tirsdag den 31. maj 2016

Heyvname - Gulan 2016 - ROJAN HAZIM




Demsala biharê bi Gulanê ve xatira xwe xwast û xêr hatin li havînê kir. Di navê demsalan da navê herî li xwe, li naveroka xwe têt Gulan e. Heyva gul û kulîlkan e. Ji xwe ji vê xeml û delalîya xwe  ya xwezayî ev nave wergirtîye. Kurdistan bi zêdehî ve welatekî avî ye. Av û derav, çem û robar mişe ne. Topografyaya Kurdistanê ji bo avîbûnê têra xwe musait e. Bilindahî, çil û çiya, gelî, dol û nihal, deşt û zozan reng û rûyê spehî yê cografyaya Kurdistanê diyar dikin. Ev cografya bi befr û baran e. Bi taybetî befra li çiya û bilindahîyan dibare kana ava Kurdistanê ye. Lewma jî ava ji quntara van çiya û banîyan dizê dibe çem û robar û timamî welatî têr av dike. Şînkatîya rengareng ya Kudistanê ji vê têr avîyê têt. Iklîmê reşahîyê bi herdu newlan, bi sarî û germîya xwe ya bijûn ve jîyanê xweş dike li Kurdistanê. Hûnikahîya zozanan ji xwe bi serê xwe rengekî bijare yê jîyanê dide welatîyan... Germa zêde ya li berîya Kurdistanê jî ji ber iklîmê giştî yê Kurdistanê heta dereceyekê tehemulkar e...

Rêvas

Gulan ji alîyê kemilîn û gihiştina şînî û şînkatîyê ve jî bi xêr û bêr e. Ji bilî xemila gul û kulîlkan, fêqî [meywe] û sebzeyê Gulanê jî bi tam û lezeta xwe ve cuda ye. Bi taybetî kivark û rêvasên tam xweş li timamî heyva Gulanê xwereka herî bijûn û saxyar ya welatîyan e. Bahîv ji Nîsanê pê ve heta dawîya Gulanê bi lezeteke mezin têne xwarin. Gulana îsal [2016] jî ji alîyê spehîtî û berdêrîya xwezayî ve bi xêr û bêr bû û li Kurdistanê digel hemû tengavî, zor û zehmetî û êş û janên jîyanê xweş û geş borî...

Jîyan hergav şekir û şam nîne
Belê, gotineke xelkî ye; jîyan hergav ne şekir û şam e. Jîyan bi evrazî û nişîvî ye, bi çîlaçep e, bi serwar û berwar e... Digel hemû xweşîya biharê, xemil û spehîtîya xwezayê heyva Gulanê ji alîyê jîyana rojane ve hem bi xêr û xweşî bû, hem jî bi êş û jan, kul û keser û derd bû. Kurd li welatê xwe çawa van herdu rûyên jîyanê dibînin û dijîn, li welatên dereke û bîyanî jî, li jîyana mişêxtîyê jî vê rastîya jîyanê dijîn... Kêm kitek têne, Kurdên her bi çi binasî be ferq nake, ji welatê xwe koç kirî digel welatîyên xwe yên li cih û warê xwe mayî hevderd in... Bi taybetî gava ku welat bi ber êrişa dijminan dikeve, jîn û jîngeh tête jahr û heram kirin, gund û şehir têne kavil û wêran kirin, her Kurdê ku welatê xwe, miletê xwe dihizire pê diêşe, jana dilî digire... Mixabin ku Gulan îsal ji vî alî ve bi bûyerên xembar ve tijî ye. Herçend du parçeyên welatê me, başûr û rojava, gihiştibine statûyên xweser jî, lê du parçeyên mezin, bakur û rojhilat, hêj jî di bin postalên Tirkîye û Îranê da dagîr in, bindest in... Tirkîye û Îran gelek bêbextane hereket dikin. Îran binvebinve, Tirkîye aşkera dixwazin ji milekê ve destkevtên Kurdan hilweşînin, heke neşên jî hewil didin dorpêç bikin, tengav bikin... Daku nimûneya statûyên li başûr û rojavayê sîrayetî bakur û rojhilata Kurdistanê nekin her çi ji destê wan têt dikin Îran û Tirkîye... Bexda û Şam jî di eleyhê Kurdan da li firsetê digerin û destê wan digel Îranê ye... Ji xwe belaya DAIŞê ji alîyê Tirkîyeyê ve desteka herî mezin dibîne û dewleta bêbab Tirkîye daku êrişî Kurdan bike her reng hevkarîyê dide DAIŞê...
Dewleta Tirkîyeyê, bambardumana xwe ya li bajêrên Kurdistanê li timamî heyva Gulanê domand. Bi taybetî Gever û Nisêbîn, pişti Cizîr, Silopî û Sûrê, xirabtir hatin kavil û wêran kirin. Koçeke mezin dane kirin. Bi sed hizaran xelkê me ji cih û warên xwe bi darê zorê rakirin û derbeder kirin...
Dijmin dijmin e. Karê wan xirab kirin, kavil û wêran kirine, sotine, hilweşandine, kuştine... Dewleta Tirkîyeyê, hukûmeta AKPê, bi fermana Erdoganî eve kir li Kurdistanê... Hêj jî dikin.
Lê belê, xeletî û şaşî li milê me Kurdan jî hebû. Pêşeng û rêvebirên polîtîk û leşkerî yên bizava Kurdistanê bi biryara şerê li nîveka bajêran xeletî kirin. Şerê parastinê ji bo Kurdan meşrû ye, heq e û ji ber hindê jî hebûna hêzên çekdar pêdivîyeke jîyanî ye, şertê man û nemanê ye bo Kurdan. Hebûna vî baskê leşkerî ji alîyê stratejîk ve rast e û divêt hebe û têkoşîna parastinê jî bidomîne. Belêm ji alîyê taktîk ve çeper wergirtina li nîveka bajêran şaş bû û ji xwe bi encamên xwe ve jî eve derkete meydanê... Zerar û ziyana canî û herweha malî ya xelkê van navçeyan ji tixûbê tehemulê wêdatir bû. Bi her hal, ji kî dera zerarê bête vegeryan fayde ye û îro tête dîtin ku hêzên pêşeng û rêvebir jî taktîkê xwe parastinê guhorîne û eve tête manaya dîtina şaşîya xwe anjî em wisa mana bikin ku pêşkevtineke pozîtîv e...
Kurd û pêşengên doza Kurdistanê, dijî dijminî helbet dê şerê xwe parastinê bikin, dê xwe bi her awayî biparêzin, lê belê divêt metodên ku welatê me, xelkê me, jîyana sivîl kêm xesarê, zerarê, ziyanê bibîne bêne bi kar înan. Xema dijminî nîne, ew çirîskeke berxwedanê jî bibînin bombeyên herî zerardêr diavêjin. Ew bo xwe kuştina her Kurdî, xirab û weranbûna her mal, avahî û jîyana Kurdî serkevtin qebûl dikin... Kurd bimire, Kurd welatê xwe terk bike armanca wan e... Têkoşerên Kurd daku welatê xwe, xelkê xwe ji dijminî biparêzin şerî dikin... Lewma divêt ji alîyê taktîkên şerî ve xeletîyan nekin ku dijmin jê istifade bike û xelk û welatê me serûbin bike, bikuje, bisoje, wêran bike...
Hedef xwe parastin, xelkê xwe parastin, welat parastin e... Bi kêm xesar!..

Dijî dagîrkerîya salan
Gulana îsal bû munasebeta bîrînana salvegera sed salî ya peymanên bêyûm... Di serê wan da Peymana Sykes-Picot têt. 16ê Gulana 1916ê Ingilîz û Fransîyan navçeya Kurdistanê, rojhilata navîn û nêzîk di navbeyna xwe da parve kirin. Paşê Rûs jî bûne şirîk lê ya wan dirêj nekêşa... Esasen Ingilîz û Fransîyan jî nikarîn vê parvekirinê heta dawîyê di destê xwe da bigirin. Imparatorîya Osmanîya parçe kirin û li şûna wan çend dewletên Erebî ava kirin. Parçeyê mezin yê Kurdistanê ku di bin destê Osmanîyan da bû, bi destpêka vê peymana bêyûm û paşê jî bi Lozanê Kurdistana di destê Osmanîyan da kirine sê parçe. Parçeyê mezin di destê mîratxwera Osmanîyan dewleta nû ya Tirkîyeyê da ma... Du dewletên nû jî çêkirin û du parçeyên Kurdistanê di bin destê wan da hêlan: Iraq û Sûrîye... Piştî 100 salan çi lê hat? Kurdan piştî sed salan qedera xwe hilgirtin destê xwe. Li wan du beşên li nav Iraq û Sûrîyeyê du statû ava kirin. Ewil li nav Iraqa Federal başûra Kurdistanê bû xweser... Paşê jî rojavaya Kurdistanê statûyeke xweser bi dest ve îna... Peyman Sykes-Picot û ew zihnîyet bi têkoşîna salan ya Kurdan hate belav kirin...
Nihe têkoşîna rizgarî û azadîya bakur û rojhilata Kurdistanê didome...
Şert û mercên serxwebûna Kurdistanê her diçe digihin...
Di heyva Gulanê da bîr û hizira Kurdistanê, şuûra avakirina dewleteke serbixwe geş dibe... Kurd heke di nav xwe da bi rengê koalisyona demokratîk yêkîtîya xwe pêkbînin, dikarin xwezî û daxwazên xwe bi dest ve bînin...

Dîsa ve Robosk
Ber bi dawîya heyva Gulanê ve [29 Gulan 2016] ertêşa TCê careke dî xelkê Roboskê da ber bombeyan. Ji binemala Encuyan dîsa ve ciwanekî bi navê Vedat Encu hate kuştin çendek jî hatin birîndar kirin... TCê kuşt û kuştdarî dîsa ve kirîye bingehê siyaseta xwe ya beramberî Kurdan... Bê encam e... Kurd serkevtine, TC binkevtîye... Qebûl kirina vê rastîyê xuya ye dê demî bigire ji alîyê TCê ve...
Kurd gav bi gav qedera xwe vedihûnin... Ev qedere dê qedereke şa û bextewar be...

ROJAN HAZIM
31 Gulan 2016