mandag den 19. august 2019

Bi desteserkirina şehridarîyên Amed, Wan û Mardînê, hukûmeta Erdoganî li ser îradeya xelkê Kurdistanê derbe kir


Hukûmeta Teyîb Erdoganî, îro 19ê Tebaxê (2019) li ser şehridarîyên bajêrên mezin yên Amed, Wan û Mardînê anku li ser îradeya xelkê Kurdistanê derbe kir û dîsa ve qeyûmên xwe wezîfedar kirin. Ev reftara hukûmeta AKPê, ev biryara wezîrê karê navxweyî, ev siyaseta êrişkar ya Erdoganî nîşana kîn û nefreteke qedîm ya dewleta Tirk ya beramberî Kurd û Kurdistanê nîşan dide.
Şehridarîyên Kurdistanê 2016ê jî bi biryara hukûmeta Erdoganî hatibûn desteser kirin û qeyûm hatibûn wezîfedar kirin. Lê belê, xelkê Kurdistanê di hilbijartinên 31ê Adara îsal (2019) da bi dengên bilind şehridarên xwe hilbijartin û dawî li talana qeyûman îna. Di midehê sê salan da qeyûmên hukûmeta Erdoganî şehridarîyên Kurdistanê talan kiribûn, mal û hebûna xelkê Kurdistanê li zewq û sefaya xwe xerc kiribûn. Xelkê Kurdistanê di hilbijartinên 31ê Adarê da dawî li vê zulma hukûmeta Erdoganî îna û careke dî şehridarî kirine cihên xizmeta xelkê. Erdoganî tehemul bi vê şkesta xwe ya mezin nekir û careke dî dest dana ser şehridarîyên Kurdistanê.
Esasen hukûmeta Erdoganî eve demekî dirêj e ku ji hemû alîyan ve êrişeke xedar û bê tixûb tîne ser Kurdistanê. Ji hewayî û reşahî bombebarandineke bê hed û hisab dike li ser Kurdistanê. Erdogan û Bahçelî ev êrişkarîya xwe bi bakura Kurdistanê ve nehêlayîne, nihe dixwazin rojavaya Kurdistanê bi giştî dagîr bikin û dest danin ser îradeya rojavaya Kurdistanê jî. Hetta heke ji wan bêt hewil didin ku dest danine ser îradeya başûra Kurdistanê jî. Ji ber hindê Kurd pêkve divêt vê tehlîkeya hukûmeta Erdogan û Bahçelî bibînin û bi hev ra rê li ber bigirin.
Ev kiryarên hukûmeta Erdoganî bi çu rengî nayên qebûl kirin. Erdoganî digel şirîkê xwe Bahçelî adeta sefera mehûkirina Kurd û Kurdistanê dayîne dest pê kirin. Her cihê ku Kurd xwe bidene temsîl kirin dibine hedefa hukûmeta Erdoganî. Wezîrê karê navxweyî yê Erdoganî, Silêmanê Bêesil bûye lolebkêşê koalisyona Erdogan û Bahçelî û dixwaze bêhnê li Kurdan çik bike. Ev êrişkarîya wan ya dawîyê ya li ser Şehridarîyên Amed, Wan û Mardînê derbekî mezin e li ser îradeya xelkê Kurdistanê û ji vê polîtîkaya wan xuya ye ku dê vê pratîka xwe ya antî demokratîk bidomînin.
Ev kiryara wan tinê êrişa li ser îradeya xelkê Kurdistanê nîne, herwisa gefeke xurt e li ser bizava demokrasîyê li Tirkîyeyê jî. Lewma hemû demokrasîxwazên Tirkîyeyê divêt beramberî vê zulma Erdogan û Bahçelî mil bi milê xelkê Kurdistanê nerazîbûna xwe nîşan bidin û dijî vê êrişa faşîzan bi hev ra rawestin.
Em wekî KNK bangî dewleta Tirkîyeyê dikin ku ev siyaseta wan bi agir leyistine û zûtirîn dem dev ji vê dijminahîya xelkê Kurd berdin û rêzê li îradeya xelkê Kurdistanê bigirin û rê bidene xebata şehridarên Amed, Wan û Mardînê.
Erdogan, Bahçelî û Silêmanê Bêesil bila bizanin ku qeyûmên wan eslen qebûl nînin û şehridarên meşrû yên Amed, Wan û Mardînê ew şehridar in yên ku 31ê Adarê bi dengên bilind hatine hilbijartin.
KNK hêvî û daxwazê ji dinyaya demokratîk jî dike ku xelkê Kurdistanê bi tinê nehêlin û beramberî vê bêdadîya hukûmeta Erdogan û Bahçelî bêdeng nemînin û fişareke xurt bînine ser û herweha bibînin ku merkeza hemû arêşê û fitneya li rojhilatanavîn dewleta Tirkîyeyê û bi taybetî hukûmeta Erdoganî ye.
KNK daxwazê ji xelkê Kurdistanê jî dike ku bi hemû rêyên aştîyane û demokratîk nerazîbûna xwe nîşan bidin û li îradeya xwe û şehridarîyên xwe xwudan derkevin.

Konseya Rêvebir ya KNKê
19. 08. 2019, Bruksel

Not:
Ev nivîs ji bo KNKê hate nivîsîn.-RH