mandag den 21. februar 2022

21 Sibatê, Roja Makzimanan Ya Navneteweyî

 


Gelî Kurda,

[Bi taybetî li bakura Kurdistanê û dîasporayê]

Li zimanê xwe xwudan derkevin...

Bi zimanê xwe biaxivin...

Jîyana xwe ewilî bi Kurdî bijîn...

Qedrê makzimanê xwe bigirin...

Ragirtina siyaneta makzimanê we, anku Kurdî, di destê we bi xwe da ye...

Encama qedexekirina makzimanê Kurda anku Kurdî ji teref dewletên dagîrker ve asîmîlasyon e...

Bes encama bi kar neînana makzimanê xwe anku Kurdî ji teref Kurdan bi xwe ve jî otoasîmîlasyon e...

Ha asîmîlasyona dewletên dagîrker, ha otoasîmîlasyona xwe bi xwetî...

Ferq nake...

Dewletên dagîrker bi bizava asîmîlasyonê mala Kurda xirab dikin...

Kurd jî bi otoasîmîlasyonê mala xwe bi xwe xirab dikin...

Herdu kiryar jî Kurdî mehû dikin...

Nekin, vê yêkê nekin...

Li makzimanê xwe xwudan derkevin...

Her keys, firset û delîveyek peyda bibe ji bo bi kar înana makzimanê Kurdî ji dest bernedin, bi kar bînin...

Makzimanê xwe, anku zimanê xwe, anku Kurdî bi kar bînin û bi vê yêkê hem rûyê xwe spî bikin û hem serê xwe bilind bikin!..

RH

onsdag den 9. februar 2022

Piştedar-ROJAN HAZIM


Piştedar feqîrtirîn kedkarên Kurdistanê ne. Li ser tixûban barên giran li pişta xwe dikin û dibin û tînin...

Helbet ne tinê li ser tixûban dixebitin... Li gund û bajêran jî vî karî dikin. Bi taybetî li bajêrên mezin yêk ji karên feqîra piştedarî ye...

Ne zivistan, ne bihar, nejî havîn û payîz... Herdaîm amade ne ji bo jîyana xwe û mal û eyalê xwe kar bikin û biçine binê wan barên giran...

Gava piştedar li ser tixûban vî karî dikin, ji bilî zor û zehmetî û astengîyan, herweha rû bi rûyî tehlîkeyên canî jî dibin û gelek caran bi ber fîşekên leşker û cendirmeyên dewletên dagîrker dikevin...

Dewletên Îran, Tirkîye, Iraq û Sûrîyeyê digel dagîrkerîya xwe ya li ser Kurdistanê herwisa kuştedarîya van piştedaran jî dikin... Her sal, xusûsen zivistana gelek piştedar têne kuştin li ser tixûban...

Keda piştedaran kedeke halel e...

Harîkarîya herî mezin divêt bo wan bête kirin... 

Di zaravayê Soranî da bo wan "Kolber" dibêjin...

Di medyaya Kurdistanê da tinê gotina bi zaravayê Soranî anku "Kolber" tête bi kar înan...

Di zaravayê Kurmancî da "Piştedar" tête gotin...

Li gelek deran "Hemal" jî dibêjin... [Porter].

Li Hekarîya, di demên berê da, li zivistanê gava ticar [bazirgan] diçûne rojhilat û başûra Kurdistanê anku Iran û Iraqê, digel xwe piştedar jî dibirin ku barên xwe bi wan bidene kêşan. Carina jî ticaran wext dida piştedaran û piştedar bi komî diçûne ew derê hatîye vebirîn ku barên ticaran hilgirin û bînin... 

Piştîyên wan kêmî çil [40] kîloya nedibûn...

Helbet kit û mat jî hebûn ku piştîyê xwe dikêşan anku piştedarîya xwe bi xwe dikirin û bi vî rengî debara xwe pê dikirin...

[Bo barê ku mirov hildigirin piştî tête gotin. Bo giranahîya bi dewar anjî makîneyan tête kêşan bar tête gotin...]

Di rê û rêbara wan çiya, dol û nihal, suwarên bilind û gelîyên teng û kûr da, di nav wê befra giran da barkêşî anjî piştîkêşî tinê zelaman dikir û bo wan piştedar dihate gotin...

Li rex gotina "Kolber", gotina "Piştedar" jî divêt bête zanîn û di medyaya Kurdîya Kurmancî da bête bi kar înan ku neyê ji bîr kirin...

RH

 * * *

Çend resmên piştedaran [kolber - hemal - porter] ji dinyaya internetê...

 

Esas heykelê piştedarî, divêt ev resmê piştedarê Kurd be...Û heqîqet jî resmekî heykelwarî ye...


                        Heykelê (Peykerê) piştedarî li Stanbolê