mandag den 12. juni 2017

Biryara referandumê ya dîyarkirina rehîya Kurd û Kurdistanîyan li ser serxwebûnê - ROJAN HAZIM



Pêşeng û rêvebirên xelkê Kurdistanê li başûr bi piranîyeke maqûl ya rêje bilind biryar dan ku xwezî û daxwaza xelkê Kurd û Kurdistanê bi referandumê bête kivş kirin ku reng, form û statuya ji bo paşeroja xwe bi zelalî xuya bikin û bo bîr û rehîya giştî ya cîhanê bidine ragihandin. Wextê referandumê jî hatîye aşkera kirin: 25 Îlon 2017. Armanc tesbîtkirina rehîya xelkê Kurdistanê ye ka serxwebûnê dixwaze an ne.
Her di serî da divêt bête gotin ku ev hewildane di cihê xwe da ye. Hem ji alîyê dem, hem ji alîyê konjonktura navxweyî, navçeyî û navneteweyî ve hem jî ji alîyê heqqanîyeta li ser daxwaza xelkê Kurd ve pirseke ku divêt bête zelal kirin. Di cografyaya ku Kurd lê dijîn, li Kurdistanê ji alîyê dagîrkerên Kurdistanê bigirin heta dewletên dinyayê li goreyî armanc û berjewendîyên xwe yên piralî emelîyateke jîyanî ya cerrahî dikin û plan û projeyên wan terefan li goreyî xwe zelal in. Di vê hercûmercê da heqê Kurdan e ku xwezî û daxwaza xwe bi dengekî bilind bêjin ka çi dixwazin. Bedena wan li ber nişterê ye û ma ne hewce ye ku Kurd bêjin berî emelîyatê divêt em ya xwe bêjin. Lewma biryara referanduma li başûra Kurdistanê rast e, heq e û pedivî ye. Divêt Kurd bi vê referandumê ve bêjine UNê, bêjine Amerîkayê [USA], bêjine Yêkîtîya Ewrûpayê, bêjine Rûsyayê û hemû dewletên ku bi navçeya rojhilatanavîn ve mijûl û herweja bêjine dewletên dagîrker em xwe zelal dikin, em dixwazin qedera xwe bi destê xwe beyan bikin û bi dinyayê ra bidine zanîn ku em li ser axa xwe, di welatê xwe da serxwebûnê dixwazin, em dixwazin li welatê xwe xwe bi xwe xwe îdare bikin.
Di vê mijarê da qet hewce nake ku Kurd çu kesê qani bikin, an razî bikin anjî ji bo bi cih înana vê biryarê destûrê bixwazin. Mafekî gelek rewa û xwezayî ye û divêt Kurd vê daxwaza xwe ya heqqane nekine mijara munaqeşe anjî gotûbêjê.
Rêvebirîya başûra Kurdistanê, rêber û pêşengên başûra Kurdistanê ev biryara hinde giring digel hêz û kesên xwudan berpirsiyarî yên beşên di yên Kurdistanê gotûbêj nekirine, bîr û hizira wan wernegirtîye, digel wan neşêwirîne, bi aqilê muşterek yê Kurdistana mezin gav neavêtîne û gelek pirsên dî dikarin bêne kirin. Eve hemû lazim bû bêne kirin, lê belê nehatîne kirin, lê disa ve ev gazinde divêt nebine asteng ku referanduma li başûra Kurdistanê neyête kirin an dij bête rawestan. Rewşa Kurd û Kurdistanê li meydanê ye, rewş û pozisyona partî, rêxistin, şexsîyetên neteweyî jî tête dîtin û zanîn. Tiştekî nedîyar nîne ku herkesê hisab û kitabek heye di meydana siyasetê da. Bi taybetî her partîya Kurdistanê hedefên xwe yên rêxistinî daîm li pêş digirin ku eve bi berfirehî tête zanîn. Kurd hemû ya dilê hevdu baş dizanin.  Eve jî zelal û aşkera ye.
Îro divêt çi bête kirin? Amerîka, Rûsya, Yêkîtîya Ewrûpayê dixwazin rojhilatanavîn li goreyî dînamîkên îro dizayn bikin. Kurdistan tam di nîveka vê operasyona mezin da ye. Van hemû alîyan jî reçeteyek, planek, projeyek heye. Hemû jî daxwazin rengê statuya Kurdan li goreyî rewşê, konjonkturê û berjewendîyan destnîşan bikin. Gelek aşkera dixwazin libasekê bidirûn bo Kurdan. Başe Kurd bêdeng bimînin? Ma nevêt Kurd pîv û pîvanên libasê li goreyî bedena xwe bêjin?
Gotinên filan partî, filan kes dixwazin referandumê bikine aletê armancên xwe û gelek tiştên dî têne kirin û dê bêne kirin jî. Dîsa tête gotin ku divêt biryara referandumê hemû alîyên polîtîk yên Kurdistana mezin bidin. Gelek baş tête zanîn ku eve di pratîka îro da zehmet e. Paşê li rojavaya
Kurdistanê jî statuyek tête ava kirin û bi rêve birin lê pirsa çu alîyên dî yên Kurdistanê nayê kirin.
Digel hindê jî gava xelkê rojavaya Kurdistanê kantonên xwe ava kirin û paşê jî biryara federalîyê dan piranîya maqûl ya Kurdan destek dayê û rêz li biryara xelkê xwe yê li rojavayê girtin.
Şik tê da nîne ku xwezî meclisek, encumenek an kongreyeke mezin ya Kurdistana mezin heba û hemû dînamîkên neteweyî û niştimanî tê da bi rengê koalisyonel hatiban temsîl kirin û bi vê temsîlîyeta bilind li ser hemû bûn û bûyerên Kurdistanê, li ser qedera xwe bi xwe ya Kurdistanê biryar daba. Belêm mixabin ku ew organa ku hemû Kurd û Kurdistanî hêvî dikin di şertên îro da nîne û pêknehatîye. Dîsa ve mixabin ku ev perîşanîya Kurd û Kurdistanîyan ya belav didome. Hingê divêt çi bikin? Li hêvîya wê organê bimînin? Jîyan, siyaset û hertişt statîk nîne, dînamîk e û gava ji bo armanceke mezin û stratejîk firset hate pêş êdî divêt bi imkan, şert û hebûnên heyî biryarek bête dan. Vêca heke di vê siyaseta parçebûyî ya Kurdistanê da hertişt mutleq bi biryara hevrayî ya seranserê Kurdistanê ve bête girêdan eve dê digel xwe bêbizavîyê, bêbiryarîyê bîne ku eve pratîk nîne. Eve di vê kontekst [girêdan] û çarçoveya spesîfîk ya kivşkirina daxwaza Kurdan ya li ser qedera xwe da li başûra Kurdistanê bi gotina herî sade ne binas û argumentên tetmînkar in. Di vê xalê da israr reftareke negatîv e û bi çu rengî xizmeta bejewendîyên neteweyî û niştimanî nake. Kurd di mijareke hinde stratejîk da heke bikevine nav van munaqeşeyên stewr dê zerar û ziyaneke mezin bibînin. Lewma Kurd divêt zûtirîn dem arêşe û pirsgirêkên navxweyî bidine alîyekê û li ser vê xala hevpişk ya neteweyî û welatî hevdeng, hevbîr û hevpozisyon bin û vê biryarê di pratîke da bi cih bînin. Referanduma ku daxwaza xelkê Kurd ya li beşê başûr ya li ser serxwebûnê aşkera bike divêt gelek profesyonalane bête organîze kirin. Referandum divêt di bin rêvebirîyeke demokratîk û neteweyî û niştimanî da bête bi rê ve birin û encamdan.
Xelkê me, xelkê Kurdistanê li başûr dixwazin daxwaza xwe ji bo yar û neyaran zelal bikin û xwezîya xwe ya serxwebûnê dîyar bikin. Eve daxwazeke gelek heq, adil, mirovî û demokratîk e. Ya dikeve berê her Kurd û Kurdistanîyekê û beşên dî yên Kurdistanê piştevanî ye ku xelkê me di vê referandumê da bêje dinyayê em dixwazin qedera xwe xwe bi xwe tayîn bikin. Her hind e!.
Kî dijî referandumê ne? Di serî da dagîrkerên Kurdistanê; TC, Îran, Bexdaya li bin îdareya nasyonalîzma Erebî, Şam û tifaqdarên wan.
Dewletên ku li rojhilatanavîn di nav emelîyatê da ne çi dibêjin? Referandum heqê Kurdan e lê ne wextê wê ye!
Ankara, Tehran, Bexda û Şam ji bilî vê da çi bêjin gelo?
An dewletên dî? Ma hema yêkser dê bêjin Kurd serbixwe bin û serxwebûna xwe îlan bikin?
Manewrayên siyasî dê bêne kirin û dê her jî hebin.
Belêm di vê mijara kivşkirina qedera xwe da Kurd divêt hewcehîyê bi manewrayê nekin û hem rasyonel hem jî rastgo bin. Di vê daxwaza heq da "takîye kirin" layiqî Kurdan nîne û divêt nekin. Divêt gelek şeffaf bi dengdana li ser sindoqê daxwaza xwe ya heqqane bêjin: Serxwebûn!.
Ev biryare dê di pratîkê da kengî û çawa bête bi cih înan, ew jî girêdayî konjonkturê û hêz û şiyana Kurdan û zîrekîya wan e.
Di vê çarçoveyê da dijî referandumê sekinîn, ji bo negatîvîyetê binas afirandin û qayîşkêşîya pûç ya li ser bi giştî biryara referandumê layiqî bîr û hizir û pratîka neteweyî û welatî nîne. Eve divêt bête zanîn.
Helbet hêj wext heye ji bo roja referandumê. Gelo xelkê me dê çi bêje? Li goreyî hejmara hêzên ku ev pêşniyare kirî, temsîlîyeteke bilind heye di vê hewildanê da. Tête hêvî kirin ku Kurd bi rêjeyeke seda sed bêjin belê bo serxwebûnê. Ya rast ev e. Qet nebe divêt dengê piranîya maqûl ya bi hejmareke bilind belê derkeve ji sindoqa referandumê. Hewildanên ji bo gihiştina vê encamê jî divêt gelek organîze bêne kirin û hêz û kesên dudil anjî dij jî divêt bêne qani kirin. Di şertên demokratîk da mafê yên dij derdikevin jî helbet heye. Lê belê, prosenteke biçûk jî be rehîyên NO derkevin dijmin û neyar dê ji bo berjewendîyên xwe li dijî Kurd û Kurdistanê bi kar bînin. Lewma divêt di vê referandumê da bo serxwebûnê BELÊ bête gotin. Berpirsiyarîya dîrokî ya neteweyî û welatî vê dixwaze.

ROJAN HAZIM
12 Hezîran 2017


Not:

Kombûna ku biryara referandumê lê hatîye standin, 7ê Hezîranê [2017] li Pîrmama Hewlêrê bûye. Teklîfa kombûnê ji serokê Herêma Kurdistanê kak Mesûd Barzanî hatîye û ev partî û rêxistin beşdar bûne:

“Partîya Demokrat ya Kurdistanê, Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Yêkgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Bizava Îslamî ya Kurdistanê, Partîya Komunîst ya Kurdistanê, Partîya Sosyalîst ya Demokrat ya Kurdistanê, Partîya Zehmetkêşan ya Kurdistanê, Partîya Karkeran û Kedkarên Kurdistanê, Partîya Çaksazîya Pêşkevtî ya Kurdistanê, Lîsteya Hewlêrê ya Tirkmenî, Enîya Tirkmenî ya Iraqê, Partîya Geşepêdana Tirkmenî, Lîsteya Ermenî di Parlamentoya Kurdistanê da, Bizava Demokrat ya Aşûrî, Encumena Gel ya Kildanî-Aşûrî.”

Ev çar xal jî bi yêkdengî hatine dîyar kirin:

Yekem: Roja 25ê Îlona 2017ê weke roja sazkirina referandumê li Herêma Kurdistana Iraqê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî rêveberiya herêmê hat diyarkirin.

Duyem: Her ji roja dawîhatina civînê heta dema birêveçûna referandumê, hemû alî xebatê ji bo ji bo çalakkiirna parlamentoyê û çareserkirina pirsgirêkên siyasî bikin, ew yek jî bi armanca bi dest xistina komdengiya niştimanî.

Sêyem: Tekezî li ser başkirina debar û rewşa jiyana xelkê û awirdan li arîşeyên aborî yên hevwelatiyên Kurdistanê û mûçewergir û çîn û tijwêj û xelkê kêmdahat hat kirin.

Çarem: Biryar hat dayîn ji bo pêkanîna Encumena Bilind a Referandumê bi serokatiya birêz Mesûd Barzanî. Herwiha biryar hat dayîn, ku heta roja 12ê Îlona 2017ê partiyên siyasî nûnerên xwe bo beşdarbûn di çend komîteyên taybet bi referandum û piştî referandumê de diyar bikin.”



Serkanî:

KURDISTAN - 25ê Îlonê roja referanduma serxwebûnê ye

Ji aliyê RÛDAW 7-6-2017



Civîna îro ya Barzanî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê.

Pîrmam (Rûdaw) - Di civîna Barzanî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de biryar li ser roja referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê hat dayîn û li gorî daxuyaniya piştî civînê, roja 25ê Îlona îsal weke roja pêkanîna referandumê hatiye diyarkirin.

Îro çarşembî 7ê Hezîrana 2017ê Mesûd Barzanî bi nûnerên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re li bajarokê Pîrmamê yê girêdayî bajarê Hewlêrê civiya. Mijara sereke ya civîna îro gotûbêjkirina pêkanîna referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê ye.

Civîna navbera Barzanî û nûnerên aliyên siyasî di demjimêr 15:00ê piştî nîvro de dest pê kir û berî demekî civîn bi weşandina daxuyaniyeke nivîskî dawî pê hat.

Li gorî daxuyaniyê ku Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser malpera xwe ya fermî weşandiye, di civîna îro de derbarê lidarxistina referanduma serxwebûna Kurdistanê de biryar hat dayîn û roja 25ê Îlona 2017 (îsal) wele roja birêveçûna referandumê hat diyarkirin.

Di destpêka daxuyaniyê de tê gotin: “Roja çarşembiyê 7ê meha 6 a 2017ê li Selahedînê nûnerên pilebilindên partiyên siyasî yên nava parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi amadebûna Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîr û Serok û Cîgirê Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Kurdistanê li gel birêz Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî civiyan.”

Derbarê naveroka civînê de jî hatiye gotin: “Di civînê de bi berfirehî mijara referandum û hilbijarina Parlamentoya Kurdistanê û arîşeyên siyasî yên navxweî yên Herêma Kurdistanê û rewşa herêmî û cîhanê hatin gengeşkirin û amadebûyên civînê nêrînên xwe li ser pêwsîtiya referandumê û çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên herêmê û rewşa zatî û babetî ya Herêma Kurdistanê pêşkêş kirin.”

Li gorî daxuyaniyê, di vê civînê de amadebûyên civînê bi koma dengan li ser van çend xalan li hev kirin:

Yekem: Roja 25ê Îlona 2017ê weke roja sazkirina referandumê li Herêma Kurdistana Iraqê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî rêveberiya herêmê hat diyarkirin.

Duyem: Her ji roja dawîhatina civînê heta dema birêveçûna referandumê, hemû alî xebatê ji bo ji bo çalakkiirna parlamentoyê û çareserkirina pirsgirêkên siyasî bikin, ew yek jî bi armanca bi dest xistina komdengiya niştimanî.

 Sêyem: Tekezî li ser başkirina debar û rewşa jiyana xelkê û awirdan li arîşeyên aborî yên hevwelatiyên Kurdistanê û mûçewergir û çîn û tijwêj û xelkê kêmdahat hat kirin.

Çarem: Biryar hat dayîn ji bo pêkanîna Encumena Bilind a Referandumê bi serokatiya birêz Mesûd Barzanî. Herwiha biryar hat dayîn, ku heta roja 12ê Îlona 2017ê partiyên siyasî nûnerên xwe bo beşdarbûn di çend komîteyên taybet bi referandum û piştî referandumê de diyar bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de navê alî û partiyên siyasî yên beşdar di civînê de bi vî awayî hatiye rêzkirin:

“Partiya Demokrata Kurdistanê, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Bizava Îslamiya Kurdistanê, Partiya Komonîst a Kurdistanê, Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê, Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê, Partiya Karkeran û Kedkarên Kurdistanê, Partiya Çaksaziya Pêşkevtî ya Kurdistanê, Lîsta Hewlêr a Tirkmenî, Eniya Tirkmenî ya Iraqê, Partiya Geşepêdana Tirkmenî, Lîsta Ermen di Parlamentoya Kurdistanê de, Bizava Demokrata Aşûrî, Encumena Gel a Kildanî-Aşûrî.”

Pêştir peyamnêrê Rûdawê Senger Ebdurehman ku ji bo şopandina civîna Barzanî û aliyên siyasî li Pîrmamê ye, ragihandibû: “Di civînê de biryar hatiye dan, ku 25ê Îlona 2017ê referandum birêve biçe.”

Senger Ebdurehman herwiha gotibû: “Di civînê de herwiha biryar hatiye dan, ku 6ê meha 11 a îsal hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û serokatiya Herêma Kurdistanê di dema xwe ya diyarkirî de werin sazkirin.”

Peyamnêrê me herwiha dabû xuyakirin: “Di civînê de herwiha biryar hat dayîn ku çend komîteyên bilind bi serokatiya Barzanî bo referandumê werin pêkanîn, ji bo ku serdana welatên deverê û welatên erebî bikin û herwiha ji bo ku gotûbêjê li gel Bexdayê jî bikin.

http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/070620176