mandag den 16. maj 2016

Peymana Sykes-Picot [16 Gulan 1916-16 Gulan 2016] - ROJAN HAZIM




Di sed salîya Peymana Sykes-Picot da erkên Kurd û Kurdistanîyan
[16 Gulan 1916-16 Gulan 2016]

ROJAN HAZIM

Kurdistan axeke dewlemend e, bi xêr û bereket e. Lewma jî operasyonên cerahî li ser bedena Kurdistanê hatine kirin û hêj jî têne kirin. Bo dagîrkerên cîran û yên ji dûr hatî gelek calib bûye û hemûyan jî berjewendîyên xwe kirine esas û Kurdistan bi darê zorê di destê xwe da girtine û her hewildana xelkê Kurd ya azadîyê jî bi xwûnê tepisandine. Kurdistan di navbeyna dagîrkeran da jî bûye meydana cengê. Gelek şer û peyman dîtine Kurdistanê. Kurdistanê yêkparetîya cografyaya xwe ewil di şerê Osmanîyan û Safewîyan da bi Peymana Qesr-î Şirîn [1639] berze kirîye û bûye du parçe. Vê rewşê heta serê sedsala bîstan dom kir.

Sedsala 20an jî bo Kurda bi xêr û xweşî nebû. Ewil bi Peymana Sykes-Picot [1916], li dûv ra Sevr [1920] û herî dawîyê jî bi Peymana Lozanê [1923] Kurdistan hate talan kirin, du parçeyî nema, kirine çar parçe û kolonîzasyoneke xedar li ser axa Kurdistanê hate tehkîm kirin.  Di şertên destpêka planê Sykes-Picot da Kurdistana di bin dagîrîya du imparatorîyên mezin yên navçeyê, Osmanî û Farsan da bû û paşê jî bi destê Ingilîz û Fransîyan û bi rêya vê peymana kavil û wêranker anku Peymana Sykes-Picot, li ser pişkeke dî ya axa Kurdistanê dewletên Ereb jî hatin çêkirin û bi vî rengî ew jî bûne baskê sêyemîn yê kolonyalîstîya li Kurdistanê. Helbet Rûsan jî ew rewş û pêşhatin bo xwe kirine firset û ew jî bûne parçeyekî vî planî û ji Kafkasyayê ve heta Hekarîya Kurdistan dagîr kirin.

Di eslê xwe da ev Peymana Sykes-Picot her di destpêkê da xuya bû ku dê peymaneke jî [emir] dirêj nebe û di nav wan şert û mercên şerê cîhanê yê I. da bin nagire û wisa jî lêhat. Peymana Sykes-Picot esasen dizayna serê sedsala bîstan ya rojhilatanavîn e ji teref "cîhana rojavayê" ve. Hingê hêj Amerîka lawaz bû û patronîya van polîtîkayan hem ji alîyê mejî ve hem jî ji alîyê realîze kirina pratîk ve Ingilîzan dikir. Fransîyan jî di parastina berjewendîyên xwe da Ingilîz didane zorê. Di vê rikeberîyê da berjewendîyên Ingilîz û Fransîyan gihiştin hev û planê lêkvekirina rojhilatanavîn bi hev ra dane dest pê kirin. Helbet Amerîka aktorê sereke nebû lê piştevanîya baskê Ingilîz û Fransîyan dikir.

Di encam da planê ku bi navê Ingilîzan Sir Mark Sykes û bi navê Fransîyan jî Francois Georges-Picot danayî li goreyî dilê wan jî neçû serî. Ber bi dawîya şerê cîhanê yê I. û pêkhatina Sovyetan, Rûs paşve vekişiyan. Avakerên Komara Tirkîyeyê ya nû di wê rewşê da Ingilîz û Fransî û tifaqdarên wan dane zorê û li goreyî wan şertan, bi desteka Sovyetan û hizar dek û dolabên li ser xelkê Kurd encameke kêm zêde bi dilê xwe bi destê ve înan. Piştî vê rûdanê hem Peymana Sykes-Picot hem jî Peymana Sevrê li goreyî dilê Ingilîz û Fransîyan û tifaqdarên wan encam neda, şertên mandatîya wan ya li navçeyê jî dirêj nekêşa, lê di hilweşandina Imparatorîya Osmanî û çêkirina dewletên Erebî da gihiştin xwezîya xwe. Paşê bi Peymana Lozanê parve kirina Kurdistanê formekî dî wergirt û Kurdistan bû çar parçe û digel Tirkîye û Îranê, Iraq û Sûrîye jî bûne kolonîzatorên Kurdistanê. Herwisa di dawîya şerê cîhanê yê II. da rewşên nû derketin meydanê û balansa polîtik ya rojhilatanavîn bi rengekî dî rû da. Di van prosesan da Rûsya û paşê jî Sovyet hebû.  Sovyetan piştevanîya avabûna Komara Kurdistanê ya Mehabadê kirin belêm piştî encama şerê cîhanê yê II. li goreyî berjewendîyên xwe dîsa ve paşve vekişiyan, pozisyonên nû derketin pêş û mixabin di nava wan leyiz û entrîkayan da dawîya Komara Kurdistanê ya Mehabadê di demekî gelek kurt da û gelek trajîk hat.

Dîrok bi eynî şert û mercan dubare nabe helbet. Lê aktorên veguhorîna rojhilatanavîn yên serê sedsala bîstan îro jî di çarêka ewil ya sedsala bîst û yêkê da dîsa ve di sehneyê da ne. Tinê rola sereke ya Ingilîzan û Amerîkayê cih guhorîye. Duhî Ingilîz li serê meydanê bûn, îro Amerîka li serê meydanê ye, lê Ingilîz dîsa ve hene çawa ku berê jî Amerîkayî hebûn. Rûsyayê dîsa ve bejna xwe nîşan da ye û yêkser hem jî bi hêza xwe ya leşkerî ve di nav prosesê da ye. Cîhana Rojavayê bi pêşengîya Amerîkayê îro jî dixwaze li goreyî berjewendîyên xwe bi formateke nû rojhilatanavîn dîzayn bike. Ev pêrabûna wan duhî sanahîtir bû lê îro zehmettir e. Dînamîkên civata rojhilatanavîn hatine guhorîn û vê yêkê balansa navçeyê jî serûbin kirîye. Duhî Kurd ne aktor bûn, bê hêz û rêxistinî bûn, belêm îro bi hêz û rêxistinî ne, aktor in û hem jî yên bingehînin û temsîla azadî, aştî, wekhevî, demokrasî û pêşkevtinê dikin. Di veguhorîna Iraqê da Kurd bûne xwudan rol û seng û li encama vê yêkê jî di nav Iraqa Federal da fermîyen bûne xwudan statû. Nihe jî di veguhorîna Sûrîyeyê da dîsa Kurd xwudan rol û giranahî ne û "de facto" bûyîne xwudan statû lê ji ber ku hêj Sûrîyeyê rengekî nû ne standîye, lewma ev statûya heyî "fermîyet" wernegirtîye belêm bi navê kantonan meşrûîyet heye. Hewildan bi hisab û kitabên Cîhana Rojavayê, Tirkîye, Îran û Rûsyayê û hindek dewletên dî yên navçeyê ve didomin. Vekêşkanêyeke bêtixûb tête kirin li ser formê nû yê Sûrîyeyê. Di vê çarçoveyê da dewletên kolonyalîst yên Kurdistanê hêj jî timamî manewraya xwe li ser bêmafîya Kurdan dikin û gelek bi israr dixwazin statûkoya li serê sedsala bîstan pêkhatî bidome. Bexda hêj jî tehemmula hebûna statûya Herêma Kurdistanê di nav xwe da nake. Herwisa Şam gelek nerazî ye ku Kurd li ser erdê xwe bûyîne xwudan desthilat. Tehran û Ankara hindî ji destê wan têt dixwazin li milekê hem statûya başûr û rojavaya Kurdistanê têk biçe û heke neçû jî asteng bikin, tixûban lê teng bikin û rê li ber xweserîyeke kamil bigirin û herweha firsetê nedin ku ji bo "nava wan" jî anku bakur û rojhilata Kurdistanê bibine modelekî nû.

Di vî demê nû da Kurd herwisa bi hêz in, li îradeya xwe xwudan derdikevin û hem li rojhilatanavîn hem jî li zemînê navneteweyî meydanê bo dagîrkeran nahêlin ku hespê xwe li goreyî dilê xwe bibezînin.

Kurdan bi derketina vê rewşa nû, avabûna statûyên başûr û rojavayê û herwisa bilindbûna têkoşîna azadîyê li rojhilat û bakur êdî zihnîyet û hewildanên "Sykes-Picot"î bijbelav kirîye, bêyî hukum hêlaye. Di sed salîya vê peymana bêyûm ya Sykes-Picot da Kurd xwudan soz û îrade ne, xwudan hêz û şiyan in.

Lê belê, yêk kêmasî û qusûra Kurdan heye ku ew jî di van şertên nû yên gihiştî da, ji tifaqeke navxweyî ya ku tête xwastin û hêvî kirin dûr in. Di rikeberîya li nav aktorên cîhanî û navçeyî û herwisa dewletên dagîrker yên Kurdistanê da mixabin ku ev bêtifaqîya navxweyî bizava manewrayê ya Kurdan qels dike.

Di sed salîya peymana Sykes-Picot da, ku îro hemû peymanên parçe kirina Kurdistanê ji teref Kurdan ve hatine pûç kirin, divêt formekî nû bête dan ji bo rojhilatanavîn ku ew jî bêyî qebûl kirina mafên Kurdan qet ne mumkun e. Kurd di standina mafên xwe yên xwezayî da gelek bi biryar in û vê yêkê eslen nakine behsê munaqeşeyê jî. Lê belê, di konjonktura heyî da hindî ji wan têt rasyonel hereket dikin û dixwazin bi diyalogê û li ser zemînê heqqanîyetê digel hevrikên xwe reng û rûyekê bidine xwastekên xwe û çarenivîsa xwe li goreyî şert û mercên îro heyî bi rizaya xwe diyar bikin. Kurd herwisa digel hevqederên xwe yên Kurdistanî dixwazin statûya xwe bi destê xwe kivş bikin. Formatên statûyan ji hev cuda ne û gelek in. Giring ew e ku Kurd xwudanê çarenivîsa xwe ne û tinê ew dikarin çarçoveya vê çarenivîsê diyar bikin û bi nav bikin.

Di sed salîya Peymana Sykes-Picot da karê lezîn û pêdivî yê Kurdan û hevqederên wan yên Kurdistanî ew e ku her bi çi rengî be rêyeke yêkbûna navxweyî peyda bikin. Formekî ku yêkîtîya demokratîk ya navxweyî îfade dike bibînin û di pratîkê da realîze bikin. Her hewildan û pêkînana tifaqa navxweyî dê berpêyên dagîrkeran teng bike, lê gihiştina rizgarî û azadîyê dê sanahîtir bike, hedefê nêzîktir bike.

[***]

Di van şertên ku îro ne tinê hukmê Peymana Sykes-Picot herwisa yê Peymana Lozanê jî nemayî da, imkanên pêkînana tifaqa navxweyî bi zedehî ve gihiştî ne û eve dê prosesa bi destxistina statûya Kurdistanê jî tayîn bike. Hebûna du statûyên li başûr û rojavaya Kurdistanê zemînê cografî yê yêkîtîya navxweyî amade dike. Bi diyalog û gotûbêja navxweyî peyda kirina formekî nû yê yêkîtîya başûr û rojavaya Kurdistanê mumkun e û divêt Kurd û Kurdistanî vê mijarê bikine serê rojeva xwe.

Serê sedsala bîstan hêzên navneteweyî li goreyî berjewendîyên xwe form dane rojhilatanavîn ku Kurd jê bêpar man. Belêm îro li sedsala bîst û yêkê di formdayîneke nû ya rojhilatanavîn da Kurd bi bizav û têkoşîneke mezin ya vejînê bûyîne xwudan hêz û îrade û di pêkînana rojhilatanavîneke nû da Kurdistan divêt mutleq bigihe statûyeke bi dilê xelkê Kurd û hemû Kurdistanîyan. Eve di destê me bi xwe da ye. Alternatîva vê sedsala bîst û yêkê li beramberî peymanên xirabker yên serê sedsala bîstan yên wekî Sykes-Picot, Sevr û Lozanê, peymana navxweyî ya Kurdan û Kurdistanîyan bi xwe ye û ew jî yêkîtîya mezin ya Kurd û Kurdistanîyan e. Statûkoya bi peymanên Sykes-Picot, Sevr û Lozanê çêbûyî îro divêt nemîne. Kurd û Kurdistanîyên yêkbûyî dikarin beramberî aktorên navçeyî û navneteweyî xwastekên xwe bidine qebûl kirin û encameke bi dilê xwe derêxin meydanê û bi vî rengî statûkoya ji serê sedsala bîstan were hatîye ferz kirin berteref bikin. Destkevt bi vî awayî dikarin bêne zêdetir û mezintir kirin û parastin, ku îro konjonktur û meyla cîhana demokratîk di lehê Kurdan da ye û eve firseteke xêrdar e.

Kurd û Kurdistanî, ji bo vê armancê divêt bi enerjîyeke mezintir û xurttir û bi hev ra di nav kar û xebatê da bin.

Not:
Ev nivîs ji bo KNKê hate nivîsîn û paragrafa li jêr lê hate zêde kirin.
Xweşbextane ev nivîs digel paragrafa li jêr bi belê kirina Konseya Rêvebir û Dîwana Giştî ya KNKê bû belgeya fermî ya KNKê û di roja salvegera Peymana Sykes-Picot da, anku di 16ê Gulana 2016ê da hate belav kirin. -RH

Paragraf: [***]
"KNK di sed salîya Peymana Sykes-Picot da, ku ev zihnîyet û pratîk îro bi têkoşîna dînamîkên navxweyî hatîye pûç kirin, prosesa vehûnandina yêkîtîya navxweyî erkekî neteweyî û niştimanî dibîne û daxwazê ji hemû hêz û kesayetên neteweyî û niştimanî dike ku rola xwe ya çêker bi aktîvî bileyizin. Kurd îro gihiştine wê hişyarî, hêz û şiyanê ku êdî emelîyatên birandinê yên li ser bedena xwe qebûl nekin û li qedera xwe û ruh û bedena xwe anku welatê xwe xwudan derkevin."