mandag den 25. oktober 2010

Cîranîya baş - ROJAN HAZIM




Di jîyanê da hindek tişt hene ku bêyî xwastin û bêyî hilbijartin û tercîhkirina mirovî pêktên. Peydabûna mirovî bi xwe jî yêk ji van bûyeran e. Çu kes dayîk û babê xwe bi daxwaza xwe nahilbijêre. Mirov ji prosesa xwezayî ya gihiştina hev ya dayîk û baban çavê xwe vedike dinyayê. Yên ku bûyîne binasê hatina mirovî ya dinyayê, êdî ji alîyê bîyolojîk ve yêk dayîk e, yêk jî bab e. Bi timamî wekî vê prosesa peydabûna mirovî nebe jî, cîranbûyîn jî bi giştî ne bi daxwazê ye. Şertên jîyanê vê yêkê kivş dikin. Di jîyana gundewarîyê da, mumkun e ku imkanê mirovî hebe ku cîranê xwe hilbijêre anjî bibe cîranê mirovekî bi dilê xwe. Lê belê, ev imkane di jîyana şehrewarîyê da hergav ne mumkun e. Li bajêrekî mezin xaneyeke di apartmaneke pirqat da mirov û qismetê xwe ye. Razî bî razî nebî, kî bû cîran ew e.

Eve di hevtixûbîya xelk û welatan da jî wisa ye. Çu xelk, xelkekî dî bi rizaya xwe wekî cîran nahilbijêre. Şertên polîtîk, sosyolojîk, cografîk û demografîk tayînker in di vî warî da. Bo nimûne; Kurda ev cîranên xwe yên îro bi rizaya dilê xwe nehilbijartine, bo xwe nekirine cîran. Tirk ji çol û beyarên ”Çîn û Maçînê” li ser pişta hespokên xwe hatine, digel welatê me welatên gelek xelkan jî dagîr kirine û xwe bi darê zorê kirine cîran!. Cîranbûyîna Ereban jî wisa ye û bi şerê islamî xwe gihandine ber tixûbên Kurdan. Belêm ev cîranetîya van xelkên serdest bêyî dil pêkhatibe jî îro êdî bûye realîteyek mixabin. Ji bilî cîranbûyîna bêdil, ev cîranetîye bûye îşkence û toka mirinê jî di stuyê xelkê Kurd da. Anku cîranetîyeke jahrîn. Digel vê rastîyê jî Kurd ne dijî cîranîya van xelkan in. Lê bi vê cîranîya nemirovî û zalimane jî qayîl nînin. Kurd li cîranîyeke dostane, cîranîyeke wekhevane, cîranîyeke azadane û cîranîyeke aştîyane digerin.

Gotineke klasîk e di lîteratura çepgirîyê û bi giştî bîr û hizira humanîter da: Biratîya xelkan!. Wekî gotineke abstrak helbete xweş e û herweha xweş jî tête ber guhî. Lê eve di rastîya jîyanê da çu cara manayeke konkret îfade nake û di jîyana Kurdan da jî çu cara cihê xwe negirtîye. Bi taybetî bi navê xelkên serdest yên cîran, rêvebirîyên polîtîk, hukûmetan ev ”edebîyata biratîyê” bi armanca berjewendîyên xwe yên serdestî û dagîrîyê gelek hostane bi kar înane û hêj jî tînin. Dîsa ev rêvebirîyên dagîrker û kolonyalîst ”hevdînî”yê jî di çarçoveya vê ”birayînîya ne birayane” da bi kar tînin: ”Em birayên musulman in”!. Dagîrker van gotinên sihrî ”birayînî” û ”hevdînîya islamî” bîst û çar seet wekî benîştî di devê xwe da dicûn û dixwûnine serê mirovê Kurd!. ”Birayînî” û ”hevdînî”ya di ferhenga wan da manaya ku Kurd jî jê istifade bikin, xêrekê jê bibînin nade. Manaya ku ew têdigihin ev e: ”Em bira ne, em musulman in, ferqa me ji hev nîne, lê şubî me bin, bibine em”! Anku ”bibine Tirk”, ”bibine Ereb” û ”bibine Faris”!. Tiştê ku ew ji birayînî û hevdînîyê têdigihin ev e!.
Di vî warî da Tirk ji hemûyan pêşvetirin!. Tirka ji bo vê ”edebîyata birayînîyê” gelek teorî jî afirandine: ”Kurd birayên me ne, çiku di eslê xwe da Tirk in!” Vê gotinê jî têra nekirîye wisa gotine: ”Kurd Tirkên eslî ne!” Û ya herî balkêş jî gotina ”Kurd Tirkên çiyayî ne!” ye. [Ji xwe em qet ji wê komedîya ku goya navê Kurd ji ”kartkurta li ser rêveçûna befrê” peyda bûye behs nekin!]. Gava Kurdan wacibên birayînîyê ji wan xwastin jî, bersiva wan hazir e: ”Aa eve çi ferq û cudahîye hûn dikin. Em hem bira ne, hem jî dînê me jî yêk e!” dibêjin bi rûçirîyeke mezin. Di ”birayînî”ya wan da cihê ”wekhevî”yê nîne. ”Heq û huqûqê birayînîyê” di deftera wan da nayê nivîsîn. Ya wan birayînîyeke zupûzuha ye!. Ev birayînîya bêmana û pûç ji alîyê Ereb û Farisan ve jî tête dubare kirin.

Helbet zikê Kurdan gelekî têr e ji van gotinên xir û xalî! Çi birayînî? Di birayînîya tinê bîyolojîk da jî ”wekhevî”, ”heq û huqûq” kamilen nîne, heta ku di ”birayînîya Tirkan, Ereb anjî Farisan ya destkir [sûnî]” da hebe. Di serî da Tirkan û hemû dagîrkerên dî pêkve istismara ”birayîni”yê kirine heta îro û ew dilsaxî û naîvîya Kurdan bi niyeteke gelek xirab dijî Kurdan bi kar înane. Lewma Kurd li birayînîyê nagerin û divêt negerin jî. Birayê ku di serî da ziman û nasname û hemû hebûnên dî yên xwumal jê hatine standin çi reng bira ye? Êdî çu hukmê vê birayînîya ku Tirkan û dagîrkerên dî avêtine ber Kurdan nemaye. Birayînîya ku dagîrker jê behs dikin, bi gotina amîyane, ”bi timamî direw e”!.

Başe Kurd li çi digerin? Kurd li cîranîyeke baş, cîranîyeke wekhevane, cîranîyeke dostane, cîranîyeke azadane û cîranîyeke aştîyane digerin û divêt bigerin. Kurd îro hem ji alîyê cografî ve, hem jî ji alîyê sosyolojîk û demografîk ve digel Tirkan û xelkên dî yên serdest cîran in. Lê belê, cîranîyeke bêmaf, bêhuqûq, newekhev, zalimane û neyarane heye îro. Lê Kurdan prosesa guhorîna statuya kevin daye dest pê kirin û êdî ev şîre meyîye. Dîroka ku serdestan bi direwa ”birayînîya ne birayane” nivîsî îro ji alîyê Kurdan ve hatîye pûç kirin. Kurdan ew ”edebîyata direwîn ya birayînîyê” serûbin kirîye. Cîranîya bi rastî cîranî êdî ji teref  Kurdan ve tête ava kirin. Vê prosesê dest pê kirîye û heta cîranîya li ser bingehê serxwebûnê pêktêt jî dê dom bike. Statuya ku îro li başûra Kurdistanê [Kurdistana Federal] pêkhatî jî rengekî vê cîranbûyînê ye. Eve dê li parçeyên dî jî pêkbêt û ew roj jî ne dûr e. Ji bo pêkve man anjî pêkve jîyana digel van xelkên serdest, îlla gotina ”birayînî”yê hewce nîne. Di nav statuyeke otonom, federal, konfederal da jîyan anjî avabûneke cuda wekî dewleteke serbixwe bi ”birayînî”yê ve girêdayî nîne. Kurd bi cîranîyeke baş jî dikarin bi van xelkan ra li rex hev gelek aştîyane bijîn.

Kurd divêt ji vê kompleksa ”birayînîyê” xwe xilas bikin û vê ”edebîyata birayînîyê” terk bikin. Têkilîyên ji bo cîranîyeke baş esasen pêdivî ne. Bo bi hev ra jîyaneke azadane, wekhevane, aştîyane û yarane, bo pêkve jîyaneke li ser esasê cîranîyeke baş divêt xebat bête kirin û têkoşîn bête dan. Divêt gelek aşkera ji dewlet û xelkên serdest ra bête gotin ku, em Kurd cîranîyeke kamilen baş dixwazin. Statu çi dibe ferq nake, otonomî be, federasyon be, konfederasyon be anjî serxwebûn be, Kurd cîranîyeke wekhevane, azadane, aştîyane û dostane dixwazin. Avakirina cîranîyeke baş bi vî rengî mumkun e û divêt mumkun bikin.

ROJAN HAZIM
25 Çirî [Oktober] 2010
Di rojnameya WAR-Duhok da hatîye weşandin.