onsdag den 21. februar 2024

Roja Makzimanî ya Internasyonal-21 Sibat 2024


Roja Makzimanî ya Internasyonal [Navneteweyî]-21 Sibat [February] 2024

International Modersmål Dag

International Mother Language Day

 

21ê Sibatê, li 17ê Çirîya 1999ê ji teref UNESCOyê ve wekî "Roja Makzimanî ya Navneteweyî" hate qebûl kirin.

Ji 1999ê were li dinyayê tête pîroz kirin û li ser giringîya makzimanî tête rawestan.

Yên ku vê rojê pîroz dikin, ewil divêt qîmetê makzimanê xwe bizanin û giring bibînin û herweha rêzê li hemû makzimanan jî bigirin.

Kurdî wekî makzimanê Kurdan ji bo Kurdan gelek bihadar e. Şertê sereke yê hebûna neteweteyî ye. Belêm herwisa hemû makzimanên li Kurdistanê têne axivtin jî bihadar in, giring in û rêzdar in...

Bila ev roje, anku 21ê Sibatê Roja Makzimanan ya Navneteweyî, li Kurda û hemû neteweyên li Kurdistanê pîroz be.

RH

21 Sibat [february] 2024

torsdag den 15. februar 2024

Hey dinya, ji Zê heta Baltîkê 70 sal û serborîya Bapîrekê - ROJAN HAZIM

Grafîk: AVA

 

Nivîsa li ser 70 salîya Bapîrî bi formata PDF di vê blogê da ye. Berê xwe bidene lînka 15 Februar 2024ê li arşîvê...

Kurteyeke ji wê nivîsê li jêr e...

"... Bila 70 salîya Bapîrî pîroz be û jîyekî dirêj, bi saxî û silametî bijî digel hemû hezkirîyên xwe...

Binemala Bapîrî bi munasebeta 70 salîya wî xwarinek bi hev ra xwarine û Bapîr pîroz kirine û dîyarîya herî mezin anku hezkirin bi maçên xwe yên germ û ji dil dayîne wî...

Nevîya mezin AVAyê li ser navê hemûyan salnameyeke spehî amade kirîye û ev hezkirin li ser kartî wisa nivîsîye: "Bapîr, em ji te hez dikin. Tu Bapîrek, Babek û Xezûrekî gelek baş î. Dê herdaîm wisa bî. 70 sal. Her dem li ser xwe yî û aktîv î. Em vê daîm his dikin. Li mal gelek şirîn î û di hizra me da yî. Roja bûyîna te gelek pîroz be. Em ji te hez dikin."

Hejêkirina ji dil ya hemû binemalê, gotina wê bêjeya sihrî anku "em ji te hez dikin" û danehiskirina wê hisa gerim... Ma ji vê dîyarîyê mezintir û bihadartir dikare çi bibe digot Bapîrî û çavên wî yên hingivînî tijî rondik dibûn..."

Salnameya AVAyê...

AVAyê ji bo pîrozbahîya 70 salîya Bapîrî salnameyek amade kirîye. Salname 6 rûper e û di her rûperî da du heyv [meh] hene û di her rûperî da jî li goreyî wê demsalê grafîkek çêkirîye û bi cih kirîye.

Li jêr hûn dê bibînin...







 Grafîk: AVA
 
 
NEVÎ jî bi resmê li jêr roja bûyîna Bapîrê xwe pîroz kirîye.
 

Grafîk: NEVÎ

Hey dinya, ji Zê heta Baltîkê 70 sal û serborîya Bapîrekê - ROJAN HAZIM