torsdag den 19. maj 2022

19 Gulan 1992-2022-30 salîya hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê [Hewlêr-Erbil] - ROJAN HAZIM

 

Îro, 19ê Gulana 2022ê, sih [30] salîya hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê [Hewlêr] ne...

Giring e, lewma berdikeve ku bête bîrînan û pîroz kirin...

Felaketên bi serê xelkê Kurd û Kurdistanîyan hatine înan yên li nav Iraqê, gava hatine bîr, bivê nevê hem xemeke giran di dêm û rûyan da xuya dibe ku heq e, hem jî rika berxwedana azadîyê derdikeve meydanê...

Hema bêjin hemû rejimên Iraqê dijî Kurd û Kurdistan bûn...

Herî dawîyê jî rejima Beasa Seddam bi timamî siyaseta jenosîdal bi kar îna. Hindî jê hat di pratîkê da jî kir... Enfal û komkujîya Helepçeyê hêj jî numûneyên taze ne...

Bexdayê çu cara îradeya miletê Kurd qebûl nekir... [Esasen îro jî, çi Şiî, çi Sunnî, hakimîyeta Ereban îradeya xelkê Kurdistanê qebûl nakin û hizaran astengan derdêxin...]

Lewma Kurda jî têkoşîna azadîyê çu cara sist nekir...

Axir roj hat rejima Seddam piştî şerê Kuweytê yê 1990-91ê giran hate birîndar kirin û di wan şert û mercan da dergehekî azadîyê bo Kurdan vebû... Di vebûna vî dergehê azadîyê da rola sereke ya rika berxwedana Kurda be jî, dînamîkên derve anku dinyaya demokratîk jî roleke esasî û sereke leyistin û derbekî mezin li rejima Seddam dan û bo esmanê başûra Kurdistanê anjî "Bakura Iraqê" paralela 36ê kêşan û bi vî rengî rê li ber êrişên rejima Seddamî girtin û imkan pêkînan ku Kurd li Hewlêrê parlementoya xwe ava bikin û xwe amadeyî rêvebirina xweser bikin...

Di van şertan da Kurda xwe hazirî hilbijartinan kirin ku bi rehîya xelkê xwe li Hewlêrê parlementoyê kom bikin û îradeya xelkê Kurdistanê organîze bikin.

Bi desteka aktîv ya dinyaya demokratîk 19ê Gulana 1992ê hilbijartin parlementoyê hatine kirin. Di wan şert û mercan da hêzên nisbî sereke û bi hêz PDK û YNK bûn...

Bi heyecan û coşeke mezin ya xelkî hilbijartin hatine kirin. Xelk bi rêjeyeke bilind beşdarî hilbijartinan bû... Di encam da, PDK û YNK bi ser ketin û hejmara parlementera di nav xwe da parve kirin anku bi gotina wan deman "fifti fifti" kirin û 50+50 xwe dane temsîl kirin... Çend parlementer jî wekî kotaya kêmanîyên etnîk hatine qebûl kirin...

Parlemento bi serokatîya Namiq Cewher ku namzetê PDKê bû dest bi kar bû...

Ew roj yêk îro du parlemento ava ye li başûra Kurdistanê li Hewlêrê...

Bes çend xwudan îrade ye ew cihê pirsê û riberizê ye ku ne mijara vê nivîsê ye...

Helbet piştî hilweşandina rejima Seddam ya Nîsana 2003ê û pê ve Iraqa Federal ava bû û başûra Kurdistanê jî wekî "Herêma Kurdistanê" fermîyet wergirt di nav Iraqa Federal da...

Heta nihe gelek hilbijartin çêbûn û çendîn serokên parlemetoyê hatine guhorîn...

Ji piştî hilbijartinên 19ê Gulana 1992ê heta îro ev kesayet bûne serokên parlementoyê:

Cewher Namiq

Roj Nurî Şawês

Kemal Fuad

Ednan Muftî

Kemal Kerkûkî

Erselan Bayîz

Yûsif Mehemed Sadiq

Vala Ferîd

Rêwaz Fayiq

 

Di vê prosesa hilbijartinên parlementoyê û pêkhatina hukûmetên koalîsyonel da herdaîm PDK domînant bû... Hêza duyemîn jî YNK xwudan giranahî bû... Çiku PDK bi sembolîya navê Mesûd Barzanî, YNK jî bi sembolîya navê Celal Talabanî xwudan seng bûn...

Serokên parlementoyan jî li goreyî li hev hatina van du partîyan hatine tesbît kirin...

Istisna di sala 2014ê da heye ku wî demî bayê bizava GORAN hebû û ji lîsteya wan kesek bû serokê parlementoyê... Yên dî bi giranî ji YNKê bûne...

PDK û YNKê car şerên wêranker kirin dijî hevdu, car jî li hev hatin û koalîsyon çêkirin...

Îro heta dereceyekê nisbî aramîyek heye û koalîsyona PDK + YNK + GORAN hukûmet e û seroka Parlementoyê jî ji lîsteya YNK ye...

Partîyên biçûk jî hene belêm ew adeta bûyîne preferîyên van du hêzên mezin... Di nav partîyên biçûk yên Kurdistanê da preferîya PDKê heye, preferîya YNKe heye...

Di navbeyna van du preferîyan da Partîya Komûnîst ya Kurdistanê relatîven pozisyoneke serbixwe nîşan dide...

Di vê roja sih salîya hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê da divêt behsê qusûreke navxweyî jî bête kirin... Çu serokên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanê xwe nekene namzet û nabine parlementer... Eve gelek balkêş e... Ev yêke bivê nevê pirsa îradeya parlementoyê dide ber şikê...

Resmekî wisa li ber çavan e ku heçku serokên partîyan xwe ji parlementoyê mezintir dibînin û endambûna parlementoyê layiqî xwe nabînin û bo xwe kêmrutbeyî dibînin...

Di pratîka Kurdistanê da jî heta vê gavê tête dîtin ku di hemû meseleyên neteweyî da biryarên dawîyê serokên partîyan didin, neku parlemento... Eve problemek e giring e ku siyasî an ne siyasî Kurd divêt li ser vê xalê bihizirin...

RH

lørdag den 14. maj 2022

14-15-16ê GULANê, CEJNA ZIMANÊ KURDÎ PÎROZ BE

Bi kurtî portreya 14-15-16ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî

13-14ê Gulana 2006ê kombûna giştî ya KNKyê li merkeza KNKyê li Brukselê pêkhat.

Di roja duyê ya kombûnê da, anku di 14ê Gulanê da, [yêkşemb], serok û endamên Konseya Rêvebir hatin hilbijartin.

Bi pêşniyara endamê konseya rêvebir ya KNKyê Rojan Hazim, ”Komisyona Ziman û Perwerdeyê” bi yêkdengîya delegeyan ve hate demazrandin.

Di kombûna ewil ya konseya rêvebir ya KNKyê da, ku wî demî serokê KNKyê Elî Yigit bû, 2ê Hezîrana 2006ê, Rojan Hazim wekî serokê Komisyona Ziman û Perwerdeyê hate hilbijartin.

Di eynî kombûnê da endamên komisyonê jî hatin kivş kirin.

Komisyona Ziman û Perwerdeyê, 8ê Tîrmeha 2006ê kombûna xwe ya ewil li merkeza KNKyê li Brukselê kir.

Di kombûnê da, bi pêşniyara serokê Komisyona Ziman û Perwerdeyê Rojan Hazim, “Cejna Zimanê Kurdî” hate qebûl kirin. Konseya Rêvebir ya KNKyê jî ev teklîfa komisyonê bi yêkdengî qebûl û herê kir û bû biryara giştî.

Cejna Zimanê Kurdî ewil car 2007ê hate pîroz kirin.

KNKyê li Gulana 2007ê bi programeke berfireh pîrozbahîya Cejna Zimanê Kurdî da dest pê kirin.

Serokê KCKyê yê hingê Murat Karayilan jî bi peyamekê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir.

ROJ TV hemû pîrozbahîyên Cejna Zimanê Kurdî dîrekt dan û programeke taybetî weşand.

Ji 2007ê were Cejna Zimanê Kurdî li seranserê Kurdistanê û meydanên dîasporayê bi programên balkêş tête pîroz kirin û êdî bûye edetekî neteweyî...

Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê, di kombûna xwe ya 4 Nîsan 2009ê ya li Brukselê da jî naveroka rojên Cejna Zimanê Kurdî bi vî rengî îlan kir:

14ê Gulanê: Destpêka pîrozîya ”Cejna Zimanê Kurdî” ye. Li ser zimanê Kurdî dê axivtin û şahî bêne kirin.

15ê Gulanê: Roja weşana kovara Hawarê ye. Hawarê ji bo parastin û jîyandina ziman û kultura Kurdî kedeke mezin daye. Ji ber vê yêkê, ji bo bîrînana kovara Hawarê dê rola wê ya di warê parastin û jîyandina ziman û kultura Kurdî da bête biha kirin û pîroz kirin.

16ê Gulanê: Ji bo giringîya perwerdeya bi zimanê Kurdî dê kombûn, semîner û konferans bêne kirin. Herweha ji bo xatiraya hemû şehîdên Kurdistanê, ku ji bo parastina ziman, kultur û hunera Kurdî, neteweyê Kurd û Kurdistanê canê xwe yê pîroz feda kirine, di roja dawîyê ya ”Cejna Zimanê Kurdi” da, dê hemû şehîdên Kurdistanê bêne bîrînan. Bi vê armancê xelkê Kurd dê bi gul û kulîlkan biçine ser av, çem û robarên Kurdistanê û wan qevdên gul û kulîlkan biavêjine nav av, çem û robarên Kurdistanê û rêzê li giyanê pak yê şehîdan bigirin.

Ji arşîva ROJAN HAZIM

* *

Intervuyeke îronîk li ser zimanî:

Di Cejna Zimanê Kurdî da, diyaloga digel Kurdek bakurî / Kurdek ji dîasporaya Tirkîyeyê

·

*      Kurd î?

*      Belê.

*      Kurdî diaxivî?

*      Carina.

*      Kengî diaxivî?

*      Vê gavê bûye mode ya... Rastî ez jî nizanim boçi, bes hema bo her demê rojê ez jî "Dem baş" dibêjim! Her hind. Kurt e ya!..

*      Kengî naaxivî?

*      Helbet gava axivtineke giring be, Tirkî dikem.

*      Eve bû çi?

*      Kurdayetîyê bi Tirkî dikem, ma nabe?

*      Bo Cejna Zimanê Kurdî çi dibêjî?

*      Ewil pîroz be bêjim!.. Lê zêde, çi bêjim, Kurdîya akademîk nizanim!.. Anku nikarim xwe bi Kurdî îfade bikem, lewma ez bi Tirkî bêjim: Bu mevzu çok önemli, o nedenle Türkçe konuşayım... Dil Bayramı mı dediniz?.. Ha... Evet... Tabii... Kutlu olsun elbette... Ne diyelim, Kürtçe çok önemli, her Kürt ana dilini konuşmalı, bu çok önemli!.. Değil mi?.. Evet, Kürtçe konuşmak çok çok önemli. Böylelikle çok önemli konuşmamı Türkçe yaptım, kendimi ifade ettim... Ve Kürtler de anladı ne dediğimi... Bu, yani!..

*      Bravo! Te xwe baş îfade kir! Her bijî!.. Eve giring bû!..

 

ROJAN HAZIM

(Ji Cejna Zimanê Kurdî ya 14-15-16 Gulan 2020)


PEYAM

Kurd î?

Kurdî biaxive.

Asîmîle nebe.

Makzimanê te hebûna te ye.

Makzimanê te Kurdî ye.

Makzimanê xwe biaxive.

Cejna Zimanê Kurdî, li hemû Kurd û Kurdistanîyan pîroz be.

RH