lørdag den 15. august 2020

Hevrê ELÎ KAŞIFPÛR - ROJAN HAZIM

15 Tebax 1990 - 15 Tebax 2020. Ji ser şehadeta wî sih sal borîn.

 
 
 

Kak Elî... Elî Kaşifpûr...

Têkoşerê rizgarîya Kurdistanê.

Xebatkarê bizava azadîya xelkê Kurd û Kurdistanîyan.

Serê xwe yê ezîz di ber vê têkoşîna bilind û pîroz da, da.

15ê Tebaxa 1990ê li Konyayê [Tirkîye] bi desteka istixbarata Tirk û ajanên wan ji teref terorîstên rejima îslamîst ya Îranê ve hate şehîd kirin.

Ew berî her tiştî mirovekî baş bû, kesekî mirovhez û jîyanhez bû.

Bi vê karaktera xwe ya saxlem, têkoşer û şoreşgerekî bi cisaret û pêşeng bû.

Bi bîr û hizrên xwe yên pêşkevtî jî polîtîkerekî hêja bû û endamê Komîteya Merkezî ya Partîya Demokrat ya Kurdistana Îranê [PDKÎ] bû.

Elî Kaşifpûr çu cara nehate ji bîr kirin û heta hetayê jî dê di bîra binemala wî da be, di bîra heval, hevrê û dostên wî da be û ya herî giring dê di bîra xelkê Kurd û Kurdistanîyan da be.

Elî Kaşifpûr li esmanê şîn û sahî yê Kurdistanê stêrkeke geş e û dibiriqe.

Li gundê wî Howesina Kurdistanê bin [Soma-Urmîye], an li Almereya Hollandê bin, an li Konyaya Tirkîyeyê bin, an li kî derê dinyayê bin, her 15ê Tebaxê berê xwe bidene esmanî... Her stêrkeke geş têkoşerekî Kurdistanê ye ku yêk ji wan jî Elî Kaşifpûr e. Destê xwe yê rastê danine ser dilê xwe û silavekê bidenê, ew dê we bibîne û his bike...

Di serxwebûna Kurdistanê da hemû stêrk dê geştir bin û ronahîya mezin dê bidene Kurdistanê ku ew hêvî îro gelek xurttir e û xwezîya kak Elî jî dê bête cih.

Îro 30 salîya şehadeta te ye Elîyê delal. Ne sih sal, hizaran sih sal jî bên û biçin tu dê herdaîm li bîr bî...

Rêz û silava herî germ bo te, heval û hevrê û dostê min yê hêja kak ELÎ KAŞIFPÛR.

 

ROJAN HAZIM

15 Tebax 2020

 

Not:

Li ser kuştina Kak Elî Kaşifpûr, Sekreterê Giştî yê Partîya Demokrat ya Kurdistana Îranê [PDKÎ]-Rêberîya Şoreşger, Kak Celîl Gadanî, nameyek bo Serokkomarê Tirkîyeyê yê hingê Turgut Özal rêkiribû û jê daxwaz kiribû ku qatilên Elî Kaşifpûrî peyda bikin û bigirin û ciza bikin.

Min wî wextî ew nameya Kak Celîl Gadanî digel nivîseke li ser şehîtbûna Kak Elî Kaşifpûr di hejmara 7. ya rojnameya Hêza Welatparêz ya Kanûna Pêşîn ya 1990ê da weşandibû.

PDKÎ-Rêberîya Şoreşger hingê ji PDKÎ cuda bibûn û ew nav bi kar tînan ku Kak Elî Kaşifpûr jî digel Kak Celîl Gadanî yêk ji pêşengên vî baskî bû û herwisa endamê Komîteya Merkezî ya PDKÎ-RŞ bû. Herçend îro rewş cuda jî be lê axir ew belge jî êdî bûyîne malê dîrokê, lewma wê nameya Kak Celîl Gadanî * û wê nivîsê, bi kopîya rûperên orîjînal yên rojnameyê, li salvegera 30. ya şehadeta Kak Elî Kaşifpûrî li jêr didim.

* [Mixabin Kak Celîl Gadanî jî 6ê vê mehê - 6.8.2020 - koça dawîyê kir. Nivîsa min ya li ser mirina wî jî di vê blogê da ya: www.xwezabawer.blogspot.com)

RH