lørdag den 15. maj 2021

Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Be - ROJAN HAZIM

 


Rojên Cejna Zimanê Kurdî: 14 - 15 - 16 Gulan 


Cejna Zimanê Kurdî pîroz be...

Pîrozkirina cejna zimanî, bi xwudan derketina zimanî biha dibîne...

Makzimanê Kurda, zimanê Kurdî ye.

Li makzimanê xwe xwudan derkevin...

Makziman hebûna neteweyan e...

Bo jîyandina etnîk orîjîna xwe, li makzimanê xwe, anku li Kurdî xwudan derkevin...

Kurdî biaxivin...

Digel zarokên xwe bi makzimanê xwe biaxivin...

Xala sereke ya şuûra neteweyî, li makzimanê xwe xwudan derketine û bi kar înana makzimanî ye...

Makziman xwebûn e!..

 

RH

15. 05. 2021

torsdag den 13. maj 2021

Bo "Şêwira Helwesta Neteweyî ya KNKê-15 Gulan [May] 2021" - ROJAN HAZIM

 

 

Bo Zubeyîr Aydar

Endamê Konseya Rêvebir ya KCKê

Endamê Konseya Rêvebir ya KNKê

 

 

Mijar:

"Şêwira Helwesta Neteweyî ya KNKê-15 Gulan [May] 2021"

 

 

Birêz Zubeyîr Aydar,

Nameya we ya vexwandinê ya ji bo "Şêwira 15ê Gulanê-2021 ya KNKê" gihişte destê min.

Spas dikim.

Mixabin nikarim beşdarî vê şêwira we ya "online" bibim...

Belêm dixwazim bi kurtî van dîtinên xwe bi we ra parve bikim.

 

Dagîrkerîya dewleta Tirkîyeyê helbet nû nîne...

Parçeyê herî mezin yê Kurdistanê ji xwe di bin postalên wan da ye û ne tinê dagîr e, êdî hatîye ilhaq kirin. Anku ji dagîrîyê borîye, ilhaq e...

Em gelek dûr neçin...

Ji dewrê Seddam Husên were Tirkîye li ser parçeyê başûr yê Kurdistanê êrişên leşkerî dike...

Heta 10 KM bizavên leşkerî bibû peyman di navbeyna dewleta Tirkîye û rejima Sedam Husên da ku Tirkîyeyê çu cara xwe bi deh km ve tixûb nedikir û zêdetir diçû...

Ji destpêka salên 1990 were jî "de facto" binkeyên leşkerî bi cih kirine dewleta Tirkîyeyê li başûra Kurdistanê...

Di halê hazir da binkeyên wan zêde bûne û hewildanên wan yên dagîrîyê berdewam in...

Ji niyet û armanca mezin ya dewleta Tirkîyeyê misqalek şik nîne. Mehû kirina Kurd û Kurdistanê ye niyet û armanca wan ya esasî... Hinde zelal e...

Ji bo vê armancê jî hemû imkan û keysan bi kar tînin.

Şik tê da nîne ku dewleta Tirkîyeyê nagihe vê mexsed û armanca xwe. Eve jî bi zelalî bila bête zanîn...

Dagîrîya wan ya li ser rojavaya Kurdistanê jî berdewam e...

Lê belê, di konjonktura îro da zêdetir berê xwe daye başûra Kurdistanê dewleta Tirkîyeyê.

Ji Qendîlê heta Dicleyê, li timamî bakura Bahdîna operasyonên hewayî û reşahî bi çekên giran didomînin û jîyana sivîl ya li navçeyê hatîye belav kirin.

Hedefa xwe herçend wekî operasyonên dijî PKKê bidene xuya kirin jî, ajandaya wan ya esasî digel şkandina hêza PKKê, têkdana hemû destkevtên Kurdistanê ye...

Bi dagîrîyên lokal yên li başûr û rojavaya Kurdistanê, dixwazin bedena Kurdistanê parçe parçe bikin û yêkparetîya cografyaya Kurdistanê xirab bikin...

Heke em metaforîk îzah bikin, nikarin nanê somin bi yêkcarî bixwin, lê parî parî dixwazin daûrin...

Niyeta wan ev e, heke  bikarin!..

Ji berxwedana tête nîşan dan jî xuya dibe ku nagihine vê xwezîya xwe ya tarî!..

Beramberî vê erişê helbet zerûrî ye ku Kurd nerazîbûna xwe bi hemû rengan nîşan bidin.

Lê ev nerazîbûne heke bi tifaqa mezin be manayekê îfade dike û encamgir dibe.

Belêm mixabin îro nava mala Kurd belav e, bêserûber e û dijmin bê hed istifade dikin ji vê rewşê. Dewleta Tirkîyeyê vekirî û bi marşa mehteranê êrişê dike, lê dijminahîya Îranê jî ji bîr nekin ku siyaseta ava bin kayê bi rê ve dibe û hetta zimnen desteka van operasyonên Tirkîyeyê dike...

Lewma divêt tifaqa mezin ya navxweyî bi israr bête xwastin...

Bes çawa?

Ev pirse giring e û di vî warî da hemfikirî nîne. Her kes û her alî li goreyî xwe diçin.

Di çareserîya pirsgirêkan da metod giring e û metodê maqûl yê hevrayî rê li ber pêkînana armancê xweş dike. Kurd û Kurdistanî ji vê heqîqetê dûr in û her diçe jî xwe dûr dikin ku eve bi serê xwe kadastrof e...

Di şablonên serê xwe da israr kirin delîlê vê yêkê ye...

Bo çareserîya biçûk mezin hemû pirsgirêkên xwe yên navxweyî, navçeyî û navneteweyî divêt zihnîyeta xwe biguhorin Kurd. Bi fikir û zikirê bûye beton pirs û pirsgirêk nayêne çareser kirin.

Ji vî alî ve, perîşanî ji her derê Kurdan adeta tête xwarê...

Çare çi ye?

Wekî herdaîm em dibêjin; dîyalog. Îlla dîyalog. Lê dîyaloga pozîtîv û bi kalîte...

Nîne, ku em bi israr vê dibêjin...

Ji bo avakirina reftara yêkgirtî ya navxweyî, dinyaya polîtîk û rêxistinî ya Kurdistanê di halê hazir da bê insiyatîv e, bê çare ye, belêm herweha jî gelek asê û serhişk e...

Ji ber hindê, di çareserkirina problemên acîl da jî hevgirtineke têra xwe xurt pêknayê...

Ji bo vê yêkê, gelek lezîn divêt organekî xwudan insiyatîv û xurt bête ava kirin ku bikare di her dem û şertên pêdivî da rola xwe ya çêker bileyize û mîsyonê xwe yê ragirtina balansa hêza mezin ya neteweyî û niştimanî pêkbîne.

Ev organ SENATO ye.

Di vê nameyê da îzaha bi detay ya SENATOyê nakim.

Lê belê, her di serî da divêt bête zanîn ku SENATO alternatîva çu organîzasyonên heyî nîne û divêt bi tengbînî û pêşhukmî lê neyête nêrîn...

Bi xwûnsarî li ser bête fikirîn dê di berjewendîyên neteweyî û niştimanî da be...

Gelek baş tête zanîn ku dîroka SENAT / SENATOyê qedîm e, kevin e û îro jî heye û gelek fonksiyonel e. Di civatên berê yên prîmîtîv da jî, di yên modern yên îro da jî rol û mîsyonê xwe bi cih înaye SENATOyan...

Di nav civata edetî ya Kurdistanê da, di nav êl û eşîrên Kurdan da wekî "Civata rihspî + serspî û rûspîya", ku eve SENATOya tradisyonel e, rola xwe leyist û îro jî dileyize... Di nav civatên modern yên îro da jî SENATO vê rola xwe pêktînin.

Kurd û Kurdistanî divêt zûtirîn dem li parçeyan û li seranserê Kurdistanê SENATOyan ava bikin û ji hêz û dînamîka firehbîn û dûrbîn ya bi rastî neteweyî û niştimanî istifade bikin.

SENATOya Kurdistanê heba, îro ev pirsgirêkên heyî rûnedidan.

Çiku SENATO, hêza aqilê muşterek e, hêza tecrubeyê ye, hêza liyaqatê ye, hêza bikêrîyê ye, hêza berjewendîyên neteweyî û niştimanî ye.

SENATO, garantî û zamina pozisyona neteweyî û niştimanî ye.

Heke SENATOyeke rast û durust bête organîze kirin, problemên navxweyî yên polîtîk, îdarî û civakî dê bi rengekî wijdanî, ehlaqî û adilane bêne çareser kirin.

SENATOyeke ji kesên xwudan bîr û hizir, xwudan tecrube, xwudan wijdan û girêdayî normên etîk bête pêkînan dê bikare rol û mîsyonê xwe gelek adilane pêk bîne ku Kurdistanê îro lezînen hewcehî pê heye...

Gelek bi giringî dixwazim destnîşan bikim ku divêt Kurd û Kurdistanî li ser avakirina SENATOyê bifikirin û zûtirîn wext dest bi kar bin û SENATOYA KURDISTANÊ ava bikin.

Di pirsgirêka cidden giring ya ku we jî kirîye mijara şêwira xwe da, heke SENATO heba, da gelek rehet karîba [şiyaba] rola xwe ya çêker û pozîtîv bîne cih di navbeyna dînamîkên neteweyî û niştmanî da...

Êriş û dagîrîya dewleta Tirkîyeyê ya li ser başûra Kurdistanê, li ser rojavaya Kurdistanê helbet mehkûm e û divêt gelek bi xurtî bête protesto kirin. Di vî warî da divêt hisab û kitabên kesî û rexistinî neyêne kirin. Mesele giştî ye, neteweyî ye, niştimanî ye û bi hevgirtî divêt nerazîbûn bête nîşan dan...

Lê belê, ji bo pozisyoneke ku li ser dijminî tesîrdar be, lêveker be û di dinyayê da jî hêza dost û hevalbendîyê motîve bike, divêt yêkdengî hebe...

Eve jî nîne mixabin!..

Hêvî dikim ew tifaqa mezin ya xewna hemû Kurdan di demekî ne dûr da pêkbêt...

 

Di dawîyê da dixwazim li ser mijara bingehîn ya şêwira we vê jî bêjim:

Divêt bangeke hevgirtinê, gazîyeke tifaqê bête kirin. Lê gava ev bang û gazî tête kirin divêt zimanekî polemîker û negatîv neyête bi kar înan. Gelek konkret pirs û daxwaz divêt bêne îzah kirin. Êrişeke birandêr heye ji teref dewleta Tirkîyeyê ve li ser Kurdistanê û divêt nerazîbûneke xurt ya neteweyî û niştimanî bête nîşan dan.

Herwisa divêt daxwaz ji UNê [Neteweyên Yêkbûyî], Yêkîtîya Ewrûpayê [YE] û Yêkîtîya Dewletên Erebî û Teşkîlata Hevkarîyê ya Îslamî bête kirin ku dewleta Tirkîyeyê bidine rawestandin.

Herweha di navbeyna PKKê û Dewleta Tirkîyeyê da jî divêt agirbesteke bi garantorî bête xwastin.

Ji ber van êrişên dewleta Tirkîyeyê divêt çavdêrîya aktîv ya UNê bête daxwaz kirin.

Internasyonalîzekirina navçeyê di qazanca Kurdistanê da ye. Lewma ji YE, Amerîka [USA], Kanada, Awustralya, New Zealand, Brîtanya, Koreya Başûr û Afrîkaya Başûr [South Africa] divêt hevkarîya fiîlî bête xwastin.

Divêt dengê aştîyê bête bilind kirin, şer bête red kirin.

Di meydana mezin ya Kurdistanê da, berfirehbûn û berfirehkirina şerê germ, dê zerar û ziyaneke mezin bi xwe ra bîne ku divêt Kurd xwe ji vê opsiyonê dûr bikin...

Xulase, şert û mercên reel polîtîka navçeyê divêt ji hemû cepheyan ve bêne dîtin û di nav van alozî û gir û giriftarîyên heyî da, bi dîyalogeke xurt û derece bilind dîplomasîya navxweyî divêt bête kirin ku rêyeke maqûl bête dîtin bo pêkînana tifaqa navxweyî...

Di serî da divêt rêz li hukumranîya parlemento û hukûmeta "Herêma Kurdistanê" [Kurdistana Federal] bête girtin û bi wan ra karekî bi koordîne bête kirin.

Di navbeyna PKK, PDK û YNKê da trafîka hevdîtina divêt acîlen bête dest pê kirin. Ji bo vê hevdîtinê jî qet hewcehî bi navbeynkaran nîne. PKK, PDK û YNK hevdu gelek baş nas dikin. Dînamîkên dî yên neteweyî û niştimanî jî bila teyîd û piştevanîya van hevdîtinan bikin û vê yêkê aşkera deklare bikin.

Hêvî dikim aqilê muşterek yê neteweyî û niştimanî, aqilê aştî û aramîyê, aqilê heqîqetê zal be û rê li ber şer bête girtin.

Digel daxwaza serkevtinê û silavên germ.

 

ROJAN HAZIM

Nivîskar

12. 05. 2021

 

Not:

Şêwira we di roja Cejna Zimanê Kurdî da çêdibe.

Cejna Zimanê Kurdî li Kurd û Kurdistanê pîroz be.

 

Lînka nameyê bi formata pdf:

https://xwezabawer.blogspot.com/2021/05/bo-sewira-helwesta-neteweyi-ya-knke-15.html