fredag den 20. marts 2020

NEWROZ 2020 PÎROZ BE



Newroza îsal mixabin di bin êrişa "Coronavirus"ê [COVID-19] da hat.
Li Kurdistanê û li her derê ku Kurd lê dijîn şahî û pîrozbahîyên komî hatin betal kirin.
Bi her hal Kurd û Kurdistanî jî wekî hemû xelkên dinyayê ku di bin gefa vê nisaxîya dijwar da ne, di nav bizav û hewildanên xwe parastinê da ne. Ya rast jî ew e...
Xelkê me divêt xwe ji vî vîrûsê kujer biparêze û Newroza xwe di dilê xwe da, bi xewn û xiyala mezin ya serxwebûna Kurdistanê li mala xwe li ber findikeke geş pîroz bike...
Heke can çû nayê, bes Newroz tên heta hetayê...
Xwe ji vê belaya "Coronavirus"ê biparêzin û li mala xwe bin.
Newroza we pîroz be.
Her Newroz bên bi xêr û şahî...
RH

søndag den 8. marts 2020

8ê Adarê, Roja Jinên Dinyayê Pîroz Be



8ê Adara 2020ê, Roja Jinên Dinyayê, bila dîyarîyî 
Hevrîn Xelefê be.


Hevrîn Xelef, polîtîkera ciwan, Sekretera Giştî ya Partîya Paşerojê ya Sûrîyeyê, 12 Çirîya Pêşîn [October] 2019ê, ji teref çeteyên îslamîst yên ser bi ertêş û dewleta Tirkîyeyê ve li Rojavaya Kurdistanê hate kuştin.
 
* * *
8ê Adarê, Roja Jinên Dinyayê
Clara Zetkinê, li 1910ê li Kopenhagê li Konferansa Jinên Kedkar ya Navneteweyî pêşniyar kir ku 8ê Adarê wekî Roja Jinên Dinyayê bête pîroz kirin û ev pêşniyara wê ji alîyê 100 jinên beşdarî konferansê ve hate qebûl kirin.
UNê jî ev biryare li 1975ê teyîd kir.


Maka perwerdeya ewilî JİN e.

8ê Adarê, Roja Jinên Dinyayê Pîroz Be

Hemû Jinên Dinyayê piştevanê hev bin!

RH