torsdag den 24. oktober 2019

Kak Hemîd Derwêş koça dawîyê kir - ROJAN HAZIM


Kak Hemîd Derwêş, sekreterê Partîya Demokrat ya Pêşverû ya Kurdî li Sûrîyeyê, îro (24 Çirîya Pêşîn 2019) serê spêdeyê seet 02.00 mir. Gelek mixabin. Bo binemala xwe, bo partîya xwe, bo Kurdên rojavaya Kurdistanê û herweha bo bizava bi giştî ya rizgarî û azadîya Kurdistanê berzebûneke giran e. Di serî da bila serê malbata wî sax be, serê partîya wî sax be. Herweha serê xelkê Kurd sax be. Kak Hemîd, şahidê dîrokeke dirêj ya polîtîk ya Kurdistanê bû. Bi taybetî ji nîveka sedsala 20an heta koça dawîyê kirî anku sala 2019an wekî polîtîkerekî aktîv yê doza Kurdistanê timamî jîyana xwe dabû ser doza miletê xwe.
Kak Hemîd Derwêş polîtîkerekî nasyar bû û me jî ew dizanî lê belê cara ewil min ew li sala 1978ê li buroya YNKê li Qamişlo, li nik Dr. Kemal Xoşnav nas kir. Ew, Cigerxwûn û hevalekî wan hatibûne seradanîya Dr. Kemal Xoşnav. Bi wê munasebetê me hevdu nas kir. Paşê jî dîsa sala 1978ê, 1979ê me seredanîya wî kir û digel partîya wan têkilî germ kirin. Ji serê sala 1982ê heta dawîya 1983ê jî li Qamişlo û Şamê em bi hev ra bûn. 1982ê li Qamişlo beşdarî kongreya partîya wan bûm û axivtim. Havîna 1993ê jî li Qamişlo seradanîya wî kir. Dîsa payîza 2002ê jî wekî em ji başûra Kurdistanê vegerîyayî me li Qamişlo seradanîya wî kir û pê ra suhbeteke dirêj kir. 2012ê jî di Konferansa KNKê ya li ser Rojavaya Kurdistanê ya li Parisê da me hevdu dît. 2013 û 2014ê jî li Silêmanîyê me seradanîya wî kir, em mêhvan kirin û li ser rojên berê û bi giştî pirsa Kurdistanê em axivtin.
Kak Hemîd, bi taybetî salên 1982-1983ê ku ji ber cuntaya faşîst ya 12ê Îlona 1980ê gelek rêxistin û kesayetên bakura Kurdistanê li rojavaya Kurdistanê û Sûrîyeyê bûn, hevkarîyeke xurt kir û ji bilî partîya xwe, hemû partîyên Kurdan agehdar dikirin ku piştevanîya partî û kesayetên ji bakura Kurdistanê hatî bikin. Me bi xwe gelek hevkarî û piştevanî ji wî û malbata wî û partîya wi dît.
Kak Hemîd, di têkilîyên xwe da mirovekî sade û dilnizm bû, bi sebir, nazik û kubar bû. Bi vê reftara xwe ya dostane nedişubî çu serokên partîyên Kurdî. Me ji wî hevalî û dostayetîyeke hindî hûn bêjin ji dil û germ dît.
Kak Hemîd, van salên dawîyê jî ji bo tifaqa navxweyî kedeke mezin dida û hindi jê dihat diyaloga di navbeyna partîyan da germ digirt.
Kak Hemîd, ji bo ku di navbeyna Kurdan û hukûmeta Şamê da têkilî çêbin dixebitî û di vî warî da danûstandinên piralî didomandin.
Di pirsa çareserîya rojavaya Kurdistanê da xwudan fikir û reftar bû. Dûrbîn bû û pêşbînîyên wî yên polîtîk saxlem bûn ku îro rastîya wan têne dîtin.
Di întervuyeke xwe ya digel Rûdawê da wisa digot: "... eger danûstandina Şamê bi hêz û alîyên Kurdî ra dest pê bike, ew dê berî her alîyekê tevlî wan danûstandinan bibin û tu cara xwe nadin paş."
Kak Hemîd di wê hevdîtinê da heçku îroya rojavaya Kurdistanê dîtibû û wisa digot: "Rûsya dixwaze danûstandin di navbeyna Partîya Yêkîtîya Demokratîk (PYD) û rayedarên Şamê da bimîne, ji bo ku her du alî li hev bikin û bigihin biryarekê."
Kak Hemîd Derwêş bi xwe jî gelek însîyatîv werdigirtin, bi hukûmeta Şamê ra danûstandin dikirin ku hukûmeta Şamê hazirî çareserîyê be. Li milê dî jî daku Kurd di nav xwe da yêk pozisyon bin dixebitî. Ji bê plan û programîya hukûmeta Şamê gazindeker bû: "Heya niha hikûmeta Sûrîyeyê tu nêrîn û projeyek ji bo çareserkirina pirsa Kurdî nîne” digot.
Di pirsa têkilîyên hukûmeta Şamê da giringî dida pozisyona Rûsyayê jî û wisa digot: "Ez bawer nakin Rûs bibin asteng û bikevin navbera Sûriye û PYDê û nehêlin ku bigihin encamekê. Rûs dixwazin li Sûrîyeyê ew kar bigihe encamê û ji bo vê yêkê ez dibêjim dê bixwaze ku hikûmet û PYD jî bigihin têgihiştineke hevpar."
Tewsîye li hukûmeta Şamê jî dikirin: "Divêt Şam danûstandinê bi Kurdan ra bike û tiştek li ber çavê wan hebe, yanî bibêje em daxwazên Kurda heq dibînin û em vî heqî dibînin ku bigihe milletê Kurd. Ez nabêjim hêvîya min tune ye, lê heya niha tu proje di destê wan de nînin. Sibehî projeyeke wan çêbibe û bi Kurda ra bidin û bistînin, heqê Kurda nas bikin, pêşîya her Kurdî em dê bi wan ra bidin û bistînin, em bi tu awayî xwe nadin paş.” (http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/1504201922)
Di êrişa dewleta Tirkîyeyê ya li ser rojavaya Kurdistanê da jî bu xurtî dij rawesta û got: "Em vê dagîrîyê red dikin, mehkûm dikin û bi tu awayî qebûl nakin ku demografîya Kurdistanê xirab bikin û bîyanîyan bînin li Kurdistanê bi cih bikin..."
Kak Hemîd, di pirsa rojavaya Kurdistanê ya bi giştî da li polîtîkaya PYDê jî rexne dikirin û digot ku divêt rêvebirîya rojavaya Kurdistanê di destê yêk partîyê da nebe. Kak Hemîd Derwêş, hewil dida ku di navbeyna hêza desthilatê anku PYD û opozisyonê anku partîya xwe (PDPKS) û ENKSê tifaqeke fireh li ser berjewendîyên neteweyî çêbe û hemû bi hev ra rojavaya Kurdistanê bi rê ve bibin ku aştî û aramîya navxweyî pêkbêt.
Kak Hemîd Derwêş polîtîkerekî bi tecrube bû û heta bêhna xwe ya dawîyê jî rola xwe ya rênîşaner domand.
Kak Hemîd Derwêş ji bo yêkîtîya mezin ya Kurdan ya seranserê Kurdistanê jî xebateke xurt dikir. Bi vê munasebetê em 1983ê li Şamê bi hev ra beşdarî kombûna çarqolî ya Kurdistanê bûn ku ji YNKê Dr. Fuad Masûm û herweha Sekreterê Partîya Komunîst ya Iraqê Ezîz Muhemed û endamê Polîtburoya Partîya Komunist ya Sûrîyeyê Ebû Cengo jî hazir bûn. (Dr. Qasimlo û partîya xwe jî di nav vî karî da bûn lê nikarîbûn di kombûnê da amade bibin.)
Cihê wî tijî nabe. Xelkê Kurdistanê dê hardaîm wî bi dilgermî bi bîr bîne û çu cara wî ji bîr nake.
Silav, rêz û hezkirina herî mezin bo wî be. Ew dê di esmanê sîrsahî yê Kurdistanê da wekî stêrkeke geş daîm bibiriqe.

ROJAN HAZIM
24 Çirîya Pêşîn (October) 2019

Not I.:
Kak Hemîd Derwêş, di pirtûka bîrhatinên xwe da li ser xwe wisa dibêje:
"Di sala 1935an da, li gundekî bi navê Qeremanî yê ser bi navçeya Dirbêsîyê li bakura Istanê Hesiça (Hesekê) ez hatim dinyayê... Gundê me dikeve alîyê başûr û rojavaya Dirbêsîyê û 600 (şeş sed) metre dûrî rêya hesin e ku di navbeyna Sûrîye û Tirkîyeyê da derbaz dibe. Ez ji malbata Hecî Derwêş im, ku li Qeremanê cihwar in. Malbata me bi navê Hecî Derwêş hatîye nas kirin û ji êla Azîzan in..." (Tevgera Kurdî Li Sûrîyeya Di Bin Ronîyê da - Ebdul Hemîd Derwêş - Weşanên Deng - 2011 - r. 13)

Not II.:
Hemîd Derwêş, rojek piştî mirina xwe anku 25 Çirîya Pêşîn 2019ê li gundê xwe Qeremanîya Dirbêsîyê, bi merasimeke mezin ku hemû hêzên neteweyî û xelkê navçeyê beşdar bûn hate veşartin û teslîmî axa wî hate kirin.

mandag den 21. oktober 2019

Di mijara yêkîtîya Kurdan da formûlên koalisyonel û pêdivîya SENATOyê - ROJAN HAZIM

Wekî hercar di serî da em mecbûr in bêjin mixabin ev mijare, ev babete, ev mewzûye anku "yêkîtî", "yêkbûn", "tifaq" axir her çi navî lê bikin, herdaîm di serê rojeva Kurdan da bûye. Eve rast e û divêt jî wisa be. Ji xwe gava ji vê mijara jîyanî tête behs kirin hema yêkser şîreta Ehmedê Xanî tête bîrînan û "Xanî jî wisa gotibû" tête gotin... Ku Xanî bi vê gotina xwe ya bihadar "Ger dê hebûya me ittifaqek" li ser pirsa tifaqa Kurdan destnîşanîyeke giring û jîyanî kiribû ji bo timamî Kurdan û heyf ku ew daxwaz îro jî pêknehatîye...

Kurd di vê mijarê da, digel xwe di nav paradokseke hind kûr da ne ku îzaha wê mumkun nîne!. Serê axivtina wan, binê axivtina wan pîrozîya yêkîtîyê ye. Pirsa yêkîtîyê adeta kirine fetîş. Lê belê, gava dor hate pratîkê, bi timamî ji gotinên xwe varê dibin û meqamekî dî lêdidin. Anku di vê meseleyê da fikra wan û zîkrê wan hev nagire. Anjî bi gotineke dî, gotin û kiryara wan bi kîlometreyan ji hev dûr e di vê pirsê da...

Bes bi her hal, welew ku di pratîkê da nekin jî ji alîyê teorîk ve giringîya wê dibêjin. Helbet eve jî tiştekî baş e, lê têra nake ku eve serê sedan salan e pêknayê...

Axir, digel hemû qusûr û kêm û kasîyên Kurdan bi giştî heqîqet ew e ku di timamî kom û kombûnên xwe da behsê yêkîtîyê anjî tifaqa navxweyi dikin.

Hetta carina hindek gavên pratîk jî diavêjin, organîzasyonan ava dikin... Belêm dîsa ve xwe bi xwe wan organîzasyona vala derdêxin û dîsa ve behsê yêkîtîyê dubare dikineve...

Heta nihe bi vê armancê gelek organîzasyon hatine ava kirin, lê yêk ji wan jî negihiştîye wê firehî û mezinahîya ku tête xwastin.

Lê hewildan didomin...

Di pirsa tifaqa navxweyî da organîzasyonên wekî "parlemento", "meclis" anjî "kongre" gavên stratejîk in û divêt bi vê ehemmîyetê li ser bête sekinîn.

Ji bo pêkînana tifaqa mezin ya navxweyî ji serî were li ser modelên "meclis an parlemento" û "kongre"yê tête rawestan...

Ev herdu model jî hatin ceribandin. "Meclis" anjî "Parlemento" neçû serî. Paşê "Kongre" hate ava kirin. Di halê hazir da "Kongre"yek [KNK-Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê] heye, lê mixabin digel hemû hewildanên nîyetqenc dîsa ve negihişte wê armanca ku dihate xiyal kirin û teng ma û hetta herî dawîyê jî kete nav çarçoveyeke preferîk...

Di pêknehatina yêkîtîya stratejîk da gelek sebeb, asteng, kêm û kasî û xeletî hene. Di vê nivîsa kurt da em bi detay behsê wan nakin ku esasen hem xelkê sade hem jî rêvebirên piralî yên civata Kurdî dizanin...

Vê carê me dil heye li ser giringîya formûlên dî bisekinin ku ew jî divêt metodîk be. Di pêkînana yêkîtîyên mezin da metod, formûl giring in. Heke ji bo armanca mezin ya stratejîk bi metodekî xelet dest pê bikin, ew gav hêj di serî da lawaz dibe û tûşî sedan arêşê û keleman dibe.

Li vê derê em parantêzekê vekin: Di nav Kurdan da li ser pirsa formê organîzasyona tifaqî gelek konservatîv tête hizirîn. Di yêk formî da tête israr kirin û form û rengên dî têne paşguh kirin. Hal ew e ku organîzasyon bi serê xwe ne pîroz in, ne armanc in, alet in, wesîle ne û heke modelek neçû serî divêt li modelekî dî bête geryan.

Nihe edî em dikarin bêne ser mijara xwe ya esasî. Di pirsa yêkîtîyê da du tişt ji hev cuda jî bin esasen pêkve jî girêdayîne û hevdu timam dikin, lê ji alîyê têgihiştinê ve divêt bêne zelal kirin.

Yêk platforma mezin ya serê pîramîdê organîzasyona dewletîyê ye û ya duyê jî mekanîzmaya rêvebirinê ya pratîk e.

Hindî meclis, parlemento anjî kongre ne, ew platformên gotûbêj, şêwir, tesbîtkirin û danana rêz û rêzik û qanûnan e. Organên rêvebirîya karûbar jî wekî hukûmet anjî kabîneya wezîran tête zanîn ku ev mekanîzma rêvebirina karûbarên giştî yên civatê û welatî ne û xweşkirina jîyana xelkê ye, pêkînana huzûr, ewlehî û asayişa welatî bi giştî ye. Di vê çarçoveyê da ji baskê ekonomîyê heta perwerde, dad, saxî, kar û kultur û bi giştî jîyana sosyal têne plan kirin û rêvebirin. Anku organa rêvebirinê mekanîzmayeke pratîkal e. Meclis, parlemento û kongre zemînên stratejîk in û plandaner in, qanûndaner in û avakerên polîtîkaya stratejîk in anku platformên şêwra mezin û aqilê muşterek in.

Di meclis, parlemento anjî kongreyan da hemû çîn û navçîn, baskên civatê û pêkhateyên etnîk, sosyal û kulturî li goreyî temsîlîyeta demokratîk bi nûnerên xwe di van zemînan da temsîl dibin.

Mekanîzmayên rêvebirinên pratîkal jî li goreyî rewşa tête jîyan, li goreyî konjonktura heyî û herweha li goreyî prosesa bi giştî ya sosyopolîtîk, sosyokulturel û sosyoekonomîk ji teref dînamîkên neteweyî û niştimanî ve ji kesên di warê xwe da bispor tête teşkîl kirin. Temsîlîyeta dînamîkan ya di vê organê da hem li goreyî hewcehîyê hem jî li goreyî temsîlîyeta demokratîk ya di nav civatê da têne tesbît kirin. Di dinyaya modern da navê vê pêkhatinê koalisyon e. Esasen di demên berê da jî ev tarz mesûlîyet wergirtinên polîtîk ji alîyê terefên piralî ve hatîye kirin ku di dîroka polîtîk û civakî ya Kurdan da jî eve hatîye dîtin.

Di pirsa wergirtina berpirsiyarîya rêvebirina karûbarên bi giştî yên welatî da baştirîn, maqûltirîn û moderntirîn formûl "koalisyon" e. Îro di dinyaya modern û pêşkevtî da hem tifaq hem jî problemênên heyî bi rêyên koalisyonel têne çareser kirin. Çiku koalisyonel fikirîn û koalisyonel hereket kirin li ser bingehê şêwrê û bi mesûlîyeta hevrayî dibe.

Di dîroka kevin ya Kurdan da, di navbeyna eşîran da, di navbeyna Mîrekîyan da daîm tifaqên bi modelên koalisyonel, herçend nav ew nebe jî, hatine çêkirin. Beramberî neyarên xwe jî, eşîr anjî Mîrekîyan digel eşîrên dora xwe tifaqên koalisyonel çêkirine û bi vî rengî xwe ji pirsgirêkan xilas kirine.

Di koalisyonan da biçûk mezin teref li ser xalên hevpişk hevdu digirin û li goreyî wê peymanê hereket dikin û karûbarên xwe bi rê ve dibin. Di koalisyona da şêwir esas e. Şêwir jî rê li ber yêkrevîyê, ferdîyetkerîyê digire û terefan mecbûrî hev dike ku ew jî rê li ber tifaqdarîyê û kolektîvîteyê xweş dike.

Di koalisyonan da hêza mezin nikare xwe li ser tifaqdarê biçûk ferz bike û teref mecbûr dibin li goreyî xalên hevpişk gavan diavêjin û eve jî dibe sebebê hindê ku hemû pêkve qazanc dikin anjî heke rastî kadastrofekê hatin bi hev ra jî berze dikin ku li vê derê giring ew e ku bar be, qazanc be, serkevtin an binkevtin be, bi hev ra tête rakirin, bi hev ra barê encamê tête hilgirtin. Koalisyon zemînekî demokratîk e û divêt Kurd û Kurdistanî li ser vî esasî tifaqê çêkin û mesûlîyeta rêvebirina welatî bi hev ra hilgirine ser milên xwe û bi hev ra destên xwe danine binê berî ku bikarin bi hev ra xwe ji timamî zor û zehmetîyan û probleman rizgar bikin. Li milê dî pêkve karkirinên koalisyonel kultura bi hev ra xebatê jî geş dike, pêşve dibe û zemînê demokrasîyê jî saxlem dike.

Di roja îro da tiştê ku di nav Kurdan da nayê kirin ev e. Ji ber ku Kurd pêkve beramberî hev, xwe ferz kirinê esas digirin anku beramberî hev monopolîst in, qudret teleb in. Biçûk mezin qet ferq nake, hemû organîzasyonên Kurd xwe li ser hevdu ferz dikin. Lê nagerin ku bi diyalogê li ser xalên hevpişk gotûbêjê bikin û bi hev ra, bi şêwra piralî, bi aqilê muşterek pirs û pirsgirêkên xwe çareser bikin û xwe ji qeza û belayan xilas bikin. Organîzasyonên mezin, naxwazin çu organîzasyonan bikine şirîkên desthilata xwe ya welatî û bi israr dixwazin bi serê xwe hukum bikin ku eve gelek xelet e û vê zihnîyetê heta nihe bi Kurdan daye berze kirin.

Di doza Kurd û Kurdistanê da heqê çu kesê, çu hêzê nîne ku tinê xwe bifikire û xwe li ser yên dî ferz bike. Doza Kurd û Kurdistanê ji herkesê û ji her organîzasyonê mezintir e û doza kesê nîne, doza xelkekê, neteweyêkê ye, dozeke hevpar e. Lewma jî divêt bi qeweta hevrayî bête çareser kirin. Barekî giran e û barê hemû welatîyan e û divêt hemû welatî û berpirsiyarên her baskên civatê xwudan mesûlîyet bin û hewil bidin ku bi hev ra li çareserîyê bigerin û dîsa bi hêza hevrayî probleman çareser bikin û rêvebirina welatî jî digel hev bikin. Di prosesên wisa hevrayî da dibe ku terefek mezintir be, ji yên dî zêdetir şerî bike, bedelên girantir bide, zor û zehmetîyên mezintir bikêşe. Eve imtiyazê nade çu kesê. Kar karê neteweyî û welatî ye û herkes û her teref ji bo miletê xwe fedakarîyê dikin û eve minetdarî nîne. Heqê çu kesê an çu terefî nîne ku bêje ez mezin im, min bedel da û deshilat jî dê di destê min bi tinê da be. Kurdistan milkê çu kes û organizasyonan nîne. Karên têkoşîna rizgarî û azadîya welat û xelkî karên xwebexşî ne û bedelê vê fedakarîyê rûniştina yêkalî ya ser textê desthilatê nîne.

Heta nihe Kurdan eve kir û di dawîya vê zihnîyeta xelet da, hem wan bi xwe berze kir, hem jî bi xelkê û welatî dane berze kirin. Êdî bese û divêt rê li ber vê zihnîyet û pratîka tengbîn û xweperest bête girtin. Her kê xizmeta miletê xwe kiribe mala wan ava be, lê eve xizmeteke bêminet e.

Ji ber vê zihnîyeta monopolîst, bihêlin bûyerên di dîrokê da bi serê xelkê me hatî, hema yên van çend salên dawîyê bi serê xelkê me hatî jî, ji ber vê zihnîyet û pratîka seqet bû. Lewma bûyerên 2014ê, 2015ê, 2016ê, 2017ê, yên 2018ê û va ye bûyerên 2019ê bi serê me tên. Xelk bedelekî giran dide. Lê belê, organîzasyonên ku dibine sebebê vê şkestinê ne lêborînê dixwazin, nejî kêm û kasî û qusûrên xwe qebûl dikin û herweha ji xeletîyên xwe dersê jî wernagirin û dubare dikin û hercar jî şkest li dûv şkestê dibînin.

Piştî hinde bûyer û qewimînan, piştî hinde şkest û têkçûnan, piştî hinde xeletî û şaşîyan, piştî hinde binketinan êdî divêt organîzasyonên Kurd kumê xwe danine ber xwe û bihizirin û hetta kûr bihizirin ku ka çi kirin, li kî derê xeletî kirin, boçi hinde bela bi serê wan tên û xelkê Kurd û hemû Kurdistanî bedelên hinde mezin û giran didin ku di dawîyê da mirin heye, koç kirin heye, mişextbûn heye, terka axa bab û bapîran û dayîk û dapîran heye.

Heqîqet divêt êdî bese bête gotin.

Divêt xelkê me bêje organizasyonên polîtîk ku li ser navê wan siyasetê dikin, bese van xeletîyan dubare nekin.

Ronakbîrên Kurd û Kurdistanê divêt bêjin êdî bese ku hinde xeletî li dûv xeletîyan neyêne kirin.

Organîzasyon bi xwe jî di nav xwe da divêt gotûbêjê bikin, riberizê bikin hetta beramberî xeletîyan lêpirsînê bikin û li rêyên rast û durust bigerin ku bikarin hem xwe, hem jî xelk û welatê xwe ji van şaşîyan dûr bigirin û xilas bikin.

Di roja îro da divêt formûlên çareserîyê bêne axivtin û li ser pêşniyarên konkret û rasyonel bête hizirîn û bêne pratîze kirin.

Bo numûne divêt li ser van formûlan bête hizirîn û axivtin:

1.      Meclis, parlemento an kongre

2.      Senato (Senat)

3.      Koalisyonên neteweyî û niştimanî

 

Kongre

Kongreyeke neteweyî û niştimanî pêdivî ye ku temsîlîyeta hemû Kurd û Kurdistanîyan bîne cih. Di vê kongreya neteweyî û niştimanî da divêt temsîlîyeteke demokratîk bête pêkînan ku hem hemû baskên civatê, hem jî pêkhateyên etnîk tê da bêne temsîl kirin. Kongre divêt ji nûnerên çar parçeyên Kurdistanê û hemû meydanên dîasporayê ve bête pêkînan.

Di parçeyên Kurdistanê da jî divêt girêdayî kongreya mezin, kongreyên parçeyî bêne ava kirin û bi terkîbên demokratîk yên hemû civatê bêne teşkîl kirin.

Kongre divêt preferîk nebin û hemû dînamîkên neteweyî û welatî tê da bêne temsîl kirin û rêvebirî jî divêt demokratîk, kolektîv û rotasyonel bin.

 

Senato

Li vê derê divêt li ser organîzebûneke nû jî bihizirin ku ew jî Senato ye. Kurdistanê êdî gelek bi giringî û lezînen pêdivî bi senatoyekê jî heye. Tradisyona senatoyê diçe heta demên gelek dûr yên Berî Îsa (BÎ)... Li sedsala 8an, li dewrê Romayê hebû. Manaya wê jî ji xwe di Italî da (Senato) "Meclisa Rihspîyan" anku "Meclisa Pîran", "Meclisa Jîmezinan" e.

Bi Latînî Senatus e ku li gelek welatan ev organ heye û gelek faydedar e ku li hindek welatan di pîramîdê rêvebirina universîteyan da jî heye.

Gava behsê dîroka kevin û organîzebûnên sosyopolîtîk û sosyokulturel tête kirin, bivê nevê dîroka Sumerîyan jî tête bîr ku heq e. Sumerîyan ji bilî gelek keşfên mezin, wekî nivîs û gelekên dî, herwisa edetê şewirê jî bi rengekî organîze pêkînane û fonksiyonel dayîne dest pê kirin. Wan bi organîzebûna pîr û bisporên ciwan û nîv sere, du meclis ava kirine. Anku Sumerîyan "Meclisa Rihspîya" û "Meclisa Rûspî"ya hebûye. Wan bi giştî navê "Meclisa Hevwelatîyan" lê kirîye. Ew du meclis wisa organîze kirine:

1. Meclisa zelamên jîmezin anku Meclisa Rihspîya. Ev meclise ya sereke bûye.

2. Meclisa Rûspîya (melûme hemû jî zelam bûne). Anku meclisa, biçûk mezin, kesên di nav civatê da xwudan qedir û qîmet û bi siyanet. Jîyê wan ciwan jî dibû, nîv sere jî. Ev meclise jî ya derece dûyê bûye.

Di hemû baskên jîyanê da fonksiyonel jî bûne ev organe. Kral û Şahên wî demî ku xwe wekî Xwudê bi nav dikirin, bi van organa şêwir dikirin û îdareya şehir-dewleta xwe, ya welatê xwe bi rêve dibirin. Bi taybetî Meclisa Rihspîya wezîfeya dadgeha xelkî jî bi cih tîna...

Digel vê rastîya dîrokî ya Sumerîya, herwisa di nav pêşîyên Kurdan da jî ev meclis hebûne ku nihe jî di nav civata Kurd da, di nav jîyana êl-eşîrî da, bi navê "Civata Rihspî û Rûspîya" ev organ heye û fonksiyonel e û hem rola aştîyê hem jî ya dadgehê pêktînin.

Bes gava em îro behsê pêdivîya SENATOyê dikin helbet divêt li goreyî şert û mercên pêşkevtina sosyopolîtîk, sosyoekonomîk û sosyokulturel ya îro tête jîyan be. Li dewrê berê, zihnîyet û pratîka mêrşahî hebû û di mal da be, li derve be, desthilat di destê zelaman (mêr) da bû. Di nav Sumerîyan da Xwudêyên mêr jî, ji Xwudêyên jin bi desthilatdartir bûn.

Di nav civata Kurdan da, berê jî, mixabin îro jî zihnîyet û emel eynî ye. Herçend di van salên dawîyê da hişyardarîyeke pêşkevtî pêkhatibe jî di nav civatê da, hêj jî desthilata zelamî (ya mêrî) anku mêrşahî domînant e li nav hemû baskên jîyanê di civata Kurda da. Lê digel vê rastîyê jî SENATOyeke nû divêt li goreyî pêşkevtina di warê bîr û hizra nû ya modern ya mafdar, wekhevîdar da bête pêkînan. Îro di warê mafan da bîr û hizra wekhevîdar ya di navbeyna cinsîyetan da her diçe pêşve diçe û jin wekî nîvîya civatê roleke pêşeng dileyizin di prosesa wergirtina mafên xwe da ku zelamên (mêr) adil, wijdanî û ehlaqî difikirin jî destekê didene vê bizava mafxwaz ya jinan.

Di vê derê da termînolojî jî giring e ku divêt bête zelal kirin. Li goreyî dewrê berê yê bi zihnîyeta mêrşahîyê gotina "Rihspî" dihate bi kar înan û terkîb jî hemû xwudan rih bûn anku zelam bûn helbet. Belêm îro ev terme temsîla pêşkevtina îro ya civatê nake û divêt termekî dî bête bi kar înan ku temsîla terkîba jin û zelamî bike. Ew jî an divêt "Serspî" be anjî "Porspî" be. Gotina "Serspî" îro di gelek waran da tête bi kar înan. Ji bo, jin û mêr ferq nake, mirovên jîmezin "serspî" tête gotin. Li goreyî vê defînasyonê ji bo mêr-jin hemû jîmezinan "Serspî" û bo civata wan jî "Civata Serspîya" bête gotin hingê terkîba cinsîyetî timam dibe. Gotina "Rûspî" cuda ye. Di terkîba "Rûspî"da cinsîyet xuya nake, ciwan jî, nîv sere jî dikarin tê da bin. Herçend di dewrê berê da ev "Civata Rûspîya" jî ji zelaman (mêr) dihate pêkînan jî, lê bi manaya xwe ya cinsîyetî ve notral e û bo herdu cinsan dikare bête bi kar înan. Li goreyî vê îzahatê, "Civata Serspîyan" û "Civata Rûspîyan" dikarin bi hev ra organê SENATOyê pêkbînin ku esas hewcehî ev e. Ji xwe heke navê SENATOyê hate bi kar înan pirsa termînolojîk jî çareser dibe û herdu cins anku mêr û jin dikarin li ser bingehê wekhevîyê di SENATOyê da cihê xwe bigirin.

Di nav hinde pirs û pirsgirêkên piralî yên civata Kurdî da, li seranserê Kurdistanê û li parçeyên Kurdistanê hewcehî bi SENATOyan heye ku di rûdana pirsgirêkan da bibe hevkar, bibe rênîşaner û bi rengekî adilane, wijdanane û ehlaqane probleman bide çareser kirin û bibe zemanet anku garantor. SENATO divêt ji mirovên di nav civatê da sengek heyî, xwudan tecrube û bi pratîka xwe bi wijdan, adil û bi ehlaq bin û ya herî giring terefdarên rijît, sekter û milîtan yên organîzasyonan nebin, tam bereks terefdar jî bin, bes mirovên diyalogê, tifaqê û pêkînanê bin.

Gava em berê xwe didene rewşa îro ya Kurdistanê, belavîya dînamîkên neteweyi û niştimanî û herwisa xir û cir û vekêşkana pûç û stewr ya hêzên polîtîk û rûdana arêşeyên piralî di navbeyna dînamîkên neteweyî û niştimanî da û herweha di nav civatê da, heqîqet hewcehîyeke jîyanî bi SENATOyê heye û divêt ev erke bête bi cih înan ku di xêra Kurd û Kurdistanê da ye. SENATO anjî SENAT wekî "Civata Serspî û Rûspîyan" dikare di meydana polîtîk ya Kurdistanê da ku îro gelek agresîv e, roleke xêrê bileyize û rê li ber gelek tiştên baş û pozîtîv veke û gelek alozî û arêşeyan çareser bike. Sê bihayên esasî di bizava polîtîk ya Kurdistanê da, mixabin heke em nemane nebêjin jî, lê lawaz bûne; wijdan, edalet û ehlaq (bi manaya normên etîk) gelek micid kêm bûne û bê tesîr bûne. Nepotîzma civakî û polîtîk û genîdelîya malî ya li Kurdistanê bi giştî ev sê xalên jîyanî adeta di nav beraşên xwe da hêrane û bê qîmet kirine. Lewma SENATOyeke ji kesên bi van sê norman ve mucehhez dikare roleke mezin ya çêker bileyize di nav civata Kurdistanê û cîhana polîtîk û îdarî ya Kurdistanê da.

 

Giringî û pêdivîya koalisyonê

Hindî rêvebirina polîtîk, aborî û bi giştî sosyopolîtîk, sosyokulturel, sosyoekonomîk û îdarî ya Kurdistanê ye, ew jî divêt bi rêvebirî û hukûmetên koalisyonel bête kirin. Kurd û Kurdistanî li dawîya sedsala bîstan da bûne xwudan firset û di serê sedsala bist û yêkan da jî bûne xwudan statuyên konjonkturel. Ew jî tinê li du parçeyan pêkhat: Li Başûr û paşê jî li Rojavaya Kurdistanê. Başûr bi hevkarîya dînamîkên derve yên navneteweyî di nav Iraqa Federal da bû xwudan statu û di asta cîhanî da jî fermîyetek wergirt. Lê hêj jî gelek bajêrên Kurdistanê neketine nav cografyaya rêvebirîya xweser ya Kurdistanê û gefa Bexdayê didome.

Li Rojavaya Kurdistanê "de facto" navçeyeke xweser hate pêkînan û digel pêkhateyên dî yên etnîk jî rêvebirîyek hate ava kirin. Lê belê, ji çaralî ve bi ber êrîşan ket û adeta çeng û perên wê hatin jêkirin û giran hate birîndar kirin. Ji rojavayê ve gelek bajêr (Cerablus, Ezaz û paşê jî Efrîn) ji teref dewleta Tirkîyeyê ve hatin dagîr kirin û gefa dagîrîya timamî Rojavaya Kurdistanê jî berdewam e ku di halê hazir da şerekî germ jî tête domandin dijî Rojavaya Kurdistanê ji teref dewleta Tirkîyeyê ve û hemleya dagîrîya li ser Serêkanîyê û Girê Spî jî didome ku Kobanî û navçeya Cizîrê jî kirine hedefa xwe û micid di bin tehdîtê da ne.

Di serî da Amerîka û pêkve dînamîkên derve û dinyaya demokratîk jî mixabin bêbizav man ku vê jî rê li ber êrişên Tirkîyeyê xweş kir. Gerçî herçend pozisyona wan di dagîrkerîya Tirkîyeyê ya li ser Kurdistanê da rêgir nebe jî dîsa ve nerazîbûneke xurt hate nîşan dan û hindek tedbîrên piralî wekî ambargo û ablûkayê hatin standin ku eve jî destekeke bo Kurdan.

Ev qewimînên hinde giran ji ber sebebên piralî pêkhatin. Sebeb helbet ne tinê Kurd in anjî bêtifaqîya wan e. Gelek sebeb hene, sebebên navxweyî û derveyî hemû tesîrdar in di van rûdanan da. Lê belê, em Kurd mecbûr in ku rola xwe ya negatîv bibînin û zûtirîn dem hem nisaxîya xwe teşxis bikin, hem jî gelek bi lez rêyên tedawîyê peyda bikin ku xwe ji mirandinê xilas bikin.

Gelek bi lez me hewcehî bi van tiştan heye:

Kongreyeke neteweyî û niştimanî ya seranserî.

Kongreyên parçeyên Kurdistanê.

Avakirina senatoyan.

Avakirina hukûmetên koalisyonel.

Koalisyon jî di van şertên gelek awarte da divêt koalisyonên neteweyî û niştimanî (welatî) bin û hemû dînamîkên neteweyî û niştimanî li goreyî temsîlîyeta xwe ya demokratîk tê da cih bigirin û bi hêza hevrayî Kurdistanê ji vê belaya reş, bi kêm xesarî derêxin.

Ji ber vê çendê; divêt dev ji hemaseta vala û pûç bête berdan. Divêt dev ji dubarekirina xeletîyan bête berdan. Divêt dev ji munaqeşeyên stewr bête berdan. Divêt dev ji israra monopolîzma yêk partîyetî bête berdan. Divêt destê xwe bidene hev. Bar giran e lê ne barê kesekê û partîyekê ye, yê hemû Kurdistanîyan e û divêt Kurdistanî pêk ve vî barê hevpişk bi hev ra rakin û hilgirin.

Gava em berê xwe didene sîstemê rêvebirina başûra Kurdistanê, lawaz jî be, bi terkîbeke herî fireh ya dînamîkên welatî pêknehatibe jî, koalisyonek heye û eve encameke baş e û divêt di konjonktura îro ya gelek nazik da hilkeve asta bilind ya koalisyona mezin ya neteweyî û niştimanî.

Lê mixabin di pratîka Rojavaya Kurdistanê da koalisyoneke neteweyî hêj jî pêknehatîye ku eve di navbeyna dinamîkên neteweyî da dijberîyê xurt dike û bawerîya beramberî hevdu gelek lawaz dike. Herçend koalisyoneke digel dînamîkên cuda yên pêkhateyên etnîk hebe jî eve têra nake û divêt partîya xwudan desthilat ya Rojavaya Kurdistanê anku PYD bi dînamîkên dî yên Kurd ra jî lezînen koalisyoneke neteweyî pêkbîne û mesûlîyeta rêvebirina welatî digel wan parve bike ku ya rast ev e.

Li ber vê heqîqetê divêt bi vekirî behs bikin û bêjin ku doz mezin e, giran e lê ya hemû Kurdistanîyan e.

Organîzasyonên mezin divêt êdî dev ji zihnîyet û pratîka "xwudanên dozê em in, rêvebirî divêt tinê di destê me da be" berdin. Eve ji bo bakur û rojhilata Kurdistanê jî wisa ye...

Kurdistan milkê kesê nîne. Bila herkes û her alî aqilê xwe bînine serê xwe. Doz muşterek e, rêvebirin jî divêt muşterek be û eve divêt bi aqilê yêk organîzasyonê nebe, bi aqilê muşterek be.

Dijminên Kurd û Kurdistanê, di seri da Tirkîye û Îran û xwudanên zihnîyeta kevin yên Bexdayê û Şamê hêj jî vekirî an veşartî, li dijî bizava rizgarîya Kurdistanê, bi hev ra hereket dikin, hingê Kurd û Kurdistanî jî divêt bi hev ra hereket bikin û beramberî dijmin û neyarên hevpişk bi hev ra, bi tifaqî rawestin.

Kurd û Kurdistanî di pirsa lêgerîna modelên cuda yên pêkînana tifaqî da divêt hesûfireh bin, dogmatîk û tabûîst nebin, muhafezekar nebin û modelên dî yên ku digel rewşa tête jîyan hev digirin, peyda bikin.

 

Çirîya Pêşîn (October) 2019