lørdag den 1. maj 2021

1ê Gulanê, Cejna Karkerên Dinyayê Pîroz Be - ROJAN HAZIM

 1ê Gulanê

Cejna Karkerên Dinyayê

Pîroz Be


Ked;

Xwuha enîyê ye,

Hêza dest, zend û milan e,

Hizirîn e, hiş e, bîr e,

Afirînderî ye,

Perwerde kirine,

Qelem e,

Pirtûk e,

Das e,

Şalok e,

Tirpan e,

Gêsin e,

Çekuç e,

Sandan e,

Makîne ye,

Mirov e,

Mêr e,

Jin e,

Zanist e,

Teknolojî ye,

Giya ye,

Gul e,

Kulîlk e,

Nan e,

Av e,

Ax e,

Hewa ye,

Agir e,

Heywan e,

Her cins giyandar e,

Anku,

Pêkve xwezaya afirîndêr e,

Û

Helbet xizmet e, renc e...

Lewma,

Bihadar e,

Pîroz e her reng ked...

Keda helal ya hemû kedkarên dinyayê pîroz e...

Cejna karker, kedkar û xebatkarên dinyayê pîroz be...

 

1 Gulan 2021

RH