onsdag den 1. september 2010

Aştî - ROJAN HAZIM



Gotineke ku Kurd çu cara ji devê xwe kêm nakin ”Aştî” ye. Dibe ku mirov vê yêkê wekî paradokseke Kurdan jî bibîne. Ji ber ku Kurd di nav xwe da ne aşt in ku aştîyê li dora xwe bibînin. Lê dîsa ve Kurd gotina ”aştîyê” gelek bi kar tînin. Di gihiştina ”aştîyê” da şik têda nîne ku Kurd ji dil in. Çi li nav xwe be, çi jî li dora xwe be vê yêkê dixwazin. Çiku Kurdan ji rewşên ji aştîyê dûr gelek kêşaye. Xirûcir û vekêşkanên navxweyî jîyan li Kurdan heram kirîye. Ji nav malê heta nav eşîrê, ji gund heta bajêr, ji cîhana polîtîk heta ya ronakbîrî, bûyerên ku jîyanê bi gotina herî sade ”nexweş” bikin gelek bi serê Kurdan hatine. Ew toka mirinê ya ku dewletên dagîrker û kolonyalîstan kirîye stuyê Kurdan jî bêhn li Kurdan çik kirîye. Digel van serûbinbûnan jî Kurda xwe ji lêgerîna aştîyê dûr nekirîye.

Kurd li aştîyê digerin
Aştîyê dikarin di sê kategorîyan da rave bikin: 1. aştîya dadyar [adil], 2. aştîya maqûl, 3. aştîya konjonkturel.

Di resmê îro yê Kurdistana mezin da ”aştî” hêj pêknehatîye. Sê parçeyên Kurdistanê di bin nîrê kolonyalîzma Tirkîye, Iran û Sûrîyeyê da ne û têkoşîna ji bo azadî û aştîyê dom dike li van parçeyan. Xelkê Kurd li parçeyekî Kurdistanê, li başûr pişta sîstemê kolonyalîzma Erebî şkandîye, xwe nîv rizgar kirîye û nisbî jî azad kirîye. Di şertên heyî û li ber çav da dîsa ve ”aştîyeke dadyar” hêj jî pêknehatîye. ”Aştîya dadyar” gelek aşkera ye ku dê bi destxistina Kurdistana serbixwe pêkbêt ku eve mafekî xwezayî yê Kurdan e û dê demekî dirêj bikêşe. Daxwaz û hewildana Kurdan ji bo vê amanca heq û rewa dê dom bike. Di ”Aştîya maqûl” da, herdu teref kêm zêde razî ne ku eve jî hêj ji Kurdan dûr e. Hindî ”aştîya konjonkturel” e, ew jî di şertên lawazîya herdu alîyan da û bi xurtbûna dînamîkên derve, wekî keysekî di xêra terefê mexdûr da derdikeve meydanê ku li ser zemînekî gelek tehisok da ye û parastina wê canbazîyeke mezin dixwaze û terefê mexdûr bi hevkarîya hêzên derveyî û seferberkirina hêza neteweyî ya navxweyî dişêt xwe û statuya xwe ya nû biparêze.

Merheleya li parçeyê başûr hatîye pêş, di çarçoveya ”aştîya konjonkturel” da ye. Di vê ”pêkhatinê” da terefê mexdûr, terefê mafxwaz, anku Kurd, ne razî ne, encam ne bi dilê wan e, lê di şertên heyî yên navxweyî, yên navçeyî û herwisa yên navneteweyî da wekî ”destkevtek”ê tête dîtin. Di ”destkevtên konjonkturel” da dîkilokê terazîyê gelekî hessas e û her milê terazîyê li ber meylên nû dikare bi serê dî da giran anjî sivik bibe. Di vê ”aştîya konjonkturel” da terefê ku berê Kurd û Kurdistan di bin destê xwe da girtî, [anku merkeza dagîrîyê Bexda û hêza desthilatdar Ereb], dê hergav li keysan bigerin ku pozisyon û statuya xwe ya ku di eleyhê Kurdan da, di destê xwe da bigirin. Herçend ew jî dizanin ku nikarin vegerine dewrê berê, lê hindî ji wan bêt dê tixûbên ”destkevta Kurdan” teng bikin, statu û pozisyona Kurdan zeîf bikin. [Ku dewletên cîran jî, anku Tirkîye, Iran û Surîye jî di vê bîr û hizirê da ne.]. Di vê rewşa nazik da tinê hêzek dikare bibe garantîya Kurdan; ew jî hêza navxweyî ye. Hindî ku Kurd di nav xwe da zemînê ”aştîya navxweyî” saxlem bikin, davên tevnê aştîya navxweyî bi hêz vehûnin û tevnî xurt biraçînin hingê dişên ”destkevta heyî” di şertên ”aştîya konjonkturel” da ragirin û biparêzin û herweha pêşbêxin.

Aştîya navxweyî jî bi peçinîna kêm û kasîyan, bi veşartina qusûran, pêknayê. Aştîya navxweyî bi avakirina sîstemê demokrasîyê mumkun dibe. Avakirina welatek û dewleteke nû, tinê bi çêkirina vîlla û apartmanan nabe. Digel wan divêt zemînê demokrasîyê jî bête ava kirin. Ji milekê ve polîtîkên nû yên iqtisadî û sosyal divêt bêne hazir kirin, bêne bi cih kirin û di rê birin, li milê dî mekanîzmayên îdarî û polîtîk jî li goreyî hewcehîyên nû, divêt ji nû ve bêne reorganîze kirin ku jîyana sosyal, kulturî û ya herî giring jî sîstemekî demokratîk û humanîter bête ava kirin. Di vehûnandina sîstemê îdarî, polîtîk, iqtisadî û sosyal da, hevîrê esasî sîstemê perwerdeyê ye. Nifşên nû, ku ew paşeroja civatê ne, divêt bi sîstemekî demokratîk û mirovî yê perwerdeyê bêne gihandin ku xîmê civateke pêşkevtî û modern saxlem bête danan. Heta ku tovê demokrasîyê di serî da di nav civatê da neyê çandin, berê wê jî nayê wergirtin. Ew jî bi perwerdeyê dibe.

Li parçeyê başûr, ku hemû Kurd wekî ”destkevteke bihadar” qebûl dikin, aştîya navxweyî karekî bingehîn e û ev aştîya navxweyî jî daku mayînde bibe, digel avadanîya fizîkî ya welatî, divêt guhorîneke bingehîn ya ”zihnîyetî” jî bête dest pê kirin. Divêt di warê ”zihnîyetê” da adeta şoreşek bête kirin. Bi taybetî ji burokrasîya îdarî ya dewletê heta hêzên asayiş û ewlehîyê, heke bi hiş û bîreke demokratîk neyên organîze kirin, ev mekanîzmayên bingehîn ji alîyê kesên ku demokrasî di nav dil û mejîyê xwe da, di pratîka xwe da bi cih nekirî, neyêne di rê birin, pêşkevtin nabe û sîstem di serî da dê ji teref van mekanîzma û kesan ve bête tehrîb kirin û xirab kirin. Guhorîna fizîkî, pêşkevtinên avadanîya li ber çavan, dînamîzma di warê aborî da tête dîtin, bivê nevê digel xwe guhorîna civakî jî tîne ku heke ev pêşkevtin û guhorîn bi zihnîyeteke demokratîk û humanîter neyê îdare kirin û di rê birin, dê roj bêt di nav xwe da dê bibe xetera herî mezin li ser aştîya navxweyî.

Ragirtina civatê di nav aştîya navxweyî da, hem bi bilindkirina standarta jîyana aborî, sosyal û kulturî dibe, hem jî paralelî vê yêkê bi xurtkirina norm û qaydeyên demokrasîyê pêktêt. Cihê ku demokrasî lê nebe, li wê derê aştîya navxweyî di bin tehlîkeyeke mezin da ye. Cihê ku problema demokrasîyê lê tête dîtin, li wê derê dînemît heye, mayîn [mîn] hene ku kengî û li kî derê dê bipeqin nayê zanîn ku eve bi serê xwe rê li ber têkçûnê vedike ku aştîya navxweyî serûbin bibe û hilweşe.

Di 1ê Îlonê, ”roja aştîya cîhanê” da, di meha ku roja wê ya ewil wekî roja aştîya cîhanê hatîye qebûl kirin da, li ser bi giştî aştîyê rawestan giring e, lê ya herî bingehîn daxwaza aştîya navxweyî ye. Kurdistan li sê parçeyan, li sê alîyan mixabin ku ji aştîya herî kêm, ji ”aştîya konjonkturel” jî dûr e.
Digel vê rewşa negatîv ya li dora Kurdistanê, herwisa li van sê parçeyên di bin dagîrîya Tirkîye, Iran û Sûrîyeyê da, aştîya navxweyî jî ne di wê sewîyeyê da ye ya ku tête xwastin. Helbet Kurd divêt li van parçeyan jî, daku bigihin ”aştîyeke dadyar” divêt di serî da di nav xwe da aştîyê ava bikin ku bikarin dijminan ji bo aştîyeke dadyar bidine zorê û aştîyê li ser wan ferz bikin.

Ji kîjan alî berê xwe bidinê, ”aştî” hem di nav xwe da, hem jî li dora xwe ji bo Kurdan amanceke giring e ku ji bo gihiştina vê amancê têkoşîna xwe sist nekin û hemû hêz û şiyana xwe bi hev ra bi kar bînin ku serbikevin. Di vê çarçoveyê da hindî ku ”destkevta başûr” hem di nav xwe da, hem jî digel parçeyên dagîrkirî da, di nav aştîyeke xurt ya navxweyî da be, dê hind serkevtî be. Ji bo ”aştîya dadyar”, hetta ji bo ”aştîya maqûl” ya Kurd û Kurdistanê, divêt ev ”aştîya konjonkturel” ya li başûr pêkhatî bête parastin, bête pêşxistin û bête mayînde kirin ku têhnekê û ronahîyekê bide parçeyên dî jî.

Heke Kurd dixwazin mil bidine aştîya cîhanê, divêt ewil aştîya navxweyî ava bikin û paralelî vê yêkê jî, têkoşîna ji bo rizgarî û azadîya welatê xwe bilind bikin, ku çareserîya di vî warî da bi serê xwe pêkhatina mezin ya aştîyê bi xwe ye. Aştî, li cihê xwe bêdeng rûniştin û mayîn nîne. Aştî bêyî têkoşîn pêknayê. Kurd divêt aktîvîstên milîtan yên doza aştîyê bin. Têkoşerên azadîya Kurd û Kurdistanê herwisa têkoşerên aştîyê jî ne. Azadbûna xelkê Kurd û rizgarbûna Kurdistanê li seranserî, dê bibe çeperekî herî xurt û saxlem yê aştîya navçeyê û cîhanê jî.
Bi hêvîya ku aştî di serî da li Kurdistanê, li rojhilatanavîn û hemû cîhanê hakim bibe.
ROJAN HAZIM
01 Îlon 2010

Têbînî:
1. Hetav li 1ê Îlonê dibe bîst salî. Bila roja bûyîna wî û ya kesên ku di 1ê Îlonê, roja aştîya cîhanê da hatine dinyayê pîroz be. RH
2. Ev meqale di rojnameya WAR-Duhok da hatîye weşandin.