mandag den 29. juli 2019

Dijî dagîrkerîya dewleta Tirkîyeyê pozisyona hevgirtî ya neteweyî û niştimanî ya Kurdistanê

Xelkê Kurd,
Xelkên Kurdistanê,

Îro rast e, neyaran Kurdistan kirine çar parçe. Ewil bi peymana Qesr-î Şirînê kirine du, bi Lozanê jî kirine çar parçe. Lê belê, ev hemû peymanên dabirîna Kurdistanê çu cara ji teref xelkê Kurdistanê ve nehatine qebûl kirin û meşrû nehatine dîtin. Dijî van hemû peymanên parçekirina Kurdistanê serhildan çêbûne, berxwedan hatine kirin û ser li ber dijminan nehatîye şor kirin.
Ji dawîya sedsala 20an û ji serê sedsala bîst û yêkê pê ve rewşeke nû rû daye li welatê me Kurdistanê û ewil li başûr paşê jî li rojavaya Kurdistanê du îdareyên xweser pêkhatine.
Em baş dizanin ku ne Îranê nejî Tirkîyeyê ev pêkhatine çu cara qebûl nekirine û daîm lê gerîyane ku her bi çi rengî be van pêkhatinan ewil xirab bikin, heke ji wan neyê jî têkvedanê bikin û van destkevtan destabîlîze bikin û hilgirine binê ablûkayên polîtîk, leşkerî û ekonomîk.
Di vê prosesê da Îranê car bi bêdengî car jî bi êrişên vekirî arêşe derêxistin li başûra Kurdistanê, gelek caran kampên partî û rêxistinên rojhilata Kurdistanê yên li Koy û li ser tixûban bombarduman kirin û bi dehan kes kuştin, şehîd kirin û di esas da ji vê polîtîkaya xwe jî venebûye.
Dewleta Tirkîyeyê wekî dagîrkera mezin ya Kurdistanê li milekê li nav tixûbên xwe yên fermî zulmeke nedîtî li xelkê bakura Kurdistanê dike, li alîyê dî çavê xwe berdaye parçeyên başûr û rojavaya Kurdistanê û dest bi dagîrkirineke fireh kirîye. Ev dagîrkerîya dewleta Tirkîyeyê ya li ser başûr ji salên 1980 were gav bi gav pêşket. Dewleta Tirkîyeyê li dewrê rejima Seddam Husên jî bi peymaneke digel wê rejima xwûnxwar ya dijî Kurd û Kurdistanê çêkiribû û heta deh kîlometreyan tixûb dibezandin û kiryarên leşkerî dikirin dijî azadîxwazên Kurdistanê.
Dewleta Tirkîyeyê ji salên 1990ê were jî ev operasyonên xwe zêde kirine û gelek binkeyên leşkerî li navçeyên Bahdîna heta dorberê Mûsilê ava kirine û ji milekê ve ji van binkeyên leşkerî dijî Gerîllayên PKKê hem istixbaratê kom dike hem jî êrişan dike, lê li milê dî jî kontrola xwe ya istixbarî û leşkerî li ser timamî başûra Kurdistanê binecih dike.
Piştî ku li rojavaya Kurdistanê îdareya xweser pêkhat, dewleta Tirkîyeyê konsepta êrişkarîya xwe nûve kir û planê xwe yê dagîrkerîyeke total da dest pê kirin. Ji Ezaz û Cerablusê dest pê kir û herî dawîyê jî Efrîn dagîr kir. Nihe jî hazirîyên dagîrkerîyeke firehtir dike û berê xwe daye Kobanî, Girî Spî û Cizîra rojavayê. Ev pozisyona dewleta Tirkîyeyê ya êrişkar û dagîrker gelek bi aktîvî didome.
Vê gavê jî dagîrkerîya vê dewleta hov li ser başûra Kurdistanê rengekî nû wergirtîye. Êdî bi avakirina binkeyên leşkerî û istixbarî qayîl nîne û dixwaze navçeyên firehtir û stratejîk bi timamî dagîr bike û tê da bi cih be. Ji bo vê jî ewil ji cihekî gelek giring û stratejîk dest bi dagîrîya başûra Kurdistanê kir.
Navçeya Biradosta nihe li ber vê dagîrîya dewleta Tirkîyeyê ye û her diçe hêzên xwe pêşve dibe û binecih dike ku dewleta Îranê jî piştevana dewleta Tirkîyeyê ye di vê operasyona leşkerî da. Biradosta di navbeyna bakur, rojhilat û başûra Kurdistanê da navçeyeke stratejîk e û ji teref dewleta Tirkîyeyê ve kontrolkirina vê navçeyê ji bo bizava azadîxwaz ya bakur û rojhilata Kurdistanê û herwisa ji bo îdareya xweser ya başûra Kurdistanê xetereke gelek mezin pêktîne. Biradosta di dîroka dûr da jî daîm bûye meydana şerenîxên li navbeyna dagîrkerên Safewî û Osmanîyan, lê belê di şertên îro da Îran bi bêdengî teyîda vê dagîrîya dewleta Tirkîyeyê dike ku di ablûkaya ekonomîk ya Amerîkayê da vê navçeya stratejîk ji bo ticareta xwe ya dualî bi kar bîne ku dewleta Tirkîyeyê dê di vî warî da bibe destek û partner ji bo Îranê. Lewma Îran di halê hazir da çend xwe vekirî tevî vê êriş û dagîrîya dewleta Tirkîyeyê neke jî, lê nerazî jî nîne û di dîrokê da ev hevdestîya wan ya zimnî hatîye dîtin. Di tesfîyeya doza Kurdistanê da rê li ber hevdu xweş kirine û vê gavê jî dikin. Li ber van qewimînên dîrokî divêt hişyardarîya Kurd û Kurdistanîyan hebe ku bikarin bi hev ra van leyiz û entrîkayên dagîrkeran vala derêxin.
Tirkîye gelek bi zanahî û stratejîk van dagîrkerîyan dike. Li rojavaya Kurdistanê Efrîn dagîr kir û xwe tê da bi cih dike û bi vî rengî rêya Deryaya Spî li Kurdan digire. Bi dagîrkirina Biradosta jî dixwaze sentrala Kurdistanê hilgire bin kontrola xwe û li ser sê parçeyên Kurdistanê, li bakur, rojhilat û başûr otorîteya xwe ya eskerî ferz bike. Gelek aşkera ye ku pêkhatina ev otorîteya eskerî ya dewleta Tirkîyeyê li nîveka Kurdistanê dê ji alîyê polîtîk ve jî encaman bide û bi vê yêkê dixwazin bêhnê li Kurdan çik bikin û rê li ber avabûna Kurdistanê bigirin.
Ji alîyê dewleta Tirkîyeyê ve kontrolkirina Biradosta û xeta Kêleşînê ku sêkuçeya bakur, başûr û rojhilata Kurdistanê ye, heta Xakurk û Sîdeka û dorberê wê, dê qabilîyeteke mezin ya leşkerî bide dewleta Tirkîyeyê ku eve ji bo van hersê parçeyên Kurdistanê adeta birîna reya jîyanê ye ku bi dilê Îranê ye jî.
Ji ber van hemû sebeban em wekî KNK û hemû beşdarên polîtîk yên Kurdistanê dixwazin balê bikêşine vê rastîya polîtîk û stratejîk ku bikarin bi hev ra rê li ber neyaran bigirin û vê tehlîke û belaya mezin ji ser serê xelkên Kurdistanê dûr û belav bikin.
Dewleta Tirkîyeyê daku baldarîya mirovahîya demokratîk şêlû bike, binasê êriş û dagîrîya xwe bi operasyona dijî PKKê û Hêzên Parastina Gel-HPGê ve dide xuya kirin ku eve bi timamî manipulasyon e û berevajîkirina rastîyan e. Eve karê dijmin e û divêt ev rûyê xapandêr yê dewleta Tirkîyeyê bête aşkera kirin û esas armanca wan ya dagîrkerîya bi giştî Kurdistanê bête ron û zelal kirin.
Li ber vê rastîya dîrokî ya Kurdistanê em bi giringî van daxwazan ji xelkê Kurd, Kurdistanîyan û hemû partî û bizavên polîtîk û sivîl yên timamî Kurdistanê, ji rêvebirîya xweser ya rojavaya Kurdistanê û bi taybetî hukûmeta Herêma Kurdistanê ya başûra Kurdistanê dikin ku navçeyên bi ber dagîrîya dewleta Tirkîyeyê dikevin fermîyen di bin îdareya wan da ne.
  1. Berê xwe bidene cografyaya Kurdistanê û giringîya jeopolîtîk û jeostratejîk ya navçeya Biradosta bibînin ku çend navçeyeke jîyanî ye ji bo parastina Kurdistanê ya beramberî dagîrkeran. Dagîrîya vê navçeyê dê rê li ber bizava azadîxwazîya bakur û rojhilata Kurdistanê bigire û herwisa jî dê rê li ber têkbirin û hilweşandina destkevta başûra Kurdistanê xweş bike. Dagîrkerîya dewleta Tirkîyeyê ya li ser Biradosta xencerek e di nîveka dilê Kurdistanê da. Ji xwe dewleta Tirkîyeyê bi zanahî navê vê dagîrîya xwe kirîye "Operasyona Pencê" ku dixwaze bi pencên xwe yên dirindehane zerarê bigihîne dilê Kurdistanê. Lewma divêt Biradosta wekî dilê Kurdistanê bête dîtin û parastina dilê Kurdistanê wekî domandina jîyana Kurdistanê bête qebûl kirin û bi vê giringîyê dijî dagîrîya dewleta Tirkîyeyê, hemû Kurdistanî hêza xwe, dengê xwe bikene yêk û li dijî vê bêdadîya dewleta Tirkîyeyê rawestin û pencên wan jê bikin.
  2. Êrişên hewayî û reşahî yên dewleta Tirkîyeyê yên li vê navçeya fireh zerara jîyanî dide hemû xelkê xwecih ku gelek gund hatine vala kirin û li şûna wan leşkerên dewleta Tirkîyeyê bi cih dibin û leşkergehên xwe yên daîmî ava dikin ku eve tête manaya dagîrîyeke mayînde. Ji ber hindê divêt hemû Kurdistanî dijî vê dagîrîya daîmî ya dewleta Tirkîyeyê nerazîbûna xwe bi rengekî aktîv bidene xuya kirin.
  3. Hebûna binkeyên Gerîlla û Pêşmergeyan li van dewrûberan rastîyeke dîrokî û meşrû ye. Di her demî da hemû azadîxwazên doza Kurdistanê yên ji başûr, rojhilat û bakur di van navçeyên ku dijmin wekî tixûbên xwe qebûl dikin da kampên leşkerî ava kirine ku ev cihe welatê wan e û herweha mafê wan yê neteweyî û niştimanî ye. Propagandaya dijminan ya di vî warî da ku goya ev navçeye ji teref hindek hêzên dijî dewletê ve têne bi kar înan divêt ji alîyê hemû bizavên Kurd û Kurdistanî ve bi şuûra neteweyî û niştimanî yêkser bête red kirin. Şik tê da nîne ku hemû Kurd û Kurdistanî divêt rêzê li ferqîya şert û mercên parçeyên Kurdistanê bigirin, lê belê eve nayê wê manayê ku li ser wan tixûbên ku dijminên Kurdistanê li ser Kurdan ferz kirine bizavên neteweyî neyên kirin. Navçeya Biradosta ji berê were ji bo bizavên neteweyî yên bakur, başûr û rojhilat bûye meydana lojîstîk û seyr û seferên têkoşîna piralî. Ji alîyê dîroka têkoşîna doza Kurdistanê ve Biradosta navçeyeke hevpar e ku hemû dînamîkên Kurdistanê ev navçeye bi kar înane. Ji ber vê çendê êrişa dewletên dagîrker ya li ser van navçeya divêt bi yêkdengî bête şermizar kirin û dîsa bi hev ra divêt li vê navçeyê bête xwudan derketin.
  4. Van demên dawîyê, dewleta Tirkîyeyê paralelî êrişên xwe yên reşahî, ji hewayî ve jî bombardumaneke gelek xedar dike li gundên vê navçeya fireh. Heta nihe bi sedan xelkê sivîl hatine kuştin, bi hizaran sivîl ji gund û warên xwe yên qedîm hatine bar kirin. Heta nihe herwisa bi sedan gerîllayên PKKê jî bi ber van bombeyan ketine û şehît bûne. Herweha bi dehan kadroyên rêvebir  yên bizava PKKê û KCKê ji ber van bombardumanan hatine şehîd kirin. Herî dawîyê endamê Konseya Serokatîya KCKê birêz Xerîb Diyar digel du hevalên xwe bi bombardumana balefirên cengî yên dewleta Tirkîyeyê hatin şehîd kirin. Şehîdî bihayekî hevpar yê neteweyî û niştimanî ye. Lewma divêt hemû Kurd û Kurdistanî dijî van bombardumanan bi reftareke xurt sekinekê nîşan bidin û nerazîbûna xwe bi xurtî îlan bikin û bi vê pozisyona hevrayî li şehîdên Kurdistanê jî xwudan derkevin.
  5. Em wekî KNK û hemû partî, rêxistin û kesayetên beşdar, bangeke giring li hemû welatîyan û rêvebirên polîtîk û îdarî yên Kurdistanê dikin ku vê êriş û dagîrîya dewleta Tirkîyeyê ya li ser navçeya fireh ya Biradosta gelek ciddî bigirin ku encamên wê dê ji bo hemû Kurd û Kurdistanîyan xetereke mezin bi xwe ra bîne. Girêdayî vê dagîrkerîya aktuel ya dewleta Tirkîyeyê ya li ser Biradosta herwisa divêt dagîrîya vê dewleta hov ya li ser rojavaya Kurdistanê li Efrînê, Ezaz û Cerablusê jî bête protesto kirin û ji dewleta Tirkîyeyê bête xwastin ku zûtirîn dem dawîyê li van êriş û dagîrîyên xwe bîne û ji cihên dagîrkirî derkeve.
  6. Li vê derê bi giringî em dixwazin bala hukûmeta Iraqa Federal jî bikêşine ser vê bûyerê ku dewleta Tirkîyeyê tixûbên fermî yên Iraqa Federal dibezîne û hemû norm û qaydeyên cîranî û hukumranîya Iraqa Federal binpê dike û êrişên xwe didomîne û axeke fireh dagîr dike. Hukûmeta Iraqa Federal divêt wekî mafê xwe yê huqûqî, hem tixûbên xwe yên fermî, hem jî hevwelatîyên xwe yên navçeyê biparêze û dijî vê dijminahîya dewleta Tirkîyeyê tedbîran bistîne.
  7. KNK û hemû beşdarên kombûnê wekî hercar daxwazê ji dinyaya demokratîk, dewlet û organîzasyonên navneteweyî dikin ku dijî vê dagîrkerîya dewleta Tirkîyeyê dengê xwe bilind bikin û nerazîbûna xwe bidene nîşandan.

Kombûna KNKê û partî, rêxistin û kesayetên beşdar ya li ser dagîrkerîya dewleta Tirkîyeyê.
27 Tîrmeh (July) 2019, Bruksel

Not:
Ev deklarasyon ji bo KNKê hatîye nivîsîn. -RH

onsdag den 3. juli 2019

DANASÎNA PORTREYA HİKMET MİHO GEWDA


PORTREYA
HİKMET MİHO GEWDA,
bi formata pdf di arşîva
xwezabawer.blogspot.com
li nav nivîsên 2019 heyva marts da ye.

Maceraya jîyana Hikmet Miho Gewda
Hikmet Miho Gewda [Hikmet Mehemed], kesek e ku di nav okyanûsa bê ser û bin da ji nav pêla binî derketîye û xwe bi xwe xwe fêrî melevanîyê kirîye. Di nav vê okyanûsa şîn û tirsbar da, beramberî pêlên bilind yên ejderhayî, di nav rêze melevanên ku ji heyîtîyê gihiştî baskanê kirîye û bi zanîn, hêz, şîyan û taqeta xwe, xwe gihandîye perê avê.

Ji bo xwandinê, berê xwe bidene milê rastê, rûbrîka Arşîvê,
sal 2019, heyv marts