tirsdag den 31. maj 2016

Heyvname - Gulan 2016 - ROJAN HAZIM




Demsala biharê bi Gulanê ve xatira xwe xwast û xêr hatin li havînê kir. Di navê demsalan da navê herî li xwe, li naveroka xwe têt Gulan e. Heyva gul û kulîlkan e. Ji xwe ji vê xeml û delalîya xwe  ya xwezayî ev nave wergirtîye. Kurdistan bi zêdehî ve welatekî avî ye. Av û derav, çem û robar mişe ne. Topografyaya Kurdistanê ji bo avîbûnê têra xwe musait e. Bilindahî, çil û çiya, gelî, dol û nihal, deşt û zozan reng û rûyê spehî yê cografyaya Kurdistanê diyar dikin. Ev cografya bi befr û baran e. Bi taybetî befra li çiya û bilindahîyan dibare kana ava Kurdistanê ye. Lewma jî ava ji quntara van çiya û banîyan dizê dibe çem û robar û timamî welatî têr av dike. Şînkatîya rengareng ya Kudistanê ji vê têr avîyê têt. Iklîmê reşahîyê bi herdu newlan, bi sarî û germîya xwe ya bijûn ve jîyanê xweş dike li Kurdistanê. Hûnikahîya zozanan ji xwe bi serê xwe rengekî bijare yê jîyanê dide welatîyan... Germa zêde ya li berîya Kurdistanê jî ji ber iklîmê giştî yê Kurdistanê heta dereceyekê tehemulkar e...

Rêvas

Gulan ji alîyê kemilîn û gihiştina şînî û şînkatîyê ve jî bi xêr û bêr e. Ji bilî xemila gul û kulîlkan, fêqî [meywe] û sebzeyê Gulanê jî bi tam û lezeta xwe ve cuda ye. Bi taybetî kivark û rêvasên tam xweş li timamî heyva Gulanê xwereka herî bijûn û saxyar ya welatîyan e. Bahîv ji Nîsanê pê ve heta dawîya Gulanê bi lezeteke mezin têne xwarin. Gulana îsal [2016] jî ji alîyê spehîtî û berdêrîya xwezayî ve bi xêr û bêr bû û li Kurdistanê digel hemû tengavî, zor û zehmetî û êş û janên jîyanê xweş û geş borî...

Jîyan hergav şekir û şam nîne
Belê, gotineke xelkî ye; jîyan hergav ne şekir û şam e. Jîyan bi evrazî û nişîvî ye, bi çîlaçep e, bi serwar û berwar e... Digel hemû xweşîya biharê, xemil û spehîtîya xwezayê heyva Gulanê ji alîyê jîyana rojane ve hem bi xêr û xweşî bû, hem jî bi êş û jan, kul û keser û derd bû. Kurd li welatê xwe çawa van herdu rûyên jîyanê dibînin û dijîn, li welatên dereke û bîyanî jî, li jîyana mişêxtîyê jî vê rastîya jîyanê dijîn... Kêm kitek têne, Kurdên her bi çi binasî be ferq nake, ji welatê xwe koç kirî digel welatîyên xwe yên li cih û warê xwe mayî hevderd in... Bi taybetî gava ku welat bi ber êrişa dijminan dikeve, jîn û jîngeh tête jahr û heram kirin, gund û şehir têne kavil û wêran kirin, her Kurdê ku welatê xwe, miletê xwe dihizire pê diêşe, jana dilî digire... Mixabin ku Gulan îsal ji vî alî ve bi bûyerên xembar ve tijî ye. Herçend du parçeyên welatê me, başûr û rojava, gihiştibine statûyên xweser jî, lê du parçeyên mezin, bakur û rojhilat, hêj jî di bin postalên Tirkîye û Îranê da dagîr in, bindest in... Tirkîye û Îran gelek bêbextane hereket dikin. Îran binvebinve, Tirkîye aşkera dixwazin ji milekê ve destkevtên Kurdan hilweşînin, heke neşên jî hewil didin dorpêç bikin, tengav bikin... Daku nimûneya statûyên li başûr û rojavayê sîrayetî bakur û rojhilata Kurdistanê nekin her çi ji destê wan têt dikin Îran û Tirkîye... Bexda û Şam jî di eleyhê Kurdan da li firsetê digerin û destê wan digel Îranê ye... Ji xwe belaya DAIŞê ji alîyê Tirkîyeyê ve desteka herî mezin dibîne û dewleta bêbab Tirkîye daku êrişî Kurdan bike her reng hevkarîyê dide DAIŞê...
Dewleta Tirkîyeyê, bambardumana xwe ya li bajêrên Kurdistanê li timamî heyva Gulanê domand. Bi taybetî Gever û Nisêbîn, pişti Cizîr, Silopî û Sûrê, xirabtir hatin kavil û wêran kirin. Koçeke mezin dane kirin. Bi sed hizaran xelkê me ji cih û warên xwe bi darê zorê rakirin û derbeder kirin...
Dijmin dijmin e. Karê wan xirab kirin, kavil û wêran kirine, sotine, hilweşandine, kuştine... Dewleta Tirkîyeyê, hukûmeta AKPê, bi fermana Erdoganî eve kir li Kurdistanê... Hêj jî dikin.
Lê belê, xeletî û şaşî li milê me Kurdan jî hebû. Pêşeng û rêvebirên polîtîk û leşkerî yên bizava Kurdistanê bi biryara şerê li nîveka bajêran xeletî kirin. Şerê parastinê ji bo Kurdan meşrû ye, heq e û ji ber hindê jî hebûna hêzên çekdar pêdivîyeke jîyanî ye, şertê man û nemanê ye bo Kurdan. Hebûna vî baskê leşkerî ji alîyê stratejîk ve rast e û divêt hebe û têkoşîna parastinê jî bidomîne. Belêm ji alîyê taktîk ve çeper wergirtina li nîveka bajêran şaş bû û ji xwe bi encamên xwe ve jî eve derkete meydanê... Zerar û ziyana canî û herweha malî ya xelkê van navçeyan ji tixûbê tehemulê wêdatir bû. Bi her hal, ji kî dera zerarê bête vegeryan fayde ye û îro tête dîtin ku hêzên pêşeng û rêvebir jî taktîkê xwe parastinê guhorîne û eve tête manaya dîtina şaşîya xwe anjî em wisa mana bikin ku pêşkevtineke pozîtîv e...
Kurd û pêşengên doza Kurdistanê, dijî dijminî helbet dê şerê xwe parastinê bikin, dê xwe bi her awayî biparêzin, lê belê divêt metodên ku welatê me, xelkê me, jîyana sivîl kêm xesarê, zerarê, ziyanê bibîne bêne bi kar înan. Xema dijminî nîne, ew çirîskeke berxwedanê jî bibînin bombeyên herî zerardêr diavêjin. Ew bo xwe kuştina her Kurdî, xirab û weranbûna her mal, avahî û jîyana Kurdî serkevtin qebûl dikin... Kurd bimire, Kurd welatê xwe terk bike armanca wan e... Têkoşerên Kurd daku welatê xwe, xelkê xwe ji dijminî biparêzin şerî dikin... Lewma divêt ji alîyê taktîkên şerî ve xeletîyan nekin ku dijmin jê istifade bike û xelk û welatê me serûbin bike, bikuje, bisoje, wêran bike...
Hedef xwe parastin, xelkê xwe parastin, welat parastin e... Bi kêm xesar!..

Dijî dagîrkerîya salan
Gulana îsal bû munasebeta bîrînana salvegera sed salî ya peymanên bêyûm... Di serê wan da Peymana Sykes-Picot têt. 16ê Gulana 1916ê Ingilîz û Fransîyan navçeya Kurdistanê, rojhilata navîn û nêzîk di navbeyna xwe da parve kirin. Paşê Rûs jî bûne şirîk lê ya wan dirêj nekêşa... Esasen Ingilîz û Fransîyan jî nikarîn vê parvekirinê heta dawîyê di destê xwe da bigirin. Imparatorîya Osmanîya parçe kirin û li şûna wan çend dewletên Erebî ava kirin. Parçeyê mezin yê Kurdistanê ku di bin destê Osmanîyan da bû, bi destpêka vê peymana bêyûm û paşê jî bi Lozanê Kurdistana di destê Osmanîyan da kirine sê parçe. Parçeyê mezin di destê mîratxwera Osmanîyan dewleta nû ya Tirkîyeyê da ma... Du dewletên nû jî çêkirin û du parçeyên Kurdistanê di bin destê wan da hêlan: Iraq û Sûrîye... Piştî 100 salan çi lê hat? Kurdan piştî sed salan qedera xwe hilgirtin destê xwe. Li wan du beşên li nav Iraq û Sûrîyeyê du statû ava kirin. Ewil li nav Iraqa Federal başûra Kurdistanê bû xweser... Paşê jî rojavaya Kurdistanê statûyeke xweser bi dest ve îna... Peyman Sykes-Picot û ew zihnîyet bi têkoşîna salan ya Kurdan hate belav kirin...
Nihe têkoşîna rizgarî û azadîya bakur û rojhilata Kurdistanê didome...
Şert û mercên serxwebûna Kurdistanê her diçe digihin...
Di heyva Gulanê da bîr û hizira Kurdistanê, şuûra avakirina dewleteke serbixwe geş dibe... Kurd heke di nav xwe da bi rengê koalisyona demokratîk yêkîtîya xwe pêkbînin, dikarin xwezî û daxwazên xwe bi dest ve bînin...

Dîsa ve Robosk
Ber bi dawîya heyva Gulanê ve [29 Gulan 2016] ertêşa TCê careke dî xelkê Roboskê da ber bombeyan. Ji binemala Encuyan dîsa ve ciwanekî bi navê Vedat Encu hate kuştin çendek jî hatin birîndar kirin... TCê kuşt û kuştdarî dîsa ve kirîye bingehê siyaseta xwe ya beramberî Kurdan... Bê encam e... Kurd serkevtine, TC binkevtîye... Qebûl kirina vê rastîyê xuya ye dê demî bigire ji alîyê TCê ve...
Kurd gav bi gav qedera xwe vedihûnin... Ev qedere dê qedereke şa û bextewar be...

ROJAN HAZIM
31 Gulan 2016
 

torsdag den 26. maj 2016

Daxwaza Neteweyî




Daxwaza ji PDK û PKKê



Bo Kurd û Kurdistanîyan

Bo bîr û rehîya giştî



Di vî demê gelek hessas yê Kurdistanê da, yêk ji mezintirîn pirsa navxweyî nebûna tifaqa mezin ya dînamîkên neteweyî û niştimanî yên Kurdistanê ye. Bi vê munasebetê me 50 [pêncî] ronakbîr û siyasetmedarên Kurdistanê bi navê "Daxwaza Neteweyî" bangek amade kir û belav dikin. Di bangê da hem destnîşanîya vê pirsê tête kirin hem jî bi taybetî daxwaz ji du partîyên xwudan hêz yên Kurdistanê, PKK û PDKê tête kirin ku tifaqê bikin.

Bang ji bo piştgirîyê vekirîye û herkes dikare vê piştevanîya xwe bi rengekê diyar bike.



***



Daxwaza Neteweyî



Ev hevoka sihrî, "Sedsala 21an dê bibe sedsala Kurd û Kurdistanê", ku xewn û xiyala hemû Kurd û Kurdistanîyan îfade dike, hema bêjin ji teref hemû pêşeng û rêberên polîtîk, sosyal, kulturî û sivîl û timamî neteweyê Kurd ve tête gotin.

Bi vê xwezî û daxwazê Kurd îro bûyne xwudan imkan û destkevt jî.

Li nav Iraqa Federal jî be Kurd li başûra Kurdistanê xwudan statû ne.

Li Sûrîyeyê îro serûbinbûneke dijwar tête jîyan. Di vî delîveyî da Kurdan li rojavaya Kurdistanê bi timamî bi hêz û şiyana xwe erdê xwe hilgirtine bin kontrolê û îdareyeke xweser ava kirine. Ev statûya meşrû di meydana navneteweyî da gav bi gav qebûlîyê dibîne.

Li bakura Kurdistanê têkoşîna azadîyê digel hemû zor û zehmetîyan didome. Herweha li rojhilata Kurdistanê jî neteweyê me di nav berxwedana azadîyê da ye.

Lê belê; li goreyî imkan, destkevt, têkoşîn û berxwedana îro û bedelên hatine dayîn, herweha pozîtîvîya konjonktûra navneteweyî, doza Kurd û Kurdistanê hêj jî rû bi rûyî êriş, tengavî, gir û giriftarî û dek û dolabên dagîrkeran e.

Di vê rewşa îro da lawazîya herî ber bi çav ya Kurdan nebûna tifaqa mezin ya navxweyî ye û eve gelek micid cihê nigeranîyê ye.

Di saheya polîtîk ya Kurdistanê da gelek partî, organîzasyon, kom û komeleyên polîtîk, sosyal û kulturî hene. Belêm di vê meydana polîtîk da du partîyên Kurdistanê hene ku li ser qedera Kurd û Kurdistanê roleke bi tesîr dileyizin.

Ev herdu partî; Partîya Demokrat ya Kurdistanê-PDK û Partîya Karkerên Kurdistanê-PKK ne.

Rol û giranahîya van herdu partîyan hemû Kurd dizanin, dibînin û têdigihin.

Mixabin ku di navbeyna van herdu partîyan da diyalog, têkilî û danûstandineke kamil ya di dereceya bilind ya pêdivî da nîne û nayê dîtin. Eve di her warî da, li nav û derveyî welat pirsgirêkên mezin derdêxe pêşîya doza Kurd û Kurdistanê.

Lewma; em daxwazê dikin ku ev herdu partî li ser bingehê berjewendîyên neteweyî û niştimanî tifaqeke xurt pêkbînin û ji bo ava kirina yêkîtîya mezin û fireh ya neteweyî û niştimanî pêşengîyê bikin û gavên ber bi çav biavêjin.

Di vê prosesa man û nemanê û sed salîya Peymana Sykes-Picot da, ku êdî hukmê wê zihnîyetê nemaye; Kurd û Kurdistanî divêt daxwazeke xurt ji van herdu partîyan bikin heta ku encameke di xêra Kurd û Kurdistanê da derdikeve meydanê.

Îro di nav êrişkarîyên piralî û xeternak yên dagîrkeran da; PKK û PDK guh bidine vê xwezî û daxwaza neteweyî û niştimanî û gavên pêdivî biavêjin dê dilê neteweyê Kurd fireh û germ û gur bikin.

Herkes bila biaxive belêm roj êdî roja kiryarê ye. Bi vê bîr û hizira demokratîk em li hevîya encameke xêrdar in ji alîyê van herdu partîyên Kurdistanê ve.



16 Gulan 2016



Bangdêr:

  1. Dr. KAMRAN AMINAVA, Siyasetmedar
  2. GORAN AMIRI, Siyasetmedar
  3. YAKUP ASLAN, Parêzerê Mafên Mirovî
  4. KALÊ ATEŞÎ, Hunermend 
  5. Dr. ÎBRAHÎM SEYDO AYDOGAN, Akademîker
  6. ZAHIR BEDRÎ, Siyasetmedar
  7. IBRAHÎM BENLÎ, Rojnamevan, Siyasetmedar
  8. OMÎD BEŞÎRÎ, Siyasetmedar
  9. SELAM BOSELÎ, Siyasetmedar
  10. HÎWA BUTÎMAR, Siyasetmedar
  11. KADIR BUYUKKAYA, Şair
  12. OSMAN CAVLAK, Siyasetmedar
  13. MEHEMED CIWANRO [Babê Tara], Siyasetmedar
  14. IHSAN COLEMÊRGÎ, Nivîskar
  15. Dr. GUNDÎ DILBERZ, Şair, Nivîskar
  16. HEMERESHID DOULASHI, Siyasetmedar
  17. MEHMÛD EZÎZÎ, Siyasetmedar
  18. Mhnds. HAMID FERAZÎ, Siyasetmedar
  19. NECMEDÎN GHOLAMÎ, Hunermend
  20. KHALID HASSANPOUR, Siyasetmedar
  21. ROJAN HAZIM, Nivîskar
  22. MECID HESO, Siyasetmedar
  23. NASSER IRANPOUR, Nivîskar - Wergêr
  24. Awkt. ROJBÎN TOGAN KALKAN, Parêzera Mafên Mirovî
  25. AHMED KARAMUS, Siyasetmedar
  26. Mhnds. FARÛQ KEYXWOSREWÎ, Siyasetmedar
  27. HUSEYIN KARTAL, Nivîskar
  28. AZIZ MAMELI, Nivîskar, Siyasetmedar
  29. HEJAR MERUF, Siyasetmedar
  30. Dr. SOZDAR MÎDÎ, Nivîskar
  31. Awkt. SARA MOHEMEDÎ, Parêzera Mafên Mirovî
  32. MAHMÛD ONDER, Rojnamevan
  33. KAKŞAR OREMAR, Rojnamevan
  34. ŞOREŞ REŞÎ, Nivîskar
  35. MUSTAFA REŞÎD, Nivîskar
  36. DILÊR EHMED SALIH, Siyasetmedar
  37. GOLALE SEMÊÎY, Siyasetmedar
  38. BABAN SEQIZÎ, Nivîskar
  39. KAMAL  SIDO, Siyasetmedar, Nivîskar, Rojnamevan
  40. SUAD REMEZAN SINDÎ, Pedagog
  41. HADÎ SOFÎZADE, Siyasetmedar
  42. Dr. AFRASIAB SHEKOFTEH [Xoresanî], Akademîker, Siyasetmedar
  43. Dr. HESEN ŞETEVÎ, Siyasetmedar
  44. MAZHAR TEMO, Siyasetmedar
  45. HAFIZ TOGAN, Siyasetmedar
  46. HALMET XEBAT, Nivîskar
  47. NESÎMÎ YAMAN, Siyasetmedar
  48. NAÎF YAŞAR, Rojnamevan
  49. SURKEW  ZEKÎ, Siyasetmedar
  50. ADIL ZOZANÎ, Siyasetmedar, Parlamenterê berê yê HDPê yê Hekarîya



Not: Nav li goreyî paşnavî alfabetîk hatine rêz kirin.



Piştî belav kirina bangê van kesayetîyên Kurd jî destek dane bangê û îmza kirine:

  • FÊRGÎN MELÎK AYKOÇ, Nivîskar
  • ŞEWKET DURMUŞ, Mamosta
  • AZÎZ ERDEN, Kardêr
  • DR.TAHIR HIKMET, Siyasetmedar
  • FEHÎM IŞIK, Rojnamevan