lørdag den 14. oktober 2023

Necmettîn Salazî koça dawîyê kir... ROJAN HAZIM

Heyfa Necmettîn...

Sed cara heyf û mixabin bo hevalê me yê hêja Necmettîn Salaz...

Wî jî zû xatir xwast...

Li Silêmanîyê [14.10.2023] li xestexaneyê koça dawîyê kir.

Eve demekî dirêj bû î nisax bû...

Bajêrê wî, mirarîya Kurdistanê şehrê delal û spehî  Wan bi xem e nihe...

Heval û hevrêtîyeke ji salên 1970yî heta îro...

Gelek bi xem im bo Necmettîn...

Têkoşerekî berketî yê doza Kurd û Kurdistanê bû...

Nivîskar û rojnamevanekî jîr û berdêr bû...

Herî dawîyê, Çirîya Pêşîn [oktober] ya 2021ê me seredanîya wî kiribû li Silêmanîyê...

Serê mala wî, dost û hevalên wî û xelkê Kurd sax be...

Çi bêjin...

Em piştî her koça dawîyê ya nas, dost, heval, hevrê û xuyanîyan dibêjin, ew jî çû ber perê esmanê Kurdistanê û bû stêrkeke geş ku heta hetayê bo hezkirîyên xwe bibiriqe...

Belê, bo Necmettînê hêja jî em her wê dibêjin...

Heqîqet ew stêrkeke geş bû û dê li esmanê Wana delal herdaîm bibiriqe...

Em te ji bîr nakin Necmettîn...

Bibe bereketa axa pîroz ya Kurdistanê...

Hizar silav li te bin Necmettîn...

RH


Not I.:

Necmettîn Salaz ji bo Wana wî hate rêkirin.

Li Silêmanîyê merasimeke rêzgirî hate pêkînan. [16. 10. 2023, Seet 10.00]

Heval û dostên wî beşdar bûn.

Bira, xwûşk û lêzimên wî jî amade bûn.

Axivtin hatin kirin, mesaj hatin xwandin.

Di perdeya sahneya salonê da [li sînemaya Salim] resmê Necmettîn hebû.

Ew resim min li seredanîya 25ê Çirîya Pêşîn [Oktober] ya 2021ê, seet 16.33ê li Cafeya Nalî kêşabû. Em bi hev ra bûn. Min kêşa û demildest rêkire ser telefona wî.

Li jêr çend resmên dî yên di wê hevdîtinê da hatine kêşan didim.

Necmettîn dê li Wanê bête veşartin.

Dê Necmettînî bispêrine axa şehrê wî Wanê ku li ber dilê wî gelek ezîz bû.

RH


                                                                            

Not II.:

Necmettin Salaz, li şehrê xwe li Wanê hate veşartin.

Wanîyan Necmettîn bi tinê nehêlan. Ji bilî mal, lêzim û kesûkarên wî, hevalên wî, dostên wî û xelkê Wanê beşdarî merasima spartina axê bûn. Necmettîn li goristana Akköprüya Tuşbayê hate veşartin. [18.10.2023]


 

lørdag den 16. september 2023

Jîna Emînî û slogana Jin Jîyan Azadî-16.09.2022

Jîna Emînî [Jina Mahsa Amini] 16ê Îlona 2022ê li Tehranê ji teref Pasdarên rejima Îslamîst-Şiîst ya Îranê ve hate kuştin. Sebeb dersoka xwe li goreyî xwastina rejimê girênedabû!..

Jîna Emînî bi kuştina xwe bû sembola azadîya hemû jinan û herweha rizgarîya Îran û Kurdistanê ji rejima kevneperest ya Ayetullahan...

Slogana Jin Jîyan Azadî, ku afirendêrên vê sloganê bizava jinên Kurdistanê ye, bi kuştina Jîna Emînî ve bû slogan û bizaveke navneteweyî li seranserê dinyayê...

Ev slogan û bizav û herweha Jîna Emînî, ji teref Parlementoya Ewrûpayê ve ji bo Xelatê Sakharov namzet hatin nîşandan... 19ê Çirîya Pêşîn dê bête kivşkirin ka ev xelate dê ji bo kê bête dan... 13ê Kanûna Pêşîn jî dê li Parlemetoyê li Strazburgê bête dan...

Herweha heykelê Jîna Emînî li parkeke paytextê Belçîk, Brukselê jî hate danan.

Bi xebat û pêşniyara Komîteya Jin Jîyan Azadî û desteka demokrasîxwazên Belçîkî, 15ê Îlonê [2023] ji teref Beledîyeyê ve li parka li cadeya Woluwe St-Pierre hate bi cih kirin...

RH

Not:

Xelatê Zakharov û Jîna Emînî

Îsal xelatê Zakharov yê di warê mafê mirova û azadîya hizrî da dane Jîna Emînî û Bizava Jin Jîyan Azadî. [19.10.2023]

Xelatê Zakharov hersal ji teref Parlementoya Ewrûpayê ve tête dan.

Xelat dê 13ê Kanûna Pêşîn [December] li Parlementoya Ewrûpayê li bajêrê Strazburg yê Fransayê bi merasim bête teslîm kirin.