torsdag den 16. marts 2017

Jenosîda Helepçeyê nayê ji bîr kirin! - ROJAN HAZIM

16-17 Adar 1988, jenosîda Helepçeyê. Balefirên cengî yên rejima Iraqê ya Seddam Huseyin, desthilata Beasa xwûnavî li van du roja bombeyên jahrê barandin ser xelkê Helepçeyê.
Pênc hizar Kurd kuştin, deh hizar Kurd birîndar kirin, Helepçe wêran û kavil kirin.
Nihe sal 2017 ye. Rejima Seddam Huseyin nemaye. Di Iraqa îro da Kurd şirîkên desthilata Bexdayê ne û li cografyaya xwe xwudan statu ne. Helepçe bûye istan û ji nû ve ava bûye.
Kêm û kasî hene, xeletî hene. Belêm Kurd li beşekî welatê xwe, li başûr xwudan desthilat in, xwudan hukûmet in û îdareya xwe bi xwe dikin. Baş dikin, xirab dikin lê xwe bi xwe bi rê ve dibin.
Jîyê zulme dirêj nîne. Helepçe û başûra Kurdistanê hêj negihiştîye armanca xwe ya mezin anku serxwebûnê. Ew jî dê bêt.
Jenosîda li Helepçeyê hatîye kirin bû gorîyeke mezin ya xelkê Kurd. Belêm ew gorî bi avê da neçû, Helepçe gihişte destê xwecihên xwe, xwudanên xwe.
Bes divêt çu caran ev jenosîda Helepçeyê neyê ji bîr kirin.
Yên ew bêdadî bi serê Helepçeyê înayî qehir bûn. Xwudanên van zihnîyetên jenosîdal herdaîm dê qehir bin!
Em Helepçeyê û Helepçeyîyan bi dilgermî bi bîr tînin.

ROJAN HAZIM
16-17 Adar 2017