onsdag den 21. marts 2018

NEWROZ 2018: Cejna Neteweyê Kurd NEWROZ pîroz be


Mixabin berî Newroza îsal dewleta Tirk Efrîn dagîr kir.
Newroza 2018ê, ji ber vê dagîrîya Efrînê ya ji teref dewleta Tirk ve bi xem e, birîndar e, bi jan e, bi kul û keser e.
Leşkerên dewleta Tirk û çeteyên Sûrîyeyî yên bi wan ra heykelê KAWAyî yê di meydana Efrînê da şkandin û hilweşandin. Ew kiryar kîn, nefret û vandalîzma wan ya beramberî hemû sembol û bihayên neteweyê Kurd nîşan dide. Ew roja ku ew heykel dê dîsa ve li wê meydanê bête danan û derêxistina van hovan ji Efrînê dûr nîne.
Bes bi her hal jîyan didome û cihê bêhêvîbûnê nîne. Têkoşîna dijî dagîrkerîyê dê her bidome û ev xebat û têkoşîne divêt ji berê xurttir bête kirin.
Dilê xelkê Kurd, xelkên Kurdistanê û hemû mirovahîya humanîter û demokratîk ya dinyayê digel Efrînê û xelkê Efrînê ye.
Efrîn dê rizgar be, xelkê Efrînê dê azad be. Bawerî ev e û ev bawerîye divêt daîm xurt û bilind be.
NEWROZa îsal bila dîyarîyî Efrînê be.
Newroza xelkê Efrînê, ya xelkê Kurd, ya xelkên Kurdistanê pîroz be.

RH
21 Adar 2018