mandag den 11. juni 2018

Dayîka me îro koça dawîyê kir, mir.



Dayîka me ya dilovan,
Mixabin te jî koça dawîyê kir.
Çûyîna te bo me xem e, jan e û kul û kesereke mezin e.
Belêm bizane ku tu gihiştîye beheşta xwe.
Tu gihiştîye hevjînê xwe.
Tu gihiştîye lawên xwe.
Tu gihiştîye hezkirîyên xwe.
Tu çûye ber sing û berê xwezaya pîroz.
Giyanê te hilkete ber perê esmanê sîr sahî yê Kurdistanê û êdî bû stêrkek ku bo me bibiriqî.
Axa Kurdistanê, maka jîyanê axê tu bi dilgermî wergirtîye ber singê xwe û dê heta hetayê te biparêze.
Em te ji bîr nakin dayîka me ya delal.
Tu dê herdaîm li bîra me bî, di nîveka dilê ma da bî.
Oxira te ya xêrê be.
Maç û ramûsaneke herî germ û mezin bo te dayîka me ya ezîz.

ROJAN HAZIM
11 Hezîran 2018