mandag den 19. august 2019

Bi desteserkirina şehridarîyên Amed, Wan û Mardînê, hukûmeta Erdoganî li ser îradeya xelkê Kurdistanê derbe kir


Hukûmeta Teyîb Erdoganî, îro 19ê Tebaxê (2019) li ser şehridarîyên bajêrên mezin yên Amed, Wan û Mardînê anku li ser îradeya xelkê Kurdistanê derbe kir û dîsa ve qeyûmên xwe wezîfedar kirin. Ev reftara hukûmeta AKPê, ev biryara wezîrê karê navxweyî, ev siyaseta êrişkar ya Erdoganî nîşana kîn û nefreteke qedîm ya dewleta Tirk ya beramberî Kurd û Kurdistanê nîşan dide.
Şehridarîyên Kurdistanê 2016ê jî bi biryara hukûmeta Erdoganî hatibûn desteser kirin û qeyûm hatibûn wezîfedar kirin. Lê belê, xelkê Kurdistanê di hilbijartinên 31ê Adara îsal (2019) da bi dengên bilind şehridarên xwe hilbijartin û dawî li talana qeyûman îna. Di midehê sê salan da qeyûmên hukûmeta Erdoganî şehridarîyên Kurdistanê talan kiribûn, mal û hebûna xelkê Kurdistanê li zewq û sefaya xwe xerc kiribûn. Xelkê Kurdistanê di hilbijartinên 31ê Adarê da dawî li vê zulma hukûmeta Erdoganî îna û careke dî şehridarî kirine cihên xizmeta xelkê. Erdoganî tehemul bi vê şkesta xwe ya mezin nekir û careke dî dest dana ser şehridarîyên Kurdistanê.
Esasen hukûmeta Erdoganî eve demekî dirêj e ku ji hemû alîyan ve êrişeke xedar û bê tixûb tîne ser Kurdistanê. Ji hewayî û reşahî bombebarandineke bê hed û hisab dike li ser Kurdistanê. Erdogan û Bahçelî ev êrişkarîya xwe bi bakura Kurdistanê ve nehêlayîne, nihe dixwazin rojavaya Kurdistanê bi giştî dagîr bikin û dest danin ser îradeya rojavaya Kurdistanê jî. Hetta heke ji wan bêt hewil didin ku dest danine ser îradeya başûra Kurdistanê jî. Ji ber hindê Kurd pêkve divêt vê tehlîkeya hukûmeta Erdogan û Bahçelî bibînin û bi hev ra rê li ber bigirin.
Ev kiryarên hukûmeta Erdoganî bi çu rengî nayên qebûl kirin. Erdoganî digel şirîkê xwe Bahçelî adeta sefera mehûkirina Kurd û Kurdistanê dayîne dest pê kirin. Her cihê ku Kurd xwe bidene temsîl kirin dibine hedefa hukûmeta Erdoganî. Wezîrê karê navxweyî yê Erdoganî, Silêmanê Bêesil bûye lolebkêşê koalisyona Erdogan û Bahçelî û dixwaze bêhnê li Kurdan çik bike. Ev êrişkarîya wan ya dawîyê ya li ser Şehridarîyên Amed, Wan û Mardînê derbekî mezin e li ser îradeya xelkê Kurdistanê û ji vê polîtîkaya wan xuya ye ku dê vê pratîka xwe ya antî demokratîk bidomînin.
Ev kiryara wan tinê êrişa li ser îradeya xelkê Kurdistanê nîne, herwisa gefeke xurt e li ser bizava demokrasîyê li Tirkîyeyê jî. Lewma hemû demokrasîxwazên Tirkîyeyê divêt beramberî vê zulma Erdogan û Bahçelî mil bi milê xelkê Kurdistanê nerazîbûna xwe nîşan bidin û dijî vê êrişa faşîzan bi hev ra rawestin.
Em wekî KNK bangî dewleta Tirkîyeyê dikin ku ev siyaseta wan bi agir leyistine û zûtirîn dem dev ji vê dijminahîya xelkê Kurd berdin û rêzê li îradeya xelkê Kurdistanê bigirin û rê bidene xebata şehridarên Amed, Wan û Mardînê.
Erdogan, Bahçelî û Silêmanê Bêesil bila bizanin ku qeyûmên wan eslen qebûl nînin û şehridarên meşrû yên Amed, Wan û Mardînê ew şehridar in yên ku 31ê Adarê bi dengên bilind hatine hilbijartin.
KNK hêvî û daxwazê ji dinyaya demokratîk jî dike ku xelkê Kurdistanê bi tinê nehêlin û beramberî vê bêdadîya hukûmeta Erdogan û Bahçelî bêdeng nemînin û fişareke xurt bînine ser û herweha bibînin ku merkeza hemû arêşê û fitneya li rojhilatanavîn dewleta Tirkîyeyê û bi taybetî hukûmeta Erdoganî ye.
KNK daxwazê ji xelkê Kurdistanê jî dike ku bi hemû rêyên aştîyane û demokratîk nerazîbûna xwe nîşan bidin û li îradeya xwe û şehridarîyên xwe xwudan derkevin.

Konseya Rêvebir ya KNKê
19. 08. 2019, Bruksel

Not:
Ev nivîs ji bo KNKê hate nivîsîn.-RH

fredag den 16. august 2019

Elî Kaşifpûr



29 sal ji ser şehadeta Elî Kaşifpûr borîn...

Elî Kaşifpûr [Endamê Komîteya Merkezî ya PDK-Îran], nîveka şevê ya 15ê Tebaxa 1990ê li Konyaya Tirkîyeyê ji teref ajanên rejima Îranê ya dijî Kurd û Kurdistan bi desteka ajanên rejima Tirkîyeyê ya dijî Kurd û Kurdistanê ve hate destgîr kirin û spêdehîya 16ê Tebaxa 1990ê jî hate şehîd kirin.

Hevrê Elî, nihe stêrkeke geş û biriqî ye di esmanê sîrsahî yê Kurdistanê da.

Ew herdaîm dê di dilê mal û eyal, lêzim, xizim, kes û kar, dost, heval û hevrêyên xwe da jînde bimîne.


ROJAN H.


torsdag den 15. august 2019

15ê Tebaxê pîroz be


35 salîya 15ê Tebaxê

15ê Tebaxa 1984ê, li bakura Kurdistanê li du bajêrkên spehî yên Kurdistanê, li Eruh û Şemdîna, têkoşerên rizgarîya Kurdistanê dijî kolonyalîzma Komara Tirkîyeyê [TCê] gotin êdî bese û bizava meşrû ya parastina welatî bi qevda klaşînkovê dane dest pê kirin. Ev têkoşere gerîllayên bizava PKKê bûn. Bi wê gavê ve êdî sehma dijminî hate şkandin û hêza bawerîya xwe bi xwetîyê hate jînde kirin û ew pêl xelek bi xelek fireh bû û hêza xurt û mezin ya îro îna meydanê.

Hemleya 15ê Tebaxê, rast e ji teref hêza leşkerî ya bizava PKKê ve hate dest pê kirin, belêm îro êdî bûye malê neteweyî û Kurd pêkve lê xwudan derdikevin û rêzê nîşan didin. Giyanê 15ê Tebaxê di 35 salîya xwe da mezintir e, xurttir e û beramberî kolonyalîzm û dagîrkerîya TCê îradeya neteweyî ya Kurdistanê îfade dike.

Bila pîroz be.

Heta ku nîrê kolonyalîzma TCê bi timamî tête şkandin, dawî li dagîrkerîya wê tête înan, ev ruh û pozisyona 15ê Tebaxê divêt bête xurt kirin û bi yêkbûneke neteweyî bête domandin. Ev şuûra 15ê Tebaxê divêt bi tifaqa mezin ya navxweyî ve bête tacdar kirin ku ev yêkbûne dê dawîyê li zulma TCê bîne û hesûya rizgarî û azadîya Kurd û Kurdistanê ronahî bike. -RH

lørdag den 3. august 2019

3ê Tebaxê roja jenosîda li ser Êzidîya


Parlementoya Kurdistanê ya Hewlêrê, di rûniştina xwe ya taybetî ya 3ê Tebaxa 2019ê da, 3ê Tebaxê wek roja jenosîdê ya li ser Êzidîya qebûl kir.

Ev biryara Parlementoya Kurdistanê ya Hewlêrê, biryareke di cihê xwe da daye, biryareke dîrokî ye. Hetta direng maye. Xwezî her wê sala ku jenosîdê dest pê kirî ev biryare standiba. Ji ber ku dîrokeke dûr nîne. 3ê Tebaxa 2014ê ji teref DAIŞa nasyonalîst û kevneperestên Ereb ve ev kiryara hovane hate kirin ku esasen gefa wan li ser Hewlêrê jî bû ku dagîr bikin û Parlementoyê jî belav bikin. Bi her hal, bi direngîya pênc sala jî be biryareke rast e û divêt bête destek kirin. Hetta divêt hemû Kurd pêkve hewil bidin ku UN û parlementoyên welatên dî jî vê biryarê werbigirin û piştevanîya Kurdên Êzidî û hemû xelkê Kurdistanê bikin.


RH


*
Fotoyê rûniştina Parlementoyê - 3.8.2019 - Hewlêr - Ji Rûdawê