tirsdag den 8. marts 2022

8ê Adara 2022ê û du jin - ROJAN HAZIM

PÎROZE
                                         
YÊRÎVAN KATO [ÊRÎVAN] 

 

8ê Adarê, Roja Jinan Ya Dinyayê ya îsal [2022], li ser navê hemû jinan bila dîyarîyî van du jinên Kurd be.

Herdu jin jî ji welatê KATO ne...

KATOyê Elkîya Hekarîya...

KATOyê serbilind û pîroz...

KATOyê ku bûye cih û warê têkoşîn û berxwedana jîyana azad...

Yêk: Yêrîvan (Êrîvan) Kato [Meqbûla]

Du: Pîroze

Herduyan jî ava Singeverê vexwarine ku ji bin KATOyê mezin dizê û xêr û bereketê dide gelîyê Elkî...

Herduyan jî dil û hinavên xwe bi hewayê bijûn yê zozana Meydan Zengilê têr û tijî kirine...

Êrîvan, di jîyê xwe yê gelek ciwan da, bû Gerîlla û li Avaşîn [başûra Kurdistanê] bi ber bombeyên dewleta Tirkîyeyê ket û 10ê Çirîya Pêşîn [October] ya 2021ê şehît bû...

Pîroze, wekî jineke kedkar, maqûl, rêzdar, nazik û kubar 28ê vê Sibata 2022ê li Wanê koça dawîyê kir...

Êrîvan, biraza...

Pîroze, xwûşk...

Navên wan jî bi manayên xwe ve çend nêzîkî hev in...

Êrîvan jineke meqbûl, Pîroze jineke pîroz...

Ji herduyan jî hez dikim û herdu jî li nik min bi qedir û qîmet in...

8ê Adara îsal [2022], piştî mirina van herdu jinên Kurd ya ewil e...

Lewma ji alîyê xwe ve, ez 8ê Adara îsal dîyarîyî van herdu jinên delal dikim û wan herduyan bi dilgermî û hezkirineke bilind bi bîr tînim...

Pîroze jî, Êrîvan jî, bi koça dawîyê li esmanê KATO, li esmanê KURDISTANê bûne du stêrkên geş û bo hemû hezkirîyên xwe dibiriqin...

8ê Adarê, Roja Jinan Ya Dinyayê, bila li Êrîvan û Pîroze û hemû jinan pîroz be...

RH