onsdag den 24. april 2019

Jenosîda 24ê Nîsana 1915ê nayê ji bîr kirin û divêt neyê ji bîr kirin

24ê Nîsana 1915ê, Ittihat Terakîya Jon Tirka, pêşîyên vê dewleta hov ya TCê ku mîratxwera Imparatorîya Osmanîyan ya xwûnavî ye, li Tirkîye û Kurdistanê, li ser Ermenîyan, li ser Suryanî-Kildanîyan, li ser Kurdên Êzidî, li ser pêkve xelkên Kurdistanê jenosîd kir. Milyonek û nîv xelkê Ermenî ji ser vê axê hate ramalîn, hate birandin. Bi hizaran xelkê Suryanî-Kildanî hate qir kirin. Herweha bi hizaran Kurdên Êzidî hatin kuştin û hatin belav kirin. Hemû zulm û zor, kuşt û kuştdarî li ser xelkê Kurd hate kirin.

Dîroka reş û tarî ya vê dewleta hov ya TCê divêt daîm li bîr be ku vê gavê jî pratîka wan ya li ser xelkê Kurdistanê nehatîye guhorîn.

Bila rûyê wan, dinyaya wan reş be!

Bi hêvîya ku xelkên vê cografyayê bigihine hemû xwezî û daxwazên xwe ku eve rizgarî ye, azadî ye, wekhevî ye, aştî û aramî ye, demokrasî ye, li ser axa xwe xwe bi rê ve birine.

24 Nîsan 2019

RH

fredag den 5. april 2019

Rapora HDPê ya grevên birsîbûnê û xwekuştinan-5 Nîsan 2019

Not: 5 Nisan 2019
Li goreyî rapora HDPê ya 5ê Nîsanê [2019] ya li ser grevên birsîbûnê û xwekujîya li zîndanan heta nihe heft kesan dawî li jîyana xwe înane. [Tam roja ku rapor hatîye aşkera kirin, kesê heştê jî li zîndana Elezîzê xwe kuşt.]
Uğur Şakar: 20 Sibat 2019ê li Elmanyayê agir berda xwe û 22 Adar 2019ê mir.
Zülküf Gezen: 17 Adar 2019ê li zîndana Tekirdagê xwe kuşt.
Ayten Beçet: 23 Mart 2019ê xwe li zîndana Gebzeyê kuşt.
Zehra Sağlam: 24 Adar 2019ê li zîndana Oltuyê xwe kuşt.
Medya Çınar: 25 Mart 2019ê li zîndana Mardîne xwe kuşt.
Yonca Akici: 29 Mart 2019ê li zîndana Şakranê xwe kuşt.
Siraç Yüksek: 2 Nisan 2019ê li zîndana Osmanîyeyê xwe kuşt.
Mahsum Pamay: 5 Nîsan 2019ê li zîndana Elezîzê xwe kuşt.

Êdî bese!..
Êdî bese ku gorîyan bidin!...
Ev xwekuştin divêt bêne sekinandin. Ev grevên birsîbûnê jî hêj mirinên komî pêknehatî divêt bêne rawestandin. Çiku daxwaza wan nehatibe cih jî mesaja wan gihiştîye milyonan...
Rêvebirîya PKKê divêt dawîyê li grevên birsîbûnê ku êdî hatine tixûbê mirinê û herweha li van xwekuştinan bîne. Bi her hal jîyan di ser her tiştî da ye. Helbet berxwedan û têkoşîna ji bo maf û azadîyan bêyî bedel nîne. Belêm berxwedana herî radîkal jî bi rengekî saxyarî mumkun e û divêt di vê mumkunîyetê da israr bête kirin. Em careke dî tikayê ji rêvebirîya PKKê dikin ku biryareke dîrokî werbigire û bangî hemû endam û sempatîzanên xwe bike ku van kiryarên ku dawîyê li jîyana xwe tînin nekin. Daxwaza rakirina tecrîda li ser birêz Öcalan û girtîyên dî yên li Imralîyê heq e, lê belê rêvebirîya PKKê divêt van hemû kir û kiryarên ku dawîyê li jîyanê tînin rawestîne û rêyên dî yên rasyonel yên têkoşîn û berxwedanê dane ber endam û alîgirên xwe. Bila dîrok dubare nebe. Di berxwedana 2015-2016ê ya di nîveka şehran da jî xeletî hate kirin û bi sedan ciwan bi ber topên dijminî ketin... Bi van xwekuştinan û grevên birsîbûnê yên 2019ê jî, dubare xeletî tête kirin. PKK di şert û mercên îro da pêşengîya bizava neteweyî dike li bakura Kurdistanê. Anjî em bêjin partîya herî mezin û xwudan desthilat e. Yêk ji berpirsiyarîyên pêşengîyê anjî mezinbûyînê jî ew e ku xeletî neyêne kirin. Heke xeletî carekê hate kirin jî divêt neyê dubare kirin. Tika ye...

5 Nîsan 2019
RH

mandag den 1. april 2019

Encama hilbijartinên 31ê Adara 2019ê

Hilbijartnên 31ê Adara 2019ê xilas bûn. Esasen hilbijartin di çarçoveyeke demokratîk, wekhev, adil û azad da çênebûn. Di nav şertên nedadyar da pêkhatin. Dewleta TCê, hukûmeta AKPê û MHPê li seranserê Tirkîyeyê û bi taybetî li Kurdistanê şiddeteke nedîtî ya eskerî û polîsî bi kar îna. Digel hindê jî xelkê Kurdistanê di serî da li sê şehrên mezin, Wan, Diyarbekir û Mardînê û şehrên dî qayûmên dewletê red kirin û temsîlkarên xwe dîsa ve hilbijartin. Bi taybetî karaktera van sê şehran giring e. Ev sê şehir ji alîyê îdarî ve şehridarîyên mezin in. Ji alîyê nufûsê ve jî şehrên boş in. Ji alîyê pir kulturî û pir etnîkî ve dewlemend û herweha ji alîyê şuûra neteweyî û niştimanî ve şehrên hişyar in. Bes mixabin li van hersê şehran jî rehîyên HDPê vê carê kêm kirin. (Li hilbijartinên 2014ê bi navê DBPê hatibûn kar kirin ev şehridarîye.)

Bi giştî ji alîyê hejmara rehîyan û berzekirina hindek şehridarîyan ve paşkevtin heye. Lê ji alîyê pozisyona polîtîk û redkirina qayûman ve serkevtin heye û eve jî giring e. Reftara xelkê Kurdistanê ya di van hilbijartinan da, bi taybetî ji alîyê stratejîk ve ya li sê şehrên mezin, ku dewletê çavê xwe berdabûyê,  cihê teqdîrê ye ku sekineke neteweyî hate nîşandan.

Desthilata polîtîk ya li bakura Kurdistanê, ku PKK ye, divêt encama hilbijartinên şehridarîya bi çavekî objektîv bixwûne û hilsengîne, rast analîz bike û ya herî giring encameke xêrdar jê derêxe. Berî hertiştî divêt rexneyeke berfireh û têr û tijî li xwe bi xwe bête kirin. Çiku serborîya çar dewre şehridarîyan li Kurdistanê ji alîyê xizmetguzarîyê ve, ji alîyê bi kar înana potansîyela mirovî, imkanên heyî û zengînîya xwezayî ve serkevtî nebû. Hêvî dikin vê carê şehridarî bo xelkê navçeyan xizmeteke rêkûpêk û adilane bikin.

Encama hilbijartinan li Tirkîyeyê jî peyameke hiştarî da desthilata AKPê, bi taybetî Erdoganî û tifaqdar MHP û Bahçelî. Şeş şehrên mezin yên Tirkîyeyê [Ankara, Istanbul, Izmir, Adana, Mersin, Antalya] ji destê hukûmeta AKPê û "Tifaqa Cumhûr"î hatin standin û namzetên CHPê hatin ser karî. Di van serkevtinan da desteka Kurdan, ya HDPê gelek kivş e. Desthilata Erdoganî bi vê hiştara xurt birîneke mezin wergirt. Ev birîn xedar e û dê bibe sebeb ku di hilbijartinên demê pêş da desthilata Erdoganî û tifaqa wî hilweşe, helbet heke opozisyon xebateke jîrane bike. Eve jî ji alîyê pêşkevtina bizava demokrasîyê ve li Tirkîyeyê bihadar e.

Piştî serkevtina nisbî ya li hilbijartinên navçeyî li Kurdistanê û xwudanderketina xelkê ya li qeder û îradeya xwe ya xwumalî û bi dest ve înana sê şehridarîyên mezin û yên dî divêt desthilata polîtîk ya Kurdistanê, anku PKK, biryareke maqûl bide û dawîyê li van hemû grevên birsîbûnê bîne û daxwazê ji berxwedêran bike ku kiryara xwe rawestînin. Çiku di vê serkevtina hilbijartinan da keda wan ya berxwedêrî jî heye û ev daxwaza wan hatîye cih. Demê grevên birsîbûnê êdî hatîye tixûbê mirinê. Bila can neyên berze kirin. Hem piştî sekinandina grevên birsîbûnê têkoşîna ji bo rakirina tecrîdê dikare bi rê û rengên dî jî bête domandin. Esasen yêk ji encama hilbijartinan jî redda polîtîkaya tecrîda li ser birêz Ocalanî ye. Mesaja xelkê Kurd û hemû Kurdistanîyan zelal e. Polîtîkaya bi giştî ya dewletê, ya hukûmeta AKPê, ya Erdoganî ya li ser Kurd û Kurdistanê bi xurtî hatîye red kirin. Rûyekî spasdarîya rêvebirîya PKKê ji bo xelkê Kurdistanê jî divêt ev be, anku ji ber vê sekina wan ya bi siyanet divêt greva birsîbûnê ya ewladên wan bête rawestandin ku mirin nebin.

Noteke biçûk jî ji bo encama ku opozisyona desthilata PKKê ya li bakura Kurdistanê wergirtî jî divêt bête dan. Cepheyê PSK û PAKê û tifaqdarên wan bi namzetên serbixwe mixabin encameke ku pê şa bin newergirtine. Hejmara rehîyên ku namzetên wan wergirtî divêt bo wan jî gelek dersdêr be...

1 Nîsan 2019