onsdag den 16. marts 2016

Jenosîda Helepçeyê û Kurdistana min - ROJAN HAZIM


Ji ser jenosîda Helepçeyê 28 sal derbas bûn. Di dawîya sedsala bîstan da felaketeke mezin bû bi serê xelkê me hatî. Şehrekî me, Helepçe, warekî şîn û şînahî, li navçeya Hewraman bi ber top û bombeyên jahra kîmyayî ya rejima Seddam Husên ket. Encam dilsoj bû: Pênc hizar mirî, bi hizaran birîndar û seqet... Gelek sal derbas bûn dibêjin belêm heçku duhî bû bo nifşê me. Em şahidên wê bûyera bi kul û keser in. Ji bilî mirî, birîndar û seqetan, serûbinbûna rewşa rûhî ya xelkê nevçeyê û koçeke mezin... Bi hemû encamên xwe ve felaket bû, afat bû... 
 
Duhî Helepçe
Îro Helepçeya di nav tixûbên başûra Kurdistanê da, ku di nav Iraqa Federal da herêmeke xweser e, ava ye û bûye istan [wîlayet] jî... Belêm hêj jî birîndar e, bi jan e... Di dêm û rûyê xelkê Helepçeyê da melûlîya wê felaketê hêj jî tête dîtin... Tiştê ku dilê xelkê Helepçeyê û yê hemû Kurdan rehet dike, hilweşîna rejima Seddam e û avabûna Kurdistana xweser e li beşê başûr...

Duhî Helepçe
Hêvî dikin ku di bîrînanên êş û jana Helepçeyê da bîr û hizira serxwebûna Kurdistanê jînde be û ew roja ku dê serxwebûn pêkbêt nêzîk be... 
Duhî Seddam û îro Erdogan
Di salvegera 28. ya jenosîda Helepçeyê da mixabin hêj jî dijminên dagîrker yên Kurdistanê dev ji kuşt û kuştdarîya xwe bernedane. Vê gavê li Tirkîyeyê, li bakura Kurdistanê xelkê me rû bi rûyî felaketeke mezin e ku qetlîam tête kirin ji teref rejima Tirkîyeyê ve... Serokkomarê TCyê [TC sembola kurt ya Komara Tirkîyeyê ye] Teyîb Erdogan adeta bûye Seddamê duyê û digel hukûmeta partîya xwe AKPê şerekî gelek xedar daye dest pê kirin li Kurdistanê... Dîmenên encamê wekî hev in: Li Helepçeyê kuştin, li Cizîrê kuştin!..

Îro Cizîr
Teyîb Erdogan ji ber genîdelîya xwe ya malî bi timamî teslîmî Ergenekonê [anku dewleta kûr ya TCyê] bûye ku maka Ergenekonê ertêşa Tirkîyeyê ye. Îro şerê li Kurdistanê bi destê ertêşa ku di bin kumandaya Ergenekonê da ye tête domandin. Erdogan û hukûmeta xwe di nav teslîmîyeteke mezin da timamî fermîyet daye ertêşa di bin îdareya Ergenekonê da ku Kurdistanê wêran bikin...

 Îro Cizîr
Dijî vî şerê dagîrkerîya nû ya ertêşa TCyê li Kurdistanê berxwedaneke xurt heye. Belêm TC şerekî asîmetrîk dike û hemû çek û çolên birandinê bi kar tîne li Kurdistanê.
Bexwedana xelkê me didome lê êrişa TCyê bêtixûb e û wêranker e...
Xeletîyên navxweyî hene di vî şerî da. Belêm dijmin bi hemû hêza xwe ve di nav êrişeke jenosîdal da ye... Lewma herçend Kurd divêt di nav xwe da muhasebeya vî şerî, şaşîyên heyî, bedelên giran yên hatine dan bike, lê belê şer didome. Kurd di vî halî da divêt milê xwe bidine hev, rêf û rêzên xwe bikine yêk û xwe di çeperê yêkbûyî yê Kurdistanî da bi hev ra organîze bikin û keysî nedine TCyê ku bizava azadîyê ya Kurdistanê bişkêne. Digel xeletîyên heyî divêt Kurd yêk bigirin. Çu rêyên dî nînin. Çare di tifaqa navxweyî da ye. Di nav vî şerê qirkirinê yê TCyê da divêt Kurd ne berbine hev. TC li vê fitneyê digere ku Kurdan berde hev û di nav vê bêtifaqîya Kurdan da bigihe mexseda xwe ya bêyûm... Esas felaket hingê ye ku Kurd di nav xwe da berbine hev û ref û rêzên xwe hilweşînin.
Di salvegera komkujîya Helepçeyê da, hem ji ber xatiraya bîrînana bedelê mezin yê canî yê xelkê Helepçeyê, hem jî bedelê giran yê canî di çeperên Elkî, Silopî, Cizîr, Sûr û Rezana Amedê, Hezex, Nisêbîn, Wan, Hekarî û Geverê da li bakura Kurdistanê divêt cepheyê koalisyonel yê Kurdistanî bête vehûnandin û bi vê yêkbûnê ve bergirî li dijî vê êrişa TCyê bête girtin...
Pêşengîya têkoşîna îro ya li van çeperên behskirî divêt vê reftara xwe ya "ez bi tinê dikarim" terk bike û di nav vî agirî da dora xwe fireh bike, rêya tifaqa digel dînamîkên dî yên neteweyî û welatî veke û ji bo pêkînana tifaqeke berfireh hewil bide, bi biryar gavan biavêje û vê yêkbûnê mutleq pêkbîne...
Bi vê hêza yêkbûyî Kurd dikarin hisa "serkevtinê" nedine TCyê...
Bi vê bîr û hizirê vê şeira xwe ya li jêr ya bi navê "Kurdistana Min" pêşkêş dikim...

Kurdistana min

Di van rojên teng û dijwar da
Ewrên reş û tarî li esmanê te yê sahî têne kom kirin
Dixwazin di nav mij û moranê da
Bêhnê li te çik bikin
Li Silopî, Li Cizîrê
Li Elkî û Geverê
Li Sûr û Rezana Amedê
Li Hezex û Nisêbînê
Li Şirnex, Hekarî û Wanê
Û
Xuya ye gelek cih û war li dorê ne
Dijmin TC bi kîn û xerezeke dîrokî
Bi marşa xwûnawî ya Mehterê
Di sefereke bêyûm da ye
Ne dol hêlan ne nihal
Ne gelî ne zozan
Ne deşt ne berî
Ne şehr ne gund
Ne xanî ne mal
Ne tax ne cade ne kolan
Dane ber top û bombeyan
Ber li ser berî, dar li ser erdî nehêlan
Bedenên ter û taze kuştin, sotin
Belêm çiyayên bilind li bin esmanê te ne
Av û deravên boş li erdê te ne
Hewayê bijûn li xwezaya te ye
Law û zerî ketine dorê
Di destê wan da çekên konvansiyonel
Ji bo parastina welat û xelkê
Ketine çeper û sengerê
Ne tirs û ne lerizîn
Bi bawerîyeke mezin şihîn
Li ber fîşekên dijmin bûne sîper
Ketin erdî belêm ne çemyan
Serê xwe şor nekirin
Bi enîyeke vekirî
Bi serekî bilind
Nav di xwe dan
Nav di doza xwe dan
Nav di pêşengên xwe dan
Hindek mirin, hindek man
Di nav agirê dijmin da
Çeperên xwe veguhastin
Belêm alaya di destê xwe da bernedan
Têgihiştin ku berxedan dê dirêj bikêşe
Lê dîsa ve tangên xwe sist nekirin
Hêvî dane hevrêyan
Daku têkoşînê bidomînin
Şîreta xwe ji bîr nekirin
Gotin
Eman bawerîya xwe bi xwe berze nekin
Şkandina dijmin îro nebe subehî ye
Şerê azadîyê û rizgarîyê ne sanahî ye
Carina serdikevî carna bindikevî
Carna rast dikî carna xelet dikî
Bedel giran dibe
Belêm li ser doza xwe
Dudil nebe
Li ser rastîyan here
Li xeletîyan israr neke
Xwe ji bo her gava azadîyê
Nû bike, vejîne û li pêş here
Xwe bi tinê nehêle
Ref û rêzên xwe tijî û xurt bike
Bi serê xwe nemîne
Bibe gelek
Bibe tifaq
Lê ewil û mutleq tifaqa navxweyî
Anku ya Kurdistanî
Paşê dikarî xeleka tifaqê fireh bikî
Bi aqilêkê ranebe
Aqilê hevrayî pêş bêxe
Hingê
Bawer bike
Dijmin dikeve
Tu radibî
Bi vê bîr û hizirê
Tu serdikevî
Tu digihî armanca xwe
Tu welatê xwe rizgar dikî
Tu xelkê xwe azad dikî
Îro ew roj e
Çi bikin
Madem te got şer e
Êdî
Man û neman e
Dijmin gelekî har e
Xeletîyan zinhar neke
Ji xeta têkoşîn û şerê parastina rewa eslen varê nebe
Desta ji zemîn û metodên demokrasîyê û meşrûîyetê bernede
Leyiz, entrîka û provakasyonan vala derêxe
Li çeperê heqîyê yî eman ha xwe neheq neke
Tama zaferê nede devê TCyê
Ku xwe serkevtî his bike
Lewma
Aqilê xwe bîne serê xwe
Bibe yêk
Bibe hêz
Emanê nede dijmin
Rê nede alozîya navxweyî
Dem e ku bigihîye xwezîya xwe
Hesûya wê xwezîyê ne dûr e
Ronahî û geş e
Paşeroj ya te ye
Here
Lê ne bi aqilê dil
Bi aqilê mejî
Bi aqilekî hevrayî
Bi mantiq
Bi bîr û hizir
Ne sekine
Bi serbilindî
Bi serfirazî
Alaya rizgarîyê
Li her derê welatî
Biçikilîne
Bila bi ber pêla hewayê azadîyê bikeve
Û paşê
Bi dilekî rehet
Bêje
Kurdistana min
Her hind!..

ROJAN HAZIM
16 Adar 2016 - KBH