fredag den 22. april 2022

Li ser Kûrinc û Kûrincîyê - ROJAN HAZIM


Li salên 90î heta nîveka salên 2000î, di nav komika Kurmancî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê da bûm. Komika Kurmancîyê, ji navçeyên mezin yên Kurdistanê ji kesên ku bi zimanî ve mijûl pêkhatibû. Ji alîyê plankirin û lojîstîk ve organîzeya vê komikê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê dikir. Ez jî ji navçeya Hekarîyê ve di nav vê xebatê da bûm. Hekarî hewceyî gotinê nîne ku navçeyeke mezin û giring ya

zaravayê Kurmancî ye. Perwerdegeheke kevin ya Kurmancî ye. Kurmancî ewilcar li navçeya Hekarîya bûye nivîs, bûye edebîyat...

Medrese û dibistanên ku bi Kurmancî perwerde didan ewil li vê navçeyê dest bi kar bûne... Nivîskar û şairên mezin û navdar yên Kurdîya Kurmancî ji vê navçeyê derketine û berhemên xwe bi vî devokî dane. Ji Ehmedê Xanî heta Mela Husênê Bateyî, Feqîyê Teyra, Elî Herîrî û gelekên dî ji vê navçeyê ne  û ji medreseyên vê navçeyê gihiştine, bûyîne mamosta, edebîyatkar, şair û nivîskar...

Di demên împaratorîyan da, jîyana xweserî ya resen ya vê navçeyê bûye binas ku xelk bi ziman û erf û edetên xwe yên Kurdewarî jîyaye. Vê jîyana nisbî xweser imkan daye ku ziman jînde maye û girêdayî vê jîyana bi zimanê Kurdî, ziman jî dewlemend bûye û li ser xwe maye. Lewma ji alîyê termînolojîya zimanî, edebîyatê, aborî, huqûq, leşkerî û îdarî û hemû pêdivîyên dî yên baskên

jîyanê ve devokê Hekarîya hindî hûn bêjin zengîn e.

Cografyaya Hekarîya di nîveka Kurdistanê da ye, anku Hekarî sentrala Kurdistanê ye. Hemû alîyên cografî yên li ser tixûbên Hekarîya navçeyên Kurdcih in. Ji ber hindê fişara asîmîlasyona zimanên serdest kêm maye. Jîyana qedîm ya eşîrî jî bi rûyê xwe yê pozîtîv ve bûye bingehê jîndemana zimanî û hemû elementên Kurdî.

Komika Kurmancîyê şeş heyva carekê kom dibû û carina jî cihên kombûne diguhorîn û li welat û bajêrên cuda kombûnên xwe dikirin. Di her kombûnê da beşdaran mijarên gotûbêjê pêşniyar dikirin û her kesê xwudanê pêşniyarê rapora xwe hazir dikir û pêşkêşî kombûne dikir. Li ser wê raporê dihate axivtin û li tenişta termên hatine hazir û pêşkêş kirin, gotinên sînonîm jî dihatin

gotin û nivîsîn... Ev rapore piştî kombûnê di rojnameya taybetî ya Kurmancî da dihatin weşandin. Min jî gelek rapor pêşkêş kirin...

Yêk ji wan jî li ser termên Kûrincîyê bû û min li zivistana 1995ê (15-21 Kanûna Pêşîn] li kombûna 18ê pêşkêş kir. Ew rapor di rojnameya Kurmancî hejmara 18ê ya Zivistana 1996ê da hate weşandin. Di arşîva Kurmancî da heye... Di çapê da xeletîyên edîtorîyal hatine kirin, lewma min ji nû ve çavek lê gerand û hindek serastî û zêdehî lê kirin û li vê derê dubare diweşînim. Fransî û Ingilîzîya gotina edîtorîya Kurmancîyê danane...

Belê... Mixabin ev sinetê Kûrincîyê hema bêjin ber bi nemanê ve ye...

Cihê ku pez û bi giştî heywandarî lê nemîne, jîyana gundîyarîyê hatibe belav kirin ev huner û sinete jî namîne... Bes qet nebe bi vê lêkolîna kurt jî be nav, term û amûretên vî karî ji berzebûnê têne xilas kirin.   - ROJAN HAZIM - 22 Nîsan (April) 2022


Kûrinc û Kûrincî - ROJAN HAZIM


Kûrinc: Kesê ku vî karî dike. Li hindek deran "Helac" jî tête gotin.

Kûrîncî: Karê jenîna liva û pembû ye.

Jenîngeh: Cihê ku jenîn lê tête kirin.

 

Amûretên kûrincîyê:

 

1. Kivan, jen

2. Jeh

3. Destik anjî gurz

4. Bor

Kivan: Ji darê çevrebîyê tête çêkirin. Jehê bi herdu serîyên kivanî ve girêdidin û digivêşin. Di nîveka darê kivanî da cihê hevêsa destî çêdikin ku dest jê netehise. [Ji bo komple kivanê kûrincîyê "jen" jî tête gotin.]

Jeh: Ji rûvîyê tête çêkirin.

Çêkirina jehê: Rûvî ji herdu serîyan ve tête kêşan û hisûn. 4 heta 5 rûvîyên wisa hazir kirî têne têkalandin û badan. Bi vî awayî jeh tête çêkirin ku napiçhe.

Destik, Gurz: Ji darê dîndar anjî gûzê tête çêkirin. Serê destikî zirav e ku di hevêsa mirov da cih bigre. Bin jî stûr e wekî mîrkut û du xirk lê ne ku jeh jê bitehise. Ev xirke hêla jehê zêde dikin. Bi binê destikî li jehê didin ku jeh liva anjî pembû bijene.

Bor: Piştî liva (*) hate jenîn, li ser pateyekî mezin yê wekî rûlihêfê belav dikin, dinexşînin û avekê lê direşînin, pateyekê jî bi ser da dadidin, darekî dirêj yê rast, dikine têda û paşê jî wekî ruloyê dipêçin û girêdidin. Piştî hate girêdan êdî ref ref mirov ji serî heta binî didine ber pêhna ku heta liva pêkve dirise û dibe tahtî, teyname, kulav (**) û paşê kepeneyê şivana jî jê çêdikin. Bor, rojek heta rojek û nîva tête pêhndan.

(*)

Liva: Hirîya kaviran e. Kavir ji berxan mezintir in.

(**)

Tahtî: Çargoşe ye û nehisû ye. Li hindek dera kulav jî tête gotin. Kepene jî jê tête çekirin.

Teyname: Dirêj e û î hisû ye. Kepeneyê baş û saxlem ji teynameyî tête çêkirin.

Kurmancî / hejmar 18 / zivistan 1996

Not:

Ev resmên Kûrincan û resmên ku min amûretên Kûrincîyê li ser destnîşankirî ji cîhana internetê hatine peyda kirin.

Hêvî dikin xwudanên van resman bi xweşbînî bin. Heke bixwazin navên wan bêne nivîsîni jî dikarin me agehdar bikin...

 

Formata di Kurmancîyê da hatîye weşandin:

kurdî                                             tirkî                   fransî                              îngilîzî

kûrincî: libûjenî,                           hallaçlık             cardage                            carding, combing

perkerî, kivanjenî

kûrinc: libûd, kivanjen,                hallaç                  cardeur carder,                  teasler

libûjen, pareker, livajen

jen: dezgehê                                 hallaç tezgahı      métier du cardage             carding frame

kûrincîyê

jenîngeh: cihê jenînê                  hallaçlık yeri                                                                                                                          

kivan, kevan:                              hallaç yayı           arc du cadreur                   carderer's arch

jeh, jî:                                         yay kirişi              corde d'arc                       string

destik, gurz:                                hallaç tokacı       maillet du cadreur               mallet

bor:                                             keçe dürümü       rouleau de feutre                  felt roll

                                                                               cardé avant la                       before                                                                                compression                         compression

bor kirin, bor çêkirin:                  keçe dürmek,     rouler le tapis                        to roll up a felt

                                                    rulo yapmak      de feutre                                 carpet

bor qutan:                                    keçeyi dövmek  compresser le feutre              to compress the

                                                                                                                             felt carpe           


Çendek resimên Kûrincîyê:        

Kûrinc livayê dijene. Di destî da destik [gurz] heye.


Di destê çepê yê kûrincî da kivan tête dîtin. Di destê rastê da jî destik [gurz] heye.

Li ser pateyê spî bor tête çêkirin. Li milê çêpê jî zelam borê ku hatîye çêkirin didine ber pêhna.

Ji nêzîk ve pêhndana borî.
 
Kûrinc bi kivanî livayê dijene. Li ber dîwarî jî zelamek rûniştîye û kepene li ber e ku ji teynameyî tête çêkirin. 
 

Kivan di destê çepê yê kûrincî da ye. Di destê wî yê ratsê da jî destik [gurz] heye. Liva li ber e û dijene.
 
Kûrinc bi kivan û destikî livayê dijene.
 

Li ber destê kûrincî girê livayê heye û bi kivan û destikî dijene.
 

Komple "Jen" (Kivan) li ser milê Kûrincan
 

Çêkirina borî
 

Teynameyê bi nexş
 

Teyname
 

Teyname
 

Şivan bi kepeneyê xwe
 
Kurmancî: