søndag den 1. maj 2016

1ê GULANê Pîroz be - ROJAN HAZIM




Cejna karker, kedkar, rêncber, karmend û hemû xebatkarên xwudanê xwuha enîya xwe, xwudanê hêza zanîna xwe, xwudanê hêz û şiyana destên xwe li Kurdistanê û cîhanê bila pîroz be.

Têkoşerên doza rizgarî û azadîya Kurdistanê, gerîlla û pêşmergeyên Kurdistanê kedkarên herî fedakar in ku di çeper da ji bo parastina welatê xwe canê xwe gorîyî doza welatê xwe, xelkê xwe dikin. Bila 1ê GULANa wan pîroz be.



Bi hêvîya ku 1ê GULANê li Kurdistana rizgarbûyî û azadbûyî bi keyf û şahî bête pîroz kirin.


ROJAN HAZIM

1ê GULANê 2016