mandag den 17. oktober 2022

Careke dî li ser gotina Piştedarî - ROJAN HAZIM

 


Li ser gotina "Piştedar"î berê jî min nivîseke agehdêr nivîsîbû û di www.xwezabawer.blogspot.com da [9. februar-sibat 2022]* weşandibû... Bes mixabin medyaya Kurmancî hêj jî tinê gotina "Kolber" bi kar tîne... Helbet "Kolber" jî Kurdî ye lê bi zaravayên Soranî û Hewramî ye... Heke di zaravayê Kurmancî da nebe bila bête bi kar înan... Di encam da zimanê Kurdî zimanekî pir zarava ye... Belêm heke di zaravayekê da gotinek hebe divêt sînonîma wê ya di zaravayê dî da neyête bi kar înan... Di Kurmancî da "Piştedar" heye, hingê hewce nake li şûna vê gotinê, gotinên "Kolber" an "Hemal" bi cih bikin... Lewma min hewce dît ku vê mijarê dubare bikimeve ku baldarî li ser hebe...

Belê, Piştedar, Kolber an Hemal...

Di nav Kurdên rojhilat û başûra Kurdistanê yên bi zaravayên Soranî û Hewramî diaxivin da bo piştedaran "Kolber" tête gotin.

Piranîya Kurdên bakura bakur û rojavaya Kurdistanê hemal dibêjin.

Li sentrala Kurdistanê piştedar tête gotin.

Kîjan rast e gelo?..

Li goreyî lojîka zimanî û karê tête kirin heke vekolîn bête kirin, gotina "Piştedar" rast e... Qet nebe di zaravayê Kurmancî da wisa ye... Çiku karê tête kirin, karê bi piştê ye... Dewrê berê barkêşî hem bi heywanan dihate kirin, hem jî yên ku heywan neyî jî bi pişta xwe bar dikêşan. [Bo barê ku mirov dikêşin "piştî" tête gotin]... Kesên ku bi pişta xwe bo xelkê bar dikêşan bo wan piştedar dihate gotin... Lewma rast e û lojîk e...

Kurdên bi zaravayên Soranî û Hewramî diaxivin "Kolber" dibêjin ku ew jî rast e...

Bes gotina "Hemal" li goreyî etîmolog Sevan Nîşanyan ji Erebî têtin û her bi manaya "Barkêşî"yê ye...

Gotinên "Piştedar" û "Kolber" Kurdî ne û gotina "Hemal" jî herçend binyad Erebî jî be ketîye nav zimanê Kurdî û di nav kirasê Kurdî da êdî ew gotin jî malê Kurdî ye. Lewma hersê gotin jî dikarin bêne bi kar înan...

Mixabin Kurd gotinên sînonîm anku hevmana bi kar nayînin û lê jî nagerin... Bo numûne medyaya Kurmancî tinê gotina "Kolber" anjî gotina "Hemal" bi kar tînin... Çiku hayê wan ji gotina "Piştedar" nîne... Lê li navçeya herî fireh ya Hekarî û Bahdîna gotina "Piştedar" tête bi kar înan ku xwerû Kurdî ye û resen e...

Axir gotin ev e; piştedar, kolber, hemal anku portator, porter...

Daxwaz ew e ku ev hersê gotin jî [piştedar, kolber, hemal] bêne zanîn û her gotin di zaravayê xwe da bête bi kar înan û tinê bi gotinekê nemînin...

 

Bi foto piştedar:

Anku wekî di resim da tête dîtin, piştedar ev e...  

 

ROJAN HAZIM

                                              

Not:

[*]

onsdag den 9. februar 2022

https://xwezabawer.blogspot.com/2022/02/pistedar-rojan-hazim.html



Careke dî li ser gotina Piştedarî - ROJAN HAZIM