mandag den 14. maj 2018

Cejna Zimanê Kurdî pîroz be - ROJAN HAZIM


Bi biryara Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKê [2006], 14-15-16ê Gulanê wekî rojên cejna zimanê Kurdî hatine dîyarî kirin. Ji 2007ê were ev roje wekî Cejna Zimanê Kurdî têne pîroz kirin.

Edetê Cejna Zimanê Kurdî êdî rûniştîye û Kurd li welat û li her derê lê dijîn pîroz dikin.

Belêm mixabin ku zimanê Kurdî hêj jî lawaz û birîndar e, bi xem, kul û keser e.

Zimanê Kurdî hêj jî nebûye zimanê dewleta serbixwe ya Kurdistanê.

Li başûra Kurdistanê zimanê fermî yê "Herêma Kurdistanê li Iraqê" ye.

Li rojavaya Kurdistanê jî zimanê fermî ye lê hêj bi timamî di xwandingehan da, di sîstemê perwerdekarîyê da nerûniştîye û eve kêmasîyeke gelek mezin e.

Li rojhilata Kurdistanê jî statuya fermî nîne û li ber asîmîlasyonê ye.

Li bakura Kurdistanê ji xwe zimanê Kurdî di nav sefalet, perîşanî û rebenîyeke mezin da ye.

Dewleta Tirk polîtîkaya xwe ya asîmîlasyonê bi her metodî didomîne. Fermîyeta zimanê Kurdî nîne û di xwandingehan da nayê bi kar înan. Di jîyana rojane ya Kurdan da jî fonksiyonelîya Kurdî her diçe kêm dibe. Êdî li bakura Kurdistanê zimanê bazarê, zimanê çayxane û geştê jî bûye Tirkî. Kurd bi xwe jî berameberê zimanê xwe xemsar û bêberpirsiya in. Nufûsa Kurda li bakura Kurdistanê û Tirkîyeyê wekî 20 milyona tête zanîn. Lê belê nufûsa Kurdîaxêv ketîye dora 5 milyona ku eve kadastrofeke mezin e. Lê ne xema xelkê ye, ne xema siyaseta Kurdî ye, nejî xema ronakbîr, rêber û pêşengên civatê ye!

Di Cejna Zimanê Kurdî da dîsa dem û dezgehên sosyopolîtîk û sosyokulturel yên Kurd dê beyanatên pîrozbahîyê bidin lê piştî wê lehzeyê jîyana xwe ya rojane û rêxistinî dê dîsa ve bi Tirkî bidomînin.

Rewşa zimanê Kurdî ev e li bakura Kurdistanê.

Li meydanên diasporaya Kurdî jî tiştekî hêvîdar nayê dîtin di warê zimanê Kurdî da. Asîmîlasyoneke gelek xurt heye li meydana diasporaya Kurdî. Nifşên nû li kîjan welatê lê dijîn, jîyana xwe ya malê û rojane jî bi zimanê wî welatî dijîn. Gava ziman nemîne, kultura resen ya bi wî zimanî ve girêdayî jî namîne.

Xulase di vê Cejna Zimanê Kurdî ya 2018ê da jî ne li bakur ne li rojhilat nejî li meydanên diasporayê rewşa zimanê Kurdî baş xuya dike!

Çare li ziman xudan derketin e. Ew jî bi axivtin û bi kar înanê dibe. Bi perwerdeyê dibe.

Tinê nivîsîna Kurdî jî têra nake. Paradokseke mezin e, Kurdên ku Kurdî dinivîsin jî jîyana xwe ya rojane bi Tirkî anjî bi zimanê welatê ku lê dijîn didomînin!.

Hawara zimanê Kurdî ye. Dike hawar ku birîndar e. Dike hawar ku bête sax û jînde kirin. Dike hawar ku bête bi kar înan.

Di vê Cejna Zimanê Kurdî da guh bidine zimanê Kurdî!.

Cejna Zimanê Kurdî pîroz be.



ROJAN HAZIM

14-15-16 Gulan 2018