mandag den 21. marts 2016

Kurdistana min-ROJAN HAZIM


Temaya "xwezabawer.blogspot.dk" vê carê Newroz e, bihara Kurdistanê ye... Li rexê rastê çend dîmenên ji bihara Kurdistanê cih digirin... 

Newroz pîroz be. Bi pîrozbahîya Newrozê ve biharê dest pê kir... Newroz û bihara Kurdistanê bila bibe xêr û xweşîya hemû Kurdistanîyan... Belêm mixabin Newroza îsal, ya 2016ê, li xelkê me kirine jahr û mirin... Bi her hal dîsa ve divêt geşbîn bin bo paşeroja xelk û welatê xwe... Newrozên şa û xweş, biharên geş dê bêne welatê me, eve sedased e...
Şeira xwe ya "Kurdistana min" dîyarîyî Newroza îsal dikim... RH



Kurdistana min

Di van rojên teng û dijwar da
Ewrên reş û tarî li esmanê te yê sahî têne kom kirin
Dixwazin di nav mij û moranê da
Bêhnê li te çik bikin
Li Silopî, Li Cizîrê
Li Elkî û Geverê
Li Sûr û Rezana Amedê
Li Hezex û Nisêbînê
Li Şirnex, Hekarî û Wanê
Û
Xuya ye gelek cih û war li dorê ne
Dijmin TC bi kîn û xerezeke dîrokî
Bi marşa xwûnawî ya Mehterê
Di sefereke bêyûm da ye
Ne dol hêlan ne nihal
Ne gelî ne zozan
Ne deşt ne berî
Ne şehr ne gund
Ne xanî ne mal
Ne tax ne cade ne kolan
Dane ber top û bombeyan
Ber li ser berî, dar li ser erdî nehêlan
Bedenên ter û taze kuştin, sotin
Belêm çiyayên bilind li bin esmanê te ne
Av û deravên boş li erdê te ne
Hewayê bijûn li xwezaya te ye
Law û zerî ketine dorê
Di destê wan da çekên konvansiyonel
Ji bo parastina welat û xelkê
Ketine çeper û sengerê
Ne tirs û ne lerizîn
Bi bawerîyeke mezin şihîn
Li ber fîşekên dijmin bûne sîper
Ketin erdî belêm ne çemyan
Serê xwe şor nekirin
Bi enîyeke vekirî
Bi serekî bilind
Nav di xwe dan
Nav di doza xwe dan
Nav di pêşengên xwe dan
Hindek mirin, hindek man
Di nav agirê dijmin da
Çeperên xwe veguhastin
Belêm alaya di destê xwe da bernedan
Têgihiştin ku berxedan dê dirêj bikêşe
Lê dîsa ve tangên xwe sist nekirin
Hêvî dane hevrêyan
Daku têkoşînê bidomînin
Şîreta xwe ji bîr nekirin
Gotin
Eman bawerîya xwe bi xwe berze nekin
Şkandina dijmin îro nebe subehî ye
Şerê azadîyê û rizgarîyê ne sanahî ye
Carina serdikevî carna bindikevî
Carna rast dikî carna xelet dikî
Bedel giran dibe
Belêm li ser doza xwe
Dudil nebe
Li ser rastîyan here
Li xeletîyan israr neke
Xwe ji bo her gava azadîyê
Nû bike, vejîne û li pêş here
Xwe bi tinê nehêle
Ref û rêzên xwe tijî û xurt bike
Bi serê xwe nemîne
Bibe gelek
Bibe tifaq
Lê ewil û mutleq tifaqa navxweyî
Anku ya Kurdistanî
Paşê dikarî xeleka tifaqê fireh bikî
Bi aqilêkê ranebe
Aqilê hevrayî pêş bêxe
Hingê
Bawer bike
Dijmin dikeve
Tu radibî
Bi vê bîr û hizirê
Tu serdikevî
Tu digihî armanca xwe
Tu welatê xwe rizgar dikî
Tu xelkê xwe azad dikî
Îro ew roj e
Çi bikin
Madem te got şer e
Êdî
Man û neman e
Dijmin gelekî har e
Xeletîyan zinhar neke
Ji xeta têkoşîn û şerê parastina rewa eslen varê nebe
Desta ji zemîn û metodên demokrasîyê û meşrûîyetê bernede
Leyiz, entrîka û provakasyonan vala derêxe
Li çeperê heqîyê yî eman ha xwe neheq neke
Tama zaferê nede devê TCyê
Ku xwe serkevtî his bike
Lewma
Aqilê xwe bîne serê xwe
Bibe yêk
Bibe hêz
Emanê nede dijmin
Rê nede alozîya navxweyî
Dem e ku bigihîye xwezîya xwe
Hesûya wê xwezîyê ne dûr e
Ronahî û geş e
Paşeroj ya te ye
Here
Lê ne bi aqilê dil
Bi aqilê mejî
Bi aqilekî hevrayî
Bi mantiq
Bi bîr û hizir
Ne sekine
Bi serbilindî
Bi serfirazî
Alaya rizgarîyê
Li her derê welatî
Biçikilîne
Bila bi ber pêla hewayê azadîyê bikeve
Û paşê
Bi dilekî rehet
Bêje
Kurdistana min
Her hind!..

ROJAN HAZIM
16 Adar 2016 - KBH