lørdag den 14. oktober 2023

Necmettîn Salazî koça dawîyê kir... ROJAN HAZIM

Heyfa Necmettîn...

Sed cara heyf û mixabin bo hevalê me yê hêja Necmettîn Salaz...

Wî jî zû xatir xwast...

Li Silêmanîyê [14.10.2023] li xestexaneyê koça dawîyê kir.

Eve demekî dirêj bû î nisax bû...

Bajêrê wî, mirarîya Kurdistanê şehrê delal û spehî  Wan bi xem e nihe...

Heval û hevrêtîyeke ji salên 1970yî heta îro...

Gelek bi xem im bo Necmettîn...

Têkoşerekî berketî yê doza Kurd û Kurdistanê bû...

Nivîskar û rojnamevanekî jîr û berdêr bû...

Herî dawîyê, Çirîya Pêşîn [oktober] ya 2021ê me seredanîya wî kiribû li Silêmanîyê...

Serê mala wî, dost û hevalên wî û xelkê Kurd sax be...

Çi bêjin...

Em piştî her koça dawîyê ya nas, dost, heval, hevrê û xuyanîyan dibêjin, ew jî çû ber perê esmanê Kurdistanê û bû stêrkeke geş ku heta hetayê bo hezkirîyên xwe bibiriqe...

Belê, bo Necmettînê hêja jî em her wê dibêjin...

Heqîqet ew stêrkeke geş bû û dê li esmanê Wana delal herdaîm bibiriqe...

Em te ji bîr nakin Necmettîn...

Bibe bereketa axa pîroz ya Kurdistanê...

Hizar silav li te bin Necmettîn...

RH


Not I.:

Necmettîn Salaz ji bo Wana wî hate rêkirin.

Li Silêmanîyê merasimeke rêzgirî hate pêkînan. [16. 10. 2023, Seet 10.00]

Heval û dostên wî beşdar bûn.

Bira, xwûşk û lêzimên wî jî amade bûn.

Axivtin hatin kirin, mesaj hatin xwandin.

Di perdeya sahneya salonê da [li sînemaya Salim] resmê Necmettîn hebû.

Ew resim min li seredanîya 25ê Çirîya Pêşîn [Oktober] ya 2021ê, seet 16.33ê li Cafeya Nalî kêşabû. Em bi hev ra bûn. Min kêşa û demildest rêkire ser telefona wî.

Li jêr çend resmên dî yên di wê hevdîtinê da hatine kêşan didim.

Necmettîn dê li Wanê bête veşartin.

Dê Necmettînî bispêrine axa şehrê wî Wanê ku li ber dilê wî gelek ezîz bû.

RH


                                                                            

Not II.:

Necmettin Salaz, li şehrê xwe li Wanê hate veşartin.

Wanîyan Necmettîn bi tinê nehêlan. Ji bilî mal, lêzim û kesûkarên wî, hevalên wî, dostên wî û xelkê Wanê beşdarî merasima spartina axê bûn. Necmettîn li goristana Akköprüya Tuşbayê hate veşartin. [18.10.2023]