tirsdag den 13. juni 2023

İsmet Ebdî jî koça dawîyê kir... - ROJAN HAZIM

 Muzefer Begzade, Ismet Ebdî, Ez, Kerîm Kaşifî li mala Kerîmî

 

13ê Hezîranê [2023]...

Sêşembî...

Nîvro...

Muzefer Begzade...

Kerîm Kaşifî...

Ebdula Hîcab...

Bi tlf û smsê...

Xeberê dilsoj dane min...

Ismetî em tinê hêlan gotin hersêyan...

Hevalên Somayê bûn...

Heval û hevrêyên têkoşîna Kurd û Kurdistanê bûn...

Ji ber huqûqê heval û dostayetîya me ya salan ez jî pê hesandim...

Di seferê da bûm...

Firset nebû xwe bigihînime wan...

Bi bihîstina vî xeberê nexweş bê tixûb bi xem ketim...

Xwe bi xwe ketime nav wan bîrhatinên Somayê...

Ew roj wekî fîlmekê hatine ber çavên min...

Di nav wê hissîyatê da sefera min jî bû kul û keser...

Heyf û mixabin...

Min, hey dinya Ismetî jî xatir xwast, got di dilê xwe da...

Xatirxwastineke bê wext...

Hem jî gelek bê wext...

Çi bêjin...

An çi dikare bête gotin...

Mîrata jîyanê...

Qanûna Xwezayê...

Jîyanê bi xwe tixûbek danaye ser jîyanê...

Car dirêj, car jî kurt e ew tixûb...

Jîyan xweş e...

Xwezîyên ji jîyane jî bê tixûb in...

Bes çi bikin...

Wext û zemanê van tixûban jî ne di dest da ye...

Lewma jîyan e, çi bikin tête gotin...

Têye vê dinyaya xweş...

Her çawan be...

Her bi çi rengî be...

Axir dijîy...

Paşê jî, ji hemû hezkirîyan xatirê dixwazî û diçî...

Ne tu dizanî wî wextê xatirxwastinê...

Nejî hezkirîyên te...

Mirin...

Rûyê sar yê jîyanê...

Kes nêzîkî xwe nake...

Çu kes nêzîkî hezkirîyên xwe nake...

Belêm her jînde rû bi rûyî wê sarîyê têt...

Lewma çi bikin dibêjin...

Tiştek ji destî nayê...

Hertişt di nişkê da dibe...

Û bo hezkirîyan ji xwe dibe şoka mezin...

Te hind dît di nişkê da çûyî...

Hewe hind dît hezkirîyê hewe ji nav dest û lepên hewe tehisî çû...

Dîsa ve çi bêjin...

Her mirin bê wext e...

Her mirin zû ye...

Jîyan her ev e ya ku tête jîyan...

Beheşt jî ev e, cehnem jî her ev e...

Ax bo mîrata jîyanê...

Ma çi bêjin...

Ismet jî zû çû...

Heqîqet, Ismet bê wext çû...

Belê, çi bikin, çi bêjin...

Belêm rastîyek e ku Ismetî koça dawîyê kir...

Ismet çû...

Çûyîneke yêk alî...

Bêyî veger...

Nîne û nabe ew veger...

Vegereke bê dawî...

Hizarcar mixabin...

Tu diçî...

Lê belê, li paş xwe xemeke giran û dilsoj dihêli...

Hem jî bo hemû hezkirîyan...

Barê herî giran jî ev e bo hezkirîyan...

Li welatên xerîbîyê carina gor jî dibe bar bo hezkirîyan...

Bes digel hemû dilsojî û xemê, jîyan jî didome...

Hezkirî bi rengekê jîyana xwe didomînin...

Û divêt bidomînin...

Eve jî qanûna Xwezayê ye...

Ma ne...

Belê Ismet Ebdîyê ji Sakaya Somayê  çû...

Bo me hemû dost û hevalan xemeke giran hêla...

Bo mala xwe digel xemê, êş û janeke herî giran hêla û çû...

Cerg û dilê wan sot...

Di rojên dijwar û tengav da me hevdu nas kir...

Sal 1980 - 1981...

Wî wextî em PSKT û ew jî PDK-Î bi hev ra hevsengerên şoreşa Kurdistanê bûn...

Li Somayê...

Li Howesinê...

Li Aqçeqeleyê...

Li "Teşkîlatê"...

Li gundê wî Sakayê...

Li havîna 1981ê gava digel Elî Kaşifpûr û refeke heval û pêşmergeyan em ji Enzelê hatî li mala wî, li Sakayê bûne mêhvan...

Wê şeva em mêhvan zarokekî wan hate dinyayê...

Spêdeyê bi wan ser û çavên tijî ken û şahî gava ew mizgînî daye me, daxwazek ji min kir...

Kerem bike min gotê...

Dixwazim navê te danime ser kurê xwe, got Ismetî...

Bo min cihê şahîyê û serfirazahîyê ye, kerem bike navê min dane ser kurê xwe...

Bila navdêr be, bi xêr û xweşî bijî...

Jîyê kurê te bila dirêj be...

Bila hizar salî be...

Bila jîyekî dirêj û bi saxî û silametî û serkevtî bijî digel hemû hezkirîyên xwe...

Min gotê...

Mala dinyayê...

Pêla jîyanê em hemû avêtine peravên Ewrûpayê...

Gelek cara, bi munasebetên cuda me hevdu dît...

Çend cara bûme mêhvanê wî...

Kurê wî yê ku navê min dayîyê, mezin bû, xwand û bû xwudan kar, mal û eyal...

Di jîyana xwe da, di karûbarê xwe da serkevtî bû û Ismet bi wî serbilind bû...

Ismetî ew û hemû hezkirîyên xwe hêlan û çû...

Di nişkê da...

Bê wext...

Gelek zû...

Xatirxwastineke hinde bi lez kes li hêvîyê nebû...

Xwezayê qanûna xwe bi cih îna...

Çi bêjin...

Ismet li xerîbîyê, dûrî welatê xwe, dûrî axa xwe spartine axa welatê ku ew û mala wî bi qedirzanînî mêhvan kirî...

Welatê duyê...

Welatê ku şansê jîyaneke nû daye wan hemûyan...

Erd be, esman be...

Xwezabawerî pîroz e...

Ji Xwezayê tên û diçine Xwezayê...

Xweza qedirgir e...

Xweza qedirzan e...

Xweza bi hemû newlên xwe ve bi dilgermî radipêçe...

Cihê herî ewle sing û berê Xwezayê bi xwe ye...

Ismet jî çû ber dilê wê Xwezayê...

Ew sotîyê welatê xwe Kurdistanê bû...

Lê li welatê Hollandê dijîya...

Xweza di mêhvankirinê da ferq û cudahîyê nake...

Ew êdî bû mêhvanê Xwezayê...

Li Kurdistanê be...

Li Hollandê be...

Ew êdî teslîmî sîstemê Xwezayê ye...

Kûrahî, firehî û bêbinîya erd û esmanî sêhr û sehmeke mezin e...

Erd û esman hevdu timam dikin...

Lewma Ismet di nav wê ewlehîyê da ye...

Xweza hem afirandêr e, hem jî zirh e...

Zirhekî ruh û giyan parêz...

Hezkirî jî wî zirhî diparêzin...

Bi bîrînanê...

Bi ji bîr nekirinê...

Li erdî qevdeke gul û kulîlka dê danine ser gora wî hemû hezkirî...

Li esmanî jî ew bû stêrk û bo hezkirîyên xwe dê bibiriqe...

Bila hezkirî berê xwe bidene wê deryaya stêrka ku hemû dibiriqin...

Yêk jî ya wan e...

Ismet e...

Bila bi rûyekî girnijînî berê xwe bidene wê stêrkê û destê xwe yê rastê danine ser dilê xwe û silavekê bidenê...

Ismet dê his bike...

Hezkirî bila piştrast bin ku ew dê bizane...

Di rastîyê da wisa zanîn bo hezkirîyan dilrehetîyek e, sebrek e, hêvîyek e...

Bila wê sebir û hêvîyê di dil û mejîyê xwe da berze nekin...

Bila xwe wisa amade û serwext bikin...

Bila xwe medîte bikin...

Di wê bêhnê da...

Hez dikin bila cigareyekê bikêşin...

Hez dikin qedeheke meyê bila vexwin...

Hez dikin şûşeyeke avê...

An şûşeyeke çayê...

Anjî fincaneke qehweyê...

Bila vexwin...

Û

Bila bêjîn noş...

Noş ey nîveka dilê me...

Ruha me...

Bînahîya çavên me...

Noş...

Û

Tu di dilê me da yî bêjin...

Eve bîrînan e...

Eve ji bîr nekirine...

Bîrînan û ji bîr nekirin xasyeteke mirovî ya herî bihadar e...

Lewma...

Ji bîr nekin...

Daku neyêne ji bîr kirin...

Em Ismetî jî ji bîr nakin...

Wekî Elî...

Wekî Zahir...

Wekî Kamil...

Û

Wekî gelekên dî...

Herî dawîyê li heyva Kanûna Pêşîn [December] ya 2022ê li Almere me hevdu dît...

Ez mêhvanê Qazîyê Şoreşê yê navdar yê Somayê, Qazîyê adil û herdem pêşmerge Muzefer Begzade bûm...

Me rojên berê yên Somayê înane bîr...

Hevalên wî demî...

Xebat û têkoşîna wan roja...

Yêk ji wan hevalan jî Ismet bû...

Di her çûna Hollandê da min seredanîya heval û dostên ezîz û bi qîmet yên Somayî dikir...

Cangîr Îsmaîlzade, Girman Îsmaîlzade, Muzefer Begzade, Kerîm Kaşifî, Ismet Ebdî, zarokên Elî Kaşifpûr...

Wê carê jî herwisa bû...

Em bi telefonê axivtin...

Xêrhatin di min da Ismetî...

Roja paştir hat bo dîtina min...

Em li mala Kerîm Kaşifpûr, birayê ezîz yê Elî Kaşifpûr kombûn...

Di wê şevê da du kurên jêhatî yên Elî Kaşifpûr jî hebûn...

Şeveke gelek xweş û bi keyf me digel hev borand...

Me ew hevdîtin bi kêşana resman kire xatirat...

Paşê jî Ismetî xatir xwast û çû mala xwe...

Ma me çi dizanî ku ew hevdîtina me ya dawîyê bû...

Belê, Ismet di dilê me da ye...

Belê, em Ismetî ji bîr nakin...

Piştî her koça dawîyê ya heval û dostan, hewayekî xembar dadikeve ser milan...

Gewrî tête yêk, axivtin kilîl dibe, çav tijî dibin...

Carina rondik diwerhin ji çavan...

Carina jî diherikine nav dil û hinavan ew rondik...

Axivtinên tijî kul û keser û seremonî û rîtuelên xatirxwastinê têne kirin...

Ma êdî çi bêjin...

Min bi telefonê sersaxî da kurê Ismetî, ew lawê ku em li Sakayê, li mala babê wî mêhvan hatîye dinyayê, Rojan Ismet Ebdî...

Bila serê mala wî, kes û karên wî, xizm, xuyanî û lêzimên wî, dost û hevalên wî sax be...

Bila serê xelkê Kurd sax be ku Ismetî bo wî xelkî têkoşîn da û pêşmergetî kir...

ROJAN HAZIM


Not:

Ismet Ebdî, roja 12ê heyva 6, anku Hezîrana 2023ê, duşembîyê seet 17.45ê li mala xwe li Amersfoorta Hollandê mir.

17ê heyvê jî [17.06.2023], şembîyê seet 11.00, bi beşdarîya ehlê malê, kesûkar, heval û dostan, bi merasimeke boşahî her li wî bajêrî spartine axê...