torsdag den 31. marts 2016

Adara 2016ê - ROJAN HAZIM


Li Adarê kulîlkên rengareng li Kurdistanê

Adar, heyva derdan, kul û keseran, birîn, êş û janan,
lê herwisa jî heyva xêr û xweşîyan,
keyf û şahîyan ya Kurdan
Hersal tête nivîsîn li ser meha Adarê. Adar li cihê xwe ye û heta hetayê jî dê wisa bimîne û dê herdaîm bibe mijara nivîsînan... Li Adarên berê gelek bûyer qewimîn li Kurdistanê û dê hêj jî bibin. Hindek bi xem in, hindek bi xêr û şahî ne... Jîyan berdewam e. Ev prosesa Adarê jî dê bidome. Bûn û bûyerên qewimî êdî bûyîne dîroka Adarê û hersal ew rûdan têne bîrînan. Di nav jîyanê da dê hêj gelek tişt bêne dîtin di Adaran da... Adar bi van bûn û bûyerên xwe yên cudareng yên li jîyana Kurdan ve adeta Kurdan ji milekê bo milê dî dihejîne... Eve çi psîkolojî ye, çi haletî rûhî ye gelo?.. Di nava 31 rojan da Kurd car dikenin, car rondika dibarînin, car bi keyf û şahî ne, car bi xem, kul û keser in... Çi bêjin, hêvî dikin bûn û bûyerên ku dê di Adarên paşerojê da bibin bi xêr û xweşî bin...

Bihara Kurdistanê
 

Berî hertiştî Adar destpêka demsala biharê ye û heyva Newrozê ye
Bi Adarê ve li Kurdistanê demsala biharê dest pê dike... Bihareke zû ye helbet. Adar destpêka vê bizava xwezayê ye û adeta demê zayîna biharê ye û wisa jî bi jan e... Organên xwezayê, şîn û şînkatî di nav serhildanê da ne... Ji erdî ve zîxik, ji daran ve aj hêdî hêdî xwe amadeyî bişkivînê dikin... Hindek gul û kulîlk jî hene ku di Adarê da dibişkivin, vedibin... Canemerg ji wan kulîlkan e... Carina di nav kevîbelekeyan da, carîna jî di nav prosesa helyana befrê da serî hildidin, dibişkivin, vedibin... Sîsin, simbil, lale, nêrgiz jî herwisa...

 Canemerg

Li bilindahîyên Kurdistanê bermayên zivistanê hêj jî didomin... Li çiyayên bilind, li zozanan gelek caran befr barîna xwe didomîne. Sarma, sir û seqem xwe dide his kirin... Belêm li cihên nihal, dol, gelî, deşt û berî yên Kurdistanê germ bilind dibe, şînkatî dibişkive... Kulîlkên biharê serî hildidin, mêrg û çîmen bi şînkatî, gul û kulîkan dixemilin...

Di nava meha Adarê da li Kurdistanê hind bûyer pêkhatine ku Adar adeta bûye meha Kurdan. Hema di serî da cejna Newrozê. 21ê Adarê roja cejna Newrozê ye û her 21ê Adarê ji alîyê Kurdan û Kurdistanîyan ve ev cejna dîrokî bi coş û heyecaneke bilind tête pêşwazî kirin û pîroz kirin... Newroz ji ber prosesa têkoşîna rizgarî û azadîya Kurdistanê hêj jî wekî xwenîşandaneke polîtîk tête pîroz kirin û xuya ye heta ku Kurdistan digihe vê xwezîya mezin jî misyonê Newrozê dê her ev bang û hawara rizgarî û azadîyê be... Newroza îsal, ya 2016ê jî li her derê Kurdistanê, li meydanên dîasporayê bi vê bîr û bawerîyê hate pîroz kirin.

Newroz kengî dê bibe pîrozbahîya sade ya xelkî, ya keyf û şahîyê? Eve bi pêkhatina Kurdistaneke rizgar û azad mumkun dibe... Bi Kurdistaneke serbixwe dê mumkun bibe... Her diçe ev bîr û hizir di serê mirovê Kurd da dikemile, digihe û xurttir dibe. Pêkhatina xweserîyên li başûr û rojavaya Kurdistanê qonaxên destpêkê yên vê armanca mezin in û bihadar in... Newroz li van navçeyên Kurdistanê jî wekî platforma xwe gihandina vê xwezîya mezin tête pîroz kirin. Ji xwe li bakur û rojhilatê Newroz dibe xwenîşandaneke mezin ya polîtîk beramberî rejimên dagîrker yên Tirkîye û Iranê... Isal jî wisa bû... Her Newroz xelkê Kurd û hemû Kurdistanîyan gaveke dî nêzîkî rizgarî û azadîyê dike. Yêk ji karakterîstîka herî sereke ya Newrozê ew e ku Newroz çîmentoya yêkîtîya Kurd û Kurdistanîyan e û xelkê li ser netewebûnê digihîne hev û platforma herî bilind ya tifaqa Kurdan e... Ji ber vê pîrozîya Newrozê Adar meha Kurdan e û dê heta hetayê jî wisa be... Newroza 2016ê jî bi hêvî û daxwaza mezin anku gihiştina rizgarî û azadî anku serxwebûna Kurdistanê hate pîroz kirin...

 Canemerga Newrozê

Ji alîyê kronolojîk ve bûyerên dî yên Adarê
Adar heyva bûyeran e... 8ê Adarê jî roja jinan e li dinyayê. Jinên Kurd û Kurdistanî di vê roja navneteweyî ya jinan da xwenîşandanên rengareng pêkînan. Hem xwezî û daxwazên xwe yên cinsî, hem jî ji bo rizgarî û azadîya Kurdistanê biryardarîya xwe bi dengekî bilind gotin... Bi bilindbûna têkoşîna rizgarî û azadîya Kurdistanê ve rola jinên Kurdistanê jî di dereceyeke bilind da pêşketîye û jin mil bi milê mêran ve bûye hêzeke pêşeng û tayînker... Bi taybetî di firehîya saheya polîtîk da, di baskê leşkerî yê polîtîka Kurdistanê da jin pêşketine û bûyîne hêzeke xwudan seng... Ev rol û misyonê jinên Kurdistanê her diçe zêdetir tête dîtin ku li bakur û rojavaya Kurdistanê hêzên parastinê yên jinan organîze bûne û eve di têkoşîna rizgarî û azadîyê da merheleyên nû û giring in... Di warê sosyal û kulturî da jî bizava jinan ber bi pêş diçe. Di warê wekhevîya cinsîyetî da jî jin gihiştine qonaxên nû û eve di prosesa ava kirina civata nû ya demokratîk ya Kurdistanê da cihê şahîyê ye... Di 8ê Adara 2016ê da ev hêza jina Kurd û Kurdistanî zêdetir hate pêş û dîtin... Jinan bi 8ê Adara îsal ve hêvîyên xwe mezintir kirin ku ev dînamîzma jinan digel bizava mêran dê bibe hêza serkevtinê û demê rizgarî û azadîya Kurdistanê nêzîktir bike...

12ê Adarê, roja qetlîama Qamişloyê ye ya li sala 2004ê... Hersal ev komkujîya rejima Beasê û êrişkarîya nijadperestî ya Erebî ya li ser Kurdan tête bîrînan û bi xurtî jî tête protesto kirin. Di 12ê Adara 2016ê da li warên nîv azadkirî yên rojavaya Kurdistanê qetlîama Qamişlo bi rengekî xwenîşandana neteweyî hate bîrînan... Bi giştî Kurd û Kurdistanîyan li her derê ev bûyera xembar bi bîr înan û biryardarîya xwe ya li ser rizgari û azadîya Kurdistanê dubare kirin...

Di Adarê da gelek bîrînanên lîder, pêşeng û têkoşerên doza rizgarî û azadîya Kurdistanê jî hene... Adar ji bo Mela Mustefa Barzanî wekî serokekî mezin û navdar yê Kurdistanê hem heyva bûyînê hem jî ya mirinê ye... Mela Mustefa Barzanî di 14ê Adara 1903ê da tête dinyayê û 1ê Adara 1979ê jî dimire... Ji alîyê bûyîn û mirinê ve Adar heyva bîrînana Mela Mustefa Barzanî ye ku Kurd û Kurdistanîyan di Adara 2016ê da qedirgirî û bihazanînîya xwe nîşandan û Mela Mustefa Barzanî bi dilgermî bi bîr înan...

16-17ê Adarê jî rojên bîrînana jenosîda Helepçeyê ne. Ew komkujîya rejima Beasê ya Seddam Husên li Iraqê kul û kesereke kûr e di dilê hemû Kurdan da... Îro Kurd li wî parçeyê Kurdistanê, li başûr di nav Iraqa Federal da xwudan xweserîyeke nû ne belêm eve nayê manaya rizgarî û azadîya kamil ya ku Kurd hêvî dikin. Statûya heyî formekî nîv azadî ye... Lewma bizava rizgarî û azadîyê anku serxwebûna Kurdistanê her diçe li vî beşê Kurdistanê xurttir dibe. Helepçe û Helepçeyî di nav vê statûya başûra Kurdistanê da birînên xwe dikewînin... Lê ew birîna jenosîdê heta hetayê sax nabe û Helepçeyî û hemû Kurd bi vê bîr û hizirê wê êrişkarîya birandinê ji bîr nakin û divêt nekin jî... Helepçe nihe bûye istan û eve jî ji bo kirîna dilê Helepçeyîyan gaveke xêrdar e... Di 16-17ê Adara îsal, ya 2016ê da Helepçeyîyan, Kurd û Kurdistanîyan bi taybetî hêvîya serxwebûna Kurdistanê mezintir kirin û ev xwezîya xwe bi dengekî bilindtir gotin...

28ê Adarê, roja şehît bûna Egîd Mahsûm Korkmaz e... Egîd lîderekî leşkerî yê têkoşîna rizgarî û azadîyê bû li bakura Kurdistanê... 28ê Adara 1986ê li Çiyayê Gabar, ji alîyê ertêşa Tirkîyeyê ve hate şehîd kirin. Egîd wekî pêşengê şerê çekdarî yê 15ê Tebaxa 1980 li bakura Kurdistanê tête bîrînan... 28ê Adara îsal, ya 2016ê, Egîd wekî serleşkerekî hêjayî navê xwe hate bîrînan...

31ê Adarê jî roja bîrînana Qazî Mehemed e... Qazî Mehemed, serokê Komara Kurdistanê ya Mehabadê, li 31ê Adara 1947ê li Meydana Çarçira ya Mehabadê ji alîyê rejima Şah ya Îranê ve digel hevalên xwe Hacî Babe Şêx û Seyfi Qazî hate îdam kirin. Dawîyeke trajîk bû îdama Qazî Mehemed û hevrêyên wî... Damezrîna Komara Kurdistanê ya Mehabadê 22ê Kanûna Paşîn [January] ya 1946ê li Meydana Çarçira ya Mehabadê ji alîyê Qazî Mehemed ve hatibû îlan kirin. Jîyê komarê salek nekêşa û rejima Şah ya Îranê 17ê Kanûna Pêşîn [December] ya 1946ê êrişeke dijwar bire ser komarê û dawî li komarê îna... Rejima Şah 31ê Adara 1947ê jî serokê Komara Kurdistanê ya Mehabadê, Qazî Mehemed û hevalên wî bi kîneke dîrokî ya dijî xelkê Kurd bi zanahî li wê meydana ku komar lê hatibû îlan kirin, îdam kirin... Kurd û Kurdistanî vê bûyera bi xem, kul û keser her 31ê Adarê bi bîr tînin... 31ê Adara îsal, ya 2016ê ji salên borî zêdetir hate bîrînan. Hêvî dikin eve bibe nîşana ku bizava rizgarî û azadîyê ya rojhilata Kurdistanê dijî rejima Komara Islamî ya Îranê têkoşîna xwe bilind û xurt bike...

Yêk ji van bîrînanên Adara 2016ê ya pozîtîv jî ew bû ku, navên sembol yên têkoşîna doza mezin ya Kurd û Kurdistanê bêyî destnîşan kirina rêxistinên wan ji alîyê hemû Kurd û Kurdistanîyan ve wekî sembolên hevpar yên neteweyê Kurd hatin bîrînan ku eve pêşkevtineke xêrdar e di prosesa têkoşîna rizgarî û azadîya Kurdistanê da... Mela Mustefa Barzanî [PDK], Qazî Mehemed [PDK], Egîd Mahsûm Korkmaz [PKK] û gelek navên dî bihayên hevpar yên neteweyî ne û divêt rêz û siyaneteke bilind ya neteweyî bête nîşandan...

Adar di saheya navneteweyî da jî bi xwûn ket
Teror û şiddeta kevneperestî ya Islamî li rojhilata navîn bûye belaya xelkên navçeyê. Dagîrkerîyeke nû bi vê îdeolojîya paşverû tête kirin li Kurdistanê. DAIŞ bûye nîşana vê bizava paşverû û kevneperest. Dagîrkerên Kurdistanê gelek bi zanahî û sîstematîk ev belaya DAIŞê gihandin, mezin kirin û berdane bedena Kurdistanê. Kurdistan ber bi rizgarî û azadîyê ve diçe. Dagîrker bi vê hemleya DAIŞê ve dixwazin xirxala pêşveçûnê ya têkoşîna Kurdistanê, asteng bikin, fren bikin, heke ji wan bêt bipeqînin ku prosesa rizgarî û azadîya Kurdistanê têkbiçe anjî direng bimîne... Li başûra Kurdistanê, li rojavaya Kurdistanê DAIŞ kirine hêza rêbirînê ya doza Kurdistanê... Lê nikarîn û nikarin... Li başûr jî, li rojavayê jî DAIŞ hatîye şkandin. DAIŞê bi hevkarîya dewleta dagîrker TCyê ve li bakur jî gelek êrişên bombeyî pêkînan û çendîn xelkê sivîl kuştin...
DAIŞ li saheya navneteweyî jî bûye belaya serê xelkan... Heta nihe gelek êrişên bombeyî kirin li welatên cuda yên Ewrûpayê... Li Parîsê kirin... Li Danmark kirin... Hetta ev DAIŞa di bin per û baskên TCyê da li Ankara û Stanbolê jî bombe peqandin û bi sedan sivîl kuştin... Herî dawîyê jî di 22ê Adara îsal, ya 2016ê da li Brukselê li balefirgeh û metroyê bombe peqandin û bi dehan [35] sivîl kuştin...
Di damezrandina DAIŞÊ da gelek binas û armanc hene û her terefê ku dest di vê afirandinê da heyî mexsedên cuda hene... Belêm DAIŞ bi giranî daku rê li ber têkoşîna rizgarî û azadîya Kurdistanê bête girtin hatîye çêkirin... Pratîka DAIŞê ya heta îro ev bûye... DAIŞ bi esasî dê bi hêza Kurd û Kurdistanîyan bête şkandin û hilweşandin... Kurd dê xwe jî, xelkên navçeyê jî û xelkên cîhanê jî ji vê belaya mezin ya DAIŞê xilas bikin... Piştî bûyera Brukselê hêvî dikin ku Ewrûpa, dinya vê tehlîkeya paşverû û kevneperestî ya Islamî micid bigirin, xwe goreyî wê organîze bikin û hemû hêz û imkanên xwe li dijî têkoşîna vê organîzasyona xwûnawî seferber bikin û destekeke xurt bidine Kurdan ku di saheya ku DAIŞ tê da anku li rojhilata navîn bête şkandin û pûç kirin...

Adar dîsa ve heyva hêvîyan e
Helbet di Adara îsal da, Adara 2016ê da gelek bûyerên xembar dîsa ve hatin jîyan... Bi taybetî li bakura Kurdistanê TC bi hemû hêza xwe ya leşkerî ve şerekî asîmetrîk dike û Kurdistanê kavil û wêran dikin, kuşt û kuştdarîya xwe didomînin... Ji havîna 2015ê were, bi taybetî li Agirî, Mûş, Wan, Hekarî, Şirnex, Amed, Mardîn û dorberê van şehran di nav komple êrişeke birandêr da ye... Bajêrkên wekî Silopî, Cizîr, Elkî, Gever, Hezex, Nisêbîn, Sûr êdî bûyne cihên sembol ku bi ber êrişeke gelek dijwar ya TCyê ketîne... Heta nihe bi sedan têkoşerên azadîyê û xelkê sivîl yên li van cihan hatine kuştin... Di Adara îsal da jî TCyê hêza xwe ya êrişkarîya li van cihan kêm nekirî ye, bereks çêkên giran bi kar tîne... Kurd û Kurdistanîyan ji serê Adarê pê ve, di timamî aktîvîteyên Newrozê da, di hemû bîrînan û delîve û imkanan da ev êrişkarîya TCyê protesto kir...

Belêm mixabin ku heyva Adarê, Adara îsal, Adara 2016ê jî ji alîyê Kurd û Kurdistanîyan ve bi xêr û xweşî û şahî bi dawî nehat... Xem, kul û keser, êş û jan dîsa ve bû bahra Kurdan di timamîya heyva Adarê da... Lê belê, digel van hemû nexweşîyan jî Kurdan heçku ev êş û jan bi serê wan nehatine, di nav biryardarîyeke mezin da berxwedana xwe domandin, beramberî dijminan çok nedan, serê xwe şor nekirin... Bedelekî mezin dan di vê heyva Adarê da belêm dîsa ve xwe sist nekirin û di nav van hemû kul û derdan da, di nav kavilên avahîyên ku ji teref ertêşa TCyê ve hatine hilweşandin da hêvîya xwe ya bi paşeroja xwe ve xurt kirin, serê xwe bilind kirin...

Digel hemû zor û zehmetîyan jî be li Adara îsal jî Kurdan di prosesa rizgarî û azadîya Kurdistanê da têkoşîna xwe ya fireh û piralî di hemû bask û çeperan da berdewam kirin... Lê helbet wekî hercar digel kar û xebatên serkevtî herweha jî xeletî kirin, kêmasî kirin, serhişkîyên xwe domandin, di şaşîyan da israr kirin, xwe nekirine yêk, bi serê xwe gav avêtin, guhê xwe nedane hev, xwe ji şêwira navxweyî dûr kirin... Ev hemû qusûre di têkoşîna bakur da jî, di ya rojhilatê da jî, di polîtîka başûr û rojavayê da jî hatin dîtin di timamî heyva Adarê da...

Hêvî dikin Kurd piştî heyva Adarê, di demên pêş da, muhasebeya kar û xebatên xwe bi bîr û hizireke pozîtîv bikin, ji şaşîyên xwe dersê werbigirin, wan xeletîyan dubare nekin û ya herî giring xwe ji vê serhişki û kompleksa "ez ezîye" rizgar bikin, li şûna aqilê yêk alî, aqilê hevrayî pêşbêxin û xwe bigihînine têgihiştina xebat û têkoşîna koalisyonel... Kurd divêt bizanin ku doza Kurd û Kurdistanê ne doza partîyekê ye, ya kes an lîderekê ye... Dozeke hevrayî ye, ya xelkekê ye, ya neteweyekê ye, dozeke kolektîv e û divêt xebat, têkoşîn, îdare kirin û pêşengîya wê jî kolektîv be...

Ev tablo û bîr û hizira pozîtîv û kolektîv mixabin me di Adara 2016ê da nedît. Lê bi her hal Adar dîsa ve heyva hêvîyan e ji bo Kurdan û lewma hêvî dikin di demên pêşîyê da bîr û hizir û pratîka pozîtîv û kolektîv bibînin. Bi taybetî kes û hêzên ku xwe pêşengên dozê dibînin divêt aqilê xwe bînine serê xwe û hewildanên pozîtîv yên pêdivî di axivtinê da nehêlin, di pratîkê da pêkbînin...

ROJAN HAZIM
31 Adar 2016
Nêrgiz

mandag den 21. marts 2016

Kurdistana min-ROJAN HAZIM


Temaya "xwezabawer.blogspot.dk" vê carê Newroz e, bihara Kurdistanê ye... Li rexê rastê çend dîmenên ji bihara Kurdistanê cih digirin... 

Newroz pîroz be. Bi pîrozbahîya Newrozê ve biharê dest pê kir... Newroz û bihara Kurdistanê bila bibe xêr û xweşîya hemû Kurdistanîyan... Belêm mixabin Newroza îsal, ya 2016ê, li xelkê me kirine jahr û mirin... Bi her hal dîsa ve divêt geşbîn bin bo paşeroja xelk û welatê xwe... Newrozên şa û xweş, biharên geş dê bêne welatê me, eve sedased e...
Şeira xwe ya "Kurdistana min" dîyarîyî Newroza îsal dikim... RH



Kurdistana min

Di van rojên teng û dijwar da
Ewrên reş û tarî li esmanê te yê sahî têne kom kirin
Dixwazin di nav mij û moranê da
Bêhnê li te çik bikin
Li Silopî, Li Cizîrê
Li Elkî û Geverê
Li Sûr û Rezana Amedê
Li Hezex û Nisêbînê
Li Şirnex, Hekarî û Wanê
Û
Xuya ye gelek cih û war li dorê ne
Dijmin TC bi kîn û xerezeke dîrokî
Bi marşa xwûnawî ya Mehterê
Di sefereke bêyûm da ye
Ne dol hêlan ne nihal
Ne gelî ne zozan
Ne deşt ne berî
Ne şehr ne gund
Ne xanî ne mal
Ne tax ne cade ne kolan
Dane ber top û bombeyan
Ber li ser berî, dar li ser erdî nehêlan
Bedenên ter û taze kuştin, sotin
Belêm çiyayên bilind li bin esmanê te ne
Av û deravên boş li erdê te ne
Hewayê bijûn li xwezaya te ye
Law û zerî ketine dorê
Di destê wan da çekên konvansiyonel
Ji bo parastina welat û xelkê
Ketine çeper û sengerê
Ne tirs û ne lerizîn
Bi bawerîyeke mezin şihîn
Li ber fîşekên dijmin bûne sîper
Ketin erdî belêm ne çemyan
Serê xwe şor nekirin
Bi enîyeke vekirî
Bi serekî bilind
Nav di xwe dan
Nav di doza xwe dan
Nav di pêşengên xwe dan
Hindek mirin, hindek man
Di nav agirê dijmin da
Çeperên xwe veguhastin
Belêm alaya di destê xwe da bernedan
Têgihiştin ku berxedan dê dirêj bikêşe
Lê dîsa ve tangên xwe sist nekirin
Hêvî dane hevrêyan
Daku têkoşînê bidomînin
Şîreta xwe ji bîr nekirin
Gotin
Eman bawerîya xwe bi xwe berze nekin
Şkandina dijmin îro nebe subehî ye
Şerê azadîyê û rizgarîyê ne sanahî ye
Carina serdikevî carna bindikevî
Carna rast dikî carna xelet dikî
Bedel giran dibe
Belêm li ser doza xwe
Dudil nebe
Li ser rastîyan here
Li xeletîyan israr neke
Xwe ji bo her gava azadîyê
Nû bike, vejîne û li pêş here
Xwe bi tinê nehêle
Ref û rêzên xwe tijî û xurt bike
Bi serê xwe nemîne
Bibe gelek
Bibe tifaq
Lê ewil û mutleq tifaqa navxweyî
Anku ya Kurdistanî
Paşê dikarî xeleka tifaqê fireh bikî
Bi aqilêkê ranebe
Aqilê hevrayî pêş bêxe
Hingê
Bawer bike
Dijmin dikeve
Tu radibî
Bi vê bîr û hizirê
Tu serdikevî
Tu digihî armanca xwe
Tu welatê xwe rizgar dikî
Tu xelkê xwe azad dikî
Îro ew roj e
Çi bikin
Madem te got şer e
Êdî
Man û neman e
Dijmin gelekî har e
Xeletîyan zinhar neke
Ji xeta têkoşîn û şerê parastina rewa eslen varê nebe
Desta ji zemîn û metodên demokrasîyê û meşrûîyetê bernede
Leyiz, entrîka û provakasyonan vala derêxe
Li çeperê heqîyê yî eman ha xwe neheq neke
Tama zaferê nede devê TCyê
Ku xwe serkevtî his bike
Lewma
Aqilê xwe bîne serê xwe
Bibe yêk
Bibe hêz
Emanê nede dijmin
Rê nede alozîya navxweyî
Dem e ku bigihîye xwezîya xwe
Hesûya wê xwezîyê ne dûr e
Ronahî û geş e
Paşeroj ya te ye
Here
Lê ne bi aqilê dil
Bi aqilê mejî
Bi aqilekî hevrayî
Bi mantiq
Bi bîr û hizir
Ne sekine
Bi serbilindî
Bi serfirazî
Alaya rizgarîyê
Li her derê welatî
Biçikilîne
Bila bi ber pêla hewayê azadîyê bikeve
Û paşê
Bi dilekî rehet
Bêje
Kurdistana min
Her hind!..

ROJAN HAZIM
16 Adar 2016 - KBH