søndag den 15. oktober 2017

Axivtina di Kombûna Giştî ya KNKê [Civata 17.] da: Yêkîtîya Neteweyî û Welatî - ROJAN HAZIM 13-14-15 Çirîya Pêşîn [Oktober] 2017-Eindhoven-Holland



Dîwana hêja,
Endamên hêja,
Beşdarên hêja,

Spesifik li ser rapora Konseyê mumkun e ku nerawestim. Konseyê muhaqqaq xwastîye bi dilekî sax kar bike, bixebite û di midehê van du salan da jî li goreyî şert û imkanan kar kirine, pîroz dikim. Ji tecrubeya pratîkê tête zanîn ku çu peryodên kar û xebatê kamil nabin, perfekt nabin, hetmen kêm û kasî çêdibin… Nihe hewce nake û li ser kêm û kasîyên subjektîv nasekinim. Heke kêm û kasîyên rêxistinî hebin jî, helbet digel xeletî û kêm û kasîyên ferdî lê bi giranî ji sebebên objektîv derdikevin. Heke sîstem û format bi handîkap be bivê nevê xeletî, kêm û kasî rûdidin. Di vê axivtinê da, ji ber tengavîya wextî, ez li ser vê jî nasekinim.
Ji ber ku ev sîstem û format kana kêm û kasîyan e, ev sîstem û format divêt bête guhorîn… Dixwazim bi perspektîveke nû li ser KNKê rawestim…

KNK 18 sal e ji bo vê armancê dixebite ku binasê avabûna wê jî ev e: Yêkîtîya navxweyî!..
Başe çi bû di van 18 salan da, ew tifaqa dihate xiyal kirin pêkhat? Mixabin nexêr. Di van 18 salan da xet û rêya polîtîk ya Kurdistanê rast nebû, xwahr û vîç bû, bi zîgzag bû, bi çep û vîraj bû, bi nişîvî û evrazî bû. Di nav hinde arêşe, alozî û gir û giriftarîyan da helbet gopalê sihrî di destê KNKê da nebû ku wê tifaqa mezin ya navxweyî pêkbîne. Di encam da yên di KNKê da kar kirî jî ji wê meydana polîtîk hatibûn. Axir bi her hal îro rewş li meydanê ye, li pêş çav e û ev tabloya li ber me jî gelek cihê geşbînîyê xuya nake. Lê belê eve dîsa ve nabe sebebê reşbînîyê û divêt nebe. Di prosesên tijî krîz yên polîtîk da ket û rab hene herdaîm. Hema ji dîroka KNKê jî eve tête dîtin. Di krîza 2003-2004ê da KNKê xwûneke zêde berze kir û gelek ciddî birîndar bû… Belêm di hemleya 2006ê da bizaveke reformasyonê dest pê kir û KNK ji nû ve zindîbû ve... Anku heke di ketinan da rasyonel bin, heqîqetbîn bin, binasên kelipîn û ketinan bi rast û durustî bêne dîtin û helbet heke daxwaza rabûneke nû jî hebe dê rêya ji nû ve rabûna ser pêya bête dîtin.
Nihe rewşa polîtîk ya Kurdistanê bi krîz e û ev krîze sîrayetî nava KNKê jî dike bivê nevê. Çi ne sebebên [binasên] krizê?
Binasên derveyî jî faktorên tesîrdar in helbet lê em wan danin alîyekê…
Heke em behsê sebebên navxweyî bikin ku tayînker in, esas in; di serî da qudrettelebî, zihnîyeta hegemonîk û monopolîst, egoîzma ferdî û polîtîk û rêxistinî û herweha nepotîzma kesî, famîlyayî û polîtîk û rêxistinî dibe maka xeletîyan. Îro ev zihnîyet û pratîk bi giranî tête dîtin di dinyaya polîtîk û rêxistinî ya Kurdistanê da. Ev krîza heyî di asta nisaxîyeke kronîk da ye. Ji nav vê kêm û edaba polîtîk vucûdekî sax û salim zehmet e ku derkeve lewma pêdivî bi emelîyateke cerahî heye li ser vê bedena di nav prosesa rizînê da…
Divêt çi bête kirin?
Dinyaya polîtîk û rêxistinî ya Kurdistanê gelek lezîn hewcehî bi reformasyoneke mezin heye. Anku divêt cîhana polîtîk û rêxistinî ya Kurdistanê bizaveke glasnost û perestroykayê bide dest pê kirin. Anku ji serî heta binî hemleya xwe nûkirinê pêdivî ye. Bi vê gavê ve dê xwûneke taze, oksîjeneke paqij bête înan bo vê dinyaya polîtîk û rêxistinî ya Kurdistanê ku halê hazir karbondîoksîta fikrî û pratîk ya heyî ev meydane jahrî daye. Șik tê da nîne ku hemleyên giring yên nûbûn û nûkirinê bi biryarên radîkal dikarin encam bigirin û eve dê wext bigire. Lê belê îro ji ber hewcehîya lezîn ya têkoşînê ev prosese bi rengekê divêt bête dest pê kirin jî…
Dinyaya polîtîk ya Kurdistanê helbet ji ber statukoperestîya rêxistinî û ferdî zehmet e ku van gavan biavêjin, dê pêyê xwe giran bikin, lê axir ev rastîye ji alîyê kesên xwudan fikir ve divêt bêne gotin… Zihnîyeta hakim ya statukoperest û egosentrîk zû bi zû nahêle ku guhorîn çêbe, xwenûkirin pêkbêt ji ber ku ew desthilata xwe bernadin û rê li ber nûbûnê digirin anjî hindî ji wan bêt prosesê direng dihêlin. Lê çend xwe asê bikin jî bizava nûbûnê astengan nas nake, çawa ku av ji bo herikînê rêya xwe dibîne herwisa nûxwazî jî dê pêşbikeve ku eve di çarçoveya evulosyona civatê da hetmen dê pêkbêt ku rastîya diyalektîk ev e…
Paralelî vê gava reformasyona mezin ya cihana polîtîk û rêxistinî ya Kurdistanê, KNK jî divêt projeyeke reformasyonê di nav xwe da bide dest pê kirin û hem ji alîyê programatîk hem jî ji alîyê organîzatîv ve divêt xwe nû bike daku bikare erk û pêdivîyên xwe bi xurtî bîne cih. KNK bi vê bizava xwe nûkirinê ve dikare bibe xwudanê enerjîyeke xurt û dînamîk û bi vê saxlemîyê ve dikare ji bo armancên xwe kar û xebateke rêkûpêk bike. Hetta KNK bi gaveke wisa ya reformatîv ve mumkun e rêxistinên Kurdistanê jî motîve bike, tesîreke pozîtîv li wan bike û wan ber bi reformê ve pal bide…
Lê cihê mixabinîyê ye ku KNK jî di halê hazir da ji vê kana polîtîk û rêxistinî ya Kurdistanê xwûn û xwerekê werdigire ku me di serî da behs kir; kaneke bi bakterî û vîrûs e. Heke ew xwûn taze nebe, kanalên jîyana KNKê jî tûşî nisaxîyan dibe û eve hêz û taqeta xebata KNKê dişkêne, lawaz dike, frên dike.
Divêt bi aşkerayî bêjin ku bi rengê kevin, bi vî halê heyî KNK nikare hemleyên mezin yên encamgir bike. KNK bi vê format û zihnîyetê dê bibe komele ku eve heyf e…
Lewma divêt di nav KNKê da reformeke ciddî bête kirin.
Rewşeke nû heye; lewma programeke nû, peyreveke nû û struktureke nû pêdivî ye.
Di vê mijarê da dikarin jîmnastîka fikrî bikin…
Bo nimûne li ser kongreyeke konfederatîv dikarin rawestin, li ser bifikirin… Kurdistan ji alîyê sosyolojîk ve êdî ne homojen e, heterojen e. Ji bilî Kurdan xelkên dî jî hene… Digel Kurdan pêkhateyên ne Kurd yên li Kurdistanê jî dikarin kongreyên xwe yên federatîv yên etnîk ava bikin û paşê jî ev hemû kongreyên federatîv yên etnîk dikarin bi hev ra li ser programeke pêşkevtî ya konfederatîv li hev bên û bi navê Konfederasyona Kongreyên Niştimanî yên Kurdistanê yêkîtîya mezin pêkbînin…  Ev nav dikare bi kurtî bibe Kongreya Niştimanî ya Kurdistanê jî wekî KNK… Ferqa îfadeya ”neteweyî” û ”niştimanî” divêt bête dîtin û li goreyî wê organîzebûn bête kirin. Rastîya civata Kurdistanê divêt bête dîtin û li ser vê rastîyê formatên nû yên organîzasyonan bêne dîtin û çêkirin. Eve tiştekî xiyalî û abstrak nîne û divêt li ser bête axivtin û di pratîkê da bi cih înana vê projeyê jî mumkun e û divêt serê xwe li ser biêşînin û formulekî maqûl derêxine meydanê…

Li alîyê dî terkîba KNKê jî giring e ku divêt ji vê meydana tijî nexweşî hindî mumkun kesên pozîtîv bêne hilbijartin. Kesên ku di nav KNKê da cih digirin divêt li goreyî konsepta KNKê bin. Partî û rêxistinên polîtîk û sivîl yên Kurdistanê divêt nimayendeyên xwe yên pozîtîv, yên çêker, yên diyalogê, yên tenahî û li hev înanê, yên nermahî û elastîkîyetê rêbikin nav KNKê. Kesên serbixwe yên di nav KNKê da cih digirin jî divêt xwe wekî merkezên opozisyona partî û rêxistinan nebînin. Endam û rêvebirên KNKê divêt baskê aştî û pêkhatinê bin. Endam û rêvebirên KNKê divêt şûrkêş nebin. Di destê wan da top û tifek, şûr û rim nebin. Endam û rêvebirên KNKê divêt refa kotra anku kevoka bin. Endam û rêvebirên KNKê divêt refa teyrêbaz nebin. Endam û rêvebirên KNKê divêt koma rihspî û rûspîyan bin ku bikarin di navbeyna merkezên polîtîk û rêxistinî yên Kurdistanê da roleke xêrê, roleke çêkirinê bi cih bînin. Endam û rêvebirên KNKê divêt di axivtinên xwe da terefgîr nebin, ziman û uslûbekî diyalogê, pêkînanê bi kar bînin. Endam û rêvebirên KNK bi vê pozisyona xwe ya pozîtîv dikarin di meydana bi krîz ya polîtîk ya Kurdistanê da bi rehetî manewrayê bikin. Endam û rêvebirên KNKê divêt di hemû kar û xebat û têkilîyan da fleksîbil bin daku bikarin girêbendan vekin, astengan rakin û herdaîm formûl û rêyên çareserîyê peyda bikin û di pratîkê da bînine cih.
Saheya polîtîk û rêxistinî ya Kurdistanê têra xwe polarîze bûye, rikeberîyeke antîdemokratîk hakim e û her kes û her alî ji serê lûlîya sîlehê berê xwe didine hev. Kes ya kesê qebûl nake, her kes û alî dixwaze xwe li ser yê dî ferz bike. Di nav vê meydana cengî ya polîtîk û rêxistinî ya Kurdistanê da qet nebe KNK divêt aram be, rehet be ku bi vê pozisyona pozîtîv ve bikare beramberî vê req û hişkîya heyî nermahîyekê bîne. Partî û rêxistinên polîtîk dikarin beramberî hev rekabeteke hişk û dijwar jî bikin, lê ev atmosfer divêt neyê nav KNKê. KNK di xebata polîtîk da divêt di ser hemû alîyên polîtîk da be, beramberî dînamîkên neteweyî û welatî notral be, bêteref be, lê helbet dijî polîtîkayên dijmin teref be, terefê xelk û neteweyê xwe be ku wisa ye. Di meydana polîtîk ya Kurdistanê da bi dehan partî û organîzasyonên cuda hene. KNK divêt nebe xelekek ji vê zincîra partîyan. KNK ne partî ye, ne rêxistineke desthilatî ye û divêt nebe. KNK divêt nebe zemînê opozisyona partîyan jî…
Analîzên sar, sethî anku rûavkî û bêruh, munaqeşeyên stewr wext kuştine. An divêt dinyaya polîtîk û rêxistinî ya Kurdistanê û helbet KNK xwe nû bike anjî dê wekî salan di hawînî da avê biqutin. Di hawinî da avê sed salan jî biqutin xwarinek jê dernakeve û rojek dê bêt ew av jî di hawinî da namîne ku biqutin.
Êdî bes e!
Bi piştperixandinê problemên kûr yên salan çareser nabin.
Salê carekê kom bin û tiştên ku herkes dizane, dibîne û dixwûne bo hevdu bêjin, bi vî rengî pirsgirêk ji halê ranabin û yêkîtî jî çênabe.
Divêt waqiî bin anku rasyonel bin. Bi reftar û helwesta heta îro gaveke pêş nayê avêtin. Tiştê heta îro hatîye kirin xelet bûye an rast bûye, dirêjkirina munaqeşeya vê jî êdî manayekê îfade nake. Munaqeşe hind faydedar e heke niyet xwe nûkirin û hedefeke pêşkevtîtir be… Anne munaqeşeyên stewr dibine sebebê krizên kûrtir… Heqîqet ew e ku bi pratîka heta îro êdî nikarin qedemekê jî pêşve biçin. Lewma îlla xwe nûkirin, îlla reform, îlla glasnost û perestroyka.
Hewcehî bi hemleyeke nû heye? Xwe nû bikin, reformê bikin!..
Hewcehî bi belavkirina êrişên dijminan heye? Hingê xwe nû bikin, xwûneke taze werbigirin, oksîjeneke temîz teneffus bikin!..
Hewcehî bi parastina destkevtan heye? Dîsa ve xwe nû bikin û bi vê nûbûnê tifaqeke fireh, mezin û xurt pêkbînin û bi vê enerjîya nû û taze seferber bin!..
Agirê li dora Kurdistanê bi vê nûbûnê dikare bête temirandin.
Tifaqa dijminan ku dixwazin di tirarekî avê da xelkê me bixeniqînin, bi vê enerjî û dînamîzma nû dikare bête bijbelav kirin û êrişên wan dikarin bêne şkandin!..
Dijmin wekî salên berê li dûv paktên Bexda, Sadabad û Centoyê ne. Rê li ber girtina van leyiz û dek û dolaban divêt pakta herî xurt ya navxweyî bête çêkirin. Pakta Kurdistanê dikare paktên kolonyalîstan serûbin bike. Divêt li ser van mijaran rawestin...
Tiştê ku herkes dizane, dixwûne, dibîne dubare nekin. Tiştên nû bêjin. Gazinde û rexneyên negatîv êdî çu faydeyê nayînin. Çareyan, formûlên çareserîyê bêjin. Tiştên ku heta nihe rêya rizgarî û azadîyê xetimandî dubare nekin alternatîvên nû û maqûl bînin. Li ser form û formatên kevin xwe asê nekin, li form û formatên nû bigerin, bêjin û di partîke da bi kar bînin…
Ji bo demokratîzekirina civata Kurdistanê, ji bo demokratîzasyona bi giştî ya navxweyî pêşniyaran bikin. Dê çawan rê li ber nepotîzma kesî, famîlyayî û polîtîk û rêxistinî bête birîn bîr û hizirên nû, fikirên modern û demokratîk bêjin, pêşniyar bikin… Li ser modelên îdarî rawestin û bêjin. Ji otonomî, federasyon, konfederasyon heta serxwebûnê statu têne behs kirin dijî kolonyalîzm û dagîrkerîya dijminan. Lê ji bo îdareya navxweyî jî modelên federatîv û konfederatîv bifikirin, munaqeşe bikin, plan û projeyan amade bikin. Di her avabûna parçeyekî Kurdistanê da boçi modelên federasyona îdarî ya navxweyî neyên gotûbêj kirin… Kurdan ji rejimên sentralîst û antî demokratîk gelek kêşaye, êş û jan dîtîye, hingê divêt tercîha van sîsteman nekin. Divêt Kurdistan li ser esasê sentralîzma antî demokratîk neyê ava kirin. Ji bo îdareya navxweyî jî li ser modelên federatîv û konfederatîv dikarin rawestin. Boçi li ser federasyoneke îdarî li başûr û rojavaya Kurdistanê neyê axivtin, ev model neyên tercîh kirin... Herwisa boçi di navbeyna du îdareyên federatîv yên Kurdistanê da anku di navbeyna başûra federal û rojavaya federal da sîstemekî konfederal neyê axivtin, neyê munaqeşe kirin, neyê gotûbêj kirin û hetta boçi neyê ava kirin?..
Hesûya xwe fireh bikin. Di nav çembereke teng da mayîn, di nav vê çembera teng da fikirîn pêşve nabe û dê li dora xwe bête zivirîn. Li dora xwe zivirîn paşkevtine, li cihê xwe mane, xwûn berze kirine, ber bi mirinê ve çûne...
Mezin bifikirin ku mezin qazanc bikin.
Heta îro jî di çarçoveya rutîna edetî anku tradisyonel da tête hereket kirin. Divêt xwe ji vê rutînê xilas bikin, dîwarên statukoîst yên rutîna îro bidine zorê û hetta mumkun be rakin, hilweşînin. Di tempoya rutîna edetî da israr bi xwe ra patînajê tîne û divêt ji vê rûtînê derkevin…
Li Kurdistanê, li meydana polîtîk û rêxistinî ya Kurdistanê, li meydana dîasporayê ev potansîyela ku enerjî û dînamîzmeke nû û xurt derêxe heye. Mesele ew e ku vekirî biaxivin, problemên heyî ne maline binê mehfûrê, bi niyet û hiseke pozîtîv ya neteweyî û welatî digel hev biaxivin û li ser vî esasê diyalogê bi hev ra li çareyan bigerin. Bi rê û metodên hevrayî dikarin serederîyê li probleman bikin, xwe ji astengan rizgar bikin. Tiştê ku bi Kurdan, bi Kurdistanîyan dide berze kirin bêtifaqî ye. Herkes xwe mezin dibîne, kes nabêje ku werin em bi hev ra mezin bibin. Çare bi hev ra mezinbûn e, peydakirina aqilê muşterek e. Heke me karî vê bikin hingê çu astengî, çu bend, çu gef û gur û êrişên dijminan nikarin me rawestînin.
Gelo tête xwastin ku destkevtên heyî biparêzin, mezintir bikin û mayînde bikin?
Gelo tête xwastin ku Kurdistaneke xwudan statuyeke bilind ava bikin?
Hingê tifaqa navxweyî ya herî fireh û mezin ava bikin. Heke armanc tifaqa neteweyî û niştimanî be, hingê çu dînamîkên Kurdistanê divêt derveyî vê tifaqa mezin neyên hêlan. Șoreşa Kurdistanê di vê qonaxa ewil da neteweyî ye lewma çarçove divêt neyê teng kirin. Gelek dînamîkên Kurd, Kurdistanî hene ku neteweyî ne, belêm ne demokratîk in. Lewma proses divêt li goreyî merheleyan bi rê ve biçe. Ji alîyê teorîk ve sê qonax giring in helbet. Qonaxa neteweyî, qonaxa neteweyî û demokratîk û qonaxa sosyal û çînayetî. Her qonax bi dînamîkên xwe ve tifaqa xwe çêdike û pêşdikeve û digihe armanca xwe… Karaktera şoreşa Kurdistanê vê gavê, îro ”Neteweyî” ye û pirsa tifaqa navxweyî jî di vê konjonkturê da, di van şert û mercên îro da divêt di kategorîya ”Neteweyî” da bête fikirîn û bi van dînamîkên neteweyî tifaq bête vehûnandin ku eve heta tesfîyeya sîstemê kolonyalîst jî dê wisa be. Heke bi rengê heta îro eve pêknehatibe, li modelên nû yên tifaqê bigerin. Dogmatîk nebin. Heke modelek hate ceribandin û neçû serî, li ser modelên nû serê xwe biêşînin û li form û formatên nû bigerin, peyda bikin. Gelek aşkera, zelal û vekirî bêjim; tiştê heta nihe nehatîye kirin hilgirin rojevê; aqilê nemuşterek, aqilê ferdî, aqilê yêk rêxistinî terk bikin. Ji xwe rêxistin di nav xwe da jî aqilê hemû endam û alîgirên xwe bi rengekî kolektîv bi kar nayînin, tinê bi aqilê yêk-du lîder anjî du-sê kadroyên xwe hertiştî plan dikin û di rê dibin ku eve jî bi xwe ra vê kadastrofa heyî tîne… Kurdistan dozeke mezin e, doza hemû pêkhateyan e û divêt bi temsîlkarîya hemûyan bête fikirîn, bi aqilê hemûyan li çareyan bête geryan. Hedefa hevrayî [kolektîv] bi aqilê hevrayî [kolektîv] tête bidestxistin… Biceribînin, bi aqilê hevrayî li ser plan û projeyên nû bixebitin, kar bikin, hûn dê bibînin ku der û pencereyên nû dê li ber me vebin. Bi aqil û hêza hevrayî gihiştina armanca mezin mumkun e!..
Û spas!

ROJAN HAZIM
14 Çirîya Pêşîn [October] 2017, Eindhoven / Holland