mandag den 20. marts 2017

Cejna NEWROZê Pîroz Be - ROJAN HAZIM



...
Îro xelkê Kurd, Kurdistanîyan û hevçeperên wan Newroz bi keda xwe ya helal kirine şahîyeke mezin ya xelkî û li seranserê Kurdistanê û meydanên dîasporayê dîsa herwekî naveroka wê ya dîrokî bi armanca rizgarî û azadîyê pîroz dikin. Xelkê Kurd û Kurdistanîyan bi têkoşîna xwe ya heq serî li dagîrkeran çemandin ku îro êdî nikarîn pîrozbahîyên Newrozê qedexe bikin.
Kurd û Kurdistanîyan, Newroz di têkoşîna xwe ya her alî da, li gundan, li şehran, li zîndanan, li her cih û warê jîyanê Newroz kirine çeperê têkoşîna rizgarî û azadîyê.
Agirê Newrozê îro gurtir e li Kurdistanê. Li başûr û rojavaya Kurdistanê bi rengekî fermî û xelkî tête pîroz kirin. Li rojhilat û bakura Kurdistanê jî herwekî çeper û sengera têkoşînê tête pîroz kirin û agirê rizgarî û azadîyê gurtir tête hilkirin.
Yêk ji xala giring ya naveroka Newrozê jî neteweyîbûn e. Newroz cejneke xelkî û neteweyî ye. Hemû baskên civatê dide ber singê xwe Newroz. Di van rojên dijwar yên têkoşîna dijî dagîrkeran da ev rûyê başî û qencîyê yê Newrozê divêt neyê beqem kirin û zêdetir divêt bête pêşxistin ku dagîrkerên Kurdistanê di nav rêzên dînamîkên neteweyî yên Kurdistanê da dubendîyê nebînin.
Di vê qonaxa giring ya prosesa têkoşîna rizgarî û azadîya Kurd û Kurdistanê da agirê Newrozê divêt bibe ronahîyeke geş ya tifaq û yêkîtîya xelk û neteweyê Kurdistanê.
Bi vê bîr û bawerîyê Newroza hemû Kurd û Kurdistanîyan bi dilgermîya neteweyî û niştimanî pîroz dikin.
Bila Newroza ev sale ya 2017ê bibe çeperê yêkîtî û tifaqa navxweyî û serkevtinên mezintir.
Agirê Newrozê gur û geştir bikin!
Newroz pîroz be!

torsdag den 16. marts 2017

Jenosîda Helepçeyê nayê ji bîr kirin! - ROJAN HAZIM

16-17 Adar 1988, jenosîda Helepçeyê. Balefirên cengî yên rejima Iraqê ya Seddam Huseyin, desthilata Beasa xwûnavî li van du roja bombeyên jahrê barandin ser xelkê Helepçeyê.
Pênc hizar Kurd kuştin, deh hizar Kurd birîndar kirin, Helepçe wêran û kavil kirin.
Nihe sal 2017 ye. Rejima Seddam Huseyin nemaye. Di Iraqa îro da Kurd şirîkên desthilata Bexdayê ne û li cografyaya xwe xwudan statu ne. Helepçe bûye istan û ji nû ve ava bûye.
Kêm û kasî hene, xeletî hene. Belêm Kurd li beşekî welatê xwe, li başûr xwudan desthilat in, xwudan hukûmet in û îdareya xwe bi xwe dikin. Baş dikin, xirab dikin lê xwe bi xwe bi rê ve dibin.
Jîyê zulme dirêj nîne. Helepçe û başûra Kurdistanê hêj negihiştîye armanca xwe ya mezin anku serxwebûnê. Ew jî dê bêt.
Jenosîda li Helepçeyê hatîye kirin bû gorîyeke mezin ya xelkê Kurd. Belêm ew gorî bi avê da neçû, Helepçe gihişte destê xwecihên xwe, xwudanên xwe.
Bes divêt çu caran ev jenosîda Helepçeyê neyê ji bîr kirin.
Yên ew bêdadî bi serê Helepçeyê înayî qehir bûn. Xwudanên van zihnîyetên jenosîdal herdaîm dê qehir bin!
Em Helepçeyê û Helepçeyîyan bi dilgermî bi bîr tînin.

ROJAN HAZIM
16-17 Adar 2017

 


onsdag den 8. marts 2017

8 Adarê, roja jinan ya dinyayê pîroz be - ROJAN HAZIM




Di roja jinan ya dinyayê da dîsa ve durûtî dê bête jîyan. Mêrên zihnîyet mêrşah dê rondikên tîmsahî bibarînin û vê roja jinan pîroz bikin. Jinên ku kurên xwe bi zihnîyeta mêrşahî mezin dikin û digihînin dê vê roja xwe pîroz bikin û gazindeyan ji mêran bikin. Mêr dê barê namûsê dîsa ve bidine ser milên jinan û bi van pîrozbahîyên durûtî bênamusîya xwe ya beramberî jinan bipeçinin.
Eve serê sedan salan e ev çerxe bi vê paradoksê tête zivirandin. Helbet jinan ev roje bi têkoşîn û keda xwe bi dest ve înane û bi dinyaya mêran jî dayîne qebûl kirin ku eve ji bo xaneya jinan zêdehîyek e, serkevtinek e û heqê wan e ku bi vê pratîka xwe serbilind jî bin.
Lê mixabin ku jin hêj jî di vê dinyaya zihnîyet mêrşahî da ji mafên xwe yên bingehîn yên kamil dûr in. Di welatên herî pêşkevtî da jî jin di warê maf û azadîyan da gavekê li paş in. Belêm divêt bête qebûl kirin ku di van salên dawîyê da bizava jinan hêj xurttir û organîzetir bûye û eve ji bo paşeroja jinan cihê geşbînîyê ye.
 Heqê jinan e ku vê roja xwe layiqî naveroka xwe pîroz bikin û bo zêdetir mafên xwe bikine platformeke mezintir. Lê ya esasî divêt mêrên zihnîyet mêrşahî rewşa xwe bidine ber çavan, kumê xwe danine ber xwe û kûr bihizirin: Gelo boçi beramberî jinê hinde zalim in, hinde durû ne, hinde bê wijdan, bê insaf û hêj girantir hinde bê ehlaq in. Ev sifetên kirêt wekî gilwazekê hêj jî di stuyê mêrên zihnîyet mêrşahî da ne. Lê ecêbîya mezin ew e ku ev mêrên zihnîyet mêrşah rûçir in û vê kirêtîya xwe bi hizaran hîle û çep û lêhban vedişerin, dipeçinin, perde dikin û xwe wekî terefdarê mafê jinan difiroşin!. Ecêbî ev e. Bi devî û li derveyî malê, li nav civatê xwe mafparêzên jinan didine nasandin, xwe aktîvistên mafê jinan didine pêş, lê di eslê xwe da ne wisa ne. Gava ketine nav çar diwarên malê û rû bi rûyî jina xwe hatin, yêkser rûyê wan yê heqîqî derdikeve meydanê û gelek bêperwa mêranîya xwe ya zihnîyet mêrşah didine der û jina xwe wekî xidama xwe didine kar. Hem bi uslûbekî kirêt, hem bi reftareke neşirîn diaxivin û hereket dikin. Rûyê wan yê rastî ev e yê li malê nîşan didin. Yê li derve didine xuya kirin ne rast e, qelp e, sexte ye, direw e. Mêrên zihnîyet mêrşah yên edetî, yên konservatîv, yên mejî kevin vê dikin û ji wan têt!. Lê ya herî balkêş ew e ku mêrên goya xwudan bîr û hizirên pêşkevtî, demokrat hetta sosyalîst vê durûtîyê dikin. Bi navê maf û azadîyan, wekhevîyan, bi navê mafên mirov, bi navê demokratî û sosyalîstîyê, bi navê sosyaldemokratîyê, bi navê komunîstîyê mêranîyeke tam zihnîyet mêrşah dikin di pratîka xwe da. Ji alîyê teorîk ve di menqelê da xwelîyê nahêlin belêm di pratîkê da bereks hereket dikin û xwe dikine nimûneya kirêtîyê.
 Bêdadîya bi serê jinê tête kirin ji vê zihnîyeta mêrşahî têt helbet. Mêrên zihnîyet mêrşah desthilata xwe ya sedan salî digel jinê parve nakin. Barê jîyanê didine ser jinê. Jinê dikine mirîşka kurk û xwudankirin û gihandina zaroka dihêline ser stuyê wan. Lê wekî me di serî da gotî, jin bi xwe jî beramberî xwe bêdad e, bê wijdan e. Kurên xwe bi zihnîyeta mêrşahî mezin dikin, digihînin. Jina di nav civata edetî da wisa dike lê jinên xwanda û pêşkevtî jî mixabin hêj jî mêran dikine rêberên xwe yên bîr û hizirî ku eve ji sekina bi xwe bawerîyê dûr e. Jin divêt ji her alî ve xwe be, xwe ava bike, xwe vejîne û xwe bike nimûneya xwe, neku mêran. Jina nexwanda jî ya xwanda û pêşkevtî jî di beramberî zihnîyeta mêrşahîyê da di nav paradokseke kûr da ne û têkoşîneke xurt nadin, zeafeke mezin nîşan didin ku ev reftara wan pozisyona wan ya beramberî mêrê zihnîyet mêrşah lawaz dike ku encama wê berdewama bindestîya wan e.
Dinyaya îro hêj jî bi zihnîyeta mêrşahîyê tête îdare kirin. Hêj jî di navbeyna mêr û jinê da wekhevî pêknehatîye. Dad û dadyarî, wijdan, insaf, ehlaq û namûs di pirsa jinê da mixabin li ber çav nayên girtin. Mêrên zihnîyet mêrşah her li beroka xwe ne. Mêrên zihnîyet mêrşah rehetîya xwe di vê egoîzma xwe ya kirêt da dibînin û xwe hizar car kirêttir dikin.
Mêrên zihnîyet merşah hêj jî jine wekî objeyekî seksê dibînin û wisa reftar dikin.
Mêrê ku dujinîyê bo xwe heq dibîne hingê divêt qebûl bike ku jina wî jî heqê dumêrîyê heye!.
Mêrê barê namûsê dide ser milê jinê û namûsê di navrahna jinê da dibîne divêt bizane ku ew bênamûs e!.
Mêrên zihnîyet mêrşah dinya û jîyan gelek kirêt kirine!.
Jin di vê roja xwe da dîsa ve hawarê dikin ku mêrên zihnîyet mêrşah bêne edaletê. Lê nayên. Divêt jin bi hêza xwe, bi keda xwe, bi têkoşîna xwe van mafên wekhevîyê bi dest ve bînin. Heke li hêvîyê bin ku mêrên zihnîyet mêrşah mafên wan bidin, dê hêj gelek bimînin û xiyalşkestî bin.
 Bi her hal îro ji duhî baştir e û jinan merheleyeke hêvîdar dayîne ber xwe û paşeroja wan ronahî ye. Çu têkoşîn, ked û xebat bi avê da naçe. Ev mafên kêm yên heyî jî bi ked û renca xwe standin jinan. Divêt vê rika xwe bidomînin. Mêrên ji zihnîyeta mêrşahîyê dûr jî divêt mil bi milê jinan bin û mutleq piştevanê jinan bin û di vê prosesa têkoşîna ji bo maf û azadîyan da jinan bi tinê nehêlin.
Hêvî dikin jin zûtirîn dem bigihine maf û azadîyên xwe yên kamil û digel mêran jîyaneke wekhev ava bikin û bigihine vê xwezîya xwe ya heq û rewa.
Azadîya civatê ne tinê karê mêran e, karê jinan e jî.
Bi van bîr û hiziran 8ê Adarê roja jinan pîroz dikin.
Bila serkevtî bin hemû jinên dinyayê.

ROJAN HAZIM
8 Adar 2017