onsdag den 30. december 2015

Sala nû, sala 2016ê pîroz be - ROJAN HAZIM


Sala nû, sala 2016ê bila ji bo xelkê me, bo welatê me xêr û xweşîyê, rizgarî, azadî û demokrasîyê, dad, dadyarî û wekhevîyê bîne. Dijminên xelk û welatê me, neyarên me, li ser serê xelkê me, li ser welatê me bombeyên jahrê dibarînin. Hêj jî li bakur, li rojhilata welatê me ev tabloya dijminane didome. Esasen rejimên dijmin, gelek vekirî bêjin, Tirkîye, Iran, hetta Bexda û Şam nahêlin xelkê me yê başûr jî, yê rojavayê jî di nav statuya xweser da bi rehetî û tenahî bijîn û jîyana xwe di nav huzûrê da bidomînin...
Xelkê me di nav teme dûmana bombeyan da sala nû, sala 2016ê pêşwazî dike. Belêm xelkê me bi hêvî ye, paşeroja xwe ronahî dibîne. Digel hemû zor û zordarîyê, kuşt û kuştdarîyê bawerî bi hêza xwe, bi têkoşîn û berxwedana xwe heye.
Dijminan gelek felaket bi serê xelkê me da înan... 21ê Tebaxa 2011ê balefirên cengî yên TCyê bi armanca bambardumana Warên Parastinê yên Medyayê, bombeyên xwe berdane ser rêya Korteka Ranyayê. Di vê êrişê da ji binemalekê 7 kes di erebeyê da hatin kuştin ku ya herî biçûk Solîna 8 mehî bû.
Xelkê me heke li kuştîyên xwe xwudan derket, ew bi bîr înan, ji bo bîrînana wan monoment çêkirin û ew kirine sembola ronahîya paşêrojê, hingê cihê bêhêvîtîyê nîne. Gerîllayên HPGê li wî cihê ku Solîn û malbata wê hatine kuştin monomentek çêkirine, ew erebeya ku dijminî bo wan kirîye gor li tenişta monomentî bi cih kirine û ew cih êdî bûye seredangeh. Kurd gava di wê rêyê da diçin û tên radiwestin, silavekê didinê û wan bi bîr tînin û dijminê ku welatê wan bombe kirine û ew kuştine gunehkar dikin, nifrînan li wan dibarînin.
Ji xwe bombardumana Roboskê yêk ji mezintirîn komkujîya bi plankirî ya TCyê ye. 28ê Kanûna Pêşîn [December] ya 2011ê hukûmeta TCyê bi aşkerayî dizanîn ku xelkê sivîl bi dewarên xwe ve ji başûra Kurdistanê ber bi bakura Kurdistanê ve tên. Ew karwanekî sivîl bû û balefirên cengî yên ertêşa TCyê ew bi zanahî dane ber bombeyan. Bi gelekî ve ciwan 34 sivîl digel dewarên wan hatin qetil kirin...


Dijmin îro jî bombardumana xwe ji erd û esmanî didomîne. Ji bilî navçeyên gundewar û mezrayan, bajêr û bajêrkan, taxan didine ber bombe û çekên giran û wêran dikin. Bi taybetî TC di vê erişa xwe da hind bêperwa hereket dike ku şehîdgehan jî bombe dikin, gor û goristanan xirab û kavil dikin. Belêm ev polîtîka wan bêbina ye, pûç û vala ye, beyhûde ye. Xelkê me dê li gorîyên xwe jî xwudan derkeve, bo wan monomentan jî, gor û goristanên nû jî çêbike û wan bi bîr bîne û hêvîya xwe ya ji bo azadî û rizgarîyê jî xurt û saxlemtir bike.
Ertêşa TCyê herwisa li 1ê Tebaxa 2015ê li navçeya Qendîl gundê Zergele jî bombe kir û 10 [deh] sivîl kuştin...
Ev êriş û bombardumanên hatine kirin hemû jî di demê hukûmeta AKPê da, di bin emir û fermana Recep Tayîp Erdogan da hatine kirin û îro jî hukûmeta AKPê ya Ahmet Davutoglu wê polîtîka kuşt û kuştdarîyê hêj hovanetir didomîne...
Duhî Kortek, Robosk û Zergele, îro Sûr an Feraşîn an Cizîr an Silopî an derekî dî yê welatê me tête bombe kirin. Lê dîsa ve kiryareke mutleq vala û pûç e. Nikarin serî li xelkê me bidine çemandin. Xelkê me serê xwe şor nake!.. Eslen!...
Têkoşîna azadî û rizgarîyê, dad û dayarîyê dê serbikeve.
Kurd bi vê rika xwe ya mezin ya bi paşeroja xwe bawerîyê gavê diavêjine sala nû, sala 2016ê.
Kurd serkevtî ne, dê azad û rizgar bin!.. Xeleka vê azadîyê ji Başûr dest pê kir, li Rojavayê dom kir û dê dor bête Bakur û Rojhilat jî... Ji bo vê jî hêvî dikin Kurd û Kurdistanî di nav tifaqeke xurt ya koalisyonel da bin ku bigihine vê xwezîya xwe ya mezin...


Digel hemû êş û jan û nexweşîyan dîsa ve xelkê me li ser xwe ye û bi van bîr û hiziran bila sala nû, sala 2016ê pîroz be...
Hêvî dikin di sala nû, sala 2016ê da têkoşîna rizgarîyê ya neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê li bakur û rojhilatê bigihe qonaxeke serkevtîtir û destkevtên berbiçavtir bêne temîn kirin. Herwisa hêvîya me ew e ku destkevtên giring yên xelkê me, başûr û rojavaya Kurdistanê jî bigihine aştî û tenahîyê û xelkê me di nav huzûr û rehetîyê da jîyana xwe bidomîne...

ROJAN HAZIM
30 Kanûna Pêşîn [December] 2015


**

Bêdadîyên TCyê nayên ji bîr kirin!..


Kortek: 21 Tebax 2011 - Foto:HR-2013

Robosk: 28 Kanûna Pêşîn [December] 2011

Zergele: 1 Tebax 2015

Cizîr: Kanûna Pêşîn [December] 2015

Dagîrkerîya TCyê li Silopî û Cizîrê-Kanûna Pêşîn 2015
 
Sûr: 2015
 Plakat bombardumana karwanê Roboskîyan sembolîze dike

Hevokek ji şeira 33 Fîşek ya Ehmed Arif