søndag den 14. maj 2023

Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Be...

14-15-16ê Gulanê, rojên Cejna Zimanê Kurdî ne...

Sala 2006ê, bi pêşniyara Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKê, ji teref KNKê ve hatîye qebûl kirin û ji 2007ê were jî tête pîroz kirin...

Zimanê her xelkî, her neteweyî bo wan pîroz e û di nav xizîneya zimanên dinyayê da jî bi rêz û rêzdar e...

Kurdî, wekî makzimanê xelkê Kurd, li nik Kurda pîroz e û di nav zimanên dinyayê da jî bi siyanet e...

Kurdî, elementê sereke yê îdentîtêta Kurdan e...

Kurdî wekî ziman li nav tixûbên Tirkîyeyê di nav çembera asîmîlasyonê da ye... Kurd, bi makzimanê xwe Kurdî, di nav azadî û serbestîyeke mezin û fireh da naaxivin... Hêj jî Kurdî axivtin sebebê tirsê ye li Tirkîyeyê... Perwerdeya bi Kurdî nîne... Wekî nifşên paşerojê zarokên Kurd, dûrî makzimanê xwe mezin dibin... Piranîya daybaban digel zarokên xwe bi makzimanê xwe naaxivin... Anku li ser zimanê Kurdî hem asîmîlasyona dewleta Tirkîyeyê heye û hem jî otoasîmîlasyona xwe bi xwetî heye...

Tête hêvî kirin ku Kurd li makzimanê xwe xwudan derkevin û digel zarokên xwe û di nav xwe da Kurdî biaxivin...

Bi vê şuûrê bila Cejna Zimanê Kurdî pîroz be...

RH

mandag den 1. maj 2023

1ê Gulanê pîroz be...


1ê Gulanê pîroz be...

Cejna karkeran, kedkaran, xebatkaran, pale û rêncberan pîroz be...

Keda mejî, keda destî, keda zend û milan pîroz e...

Hemû kar û xebatên, şol û emelên, ked û gendanên bi xuha enîyê têne kirin pîroz in, helal in...

1ê Gulanê, cejna xwudan kedan e, bila pîroz be...

RH