lørdag den 24. april 2021

Jenosîda 1915ê û hemleya Joe Biden - ROJAN HAZIM

Jenosîda Ermenîya ya 1915ê
Li bîra me ye
 

Jenosîda ku Osmanîyan û Tirkan li ser Ermenîyan kirî, ji teref Amerîkayê [USA] ve wekî "Jenosîd" hate bi nav kirin...

Joe Biden, Serokkomarê Amerîkayê [USA] di salvegera 106ê ya jenosîda 1915ê ya li ser Ermenîyan hatîye kirin da, nihayet "Jenosîd" got û vê hemleya wî ya mirovî û dadyar bo wî sempatîyeke mezin îna...

Heta nihe serokkomarên Amerîkayê berî hilbijartinan soz didane xelkê Ermenî ku dê "Jenosîd" bêjin, bes gava dihatine ser kar, ew soza xwe ji bîr dikirin û gotina ku dewleta Tirkîyeyê aciz neke, anku gotina "felaketa mezin" bi kar tînan...

Vê carê, di 24ê Nîsana îsal da [2021], Biden ew siyaseta edetî ya Amerîkayê terk kir û got "Jenosîd"...

Beyanateke direng mayîye... Lê belê, giring e û bihadar e.

Biden bi vê gavê ve navê xwe jî mezin kir. Rûyê wî spî...

Bi direngî jî be, daxwaza xelkê Ermenî ya heq û dadyar hate bi cih înan.

Bi vê beyanatê ve piçek jî be kula dilê wan hate kewandin...

Dilê xelkên dinyayê digel xelkê Ermenî ye...

Joe Biden bi vê beyanata xwe ya rast ve ji bo hemû mirovahîyê heq teslîmîyek jî kir...

Ya zalim û bêdadan divêt bo wan nemîne...

Reaksiyona dewleta Tirkîyeyê ya bi hemû baskên xwe ve, wekî hercar e, reftara qedîm e û êdî çu qîmetê wê jî nîne...

Rengê vê pozisyona dewleta Tirkîyeyê ji xwe teyîda zihnîyeta wan ya jenosîdkar e...

Zihnîyet û pratîka wan herdaîm li ser asîmîlasyon û jenosîdê ava bûye...

Îro jî vê dikin. Anku zikrê wan jî emelê wan jî herwekî berê ye û asîmîlasyonîst e, jenosîdkar e...

Duhî li xelkê Ermenî kirin, îro jî li xelkê Kurd û kêmanîyên dî dikin...

Lewma, di roja îro da, di vê konjonkturê da, ev beyanata Joe Biden şayanî teqdîr e...

Û dijî hemû propagandayên negatîv û manîpîlasyonên dewleta Tirkîyeyê divêt bête destek kirin..

Biden di beyanata xwe da herwisa daku dîrok [hûn siyaseta jenosîdal têbigihin] dubare nebe jî destnîşanîyê dike ku ji vî alî ve jî beyanata wî gelek balkêş e...

Belêm mixabin dîroka dewleta Tirkîyeyê ya jenosîdkar bi rengekî nû dubare bûye û di halê hazir da ji xwe li ser xelkê Kurd jenosîdê tetbîq dike dewleta Tirkîyeyê...

Hêvî dikin hukûmeta Joe Biden firsetê nede van siyasetên dijî mirovî yên dewleta Tirkîyeyê û kiryarên wan yên mehûker yên li ser xelkê Kurd û kêmanîyên dî jî wekî jenosîd bi nav bike û dij raweste...

Jenosîda li xelkê Ermenî hatîye kirin mehkûm e û bi vê beyanata Biden jî careke dî mehkûm bûye!..

Jenosîdkar bila serşor û rûreş bin!

 

24 Nîsan 2021

RH

 

Not:

Beyanata Joe Biden: