fredag den 20. marts 2020

NEWROZ 2020 PÎROZ BE



Newroza îsal mixabin di bin êrişa "Coronavirus"ê [COVID-19] da hat.
Li Kurdistanê û li her derê ku Kurd lê dijîn şahî û pîrozbahîyên komî hatin betal kirin.
Bi her hal Kurd û Kurdistanî jî wekî hemû xelkên dinyayê ku di bin gefa vê nisaxîya dijwar da ne, di nav bizav û hewildanên xwe parastinê da ne. Ya rast jî ew e...
Xelkê me divêt xwe ji vî vîrûsê kujer biparêze û Newroza xwe di dilê xwe da, bi xewn û xiyala mezin ya serxwebûna Kurdistanê li mala xwe li ber findikeke geş pîroz bike...
Heke can çû nayê, bes Newroz tên heta hetayê...
Xwe ji vê belaya "Coronavirus"ê biparêzin û li mala xwe bin.
Newroza we pîroz be.
Her Newroz bên bi xêr û şahî...
RH