fredag den 15. februar 2019

Daxwazên têne kirin heq in, lê belê... - ROJAN HAZIM


Meydana siyasetê li Kurdistanê li bakur û li Tirkîyeyê di nav germeke şarhayî da ye. Şiddeta TCê jî di dereceya herî bilind da ye. Herwisa berxwedana dijî vê zulma nedîtî jî bi xurtî didome. Li ser reftara dewleta TCê çu gotin û termên huqûqî nemumkun e ku bêne gotin. Di pratîka wan da huqûq û edalet nîne. Cihê ku edalet û huqûq lê neyî, şiddet heye, zulm heye, bêdadî heye, êrişkarî û dijminahî heye. Tiştê ku TC dike ev e îro li Kurdistanê... Zulma li ser xelkê li alîyekê... Bi sedan polîtîkerên Kurd têne girtin. Li ser hizaran polîtîkerên Kurd yên di zîndanan da jî zulm û zoreke bêtixûb tête kirin. Mafên wan yên bingehîn ku digel binemala xwe, digel awûkatên xwe danûstandinê bikin nayên dan. Adeta ablûkayeke deh qat li ser wan hatîye vehûnandin. Ji 2016ê were li ser birêz Abdullah Öcalan têkilîyên binemalî û huqûqî hatine birîn. Herwisa yên digel wî li Imralîyê jî bi vî rengî ne...

Parlementerên HDPê, şehridarên DBPê girtî ne. Hevserokên HDPê yên berê girtî ne. TCê hem welat kirîye zîndana vekirî, hem jî her kî li ser Kurd û Kurdistanê, maf û azadîyan, huqûq, edalet û demokrasîyê biaxive diavêje hefsê.

Dijî vê bêdadîya TCê nerazîbûneke xurt ji xwe hebû. Herî dawîyê parlementera Hekarîyê û hevseroka KCDê Leyla Güvenê li hefsa Diyarbekirê xwast dengekê derêxe dijî vê zulmê û dest bi greva birsîbûnê kir [7.11.2018]. Daxwazê wê ev bû: Tecrîda li ser birêz Öcalan bête rakirin. Daxwazeke heq û rewa ye. Vê hawara wê dengekî xurt veda. Li Hewlêrê di buroya temsîlkarîya HDPê da endamê HDPê Nasir Yagiz jî dengê xwe tevî yê Leyla Güvenê kir. Wî jî bi wê daxwazê dest bi greva birsîbûnê kir. Ev pêle bilind bû. Li Ewrûpayê li Strasburgê dîsa her bi vê daxwazê 14 kes rûniştine greva birsîbûnê. Li gelek cihên dî yên Ewrûpa, Kurdistanê û welatên dî pêla greva birsîbûnê fireh û bilind bû. Herweha li zîndanên Tirkîyeyê û yên li Kurdistanê jî piştevanî her bi rengê grevên birsîbûnê belav bû. Dewletê xwe ker kir. Di serî da bizavek kir û birayê birêz Abdullah Öcalanî, Mehmet Öcalan rêkirine Imralîyê... TCê hizir dikir ku dê mesajek ji wê derê bêt ku grevên birsîbûnê bene sekinandin. Lê hêvîya wan nehate cih.

Grevên birsîbûnê hatine dereceya mirinê. TC dîsa ve bêdeng e û ji xwe xema wan jî nîne kî dimire an dê bimire... Daxwaza grevkeran di nav û derve da li rojevê cihê xwe girt. Dengê lazim da li çarnikarê dinyayê.

Dijî bêdadîyan berxwedan heq e, rewa ye. Lê belê, esas armanc jîyandina mirovan e. Di jîyanê da armanc bi xwe mirov e. Di jîyanê da merkez jîyan bi xwe ye. Lewma divêt jîyan bete parastin. Mirov divêt bête jîyandin.

Dilê mirovahîyê digel vê daxwaza heq û rewa ye. Belêm mirovahî jî dixwaze jîyan bête domandin.

Ji ber hindê ev metodê xwe mirandinê divêt bête sekinandin. Mexsed hasil bûye û xelk li vê daxwazê xwudan derketîye. Serokatîya PKK-KCKê divêt bi bangeke têr û tijî hem xelkê Kurdistanê, hem xelkên cîhanê bide serwext kirin li ser vê daxwaza grevkeran û di dawîyê da jî daxwazê ji hemû grevkeran bike ku vê greva birsîbûnê bidene rawestandin û bo vê daxwaza xwe ya meşrû bi rengên dî têkoşîna xwe bidene domandin.

Rêzeke bilind heye ji bo hemû aktîvistên grevên birsîbûnê û ew hêjayî hemû teqdîran in ku dixwazin xwe fedayî doza xwe bikin. Lê belê, ew jînde lazim in bo vê doza mezin û rewa. Divêt bi saxî û silametî berxwedana xwe, têkoşîna xwe bidomînin.

Hêj çu xeberên nexweş nehatî, hêj çu rûdanên mirinê pêknehatî em tikayê ji rêvebirîya PKK-KCKê dikin ku di vî warî da gaveke ronker biavêj e û van grevên birsîbûnê bide sekinandin.

Banga rêvebirîya PKK-KCKê ya bi vî rengî dê sempatî û piştevanîyeke xurt û germ peyda bike ji xelkê Kurdistanê û herwisa ji xelkên dinyayê.

Hêvî dikin rêvebirîya PKK-KCKê gaveke bi vî rengî biavêje û hem grevên birsîbûnê bide rawestandin, hem jî formata berxwedan û têkoşînê bide guhorîn ku can neyên berze kirin.



ROJAN HAZIM

15 Sibat 2019
**

Not: 5 Nisan 2019

Li goreyî rapora HDPê ya 5ê Nîsanê [2019] ya li ser grevên birsîbûnê û xwekujîya li zîndanan heta nihe heft kesan dawî li jîyana xwe înane. [Tam roja ku rapor hatîye aşkera kirin, kesê heştê jî li zîndana Elezîzê xwe kuşt.]

Uğur Şakar: 20 Sibat 2019ê li Elmanyayê agir berda xwe û 22 Adar 2019ê mir.

Zülküf Gezen: 17 Adar 2019ê li zîndana Tekirdagê xwe kuşt.

Ayten Beçet: 23 Mart 2019ê xwe li zîndana Gebzeyê kuşt.

Zehra Sağlam: 24 Adar 2019ê li zîndana Oltuyê xwe kuşt.

Medya Çınar: 25 Mart 2019ê li zîndana Mardîne xwe kuşt.

Yonca Akici: 29 Mart 2019ê li zîndana Şakranê xwe kuşt.
Siraç Yüksek: 2 Nisan 2019ê li zîndana Osmanîyeyê xwe kuşt.
Mahsum Pamay: 5 Nîsan 2019ê li zîndana Elezîzê xwe kuşt.

Êdî bese!..
Êdî bese ku gorîyan bidin!...
Ev xwekuştin divêt bêne sekinandin. Ev grevên birsîbûnê jî hêj mirinên komî pêknehatî divêt bêne rawestandin. Çiku daxwaza wan nehatibe cih jî mesaja wan gihiştîye milyonan...
Rêvebirîya PKKê divêt dawîyê li grevên birsîbûnê ku êdî hatine tixûbê mirinê û herweha li van xwekuştinan bîne. Bi her hal jîyan di ser her tiştî da ye. Helbet berxwedan û têkoşîna ji bo maf û azadîyan bêyî bedel nîne. Belêm berxwedana herî radîkal jî bi rengekî saxyarî mumkun e û divêt di vê mumkunîyetê da israr bête kirin. Em careke dî tikayê ji rêvebirîya PKKê dikin ku biryareke dîrokî werbigire û bangî hemû endam û sempatîzanên xwe bike ku van kiryarên ku dawîyê li jîyana xwe tînin nekin. Daxwaza rakirina tecrîda li ser birêz Öcalan û girtîyên dî yên li Imralîyê heq e, lê belê rêvebirîya PKKê divêt van hemû kir û kiryarên ku dawîyê li jîyanê tînin rawestîne û rêyên dî yên rasyonel yên têkoşîn û berxwedanê dane ber endam û alîgirên xwe. Bila dîrok dubare nebe. Di berxwedana 2015-2016ê ya di nîveka şehran da jî xeletî hate kirin û bi sedan ciwan bi ber topên dijminî ketin... Bi van xwekuştinan û grevên birsîbûnê yên 2019ê jî, dubare xeletî tête kirin. PKK di şert û mercên îro da pêşengîya bizava neteweyî dike li bakura Kurdistanê. Anjî em bêjin partîya herî mezin û xwudan desthilat e. Yêk ji berpirsiyarîyên pêşengîyê anjî mezinbûyînê jî ew e ku xeletî neyêne kirin. Heke xeletî carekê hate kirin jî divêt neyê dubare kirin. Tika ye...

5 Nîsan 2019
RH