lørdag den 12. marts 2016

12ê Adara 2004ê û qetlîama Qamişloyê-ROJAN HAZIM



  Kurd û Kurdistanîyên Rojavaya Kurdistanê,
di bin kepireke koalisyonel da hêzên xwe bikin yêk!
Ji bo serkevtinê çare ev e, bibin yêk!


 

12ê Adara 2004ê li Qamişlo qetlîamek hate kirin ji teref nijadperestên Ereb ku rejima Beasê bi hêza xwe ya polîs û leşkerî ve hevkarîya wan çeteyan kir. Îsal 12 sal derbaz bûn ji ser wê qetlîamê... Nihe Kurdan digel hevçeper û tifaqdarên xwe Qamişlo hilgirtine bin desthilata xwe û çu hêz û desthilata rejima Şamê nemaye. Kurdan ji Cizîrê heta Kobanî û Efrînê wekî modelekî xweserîya demokratîk Kanton ava kirine. Dijî kevneperestîya Islamî û Erebî ya DAIŞê, dijî rejima Beasê ya Şamê, dijî hûr û gir hêzên dî yên şoven, nasyonalîst û islamîst yên Erebî têkoşîna xwe didomînin. Sûrîye di nav hilweşîn û zelzeleyeke mezin da ye. Kurd digel grûbên Kurdistanî axa xwe bi aqarekî mezin kontrol dikin lê hêj jî pirsgirêk didomin. Navbira Kobanî û Efrinê hêj jî nehatîye rizgar kirin. Bi taybetî TCyê pozisyoneke gelek dijminane wergirtîye beramberî Kurdan li Sûrîye û Rojavaya Kurdistanê. Nihe koalisyoneke navneteweyî pêkhatîye ku serkêşîya wê Amerîka dike. Kurd jî parçeyekî vê koalisyonê ne. Bi hevkarîya vê hêza navneteweyî Kurdan karî dagîrîya DAIŞê li Kobanî, Girê Spî û cihên dî yên Kurdistanê bişkênin û wan ji welatî derêxin. Helbet ev prosese dewam dike. Belêm tiştê herî bi kêm û qusûr yê Kurdan di vê prosesa têkoşîna Rojavaya Kurdistanê da pêknehatina tifaqa navxweyî ya wan e. Mixabin di nav Kurdên Rojavaya Kurdistanê da dubendî heye û eve zerareke mezin digihîne berxwedana neteweyî û welatî ya wan. Konjonktura navçeyî û ya navneteweyî gelek di lehê Kurdan da ye belêm ev alozîya navxweyî firsetê dide dewletên dagîrker yên Kurdistanê ku nahêlin li Rojavaya Kurdistanê aramî û tenahîyek pêkbêt û statûya "de facto" rengekî fermî werbigire. Serê vê êrişkarîya bêyûm TC dikêşe ku eve di esasî da bi dilê Tehran, Bexda û Şamê ye jî...




Di salvegera 12. ya qetlîama Qamişlo ya 2004ê da, Kurd heke dixwazin li Rojavaya Kurdistanê bigihin xwezî û daxwazên xwe divêt mutleq yêkîtîya navxweyî bi rengekî koalisyonel pêkbînin. Heke dixwazin layiqî şehîdên Qamişloyê bin, heke dixwazin Kurdistaneke azad û demokratîk dîyarîyî wan şehîda bikin divêt koalisyona neteweyî û niştimanî ya Rojavaya Kurdistanê ava bikin û xelkê me bigihînine jîyaneke azad û demokratîk. Heke dixwazin digel xwe, digel bîr û hizirên xwe yên neteweyî û niştimanî durust bin, heke dixwazin li Rojavaya Kurdistanê bi rastî statûyeke xweser ya demokratîk ava bikin divêt ji baskê PYDê heta baskê PDKyan û hemû grûbên dî yên etnîk yên li Rojavaya Kurdistanê koalisyona neteweyî û niştimanî ya Rojavaya Kurdistanê pêkbînin û bi hev ra, bêyî ku yêk li ser yêkê xwe ferz bike, bi aqilekî muşterek û bi hêz û organekî muşterek welatê xwe îdare bikin û bi rê ve bibin. Rêya rast ev e...
Li jêr bireke nivîsa xwe ya li Adara 2004ê hatîye nivîsîn ku gelek xalên bo îro jî aktuel têda hene, dubare diweşînim... RH




12ê Adarê, berxwedana Qamişlo - ROJAN HAZIM

12ê Adarê, ji bo Kurdên Kurdistana Bakur herweha bîrhatineke tahl û dijwar e jî. 12ê Adara 1971ê, ertêşa Tirkîyeyê hukûmeta Suleyman Demîrel êxist û hukûmeta Nîhat Erîm ya ku di bin desthilata wan da, îna ser kar. Bi wê “darbeyê” leşker dîrekt nehatin ser hukûm, lê bi rêya “sivîlên mejî leşker” bi navê “operasyona balyozê” nêçirek dijî şoreşgerên Tirk û Kurd dane dest pê kirin. Bi sedan şoreşgerên Tirk û Kurd hatin girtin, îşkence dîtin, hatin kuştin. Denîz Gezmîşê navdar, ku Kurdê Erzeromê bû, di demê “darbeya 12ê adarê” da hate girtin û 6ê Gulana 1972ê digel du hevalên xwe, Yusuf Aslan û Irfan Uçar hatin îdam kirin. Dîsa şoreşgerê navdar yê Tirk, Mahîr Çayan û hevalên xwe jî 30ê Adara 1972ê, li gundê Kizildere li Nîksara Tokatê hatin kuştin. Piştî darbeya 12ê adarê, komeleya xwandekarên Kurd ya bi navê DDKO [Ocaxên Kulturî yên Rojhilatê yên Şoreşger] hate girtin, rêvebir û endamên wê û bi dehan şoreşgerên dî yên Kurd jî hatin girtin û li hefsa Diyarbekirê hatin zîndan kirin. Wan şoreşgeran 12 sal hukûm xwarin. Ismaîl Beşîkçî jî wî demî digel şoreşgerên Kurd, li ser doza xelkê Kurd hate girtin û ciza xwar. Paşê hemû, bi efûya hukûmeta Ecewît ya sala 1974ê hatin berdan. Vêca 12ê Adara 1971ê çu cara ji bîra Kurdan naçe. Ew dem, ji bo Kurdan demekî reş û tarî ye û herdem li bîr e. Di 12ê Adara hersal da Kurd têkoşîna xwe ya wî demî jî bi bîr tînin û zulm û zordarîya rejima faşît protesto dikin. Rasthatin bêjin, bûyerên Qamişloyê jî tam wê rojê qewimîn.




Çi qewimî
Di meydana pêhola Qamişloyê da, du tîmên pêholê (futbolê), yêk ya Erebên Dêrezorê, ya dî ya Qamişloyê, dileyizin. Alîgirên tîma Dêrezorê ji wî bajêrî û dorberê tên. Alîgirên tîma Qamişloyê jî ji bo piştevanîya tîma xwe li meydanê kom dibin. Helbet tradisyona pêholê ye, “tezahurat” dibe. Li goreyî tempoya leyizê, dozaja tezahuratê jî nizim û bilind dibe. Erebên Dêrezorê, hem Sunî ne û hem jî ji berê were nasyonalîst û Beasîst in. Di nav Beasê da jî Seddamîst in. Bûyerên Iraqê, hilweşîna rejima Beasê, girtina Seddam û kuştina herdu kurên wî û ya herî giring jî serkevtina Kurdan, xuya ye rûniştîye nav dil û hinavên Erebên Dêrezorê! Wekî rewşa tîma wan ber bi têkçûnê ve diçe, serê dava tezahurata xwe vedirevînin, tixûb dibezînin û dest bi êrişkarîyê dikin, dijina li Kurdan û serokên wan didin. Alîgirên Kurd jî, bi sloganan dest bi parastina serokên Kurd dikin û dîsa bi sloganan bersiva êrişkarîya Ereban didin. Di dawîyê da, Ereb dest bi êrîşa fizîkî dikin. Di vê êrişê da sîlehan jî bi kar tînin, ku xuya dibe bi hazirî hatine. Polîsên Sûrîyeyê jî hevkarîya ”hevnijadên xwe” dikin û bi sîlehan êrişî Kurdan dikin. Kurd berxwe didin, lê telafeteke mezin dibe û ji dehan zêdetir Kurd têne kuştin. Roja paştir, di meşa rakirina şehîdan da, polîs û leşker destûrê nadin ku merasimeke mezin û boş pêkbêt û êrişî Kurdan dikin. Di vê êrişê da Kurd dîsa ve berxwedaneke xurt dikin, lê vê carê jî ji dehan zêdetir Kurd têne kuştin, nêzîkî sed kesan birîndar dibin û bi sedan kes jî têne girtin. Polîs û leşker teroreke nedîtî didin dest pê kirin li nav Qamişlo û dorberê. Çawa ku ev bûyer tête bihîstin, li timamî bajêr, bajêrk û gundên Kurdan protestoyeke berfireh dest pê dike. Ji Efrînê bigirin, Helep, Kobanî, Serê Kanîyê, Dirbêsî, Amûd, Hesekî û heta Dêrikê û li Şamê jî, Kurd berxwedaneke xurt nîşan didin. Di wan cihan da jî bi dehan Kurd têne kuştin, bi sedan têne birîndar kirin û girtin. Encam ji seda zêdetir kuştî, bi sedan birîndar û girtî. Lê belê, encama herî giring berxwedana xelkê Kurd li timamî Sûrîyeyê belav dibe, deng vedide. Kurd di demê desthilata Beasê da, ewil car e ku serhildaneke hinde boş dikin, berxwe didin û bi alaya Kurdistanê dimeşin, sloganên polîtîk diavêjin, xwastekên xwe bilind dikin. Vê berxwedana Kurda desthilata Sûrîyeyê hem har kir, hem jî êxiste nav tirs û xofên mezin. Berxwedana Kurdan û êrişa dewleta Sûrîyeyê, hem li Kurdistanê, hem jî li derveyî welat dengekî mezin veda. Kurdan li çarnikarê welat û diasporayê piştevanîyeke gelek xurt nîşanî birayên xwe yên başûrarojavaya Kurdistanê û li Sûrîyeyê, dan. Di serî da Amerîka û Ewrûpayê ev êrişkarî û terora dewleta Sûrîyeyê, bi serê lêvan jî be, gunehkar kirin û bala wan kêşan ku destan ji Kurdan bikêşin û hetta Amerikayê ji Sûrîyeyê xwast ku leşkerê xwe ji nav Kurdan paşve bikêşe. Ji welat, reaksiyoneke gelek xurt û piştevanîyeke germ, ji welatên biyanî jî reaksiyonên ”dîplomatîk”î hatin nîşandan.
 



Êrişa dewleta Sûrîyeyê
Rol û hêza Kurdan ya di hilweşandina rejima Beas û Seddam û di girtina Sedam bi xwe da, di nav Erebên bi taybetî hevtixûbên Iraq û Sûrîyeyê, reaksiyonek ”antî Kurd” peyda kiribû. Ji berê were dihate zanîn ku Erebên dorberê Dêrezor û hevtixûbên Iraqê, meyildarên Beasa Iraqê û Seddam bûn. Wan ji rêvebirîya Şamê û bi taybetî jî ji ”klîka Elewî”, qet hez nedikirin. Erebên Dêrezor û dorberên wê, rasîst û Seddamîst bûn û lewma jî hindî hûn bêjin ”antî Kurd” bûn. Piştî hilweşina rejima Seddam, Dêrezor û dorberê wê, bû rê û rêbar û penageha Beasîst û Seddamîstan. Erebên wê navçeyê destekek mezin ya lojîstîkî didan êrişkarî û terora li Mûsil, Tikrît û dorberê dihate kirin. Têkilî û dostanîya Kurdên başûr û Amerîkayê jî di dilê wan Ereban da kîn û nefretek peyda kiribû. Amerîkayê hukûmeta Sûrîyeyê îxtar dikir ku rê nede revarên Seddamîst û Beasîst. Ji ber vê rewşê, hem Erebên Dêrezor û dorberê, hem jî rejima Sûrîyeyê, Kurd bi giştî, spesîfîk jî Kurdên Sûrîyeyê, bo xwe potansîyelen tehlîke qebûl kirin. Di çavê hukûmeta Sûrîyeyê da, Kurdên Sûrîyeyê, di destê Amerîkayê da ”hespê Trûvayê” ne û Amerîka bi hevkarîya Kurdên Sûrîyeyê dê rejima Beas ya Sûrîyeyê jî hilweşîne!. Ev haletîrûhîyeya paranoît hakimî hukûmeta Sûrîyeyê, hemû Erebên Sûrîyeyê, lê bi taybetî yên Dêrezor û dorberê ye. Lewma ew ”tezahurata mutecawiz û provakatîv ya Erebên Dêrezorê” ya li ”maça pêholê”, xuya dibe ku ji alîyê ”muxaberata Sûrîyeyê” ve, gelek bi zanahî hatîye plan kirin. Erebên Dêrezorê, di nîveka Qamişlo da, ku sentrala polîtîk û kulturî ya Kurdên Sûrîyeyê ye, dê çawa cisaret bikin provakasyonê bikin, anjî êrişî Kurdan bikin? Ji ber vê yêkê, şikek mezin heye ku ev provakasyone parçeyekî planê destpêkirina êrişa ”muxaberata Sûrîyeyê”, helbet bi destûra hukûmetê,  ya dijî Kurdan e. Ji xwe çawa ”Dêrezorî”yan dest bi provakasyona xwe kirine, sîleh hatine kêşan û polîsên bi ûnîforma û yên sivîl êrişî bînerên pêholê yên Kurd kirine. Di wê arbedeyê da Kurdan jî xwe parast, lê ji ber ku provakator û êrişkar bi hazirî bûn, biçûk mezin, gelek Kurd hatin kuştin. Hem di ”maça pêholê” da, hem di rakirina kuştîyan û merasimên veşartina wan da, polîs, muxaberat û leşkerên Sûrîyeyê teroreke nedîtî dane dest pê kirin, baskê êrişên xwe fireh kirin, şev û roj avêtin ser malan, xelk girtin, îşkenceyeke nedîtî li wan kirin. Protestoya Kurdan jî gelek xurt, organîze û boş bû, lê êriş û terora dewletê jî hind dijwar bû û dom kir. 





Dewleta Sûrîyeyê boçi ev êrişe pêkîna? Ji serî were, Sûrîye parçeyekî konsepta Tirkîyeyê ya ”antî Kurd û Kurdistan” e. Lê belê, dewleta Sûrîyeyê di salên 70, 80 û heta dawîya salên 90î da, ji ber problematîkên Israîl, Lubnan û navçeyê û pozisyona Amerîka û Natoyê û herweha pirsên ava Firatê û Hetayê, digel Tirkîyeyê ”sarûgerm” bû. Ji ber berjewendîyên xwe û di şert û hewcehîyên konjonkturel da, xwe dûrî Tirkîyeyê dikir û ”nermahîyek” nîşanî opozisyona dewleta Tirkîyeyê, hêzên Kurdan û ”çepên Tirk” dida. Rewşa navînî jî binasekî sereke bû, ku digel Kurdan qet nebe nekeve nav rikeberîyekê. Çiku ”klîka Elewî” hakimî Beas û hukûmeta Sûrîyeyê bû, ku Elewî grûba herî kêmanî ne li Sûrîyeyê. Hafiz Esad û klîka Elewî polîtîka balansê didomandin di nav Sûrîye û navçeyê da. Di vê ”balans polîtîk”ê da, li nav welat dijî opozisyona xurt ya sunî ya ”birayên musulman”, hewcehî bi Kurdan hebû. Li derve jî, daku beramberî Tirkîyeyê kartên xwe bi kar bîne dîsa pêdivî bi hêza Kurdên bakur didît. Rekabeta Beasa Esad û Beasa Seddam jî, ji xwe ji berê were dom dikir. Di nav wan konjonktûr û ”balans polîtîk”ê da Kurdan jî hewcehî bi diyalog û ”nermahîya” Sûrîyeyê hebû. Hem Kurdên başûr, hem yên bakur ji vê ”rewşa taybetî” istifade kirin. Sûrîyeyê ji ber vê ”balans polîtîk”a navxweyî û derveyî, dengê xwe li Kurdên ”xwe” nekir, bi ”nepenî” digel wan têkilî dana, lê çu cara hebûna wan ya îdentîtêta polîtîk û etnîkî qebûl nekir. Maf û azadîyên polîtîk, kulturî û etnîkî nedan. Kurdên Sûrîyeyê jî, hem ji ber rewşa xwe, hem jî ji ber Kurdên başûr û bakur, berpêyên dewleta Sûrîyeyê teng nekirin, opozisyoneke xurt û dijwar nekirin. Lê belê, piştî şerê Kuweytê û şkestina Seddam û rizgar û azadbûna Kurdistana Başûr, terazîya navçeyê serûbin bû.




Tirkîyeyê bizava ”antî Kurd”îtîyê germ kir, têkilîyên xwe digel Iran û Sûrîyeyê xurt kirin. Di vê konjonktura nû da dewleta Sûrîyeyê jî dest bi badana dîreksiyona polîtîka xwe kir û hêdî hêdî xwe ji Kurdan dûr kir û polîtîkayên xwe yên goya ”nerm”, li ser Kurdan şidandin. Tirkîyeyê ev rola xwe ya bêyûm hind pêşve bir, ku hukûmeta Sûrîyeyê di nêzîkî dawîya sala 1998ê da bi fişar û tehdîtên Tirkîyeyê, lîderê PKKê Ebdula Ocalan ji Sûrîyeyê derêxist. Ji wî demî pêve, dewleta Sûrîyeyê têkilîyên xwe digel Tirkîyeyê pêşve birin û ”balans polîtîk”a beramberî Kurdan terk kir. Vê guhorînê tesîreke gelek negatîv li ser jîyana Kurdên Sûrîyeyê kir, ku terora dewletê rûyê xwe yê bêyûm û sar dîsa ve nîşan da, kar û xebatên polîtîk û kulturî hatin asteng kirin, dest bi girtinan kirin. Bi hatina Beşîr Esad têkilîyên Tirkîyeyê xurttir bûn. Xurtbûna van têkilîyên Sûrîye û Tirkîyeyê, jîyana Kurdan kire jahr. Ji xwe piştî ku rejima Seddam hilweşîya û hate girtin, Iraqê rengekî nû wergirt û Kurdistana Başûr, cografîyen wekî ”rêvebirîya Kurdistanê” di makqanûna borînde [demkurt] ya Iraqê û meydana navnetewetîyê da fermîyet wergirt, helwesta dewleta Sûrîyeyê êcarî dijwar bû beramberî Kurdên navxwe û yên derve. Dewleta Tirkîyeyê jî hindî jê hat hukûmeta Sûrîyeyê zêrand. Di van şertan da Beşîr Esad di serê meha Kanûna Paşîn [Çile-January] ya evsale da li Enqereyê [Ankara] hate mêhvan kirin û enîya ”antî Kurd û Kurdistan” hate nûve kirin û xurt kirin. Hukûmeta Sûrîyeyê û Beşîr Esad, tam ketine nav devê meqesa Tirkîyeyê û mengeneyê li ser stuyê Kurda dişidînin. Êrişên li 12ê Adarê li Qamişlo, Heleb, Kobanî, Efrîn û bajêrên dî, yên dijî  Kurdan pêkhatî, pêkve girêdayî vê konseptê ne. Sûrîyeyê rotaya xwe zivirandîye ber bi Tirkîyeyê ve ku ew rota bo desthilata Beşîr Esad xêrê naîne. Beşîr Esad û rêvebirîya wî hindî nêzîkî dewleta Tirkîyeyê dibe, hind ”antî Kurd” dibe ku ev polîtîkaye dê dûmahîka wî û rejima Beasê bîne.



Helwesta organîzasyonên Kurdên rojhilatabaşûr
Di organîzebûna Kurdên Sûrîyeyê da ”karekterîstîkeke xweser” heye. Baskanêya li başûr û bakur dîrekt sîrayetî wê derê dike. Pozisyona partîyên Kurd yên Sûrîyeyê, li goreyî meyildarîya hêzên başûr û bakur reng werdigire. Eve heke rûyê negatîv be, rûyê pozîtîv yê organîzasyonên Kurdên Sûrîyeyê jî ”karekterîstîk” e. Biçûk mezin organîzasyonên Kurdên Sûrîyeyê, rekabeta hevdu bi normên relatîven ”demokratîk” dikin. Di navbeyna wan da kem û kêm jî be, diyalog heye. Zû parçe dibin, lê zû jî ”cepheyan” ava dikin. Digel hevdu dijminahîyeke ”kor” nakin. Eve pozîtîvîyeke balkêş e di jîyana organîzebûna Kurdên Sûrîyeyê da. Lewma jî, gava ”mûsîbetek” bi serê wan têt, zû li hevdu kom dibin, tên hawara hev û pratîkeke hevrayî pêktînin. Ev helwesta wan ya pozîtîv di van bûyerên Qamişlo da jî hate dîtin. Zû li hev kombûn, koordînasyoneke pratîk danan û serhildan û berxwedana xelkê bi kêmasî jî be kontrol kirin. Vê aktîvîya wan, rê li ber felaketeke mezintir birî. Hem xelk organîze kirin, hem jî kontrol kirin û bi vê yêkê provakasyona dewletê asteng kirin û herweha hêza xwe jî nîşanî dewletê dan ku ”ew hene”! Helbet di formûlekirin û programkirin û herweha pratizekirina xwastekên polîtîk û kulturî da, organîzasyonên Kurdên Sûrîyeyê ne gelek dînamîk û produktîv in. Eve lawaztirîn alîyê wan e ku nikarin hemleyên polîtîk bikin beramberî dewleta Sûrîyeyê. Bêvîzyonîya wan ya ji vî alî ve, li beramberî dewleta Sûrîyeyê dest û pêyên wan girêdide ku eve zeafeke mezin e. Ev kêmasîya wan di hevdîtinên digel rêvebirên hukûmeta Sûrîyeyê da jî hate dîtin. Li ber tehdîtên dewleta Sûrîyeyê, koordînasyona rêxistinên Kurdên Sûrîyeyê bang li Kurdên parçeyên dî û diasporayê kir ku ”pirsê” gelek ”internasyonalîze” nekin! Eve bi gotina herî ”nerm” bêçaretîya wan nîşan dide, ku hem polîtîken, hem jî etîken kêmasî û şaşî ye!




Piştgirîya neteweyî û sînerjîya Kurd
Êrişa dewleta Sûrîyeyê ya ji 12ê Adarê pêve li Qamişlo û bajêrên dî yên Kurdan û berxwedana xelkê Kurd çawa dest pê kir, bi saya serê teknolojîyê û ragihandina elektronîk, hem li çarnikarê Kurdistanê, hem jî li seranserê dinyayê zû deng veda. Wekî her felaketeke neteweyî, vê carê jî ji Kurdistana Rojhilat bigirin heta Kurdistana Bakur, Kurdistana Başûr û meydanên diaspora Kurdan, li Tirkîye, Ewrûpa, Amerîka û cihên dî, timamî xelkê Kurd bi yêk deng, di bin alaya Kurdistanê da, dijî êrîşkarîya dewleta Sûrîyeyê nerazîbûna xwe nîşanda û digel Kurdên Sûrîyeyê jî piştevanîya xwe diyar kir.





Ji bo yar û neyara, heyecan û helwesteke neteweyî hate nîşandan ku vê yêkgirtina Kurdan, li merkezên dîplomasîya cîhanê jî deng veda û bi serê lêvan jî be hem Amerîkayê, hem jî Ewrûpayê dewleta Sûrîyeyê hişyar kir ku kuştin û girtina Kurdan bihêle. Heke dewleta Sûrîyeyê, xwe paşve kêşa be, eve di serî da ji ber berxwedana Kurdên Sûrîyeyê ya organîze, paşê jî, ji ber piştevanîya timamî Kurdistanîyan û cîhana humanîter, pêkhat. Kurdên Sûrîyeyê bi tinê nehatin hêlan. Kurdan li timamî Kurdistanê û derveyî welat, dijî êriş û terora 1ê Sibatê li Hewlêrê jî deng û pratîkeke yêkgirtî nîşandan ku eve xewnên dewletên dagîrker yên Kurdistanê û enîya ”antî Kurd” ya li rojhilatanavîn direvîne. 




Di hemû mûsîbetên bi vî rengî da, ev helwest û heyecana neteweyî ya xelkê Kurd pêktêt, ku eve sînerjîya Kurd jî derdêxe meydanê ku garantîya xelkê Kurd ya rastî û bingehîn jî ev e. Em hêvî dikin ku ev sînerjîya Kurd bête xurttir û mezintir kirin.

Adar 2004
Serkanî: Adarname 2004-ROJAN HAZIM
www.xweza.com