi kar tînin. Dixwazin bêhnê li Kurdan çik bikin... Lê nikarin û eve êcarî wan har û hêc dike...


Vê rikeberîya piralî di heyva Nîsanê da jî dom kir. Di van şertên heyî da xuya ye ku TC hêj jî dê di vê polîtîka xwe ya şerî da israr bike... TC neheq e! Dawîya neheqa nîne û TC dê di bin vê neheqîya xwe da bimîne û şerbeta binkevtinê dê tam bike. Dûr an nêzîk, lê encama TCyê binkevtin e...

Lê belê, Kurd jî di berxwdan û têkoşîna xwe da bi israr in... Kurd heq in! Dawîya heqîyê serkevtin e. Dûr an nêzîk, lê encama Kurdan serkevtin e û dê şerbeta serkevtinê tam bikin...


Bi bedelên giran jî be îro xelkê me gihiştîye wê qenaetê ku di têkoşîna dijî TCyê da pozisyona Kurdistanîbûyînê her diçe geştir dibe. Rastîya têkoşîna dijî TCyê jî ji xwe ev e: Du teref. Du xelk. Du welat. Du rêvebirî... Pêşhatin û pêşkevtinên polîtîk yên di halê hazir da têne dîtin vê rastîyê zelaltir dikin...


Helbet jenosîdên ji teref TC û berî TCyê yên ji alîyê Osmanî-Ittihat Terakî ve li ser xelkê Kurd, Kurdistanî û xelkên dî yên navçeyê jî hatine kirin, hatin bîrînan. Enfala demê Beasa Iraqê anku ya Seddam ya li ser Kurdan û bi taybetî navçeya Barzan hate bîrînan ku hukûmeta Herêma Kurdistanê [Başûr] 14ê Nîsanê wekî roja "Bîrînana Enfalê" kivş kirîye... Di 14ê Nîsanê da li her derê Kurdistanê û diasporayê Kurdan ev enfala Beasê û Seddam protesto kir û xelkê me yê hatîye kuştin bi dilgermî bi bîr îna...


 Mesûd Barzanî mil dide darbesta gorîya/ê Enfalê

Li 24ê Nîsanê jî jenosîda li ser xelkên Ermenî, Nestûrî-Suryanî-Kildanîyan û Kurdên Êzidî ya 24ê Nîsana 1915ê, hate şermizar kirin. 101 sal ji ser wê jenosîdê borîne belêm hêj jî TC wê kiryarê qebûl nake û wekî jenosîd bi nav nake. Dijî bi nav kirina jenosîdê jî ziman û reftareke êrişkar bi kar tîne. Digel vê êrişkarîya TCyê ya dijî kes, xelk û dewletên ku kuşt û kuştdarîya 24ê Nîsana 1915ê wekî Jenosîd bi nav dikin, dinya her diçe wê bûyerê zêdetir wekî Jenosîd nas dike, bi nav dike û xelkên bi ber wê trajedîyê ketî bi bîr tînin û hem rêvebirîya Osmanî-Ittihad Terakî ya wî demî û hem jî TCya mîratxwera Impratorîya Osmanî ku vê gavê jî li polîtîkayên jenosîdal yên wî demî xwudan derdikeve şermizar û mehkûm dikin...


Nîsanê derê xwe bo heyva dawîyê ya biharê anku heyva Gulanê heta binî vekirîye û adeta dibêje xwe bi xatira te û dibêje Gulanê bi xêr hatî... Her heyv xwudan taybetî û karakterîstîkekê ye û Nîsanê jî li milekê bi sarma û barana xwe ya têr û tijî, li milekê jî gihandina hewayê biharê rola xwe dewrî Gulanê kir ku Gulan bi germî, xweşî, şîn û şînkatî, gul û kulîlkên bişkivî ve heyva tacdar ya biharê ye... Bi hêvîya ku Gulan bi xêr û xweşî be...



ROJAN HAZIM
30 Nîsan 2016