lørdag den 23. januar 2021

Necmedîn Buyukkaya [Necmettin Büyükkaya] - ROJAN HAZIM

 

Kak Necmedîn anjî Kak Selah...

Şahidên berxwedana wî ya li Hefsa Diyarbekirê di bîrhatinên xwe da dibêjin ku wan li hefsê Zinar digotinê... Rast gotine, bi navekî layiqî wî bang lêkirine çiku ew têkoşerekî wekî zinarî bû û di timamî jîyana xwe ya şoreşgerî da jî bi ser vî navî ve bûye. [Carina "Zinarê Mezin" jî hatîye gotin... Ji xwe paşnavê Necmedîn yê bi Tirkî anku "Büyükkaya" jî tête manaya "Zinarê Mezin"...]

Dewleta Tirk bi kuştina Necmedînî jî nikarîn wî zinarî ji cihê xwe bileqînin, bilivînin... Ew zinar maye, ew zinar navê wî ye, ew zinar li cihê xwe ye û dê her jî bimîne... Kir û kiryarên wî, xebat û têkoşîna wî, bizav û hemleyên wî, berxwedana wî dê navê Necmedînî heta hetayê jînde bihêlin...

Xelkê Kurd qedirşinas e, bihazan e bo law û egîdên xwe yên ku bo doza heq û rewa canê xwe dayî ku yêk ji wan jî Necmedîn e... Ew dê her li bîr bin û Necmedîn jî dê heta hetayê li bîr be...

Necmedîn di 23ê heyva Kanûna Paşîn [January] ya 1984ê da ji teref dewleta Tirk ve li "Hefsa Diyarbekirê" hate kuştin. Necmedîn bi vê kuştina hovane ve kete nav karwanê şehîdên Kurdistanê.

Îro anku 23ê Kanûna Paşîn ya 2021ê, ji ser şehadeta Necmedîn 37 sal borîne...

Necmedîn li dûv xwe mîrateyekî bihadar hêlaye...

Necmedîn bi serborîya xwe ya şoreşgerî û wê hemleya dawîyê ya li Hefsa Diyarbekirê ku di çeper da hate şehît kirin, layiqê hindê ye ku herdaîm bête bîrînan...

Necmedîn bi şehadeta xwe bû stêrkeke geş li esmanê sîrsahî yê Kurdistanê û dibiriqe...

Li Kurdistanê be, li şehrê wî Sîwerekê be, li Holland û Swêda ku kes û karên wî lê be û li her derê ku kesên Necmedînî nas dikin, bila her şeva 23ê Kanûna Paşîn berê xwe bidene esmanî; her stêrka geş û dibiriqe ew e, Necmedîn e û bila destê xwe yê rastê danine ser dilê xwe û bi rûyekî girnijînî berê xwe bidenê û silavê lê bikin. Ew, wê rêz û silava we ya germ ya ji nîveka dil, dê his bike...

Bi van bîr û hizran, dostê xwe Necmedînî bi bîr tînim...

Di 37 salîya şehadetê da silaveke germ û gur bo Kak Necmedînî...

 

Not I.:

23ê Kanûna Paşîn ya 2008ê min meqaleyek bo Yeni Özgür Politikayê nivîsîbû û wan jî weşandibû...

Hem nivîsê hem jî kopîya wê ya di rojnameyê da dubare li jêr didim.

Not II.:

Li ser roja şehadeta Necmedîn rojên cuda têne nivîsîn. Em roja şehadeta wî wekî 23ê Kanûna Paşîn [January] dizanin. Bes di pirtûka li ser Necmedîn ya ku birayê wî Şerwan Büyükkaya amade kirî û weşandî da [Kalemimden Sayfalar] roja şehadeta wî wekî 22ê Kanûna Paşîn hatîye nivîsîn. Di dinyaya înternetê da jî car 23, car jî 24ê Kanûna Paşîn tête nivîsîn. Min bi xwe 23ê Kanûna Paşîn ya 1984ê esas wergirt. Çiku yêkser digel Mustafa Xarpêtî [A. B.] axivtim ku ew jî wekî girtîyekî polîtîk yê PKKê di nav wê berxwedanê da bû û wî jî teyîda 23yê Kanûna Paşîn kir. Mustafa Xarpêtî jî di wê erişa li hefsê da giran hatibû birîndar kirin û bêyî hiş rakiribûne xestexaneyê ku demekî dirêj di komayê da mabû û paşê talihê wî lê yar hatibû û ji mirinê xilas bibû...

Li goreyî gotina hemû şahidên bûyerê, 23yê Kanûna Paşîn ya 1984ê êriş hate kirin û Necmedîn di wê wehşetê da hate kuştin. Ji xwe di hindek bîrhatinên şahidên bûyerê da tête gotin ku bi ketina Necmedîn ve deng belav dibe, "bibezin Necmedîn dimire" dibêjin... Hevalên wî tên hewil didin masaja dil dikin, bêhna xwe didinê, bes dibînin ku çu hereket nîne û bi wê xemê ve di cihê xwe da mil daketî dimînin... Paşê rakirine xestexaneyê, lê ji neqilkirina şahidên bûyerê xuya dibe ku di êrişa xedar da demildest şehîd bûye... Mumkun e ku di rê da anjî di xestexaneyê da jî mirî be... Belêm, li ber doneyên ber dest, xuya ye ku roja şehadeta Necmedînî 23yê Kanûna Paşîn [January] e... Daxuyanîya mirina wî ya fermî 24ê mehê hatîye dan. Ji ber hindê ye ku ev roja şehadeta wî tête têkilav kirin. Hêvî dikin rojekê kes û karên wî bi belge vê tekîlavîyê jî ron û zelal bikin...

 

* * *

 

Ji arşîvê:

 

Nivîsa li Yeni Özgür Politikayê

23 Kanûna Paşîn 2008

Şehîdê Kurdistanê Necmedin Buyukkaya û bihazanîn

ROJAN HAZIM

Xwezî xelk, netewe, çîn û navçînên bindest bêyî rijyana dilopeke xwûnê gihiştiban hemû mafên xwe. Lê mixabin ku dîroka mirovahîyê di vî warî da mat û mehtel mayîye. Zalim û zordaran daîm statukoya xwe, dezgeh û sîstemê xwe yê desthilatê li ser neheqî, bêdadî û zulmê ava kirine û ji bo parastina vê makîneya xwe ya desthilatê jî çu cara xwe ji xwûn rêhtinê nedayîne paş. Lêdan, îşkence, kuşt û kuştdarî hergav metodên wan bûne. Eve duhî jî wisa bû, îro jî wisa ye û heta ku di nav mirovahîyê da sîstemekî bi dad û dadyarî avanebe, xuya ye ku dê dom jî bike.

Di dîrokê da dijî zordarîyê xebat, têkoşîn û berxwedaneke mezin hebûye, îro jî heye û dê her jî hebe. Herwisa dijî sîstemên zordar têkoşîn û berxwedan jî bêyî bedel nebûye û dîyar e ku îro û subehî jî nabe. Di vê prosesa têkoşîna heqîyê, dad û dadyarîyê da law û egîdan heyîna xwe ya herî bihadar, anku canê xwe dane. Yêk ji van têkoşînan jî, bizava neteweyî ya xelkê Kurd û doza Kurdistanê ye. Dagîrkeran sûcên mezin kirine beramberî xelkê Kurd û Kurdistanê. Ev sûcên giran hêj jî didomin. Di vê rêyê da ciwan, pîr, jin û mêr hizaran Kurd bi ber zulm, lêdan, îşkence û kuştina dijminên dagîrker ketine û ev prosesa bi xwûn dom jî dike. Rejimên dagîrker hemû dezgeh, sîstem û mekanîzmayên xwe ji bo birandina xelkê Kurd û têkoşerên Kurd bi kar înane. Di nav van rejiman da, serî dewleta Tirk kêşaye û vê rola xwe ya bêyûm îro jî didomîne. Dewleta Tirk jîyan li xelkê Kurd heram kirîye û zîndanên xwe hergav kirine cihên îşkence û kuştina berxwedêrên Kurd. Di nav van zîndanan da ya herî li pêş “Hefsa Diyarbekirê” ye. Bi taybetî piştî cuntaya faşîst ya 12ê Îlona 1980ê, têkoşer û berxwedêrên doza Kurdistanê ji bin îşkenceyên nedîtî hatin borandin. “Hefsa Diyarbekirê” di salên 80yî da bû kela berxwedana berxwedêrên doza Kurdistanê. Îşkencekarên dewletê çu Kurd ji vê hovîtîya xwe bêpar nekirin. Bi sedan têkoşer kuştin, bi hizaran jî seqet hêlan. Qatil û îşkencekarên dewletê di berxwedana “Hefsa Diyarbekirê” da lawên mîna Mezlûm, Xeyrî, Ferhat û gelekên dî fizîken ji nav bizava neteweyî rakirin. 

Yêk ji wan egîdên ku canê xwe dayî jî têkoşer û berxwedêrê mezin Necmedîn Buyukkaya ye. Necmedîn Buyukkaya têkoşer û berxwedêrekî bijare û pêşeng yê bizava neteweyî ya xelkê Kurd bû. Necmedîn di nav wê wehşeta “Hefsa Diyarbekirê” da li hemberî zora dijmin serê xwe şor nekir, li rêza berxwedêran cihê xwe girt. Necmedîn bi zanîn û bawerîyeke têr û tijî û saxlem, pozisyoneke layiqî keda xwe ya têkoşerîyê wergirt. Necmedîn bi vê reftara xwe ya nimûne, bo zîndanîyên polîtîk yên doza Kurdistanê bû hêza motîvasyona berxwedanê. Îşkencekaran ji ber vê rola wî ya berxwedêr û pêşeng ew danane serê lîsteya kuştinê. Necmedîn di rûniştineke dadgeha leşkerî da li pêş dadger û dozgerî ev nîyeta îşkencekaran aşkera kir. Piştî vê axivtina wî ji xwe gelek nekêşa û 23yê Kanûna Paşîn [Çile - January] ya 1984ê bi cob û daran êrişî hucreya Necmedîn û girtîyên dî kirin. Piştî salan gava girtîyê ji doza PKKê Mustafa Xarpêtî behsê wê erişa hovane dikir, ji xema mirina Necmedîn adeta gotin di gewrîya wî da diman. Di wê êrişê da Necmedîn û Mustafa bêhiş rakiribûn xestexaneyê, belêm Necmedîn xilas nebibû û Mustafa Xarpêtî jî demekî dirêj di komayê da mabû û paşê nîvemirov ji mirinê xilas bibû.

Dewleta Tirk wekî sedan têkoşer û berxwedêrên doza Kurdistanê, Necmedîn jî bi zanahî kiribû armanc û bi destê îşkencekarên xwe di “Hefsa Diyarbekirê” da şehîd kir. Necmedîn wekî têkoşerekî pêşeng di nav xebata xwe ya salan da hêj 1976ê li ser şehîdên Kurdistanê wisa gotibû: “Şehîd ew kes e ku di rêyeke pîroz da, di şerekî heq da tê kuştin. Anku kesê ku ji bo rizgarîya welatek, neteweyek anjî sinifek bindest şer dike û bê kuştin, şehîd dibe… Silav li we hemû şehîdno! Hûn her dijîn di dilê xelkê da…” [Kalemimden Sayfalar,-Rûperên ji qelemê min-, r.5].

Necmedîn mirovekî bihazan bû û hêj di saxîya xwe da ev bihazanîna xwe ya beramberî şehîdên Kurdistanê nivîsîbû û mixabin ku herwekî teswîra xwe ew jî şehîd ket. Di kesayetîya Necmedîn da rêz û vîna herî mezin divêt nîşanî şehîdên Kurdistanê bêta dan. Di 23yê meha Kanûna Paşîn [Çile - January] da, em Necmedîn û hemû şehîdên vê doza mezin, doza Kurdistanê, bi rêzdarî bi bîr tînin. Necmedîn, wekî wî bi xwe jî gotî, dê heta hetayê di dilê xelkê xwe da bijî.

Bila silav, rêz û vîna herî mezin û tîr bo wî û hemû şehîdên Kurdistanê be.

ROJAN HAZIM

23 Kanûna Paşîn [Çile - January] 2008

 

Kopîyên ji Yeni Özgür Politikayê:




Ew nivîsa di Yeni Özgür Politikayê da hatîye weşandin, li malpera www.xweza.com jî hate weşandin. Belêm mixabin ew malper hatîye girtin, anku nemaye. Li jêr e...