fredag den 17. december 2021

Haydar Işik koça dawîyê kir... ROJAN HAZIM

 
Li Konferansa Zimanê Kurdî em bi hev ra ne

 

Nivîskar Haydar Işikî, 17ê vê mehê [Kanûna Pêşîn - December 2021] li mala xwe ya li Münchena Almanyayê koça dawîyê kir...

Haydar Işik xelkê Dêrsimê bû...

Perwerdekar û nivîskar bû...

Haydar Işikî jî wekî gelek nivîskarên Kurd, hem karê nivîskarîyê dikir hem jî bi rengekê di nav xebata polîtîk da jî bû...

Ji bo doza Kurd û Kurdistanê xebat kir, qelemê xwe bi xurtî bi kar îna...

Baskê nivîskarîya wî jî fireh bû... Ji edebîyatê heta komentar û analîzên polîtîk, mijar û babetên nivîskarîya wî bûn...

Qederek pirtûk nivîsîn... Herwisa li gelek rojname û kovaran meqale jî nivîsîn...

Yêk ji pirtûka wî ya navdar jî Terteleya Dêrsimê bû...

Haydar Işik ev pirtûka xwe ya Terteleya Dêrsimê bi zimanê Tirkî bi navê "Dersim Tertelesi" nivîsîbû...

Daxwaz ji min kir ku vê pirtûka wî wergerînime Kurdî-Kurmancî...

Di warê kar û xebatên bi giştî neteweyî da, me hem li nav KNKê, hem jî di nav bizava ronakbîrîya Kurdî da bi hev ra gelek nêzîk kar kiribû û têkilîyeke dostane hebû di navbeyna me da...

Ji ber vê huqûqa heval û dostayetîyê, min daxwaza wî qebûl kir û ev pirtûka wî wergerande Kurdîya Kurmancî û li Adara 2011ê weşand...

Di pirtûkê da min pêşgotineke kurt jî nivîsî...

Ji ber bîrînana wî, wê pêşgotinê li jêr dubare didim...

Haydar Işik jî çû ber perê esmanê Kurdistanê û li rêza stêrkên doza Kurd û Kurdistanê cihê xwe girt...

Bila serê malbata wî, serê heval û hevrê û dostên wî û serê xelkê Kurd û Kurdistanê sax be...

 

***

 


Pêşgotina min ya li pirtûka Haydar Işik, Terteleya Dêrsimê

 

 

Şûna pêşgotinê

 

Di romana da edetê nivîsîna pêşgotinê nîne. Lê di wergêran da carina pêdivî bi çend gotinan dibe ku mirov hindek tiştan îzah bike. Lewma min jî hewce dît ku li ser vê wergêrê agahdarîyeke kurt bidim.

Pêşîyê bi wê gotina mana bilind ya Seyid Rizayî dest pê bikim. Tête gotin ku Seyid Riza berî îdama xwe -[ Heftîya sêyê ya meha Teşrîn-Mijdar-November 1937ê – Ji ber ku roja îdamê ji 15ê heta 19ê meha 11an cuda tête gotin. Bi giranî 17ê mehê bête gotin jî nezelalîyek heye, lewma min „heftîya sêyê“ nivîsî]- ji bo dek û dolab, entrîka, desîse û fen û fêhlên rêvebirên dewleta Tirk wisa dibêje:

Ez bi direw û hîleyên we ne westam, eve bo min bû derd.

Belêm min jî li ber we çok neda, eve jî bila bo we bibe derd.

Seyid Riza

 

Kêm kitek bêbext têne, piranîya mezin ya kur û kiç û nevîyên pêşeng û rêberê dînî û xelkî yê Dêrsimê Seyid Rizayî, şîreta wî înane cih û li ber dewleta dagîrker û kolonyalîst ya Tirk çok nedan, serê xwe şor nekirin û berxwedaneke pîroz nîşadan [nîşandan] û ev prosesa azadî û rizgarîyê didome. Misqalek şik têda nîne ku dawîya vê berxwedanê serkevtin û serfirazî ye û eve wekî Seyid Rizayî gotî, bo dewleta Tirk bûye derdekî bê derman.

 

Yêk ji kurên axa Seyid Rizayî, axa Dêrsimê jî niviskarê vê romanê Haydar Işik e û wî jî şîreta mezinê Dêrsimê Seyid Rizayî û şîreta herî mezin ya qehremanê vê romanê, ya Elîbînatî, Elîbînatê zaner [alim], bi qelemê xwe înaye cih. Wekî Elîbînat kurê xwe Mîrzalî [Mîrzaelî] digel çend xortên Dêrsimî rêdike Xarpêtê ku ji telefbûnê xilas bike, wisa dibêje wan: „Ji bîr nekin yên hatine kirin. Kirinên li xelkê Kurd ji bîr nekin. Di keysê ewil da vegerin. Hûn ciwan in. Zarokan çêkin, sê sê, pênc pênc. Berî ku hûn wan çîrokên ku min li şevên zivistanê digotin, terteleya Dêrsimê bêjin. Bila zarokên we rastîyê fêr bin.

Şîretên min newebî [zînhar – eman ha] ji bîr nekin. Ji bîr nekin!“.

„Ji bîr nekin vê qetilamê [komkujîyê – jenosîdê – nijadkujîyê – qirkirinê]. Ji bîr nekin vê terteleyê! Bêjine zarokên xwe vê wehşetê.“ [r. 208]

 

Haydar Işik ev şîrete înaye cih û ew êş û jana xelkê Dêrsimê, ew hovîtîya dewleta Tirk bi nivîsîna vê romanê, bi vê teksta edebî kirîye belgeyeke dîrokî ku nifşên nû bi wê terteleyê, jenosîdê bihesin.

 

Romana Haydar Işik, Jenosîda Dêrsimê; li ser wê bûn û bûyera [qewimîna] trajîk ya xelkê me yê Dêrsimê ya 1938ê ye. Bi gotineke dî, bi rengê romankî serpêhatîya bi êş û jan ya xelkê Kurd yê Dêrsimê ye. Dêrsimî bi xwe vê bûyerê wekî ”Terteleya Dêrsimê” bi nav dikin. Haydar Işik jî ev romane bi Tirkî nivîsîye û ev nav lê kirîye: Dersim Tertelesi. Anku ”Terteleya Dêrsimê”.

Haydar Işik wekî daxwaza wergêra vê romana xwe [Dersim Tertelesi & Terteleya Dêrsimê] ji min kirî, pirtûkek jî bo min rêkir. Piştî min xwand, ez li ser analîz, bihakirin û hilsengandina vehûnandina teknîk û zimanî ya romanê nerawestam, mijar û naverok bo min gelek giring hat û lewma jî wergêra wê min wekî erkekî mirovî û neteweyî qebûl kir. Min jî xwast ev romana li ser vê trajedîya xelkê me yê Dêrsimê, ji alîyê hemû xelkê me ve bi zimanê xwe bête xwandin û ew qewimîna trajîk bi zimanê xwe bête zanîn û ev demê bi kul û keser yê dîroka xelkê me, ku bi teksteke edebî lê bi zimanê Tirkî hatîye nivîsîn, bibe zimanê wî xelkê ku hatîye qirkirin anku Kurdî jî. Daku em baleke xurt jî bikêşine ser vê pirtûka ku behsê nijadkujîya li ser xelkê Kurd, xelkê Dêrsimê dike, me hemû sînonîmên vê qetilama mezin nivîsîn û kirine navê pirtûkê: Terteleya Dêrsimê, Qirkirina Dêrsimê, Komkujîya Dêrsimê, Nijadkujîya Dêrsimê, Jenosîda Dêrsimê.

Romana Terteleya Dêrsimê [Dersim Tertelesi], min ji çapa yêkemin ya ku ji alîyê Weşanxaneya Belge ve li meha 11an ya sala 1996ê li Stanbolê çap bûyî wergêrande Kurdî [Zaravayê Kurmancî]. Di tercumeya [wergêra] vê romanê da min metodekî nû bi kar îna. Gotinên sînonîm [hevmana] û versiyonên cuda yên gotinan di nav parantêza bikoşe da li rex gotinê bi cih kirin. Herweha hindek gotin jî bi kurtî jî be îzah kirin û bi îşareta [–RH] kivş kirin. Puntoyên gotinên di nav parantêzê da biçûktir in. Min  dişîya [dikarî] ferhengokeke biçûk li dûmahîka pirtûkê zêde bikim. Belêm xwandevan ji bo gotinekê gavê seetê da berê xwe daba dawîya pirtûkê û eve da dîqqeta [bala] xwandevanî belav bike û herikîna xwandinê sist bike. Lewma min ev metodê nû bi kar îna û gotinên sînonîm di nav parantêzê da danan rex gotinan. Heke xwandina kêm ya Kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê Kurmancî [bi giranî jî li bakur] li ber çavan bête girtin, ji bo midehekê, bo demekî borînde [muwaqet] ev metode dê têgihiştina naveroka romanê bi sanahîtir [hêsantir] bêxe. Herweha bi vê yêkê gotinên sînonîm jî dê bêne zanîn û ji alîyê xwandevanên ji navçeyên [herêmên] cuda ve xizîneya gotinan jî dê zengîn bibe.

Hêvî dikim ev belge romane [dokument romane] bi zewqeke mezin bête xwandin û ew kir û kiryara ji teref dagîrker û kolonyalîstên Tirk ve bi serê xelkê Kurd û Kurdistanê, bi serê Dêrsimîyan hatîye înan, bi rêya teksteke edebî bête zanîn û têgihiştin.

Ravekirin û bihakirina pirtûkê ya bi giştî, edî em bo xwandevanan û krîtîkerên edebîyatê dihêlin.

Agahdarî û serastîyeke biçûk:

Ji bilî beyta ji strana ”Dêrsim di nav çar çiyayan da” ya li serê romanê, gotin û hevokên îtalîk hatine nivîsîn zazakî [dimilkî] ne.

Di orîjînala pirtûkê [ya Tirkî], rûperê 194ê rêza 5ê da navê Hayriye [Xêrîya] hewce ye Cewrîye be. Min ew di Kurdîyê da serast kir ku xuya ye ”sehwen” çêbûye.

Nivîskarî di destpêka pirtûkê da beyteke strana; ”Dêrsim di nav çar çiyayan da / Gula wê di nav bardaxan da” nivîsîye. Di nivîsîn, gotin û xwandina vê stranê da versiyonên cuda jî hene. Bo nimûne; ” ”Dêrsim di nav çar çiyayan da / Gula wê di nav baxan da” anjî ”Dêrsim di nav çar çiyayan da / Gula wê di nav çiyayan da”. Helbet min ya nivîskarî esas wergirt.

Agahdarîyeke kurt ya li ser nivîskarî di dawîya pirtûkê da ye.

Herweha navên rutbeyên fermandarên ertêşa Tirk yên di vê romanê da jî, her bo agahdarî, li dawîya [dûmahîya] pirtûkê hatine zêde kirin.

ROJAN HAZIM

Sibat 2011


 

tirsdag den 24. august 2021

Nadir Nadirov koça dawîyê kir - 24.08.2021

 

                                                Nadir Nadirov

 

Prof. Dr. Nadir Nadirov jî îro [24 Tebax 2021], di 89 salîyê xwe da li Almataya Kazakistanê xatir xwast û koç kir...

Mixabin...

Nadir Nadirov wekî Kurdekî dîasporaya Sovyeta kevin û Kazakistanê bibû zanerekî nasyar û navdar...

Di warê Petrokîmyayê da bispor û zaner bû...

Ji ber vê jîrî û kêrhatîtîya xwe gelek madalya û sîyanetname û pîrozname wergirtibûn...

Li Kazakistanê nîşana "Mareşalê Zanistê" dabûnê û wisa bi nav dikirin.

Nadir Nadirov ji bilî kar û xebatên zanistî, herweha mirovekî Kurd û Kurdistan perwer bû.

Avabûna Kurdistanê, azadîya xelkê Kurd bo wî armancên pîroz bûn û mil dida bizava neteweyî û welatî...

Herdaîm xwazyarê tifaqa navxweyî bû.

Nadir Nadirov xwudanê xasyeteke nerm, mulayim, kubar û aram bû û mirovê diyalogê bû...

Me di nav kar û xebatên zimanê Kurdî û xebatên yêkîtîya neteweyî da hevdu nas kir. Hem li Parîsê di aktîvîteyên Instituta Kurdî ya Parisê da û hem li Brukselê di kom û kombûnên KNKê da suhbeta me çêbû...

1990ê min pirtûka "Zimanê Çiya" ya Harold Pinter [Tercumeya Mehmed Uzun] weşandibû û numûneyek jî dîyarîyî wî kiribû.

Wî jî ji kubarîya xwe nameyeke spasîyê rêkiribû li 8.08.1991ê...

Nameya wî meha tebaxa 1991ê hatibû û mixabin li tebaxa 2021ê jî koç kir... Ji ser nameya wî sih (30) sal borîne...

Nadir Nadirov dilsotîyekî ji dil yê doza Kurd û Kurdistanê bû.

Ew bi Kurdbûna xwe î serbilind bû û Kurd jî bi wî, bi navê wî, bi kar û xebata wî, bi zanerîya wî serbilind in û wî ji bîr nakin...

Ew jî wekî hemû xemxwarên doza Kurdistanê li esmanê Kurdistanê stêrkeke geş e bo heta hetayê...

Bila serê binemala wî û xelkê Kurd û Kurdistanê sax be...

 

ROJAN HAZIM

24. 08. 2021