mandag den 21. marts 2022

Newroz pîroz be

 

 




Manayeke giran û bihadar li ser navê Newrozê ye...

Çiku li ser bûyerekê ava bûye Newroz...

Zulm heye, zalimî heye, kuşt û kuştdarî heye, komkujî heye di bin vê qewimînê da...

Fetisandina xelkekê heye di wê zulmê da...

Dijî wê zulmê, serhildanê rûdaye, berxwedan pêkhatîye, têkoşîn hatîye dan...

Û piştî bedelên mezin azadî bi dest ve hatîye înan...

Paşê agir hatîye hilkirin, bi gurîya vî agirî mizgînîya azadîyê hatîye dan û li dora vî agirî strana azadîyê hatîye gotin û ev serkevtina mezin hatîye pîroz kirin...

Belêm rojên azadîyê dirêj nekêşaye û dîsa ve bi rengekê zalimîyê hukmê xwe domandîye...

Tinê tîştek di destî da maye û ew jî ruha berxwedanê û nîşaneya serkevtinê anku agirê Newrozê...

Di vî demê hakimîyeta zulmê da xelkê Kurd di her 21ê Adarê da agirê Newrozê hilkirîye û gazîya azadîyê bilind kirîye...

Serborîya xelkê Kurd ev e di dirêjahîya dîroka Newrozê da...

Nihe jî ew edet didome...

Hêj jî Kurd negihiştina xwezîya xwe ya mezin anku serxwebûnê...

Li du taxên Kurdistanê, li başûr û rojavaya Kurdistanê, Kurda bêhnek wergirtîye bes ew bêhn jî di nav çembera dijminî da ye...

Hêj jî gefa zaliman didome li ser wan du taxan...

Anku Newroz li wan du taxên Kurdistanê jî bi bêhneke mezin ya azadîya serbixwe nayê pîroz kirin...

Lê dîsa ve gavek e, destkevtek e û agirê Newrozê tête hilkirin û strana azadîyê tête gotin li van du taxên başûr û rojavayê...

Li du taxên dî, anku li bakur û rojhilata Kurdistanê zalimîyeke xedar didome û Newroz li wan du taxan hêj jî bi bedelên giran tête pîroz kirin...

Têkoşîna azadî û serxwebûnê Newroz afirandîye û ev prosesa têkoşîna azadî û serxwebûnê dewam dike...

Mirada mezin rojekê her dê hasil bibe û Kurd jî dê bigihine serxwebûnê û azadîya kamil...

Hingê pîrozîya Newrozê dê xweştir û geştir be...

Di her Newrozê da ev hêvîye divêt bête mezintir kirin...

Newroz pîroz be!..

RH

Not:

Ji pîrozbahîya Newroza Amedê çend dîmen...

Rika pîrozbahîyê ya xelkê Kurdistanê û çembera zulma polîsên TCê...