onsdag den 5. februar 2020

Aşût - ROJAN HAZIM

Aşût encama bizava erd, hewa û befrê ye... Li Kurdistanê aşût yêk ji mezintirîn felaketên xwezayî ye... Bi taybetî li nîverdê dinyayê yê bakur li welatên bilind û çiyayî zivistan bi gelek befr diborin... Befreke giran dibare li van welatan ku Kurdistan jî yêk ji wan welatan e. Aşût jî hema bêjin wekî zelzeleyê ye... Deqîq kengî û çawa dê biqewime nayê zanîn. Lê belê ji tecrubeya salan xelk kêm zêde texmînan dike ku aşût dê kengî û çawa bête xwarê... Aşût li welatên befrîn di cihên bilind, çiya, mil û suwaran da çêdibe... Li çiya û betenên bilind, nizar be, beroj be ferq nake aşût tête xwarê... Heke ji gupika çiya û pêve beten, dol û nihal gelek kûr û kend bin, bê dar û dirî bin ihtimala aşûtê zêdetir e... Gelek binasên xwezayî hene ji bo pêkhatina aşûtê... Ji bilî sebebên xwezayî, dengê ku dengvedaneke xurt pêktîne û peqînên mezin jî aşûtê radikin... Anku di pêkhatina aşûtê da hêzên xwezayî û mekanîk tesîrdar in...

Gelek aşûtên cuda jî hene... Li beroj cuda, li nizarî cuda radibe aşût... Befra toz û befra avî jî cuda encaman derdêxe meydenê... Aşût heye ji ser tebeqeya befrê radibe û heta digihe binî dinyayeke befrê digel xwe tîne û çi bi ber bikeve radimale... Aşût heye ji binî ve ax û ber û dara dide digel xwe û dibe renî û tête xwarê... Ya herî xirabker û kujer renî ye... Jê xilas bûn kêm e... Helbet ya ji rûyê befrê radibe jî heke şilope be tesîreke dijwar dike û dikuje jî... Belêm aşûta ji befra pok anku ya toz pêktêt, temetî aşûta renîyar û aşûta ji befra ter (şil, şilope), encamên giran nade û nabe sebebê zerar û ziyaneke zêde mezin ya can û malî. Bes ev aşûte jî helbet bê diqqetî û xemsarîyê efû nake, êş û janekê dide!..  

Li çiya û bilindahîyan, li dol, nihal û kendalên kûr hindek cih hene ku aşûtgeh in. Ev cihên ku aşûtê diafirînin kivş in û xelk ji tecrubeya jîyanê dizanin ku ev aşûtgeh xeter in, tirsbar in û xwe jê didene dûr... Anjî heke mecbûrîyeta di wan deran da borînê hebe jî dîqqeta demî dikin û hindî mumkun bi bêdengî hereket dikin. Di demên firtone û mij û moranan da xwe ji wan aşûtgeha dûr dikin û rêya xwe diguhorin... Tiştê ku aşûtê ji zelzeleyê piçek cuda dike, cihên ku aşût tête xarê spesîfîk têne zanîn û xelk li goreyî wê tedbîrên xwe distîne... Hetta carina wext jî tête pêşbînî kirin di aşûtê da... Ev xale giring e. Ji ber van tecrubeyên jîyanê xelk xwe diparêze ji vê karesata mezin ya xwezayê... Bo nimûne, li Elkîya Hekarîya, li salên berê ku gelek befir dibarî, li dawîya heyva kanûna paşîn û serê sibatê dihate zanîn ku dê ji gupika çiyayê Kumtikî aşût bête xwarê. Di wan deman da xelkê ku malên wan li binê Kumtikî diçûne malên nas û dostên xwe yên taxê dûrî çiyayî. Piştî aşût dihate xwarê, xelk vedigerîya malên xwe. Carina zerar digihişte xanîyan û xirab dibûn. Heke xelk di xanîyên xwe da ban, şik tê da nîne ku da bitelifin. Ji ber hindê zanîna demê aşûtê û li goreyî wê hilgirtina tedbîran firsetê nade ku telafeta canî çêbe. Zerar pêkbêt jî qet nebe dibe zerara malî û mirov namirin... 



Befr û bereket

Li welatên befrîn xelk digel hemû zor û zehmetîyên befrê jî ji befrê hez dike. Li Kurdistanê befr wekî bereketa jîyanê tête qebûl kirin û adeta pîrozîyek tête dan bo befrê... Heqîqet, salên ku befr gelek dibare av û derav boş dibin, şînî û şînkatî zêde dibe... Av, şînkatî, eve hemû dibine sebebê xweşîya jîyanê... Xelk heke heywandarîyê dike, çandinê dike barîna befrê bo wan xizîne ye... Erd avî dibe... Gil û giya zêde dibe... Dewlemendîya xelkê bilind dibe... Xweza digihe bijûnahîyê... Jîyan saxyar dibe... Eve rûyê baş yê barîna befrê ye...

Bes sala ku befr nebare, xelk bi xem e. Ji tecrubeya jîyanê dizanin ku av dê kêm be, şînî û şînkatî zêde nabe... Di encameke wisa da desttengî çêdibe, hetta feqîrî dibe... Lewma xelk ji ber bereketa befrê, xusareta wê gelek nabîne... Esasen ji encamên wêranker yên befrê û aşûtê xilas bûn mumkun e anjî kêmkirina wan encamên xembar mumkun e... Hişyardarî, zanîn û tecrube rê li ber van bûyerên xwezayî digire... Ji xwe heke imkanên teknolojîya modern jî aqilane bêne bi kar înan, hingê xwe ji belaya aşûtê rizgar kirin jî mumkun dibe.

Rê û rêbara li cihên befrîn zanîn, hişyardarî û tecrube giring e ku pê girêdayî bin û li goreyî wê rabin û rûnin...

Ev zanîne firsetê nade mûsîbetan. Heke aşût ciddî neyê qebûl kirin, encamên wê yên kavil û wêranker neyên zanîn, li bîrê neyên girtin, hingê bedelekî giran tête dan. Can diçe... Xwe ji van qeza û belayan parastin bi zanîn û tecrubeyê hereket kirinê dibe. Divêt aşût bête zanîn, tehlîkeya wê divêt bête dîtin, encamên kujer û wêranker yên wê divêt daîm li bîr bin... Hingê xwe jê parastin mumkun dibe. Divêt li hêvîya musîbeta aşûtê neyê sekinîn... Giring ew e ku aşût bi hemû alîyên xwe ve bête zanîn û li goreyî wê bête hereket kirin... Aşût xeter e, tehlîke ye, kavil û wêranker e, kujer e... Aşûtgeh têne zanîn û nas kirin. Demê aşûtan kêm zêde tête zanîn. Reng û çeşîdên aşûtê jî têne zanîn. Heke li goreyî vê rastîyê bi zanistî bête hereket kirin hingê bêyî zerar û ziyan xwe ji aşûtê xilas kirin mumkun e.



Nîşaneyên aşûtê û tedbîr

Bi giştî bilindahîyên kûr û kend, çiyayên bilind, dol û nihalên kûr, berwar, serwar û betenên bê dar û ber, suwar û mil, vîrajên teng yên li betenên çiyayan, zemînên potansîyel in bo hatina aşûtê. Digel vê rewşa fizîkî herweha gava befra pok li ser befra şil bibare, befra şil li ser befra pok bibare, erdê qerisî gava nerm bû, mij û moran, firtone, hêza xurt ya bayî, dengvedan, dengê xurt û bilind yê mekanîk, anku peqandina çek û sîlehan, avêtina bombe û fûzeyan jî hatina aşûtê bi lez têxin... Ev nîşaneyên hatine behs kirin rola lolebê dibînin di rabûna aşûtê da. Anku ev nîşane lolebkêşên aşûtê ne. Zanîn û nasîna aşûtgehan ji bo tedbîran gelek giring e. Divêt xerîteya aşûtgehan bête derêxistin û ev aşûtgehe bi lewhayan bêne nîşan kirin û bi rengekî fireh bi xelkê bidene zanîn. Divêt bête zanîn ku debîya aşûtê gelek zêde ye. Bi hêleke mezin ji serê nişîvî ber bi jêr ve tête xwarê. Di vê hêla mezin da bi tonan befir diherike û adeta bi hêla di seetekê da 150 heta 200 KM diçe. Lewma encam wêranker e, kujer e... Di demên ku muhtemel aşût rabûnê da divêt xelk bi lezîn bête agehdar kirin û herweha seyr û sefera li wan aşûtgeha heta ku xeter radibe bête sekinandin.



ROJAN HAZIM

5 Sibat 2020



Not:

Ev nivîse, piştî aşûta Muksê (Wan) hate nivîsîn. Aşûta Muksê, li Suwara Kirapêtê ku 3 hizar mîtro ji rûyê deryayê bilind e, li 4 û 5ê Sibatê (2020) pêkhat. Rêvingîya wê roja bi firtone, mij û moran, bi serê xwe sivik dîtina aşûtê ye, nezanînî ye, cisareta kor e. Ev xemsarîya dawetkarane ya felaketê, mixabin ku bûye edetê mirovên wê navçeyê. Hal ew e ku bi salan e ku li wê navçeyê befreke giran dibare û ew cih bi xwe jî aşûtgeh e ku ji teref xelkê ve tête zanîn. Bi israr di demên ku tehlîkeya aşûtê heyî da ji wan deran hat û çûn xelet e, qusûr e. Ev şaşîya mezin rê li ber felaketê vedike. Xeletîya dî, hewar û bizava xilaskirina xelkê ku aşût bi ser da hatîye... Bêyî zanîn, bêyî tedbîr, bi cisareta kor hereket kirin li dûv xwe vê encama xembar tîne. Xeletî li dûv xeletîyê hatîye di vê bûyerê da. Wê rojê rêvingî xelet e. Tarzê hewar û xilaskirina xelkê bi ber aşûtê ketî jî şaş û seqet e. Ji xwe bi dehan kes û bi hejmareke zêde ya makîneyên mezin û giran û dengê gur çûyîna cihê aşûtê xeletîya herî mezin e. Vê boşahîya bêyî zanînî, bêyî tedbîrî û di ser da jî guregura makîneyên giran careke dî befra bilindahîya livand û aşûteke dijwartir rakir. Di encam da ji çil kesî zêdetir kes (41) mirin û bi dehan kes jî (84) birîndar bûn...

Helbet di vê bûyerê da reftara dewlet û hukûmetê ya neyarane xuya ye ku beramberî vê bûyera wêranker û kujer ya xwezayê tedbîr nehatine standin, rê û rêbar nehatîye ewle kirin. Di vê qewimînê da guneha mezin, sûcê giran yê dewletê ye... Belêm xemsarîya xelkê xwecih jî heye ku ew ji jîyana xwe dizanin ku li wan cihan aşût radibe û encamên xembar dide. Xelkê wê navçeyê aşûtgehan dinasin. Li ber vê rastîyê heke bi tedbîr hereket nekin hingê ew jî qusûrdar in...

Ev mûsîbeta bi serê xelkê xwecih hatî divêt bibe dersdêr ku êdî tedbîr bêne standin.

Divêt bi aqil bête hereket kirin.