mandag den 20. marts 2023

NEWROZ Pîroz be...

 


Newroza 2023ê pîroz be...

Agirê Newroza îsal dîsa ve gur û geş e...

Şertên dijwar yên ku Newroz afirandî yên ji kûrahîya dîrokê, îro jî didomin...

Duhî zalimê li ser serê Kurda Dehaq bû...

Îro jî bi navên cuda Dehaq hene li ser serê Kurdan...

Duhî serê Dehaqî bi mircê Kawayî hate belav kirin û bi hilkirina agirî mizgînîya azadîyê hate dan bo xelkê...

Îro jî agirê azadîyê ji teref xelkê ve tête hil kirin ku serên Dehaqên nû bêne belav kirin...

Ew roj ne dûr in...

Kurdistan dê rizgar be, Kurd û xelkên welatî dê azad bin...

Hingê agirê azadîyê dê gur û geştir bête hil kirin...

RH

torsdag den 16. marts 2023

Jenosîda Helepçeyê bi bîr bînin...

 16 - 17 Adar 1988 - Jenosîda Helepçeyê


Jenosîda Helepçeyê ji bîr neken...

Jenosîda Helepçeyê bi bîr bînin...

Jenosîda Helepçeyê ji bîr naçe!..

onsdag den 8. marts 2023

8ê Adarê, Roja Jinan Pîroz Be


Jin, bo wekhevî, azadî, dad û dadyarîyê ditêkoşin...

Jin, bo jîyanê têkoşînê diden...

8ê adarê li hemû jinan pîroz be!..

Jin, Jîyan, Azadî!..

onsdag den 1. marts 2023

ADAR - 2023


Adar, di jîyana Kurd û Kurdistanê da heyva bûyerên bi şahî û şînî ye...

Adar, bi xêr û xweşî ye...

Adar, bi xem, kul û keser e...

Adar, destpêka biharê ye, anku demê vejîna salê ye...

Adar, heyva jinan e, bi 8ê Adarê ve...

Adar, xema Kurdan e, bi jenosîda 16-17ê Helepçeyê ve...

Adar, cejn û şahîya Kurdan e, bi 21ê Adarê anku Newrozê ve...

Hêvî dikin Adara 2023ê bo Kurd û Kurdistanîyan û hemû mirovahîyê bibe destpêka bihareke bi xêr û xweşî û bereketê...

RH