
Kanûna Paşîn û Sibat gelek têr befir bûn.
Nîv mîtro
befir barî bû.
Zivistaneke
dijwar bû.
Sarma di
bin sifrê da heta 15 dereceya daketibû.
Befir li
erdî qerisîbû, bibû cemed.
Jîyan bi
giştî bi zehmet ketibû.
Ji bo teyr
û tewalan hêj zortir bibû.
Dûmahîka
sibatê bû.
Roj 25ê
Sibatê, çarşembî.
Êvarî Zal
dibîne ku kotirek li ber derîyê malê xwe daye kujîyê dîwarî û wisa xwe vekêşaye
ser hev.
Stû xwahr,
melûl û bi çavên tijî tirs, berê xwe dide dora xwe.
Zal hêdîka
xwe nêzîk dike ku ne tirsîne, lê kotir jî nafire.
Zal
têdigihe ku ev halê kotirê ne çu hal e.
Kotirê
hildigire nav destên xwe.
Hind melûl,
hind bêçare û hind tirsyayî bûye ku qet xwe nelivandîye û adeta xwe berdaye nav
destên Zalî.
Zalî berê
xwe daye çengên wê, leşê wê û pêkên wê ka birînek lê heye an ne.
Çu birîna
xuya nekirîye û xwûn jî nebûye.
Belêm perek
ji çengê wê yê rastê piçek daketî bûye.
Bi
ihtimaleke mezin derb xwarîye û eve janê dide Kotirê hizirîye Zal.
Di vî
hewayê hinde sar û sir û seqem da xuya ye ji organekî xwe yê herî giring, ji
çengê xwe sivik jî be birîndar bûye.
Perek jî
be, bizava çengê wê tengav kirîye ku neşîyaye digel refa xwe bilind bifire û
paş maye.
Lewma xwe
daye bin dîwarê ber derîyê mala Zalî.
Zal wê şevê
li ber derî bi kartonan cihekî ewle bo çêdike.
Av û hûrikê
nanî didane ber.
Wê şevê
wisa li ber derî dibe mêhvana Zalî kotir.
Roja paştir
anku pêncşembîyê Zal berê xwe didê ku kotir ji cihê xwe nelivîye û li pişt
kartona xwe vekêşaye serêk û bi çavên zil berê xwe dide dora xwe.
Nan jî
nexwarîye.
Kotir ji
her pêjnê dicifine û stuyê xwe dirêj dike û bi panîk berê xwe dida dora xwe.
Zal gelek
bi ser ve naçe ku netirse.
Berberê
nîvro kotir ji pişt kartona derdikeve û diçe.
Zal bi
endîşe berê xwe dide dorberî.
Kotir xwuya
nake.
Hêvî dikem nebe
nêçîra rûvîya û sax bimîne û dîsa bêteve dibêje xwe bi xwe Zal.
Bi her hal,
bi ihtimala vegera kotirê, Zal radibe li ber diwarî lîsekî ewletir çêdike, av û
hûrikê nanî didane ber ku heke kotir hat biçe vî cihê nû.
Êvarîya
direng kotir têt û dîsa ve diçe kujîyê xwe yê berê.
Zal bi
hatina wê gelek şa dibe û diçe hêdîka hildigire nav destên xwe û didane cihê
nû.
Ji xwe çu halê
kotirê yê revînê jî nebûye.
Kotir xwe
dide pişt kartona û divenişe ser lîsî.
Zal dibîne
ku carina avê vedixwe.
Kotir wê
şeva xwe jî di nav kartonan da diborîne.
Roja eynîyê
anku 27ê Sibatê, seet li dora 11ê berî nîvro ji cihê xwe tête xwarê û ber bi
bexçeyî ve diçe.
Zal kontrol
dike, berê xwe didê ku diçere li bexçeyî.
Ya herî baş
di halê xwe da bimîne dibêje Zal xwe bi xwe.
Şev dîsa ve
tête ser lîsê xwe.
Carina avê
vedixwe lê hurikê nanî naxwe.
Dîyar e ku
li nav bexçeyî diçere û xwe têr dike dibêje Zal di dilê xwe da.
Zal carina berê
xwe didê ka di çi halî da ye.
Digel ku halê
kotirê baş xuya nake, belêm dîsa ve diçe diçere û careke dî tête ber diwarê
mala Zalî.
28ê Sibatê,
şembîyê, Zal dihizire ku rewşa Kotirê dê çawan be.
Kotir wê
rojê berberê nîvro diçe nav xwezaya xwe, ku biçere, bigere...
Her wê
êvarîyê piştî ger û çereya xwe tête ber dîwarê ku lê dilîsa.
Zal dibîne ku kotir direcife.
Ho nabe dibêje Zal.
Hema zû li antreya malê cihekî germ bo hazir
dike û kotirê hildigire nav destên xwe û tîne jorve.
Kotirê bi cih dike û av û tomikî didane ber.
Kotira reben bi wî halê birîndar û di wê sir û
seqemê da bêtaqet ketibû.
Lewma wê şevê li mala Zalî di nav germ û bêdengîyê
da rehet dinive kotir...
Zal wê şevê mêhvandarîyeke bi dilovanî dike bo
kotirê.
Ew di serê Adarê da mêhvana gelek ezîz ya Zalî
bû.
Zal di ber ra jî dikeve nav hizrên kûr ku
çareyeke sitirandina kotirê peyda bike.
Biryarê dide Zal ku rikeheke sindoqwarî çêbike
ku hem tê da rehet be, hem jî ji tehlîkeya rûvîyan bête parastin.
1ê Adarê yêkşembîyê berê xwe dide kotirê li
antreyê.
Kotirê di
cihê xwe yê germ da xwe mit kiribû. Rehet xuya dikir.
Zal radibe
bi dar û depên li ber destî heyî rikeheke şubî sindoqê ya mîtroyekê ji erdî
bilind çêdike û dide ber dîwarî û asê dike ku nekeve.
Sê xewlîya
û lîsekî biçûk li nîveka rikehê bi cih dike û bo kotira birîndar hêlîneke germ
çêdike.
Êdî
spêdehîya duyê adarê bû.
Zal dibêje
divêt wê bi rengekê biparêzin ku nebe nêçîra rûvîya.
Hewa vekirî
bû, gelek sar nebû.
Derîyê malê
vekirî dihêle ku belkî kotir biçe derve.
Piştî
wextekê kotir derdikeve ber derîyê malê û ber bi bexçeyî ve diçe, ku bigere û
biçere.
Êdî bibû
êvarî.
Zal li
hêvîya kotira birîndar bû.
Derîyê malê
vekirî bû.
Zal dibîne
ku kotir hat û hema yêkser çû antreyê û wisa ma.
Ecêb bû li
cihê xwe yê berî şevekê digerîya.
Gava hatîye
antreyê, bi sekina xwe heçku ka cihê min gotîye.
Hingê dilê
Zalî jan dide û gelek bi xem dikeve.
Çiku cihê
wê rakiribû û rikeh çêkiribû û hazirîya wê kiribû ku tê da bi cih bike.
Hêj rikeh
nas nekiribû, lewma li cihê xwe yê germ digerîya kotir.
Zalî kotir
hilgirte nav destên xwe û kire nav rikehê, tirarekî avê jî dana ber derokê
rikehê û hindek tomik û hûrikê nanî jî kire nav rikehê.
Bi depikekê
jî derokê rikehê heta nîvîyê girt ku bê hewa nemîne kotir.
Rikeha
kotirê li cihekî saxlem û ewle bû.
Ihtimala
êrişeke rûvîyan jî nebû.
Zal bi şevê
çend cara kontrol dike rikehê...
Kotirê bi
wî halê birîndar di nav wan xewlîyan da li nîveka rikehê xwe mit kiribû û tena
xuya dikir.
Spêdehîya
sêyê adarê berberê nîvro Zal depikê li ber derokê rikehê dide alî ku belkî
kotir derkeve derve.
Ji dûr ve berê xwe didê Zal.
Kotir serê xwe dirêj dike, ewil bi halekî
hêbetî berê xwe dide vî alî wî alî, paşê dimikê xwe dirêjî tirarê avê dike û
avê vedixwe.
Careke dî serê xwe vedikêşe nav rikehê.
Zal şa dibe û di dilê xwe da dibêje eve baş e ku
êdî kotir li cihê xwe bisteh bûye.
Piştî nîvro Zal berê xwe dide rikehê ku bizane
ka rewşa kotirê çawan e.
Dibîne ku rikeh xalî ye.
Zal gelek nîgeran dibe ka çi lê hatîye.
Berê xwe dide dorberê malê, nav bexçeyî.
Dibîne ku
li nav bexçeyî digere, diçere.
Xwe nêzîk
nake Zal û wisa serbest dihêle.
Êvarî kotir
têt û li dora rikehê diçerixîne lê neşêt xwe hilavêje nav rikehê.
Zal
qederekê berê xwe didê ka dê çi bike.
Du sê cara
diceribîne kotir lê nikare biçe nav rikehê.
Hind li
Zalî bisteh bibû ku xwe dihilavêje ber pencereyê.
Heçku gazî
Zalî dike.
Serê xwe bi
camê venabû kotirê.
Zal têdigihe
ku hewara xwe digihîne wî.
Derdikeve
ber derî û kotirê hildigire nav destên xwe.
Qet natirse
kotir û adeta li hêvîya vê harîkarîyê bûye.
Zal wê dibe
û dike nav rikehê.
Depikî jî
dadine ber derokê rikehê.
Şeva sêyê
adarê bû û şeva wê ya duyê bû di nav rikehê da.
Zal
lêkolînekê dike ka dişêt çawa birîna wê bikewîne.
Ji agehîyan
xwuya dibe ku çengê wê neşkestîye, lê derbekî giran xwarîye ku nikare bilind
bifire.
Ji
lêkolînên Zalî tête zanîn ku divêt midehekê bêhna xwe vede, li cihekî germ be û
bi sexbêr be.
Nihe wê
sexbêrîyê li kotirê dike Zal.
Mêhvana
Zalî ye û di rikeha li ber dîwarê mala Zalî da xwe gelek ewle his dike kotir.
Heta ku
bişêt bilind bifire, Zal li mêhvana xwe gelekî hişyar e û sexbêrîya wê dike.
Kotir li
Zal gelek bisteh bûye.
Ji wî
nareve.
Gava Zal
dixwaze wê hilgire nav destên xwe, xwe mit dike.
Xuya ye
kotirê baş his kirîye ku zerarek ji Zalî bo wê nayê.
Kotir wekî
mêhvan, Zal jî wekî mêhvandar ji vî halê xwe razî ne.
Rehm û
dilovanîya Zalî di dilê nazik yê kotirê da cih girtîye.
Û ew kotira
kûvî nihe bûye kotira kehî.
Kotira ku
li dinyayê bûye sembola aştîyê, di nav hewayekî aştîyane da mêhvanîya xwe ya li
nik Zalî didomîne.
Zal digel
ku gelek keyfxweş e bi mêhvanîya kotirê, belêm ji milekê ve jî dixwaze zûtirîn
wext sax be û dîsa bikare digel refa xwe bifire bilindahîyan û di nav xwezaya
xwe ya xweş da dûrî hemû tehlîkeyan bi serbestî û azadî bijî...
ROJAN HAZIM
Sibat-Adar 2026 - Ybdnorb, Kramnad
Not:
Zalî
nevîyên xwe li dora xwe kom kirine û ev çîroke bo wan gotîye.
Hemûyan
gelek bi heyecan û baldarî guhdarî kirîye.
Nevîyên
Zalî yên heywanhez û jîyanhez ji bapîrê xwe pirsîne ku Kotir dê kengî careke dî
bilind bifire û bigihe refa xwe ya mezin.
Zalî jî gotîye
nevîyên xwe yên nazdar û dilovan, ew jî hêvî dike ku ev xwezî û daxwaza wan
bête cih û Kotir bigihe xweza û refa xwe. Û sozê dide wan ku baş sexbêrîya
kotirê bike û gava sax bû û gihişte refa xwe û firî bilindahîya ew dê wan
agehdar bike.