tirsdag den 21. februar 2023

Roja Makzimanî ya Navneteweyî -21 Sibat 2023

Heke mirov xwudanê makzimanekî ku di bin tehlîkeya asîmîlasyonê da be, bivê nevê refleksa parastinê herdaîm aktîv dibe...

Kurdî wekî makzimanê Kurda, di bin asîmîlasyoneke dijwar û xedar da ye. Gerçî, li ber mirinê nîne. Namire. Çiku li başûra Kurdistanê, ku di nav Iraqa Federal da bi otonomîyeke gelek fireh xwudanê statuyeke fermî ye, zimanê fermî Kurdî ye. Li rojavaya Kurdistanê jî herwisa. Li rojhilata Kurdistanê jî di jîyana rojane da fonksiyonel e Kurdî...

Lê li bakura Kurdistanê lawazîyeke bilind heye... Rewşa zimanê Kurdî li bakur em dikarin bi metaforekê îfade bikin... Kurdî li bakura Kurdistanê di nav beraşên mezin û giran da wekî genimî tête heran... Arê ku ji nav du beraşan tête xwarê bi kêrî jîyanê têt. Ar dibe nan û gelek xwerekên dî... Bes ziman di nav du beraşan da wekî tête hêran pûç dibe... Anku Kurdî li bakur di bin zulma dewletê û perwerdeya bi zorî ya Tirkî da tête hêran û zimanê Kurdan jî dibe Tirkî...

Di nav Kurdî da, zaravayê nufûs boş, Kurmancî ye. Kurmancî zaravayê mezin yê zimanê Kurdî ye. Li bakura Kurdistanê jî piranîya mezin Kurmancî diaxivin. Kurd li nav tixûbên fermî yên Tirkîyeyê, di bin zulmeke nedîtî da ne. Du zaravayên ku li bakura Kurdistanê têne axivtin, Kurmancî û Zazakî, herdu jî di bin tehlîkeya asîmîlasyonê da ne. Kurdên Kurdî axêv her diçe kêm dibin. Li nav tixûbên fermî yên Tirkîyeyê, nufûsa Kurda 20 milyon tête qebûl kirin. Li ber vê hejmarê, em dikarin bêjin ku îro 10 milyon Kurd asîmîle bûne. 5 milyon jî nîv asîmîle bûne û zimanê wan yê sereke jî êdî bûye Tirkî. Kurdên ku xwerû bi Kurdî diaxivin muhtemelen 5 milyon mane... Ev encame bi timamî kadastrof e... Perwerde oksîjena zimanî ye. Heke zimanek di nav sîstemê perwerdeyê da neyê bi kar înan, ew ziman her diçe ber bi helîyanê ve diçe û dûmahîk jî dibe mirin...

Dewleta Tirkîyeyê wekî mafekî xwezayî perwerdeyê nade Kurdan. Van salên dawîyê wekî derseke hilbijêrî mufredatek çêkirîye, belêm ne materyal nejî mamostayan digihîne ku zarokên Kurd hilbijêrin û makzimanê xwe fêr bin û pêşve bibin... Hêj jî darê zorê, çav tirsandin ji ser serê Kurda nayê kêm kirin lewma Kurd jî xwe ji van imkanan dûr dikin...

Li ber vê rastîyê, Kurd gelek heq dibêjin ku makzimanê me di bin tehlîkeya nemanê da ye... Ji nufûsa heyî, heke ji sê bahran du bahr Kurdî neaxivin, çawa asîmîlasyon pêşnekeve...

Li dinyayê gelek ziman hene an dimirin anjî li ber mirinê ne... Kurdî jî bi taybetî li bakura Kurdistanê, anku li parçeyê herî mezin yê di bin dagîrî û ilhaqa dewleta Tirkîyeyê da, di bin tehlîkeyeke dijwar da ye... Çi bikin Kurd?.. Daîm vê heqîqetê behs dikin. Dikine hawar. Lê dewlet bi zanabûn naxwaze bibihîze. Ji ber ku hêla asîmîlasyonê xurt e, dewleta Tirkîyeyê dixwaze rê li ber vê asîmîlasyonê xweş bike çiku encam dide û hejmara asîmîlebûyîya her diçe zêde dibe...

Li milê dî, Kurd bi xwe jî xemsarîyê dikin di bi kar înana makzimanê xwe da. Di jîyana rojane da Kurdî naaxivin, digel zarokên xwe bi makzimanê xwe naaxivin. Vêca heke perwerde jî nebe, hingê hêza asîmîlasyonê her diçe mezintir dibe...

Rewşa makzimanê Kurdên li bakura Kurdistanê di nav halekî gelek perîşan da ye... Ji ber vê yêkê li 21ê Sibatê, Kurdên hişyar, Kurdên di şuûra neteweyî da li pêş, Kurdên qîmetê zimanê xwe dizanin dengê xwe bilind dikin, hawarê dikin ku xelkê Kurd li makzimanê xwe xwudan derkeve...

Çi bikin... Em jî dê careke dî li vê 21ê Sibatê, dîsa ve hawarê bikin, ku Kurd li makzimanê xwe xwudan derkevin daku bikarin zimanê xwe Kurdî jînde bihêlin...

Çare;

Li malê, li cade û kolana, li suhbeta piralî, di nav xwe da Kurdî axivtine...

Ji imkanên ku derdikevine pêş istifade kirine...

Vêca, daku Kurdî di nav sîstemê perwerdeya dewletê da cih bigire, divêt xebat û têkoşîneke xurt bête dan...

Kurd divêt qedrê makzimanê xwe bigirin!

Kurd divêt şuûra li makzimanê xwe xwudan derketinê bilind bikin!

Kurd, heke qîmetî nedene makzimanê xwe, dijmin qet nade!

Kurd divêt bizanin ku makzimanê wan Kurdî ye û divêt jîyana xwe bi makzimanê xwe bijîn!..

RH

21 Sibat 2023

mandag den 6. februar 2023

Zelzeleya li Kurdistanê û Tirkîyeyê - 06.02.2023

 


Ji zelzeleya Kurdistanê û Tirkîyeyê û encamên wê yên giran;

Hukûmeta AKP-MHP sûcdar e.

Hukûmeta Erdogan- Bahçeli sûcdar e.

Wekî serokdewlet û serokhukûmet Tayib Erdogan sûcdar e.

Wekî wekîlê wî Devlet Bahçeli sûcdar e.

Divêt ewil di dadgeha bilind ya hilbijartinan da cizayê wan bête birîn û ji ser deshilatê bêne dûr kirin.

Paşe jî di dadgeha huqûqê da bêne dadgeh kirin û cizayê heta hetayê bête dan.

Û helbet esas sûcdar sîstemê dewleta Tirkîyeyê yê bêdad û dijî mirovî ye û hêvî dikin xelkên Tirkîyeyê û Kurdistanê bikarin guhorîneke radîkal pêkbînin û sîstemekî adil, mirovî, bi dad, bi wijdan, bi ehlaq û sosyal û demokrat ava bikin...

 

Çend dîmenên dilsoj ji zelzeleyê: 

 




 
 

 

 




 


 



Not: 

Foto ji meydana internetê hatine wergirtin...

Şehrên ku zelzeleyê wêran kirî ev in:

Adana

Adiyeman [Semsûr]

Diyarbekir [Amed]

Entab [Dîlok]

Hetay [Antakya]

Kilîs

Meletîya

Meraş

Osmanîye

Urfa