mandag den 21. marts 2022

Newroz pîroz be

 

 




Manayeke giran û bihadar li ser navê Newrozê ye...

Çiku li ser bûyerekê ava bûye Newroz...

Zulm heye, zalimî heye, kuşt û kuştdarî heye, komkujî heye di bin vê qewimînê da...

Fetisandina xelkekê heye di wê zulmê da...

Dijî wê zulmê, serhildanê rûdaye, berxwedan pêkhatîye, têkoşîn hatîye dan...

Û piştî bedelên mezin azadî bi dest ve hatîye înan...

Paşê agir hatîye hilkirin, bi gurîya vî agirî mizgînîya azadîyê hatîye dan û li dora vî agirî strana azadîyê hatîye gotin û ev serkevtina mezin hatîye pîroz kirin...

Belêm rojên azadîyê dirêj nekêşaye û dîsa ve bi rengekê zalimîyê hukmê xwe domandîye...

Tinê tîştek di destî da maye û ew jî ruha berxwedanê û nîşaneya serkevtinê anku agirê Newrozê...

Di vî demê hakimîyeta zulmê da xelkê Kurd di her 21ê Adarê da agirê Newrozê hilkirîye û gazîya azadîyê bilind kirîye...

Serborîya xelkê Kurd ev e di dirêjahîya dîroka Newrozê da...

Nihe jî ew edet didome...

Hêj jî Kurd negihiştina xwezîya xwe ya mezin anku serxwebûnê...

Li du taxên Kurdistanê, li başûr û rojavaya Kurdistanê, Kurda bêhnek wergirtîye bes ew bêhn jî di nav çembera dijminî da ye...

Hêj jî gefa zaliman didome li ser wan du taxan...

Anku Newroz li wan du taxên Kurdistanê jî bi bêhneke mezin ya azadîya serbixwe nayê pîroz kirin...

Lê dîsa ve gavek e, destkevtek e û agirê Newrozê tête hilkirin û strana azadîyê tête gotin li van du taxên başûr û rojavayê...

Li du taxên dî, anku li bakur û rojhilata Kurdistanê zalimîyeke xedar didome û Newroz li wan du taxan hêj jî bi bedelên giran tête pîroz kirin...

Têkoşîna azadî û serxwebûnê Newroz afirandîye û ev prosesa têkoşîna azadî û serxwebûnê dewam dike...

Mirada mezin rojekê her dê hasil bibe û Kurd jî dê bigihine serxwebûnê û azadîya kamil...

Hingê pîrozîya Newrozê dê xweştir û geştir be...

Di her Newrozê da ev hêvîye divêt bête mezintir kirin...

Newroz pîroz be!..

RH

Not:

Ji pîrozbahîya Newroza Amedê çend dîmen...

Rika pîrozbahîyê ya xelkê Kurdistanê û çembera zulma polîsên TCê...

 







onsdag den 16. marts 2022

Serborîya Emer Xawer û kurê wî li jenosîda Helepçeyê - ROJAN HAZIM


Jenosîda Helepçeyê...

Jenosîda Helepçeyê di bîra xelkê Kurd da ye...

Êş û jana jenosîda Helepçeyê hêj jî gelek taze ye di hiş û bîrên xelkê Kurd da...

Ji ser bûyîna jenosîda Helepçeyê sedan an hizaran sal neborîne...

Ne gelek e...

16 -17ê Adara 1988ê...

Ev sale anku sala 2022ê bû sih û çar sal ku ev komkujî qewimîye...

Di çarêka dawîyê ya sedsala bîstan da pêkhat ev jenosîde...

Ew bûyer, ew mij û morana jahrê yaku barîye ser xelkê Helepçeyê di bîrahîyên nifşê me û yê dûv me da ye...

Birîndarên fizîkî û rûhî yên vê jenosîdê hêj jî sax in...

Nifşên piştî wê jenosîdê hatine dinyayê jî bi rengekê birîndar in...

Bes bi her hal jîyan didome û Helepçe maye û li ser pêya ye...

Birîndar e, bi êş û jan e lê dijî...

Lewma Helepçe ne "Helepçeya Şehîd" e!..

Belêm Helepçeya Birîndar e!..

Ew birîn kewîye lê dewsa wê maye...

Ew birîn di hiş û bîra Helepçeyê da dê heta hetayê jî bimîne...

Bila bimîne daku çu cara ji bîr neke...

Bila bimîne daku nifrîn ji ser zimanê wan kêm nebe bo zaliman, bo kuştedaran, bo jenosîdkaran...

Helepçe di demê ku ew jenosîd bi serî hatî da navçeyeke biçûk bû, qeza bû...

Nihe bûye şehir û ji alîyê îdarî ve jî bûye istan...

Istana Helepçe...

Helepçeyê birînên xwe bi piştevanîya mezin ya navxweyî û heta dereceyekê jî ya navneteweyî piçek jî be kewandine, derman kirine, sax kirine...

Ew piştevanî îro jî didome û divêt bidome...

Jenosîda Helepçeyê divêt çu cara neyê ji bîr kirin...

Jenosîda Helepçeyê divêt daîm li bîr be...

Jenosîda Helepçeyê bûye sembola hemû jenosîdên li ser xelkê Kurd û Kurdistanê hatine kirin...

Sembola jenosîda Helepçeyê jî bûye babek û kurek û heqîqet êdî bûye resmekî dilsoj di çavê mirovahîya bi rastî mirov da...

Bab Emer Xawer [Umerê Xawer] û kurê wî yê sava...

Emer Xawerî bi hez û şewqeteke mezin ya babînî kurê xwe daye ber singê xwe ku wî biparêze û ji mirinê rizgar bike...

Emer Xawerî di nav wê mij û morana jahra bombeyên rejima Sedam Husên da kurê xwe, lawê xwe çawa bi telaş û panîkeke parêzker daye ber singê xwe û di bezê da ye...

Emer Xawer, kurê wî yê sava li ber singî di wê bezê da ser û ser ketîye ser derazînka xanîyê xwe an xanîyekî cîranê xwe anjî ya xanîyekî xuyanîyekî xwe...

Emer Xawer, kurê wî li ber singî herwisa req û hişk bûne li ser wê derazînkê...

Emer Xawer û kurê xwe bi jahra ji wan bombeyên rejima Sedam Husênî hatîye barandin fetisîne û bi wê mirina trajîk bûyîne sembola wê jenosîdê, wê komkujîyê...

Emer Xawer bi wê hez û şewqet û dilovanîya beramberî zarokê xwe bû nîşaneya hezkirinê jî...

Di serborî û kar û barê Emer Xawer da jî ew hezkirin heye...

Emer Xawer jî bi pratîka jîyana xwe adeta gotîye "Jîyan bê nan nabe" û bi heza jîyanê zend û bendên xwe hildane û dest û milên xwe dane xizmeta nanî...

Emer Xawer di karê jîyanê da hem bûye firindar, hem jî firinkar...

Anku hem xwudanê firinekê ye, hem jî karkerê firina xwe ye...

Hem kardêr e û kar daye gelek karkeran...

Hem karker e û karê xwe bi xwe jî kirîye...

Emer Xawer her roj nan pahtîye bo xelkê Helepçeyê...

Emer Xawer hostayê nanpahtinê bûye anku nanpêjekî hosta bûye...

Emer Xawer bi vî karê xwe, bi heqê xwe jî be bûye nandêrê Helepçeyê...

Emer Xawer herwisa hevjînekî baş û qedirgir yê hevjîna xwe bûye...

Emer Xawer herweha babê heşt kiçan bûye [*]...

Wekî gelek edetên cografyaya Kurdistanê Emer Xawer jî xwezîya hebûna kuran kirîye...

Ji bo ku ev xwezîya wî pêkbêt gelek gorî dane, hizaran dua kirine, lavayî Xwudêyê xwe kirîye û serî li gelek hekîm û doktoran daye...

Hêvîya xwe ya bûyîna kurekê herdaîm jînde hêlaye di serê xwe da, di dilê xwe da...

Mirada wî kurek bûye...

Di dawîya dawîyê da ew û hevjîna xwe bûyîne xwudanê du kurên cêmik...

Emer Xawer û hevjîna xwe li hêvîya kurekê bûne, lê du kuran bi hev ra jîyana wan geş kirine...

Piştî heşt kiçan du kur!..

Keyf û şahî ji mala Emer Xawer kêm nebûye...

Emer Xawer wekî gelek zelamên civata Kurdî ya mêrşahî, domandina dûndeha xwe bi kuran ve girêdaye...

Hetta jin û hevjîna Emer Xawer jî wekî hevjînê xwe Emerî hizirîye...

Bo wan kiç "Malê xelkê" bûne!..

Lewma duaya wan, lavaya wan bo kuran bûye...

Vêca gava şûna kurekê du hatine, dinyaya wan dewlemend bûye, jîyan bo wan bûye şahî!..

Hal ew e ku heşt kiç, heşt zarokên kiç jî parçeyekî dilê wan bûne û dikarîn bi wan heşt zarokên kiç jî jîyana xwe şa û bextiyar bikin...

Bes mîrata dinyaya mêrşahîyê, kiçan, jinan di dereceya duyê da dibînin û bo wan, bo zihnîyeta wan ya paşverû heye nîne kur e, zelam e, mêr e!..

Ji xwe ji ber vê bîr û hizra qedîm ya civatê ya mêrşahîyê ku domandina dûndehê tinê bi mêrî ve tête girêdan, Emer Xawer jî daku dûndeha xwe bide domandin, ewil xwastîye kurên xwe ji felaketa mirindêr xilas bike...

Axir, çi bikin zelamên xwudanê vê zihnîyeta mêrşahîyê kêm nînin, hetta gelek zêde ne û di roja îro da aqilîyeta wan domînant e di nav civata Kurdî da û xuya ye dê hêj jî bidome ev zihnîyeta kirêt û paşverû!..

Bi her hal, Emer Xawer piştî heşt kiçan dibe xwudanê du kuran...

Mixabin Emer Xawer hêj kurên wî mezin nebûyî, hêj negihiştî, hêj dûndeha wan nedîtî ji destê wî çûne û ew jî bi wan ra...

Û Emer Xawer digel hemû mala xwe, digel hevjîna xwe, digel du kurên xwe, digel heşt kiçên xwe pêkve anku mala Emer Xawer ya deh kesî di wê barandina bombeyên jahrîn da li Helepçeyê mirine...

Mala Emer Xawer ya deh kesî bi serê xwe numûneya qirkirina dijminî ye, jenosîda neyaran e...

Binemala Emer Xawer, bi kiç û kuran ve binbir bê dûndeh maye piştî wê bombebarana jahrîn ya li ser Helepçeyê...

Tam jenosîd...

Li Helepçeyê gelek binemal hene ku yêk kes jî nemaye ji wan...

Bi vê trajedîya hatîye jîyan divêt çu caran Helepçe neyê ji bîr kirin!..

Helepçe li bîr e!..

Helepçe divêt li bîr be!..

RH

 

Not:

[*] Di hindek nivîsan da behsê heft (7) kiçan, di hindekan da jî behsê heşt (8) kiçan tête kirin...

Ew resmê Emer Xawer û kurê wî, rojnamevan Ramazan Öztürk kêşaye ku wekî "Şahidê Bêdeng" bi nav kirîye...