torsdag den 24. oktober 2019

Kak Hemîd Derwêş koça dawîyê kir - ROJAN HAZIM


Kak Hemîd Derwêş, sekreterê Partîya Demokrat ya Pêşverû ya Kurdî li Sûrîyeyê, îro (24 Çirîya Pêşîn 2019) serê spêdeyê seet 02.00 mir. Gelek mixabin. Bo binemala xwe, bo partîya xwe, bo Kurdên rojavaya Kurdistanê û herweha bo bizava bi giştî ya rizgarî û azadîya Kurdistanê berzebûneke giran e. Di serî da bila serê malbata wî sax be, serê partîya wî sax be. Herweha serê xelkê Kurd sax be. Kak Hemîd, şahidê dîrokeke dirêj ya polîtîk ya Kurdistanê bû. Bi taybetî ji nîveka sedsala 20an heta koça dawîyê kirî anku sala 2019an wekî polîtîkerekî aktîv yê doza Kurdistanê timamî jîyana xwe dabû ser doza miletê xwe.
Kak Hemîd Derwêş polîtîkerekî nasyar bû û me jî ew dizanî lê belê cara ewil min ew li sala 1978ê li buroya YNKê li Qamişlo, li nik Dr. Kemal Xoşnav nas kir. Ew, Cigerxwûn û hevalekî wan hatibûne seradanîya Dr. Kemal Xoşnav. Bi wê munasebetê me hevdu nas kir. Paşê jî dîsa sala 1978ê, 1979ê me seredanîya wî kir û digel partîya wan têkilî germ kirin. Ji serê sala 1982ê heta dawîya 1983ê jî li Qamişlo û Şamê em bi hev ra bûn. 1982ê li Qamişlo beşdarî kongreya partîya wan bûm û axivtim. Havîna 1993ê jî li Qamişlo seradanîya wî kir. Dîsa payîza 2002ê jî wekî em ji başûra Kurdistanê vegerîyayî me li Qamişlo seradanîya wî kir û pê ra suhbeteke dirêj kir. 2012ê jî di Konferansa KNKê ya li ser Rojavaya Kurdistanê ya li Parisê da me hevdu dît. 2013 û 2014ê jî li Silêmanîyê me seradanîya wî kir, em mêhvan kirin û li ser rojên berê û bi giştî pirsa Kurdistanê em axivtin.
Kak Hemîd, bi taybetî salên 1982-1983ê ku ji ber cuntaya faşîst ya 12ê Îlona 1980ê gelek rêxistin û kesayetên bakura Kurdistanê li rojavaya Kurdistanê û Sûrîyeyê bûn, hevkarîyeke xurt kir û ji bilî partîya xwe, hemû partîyên Kurdan agehdar dikirin ku piştevanîya partî û kesayetên ji bakura Kurdistanê hatî bikin. Me bi xwe gelek hevkarî û piştevanî ji wî û malbata wî û partîya wi dît.
Kak Hemîd, di têkilîyên xwe da mirovekî sade û dilnizm bû, bi sebir, nazik û kubar bû. Bi vê reftara xwe ya dostane nedişubî çu serokên partîyên Kurdî. Me ji wî hevalî û dostayetîyeke hindî hûn bêjin ji dil û germ dît.
Kak Hemîd, van salên dawîyê jî ji bo tifaqa navxweyî kedeke mezin dida û hindi jê dihat diyaloga di navbeyna partîyan da germ digirt.
Kak Hemîd, ji bo ku di navbeyna Kurdan û hukûmeta Şamê da têkilî çêbin dixebitî û di vî warî da danûstandinên piralî didomandin.
Di pirsa çareserîya rojavaya Kurdistanê da xwudan fikir û reftar bû. Dûrbîn bû û pêşbînîyên wî yên polîtîk saxlem bûn ku îro rastîya wan têne dîtin.
Di întervuyeke xwe ya digel Rûdawê da wisa digot: "... eger danûstandina Şamê bi hêz û alîyên Kurdî ra dest pê bike, ew dê berî her alîyekê tevlî wan danûstandinan bibin û tu cara xwe nadin paş."
Kak Hemîd di wê hevdîtinê da heçku îroya rojavaya Kurdistanê dîtibû û wisa digot: "Rûsya dixwaze danûstandin di navbeyna Partîya Yêkîtîya Demokratîk (PYD) û rayedarên Şamê da bimîne, ji bo ku her du alî li hev bikin û bigihin biryarekê."
Kak Hemîd Derwêş bi xwe jî gelek însîyatîv werdigirtin, bi hukûmeta Şamê ra danûstandin dikirin ku hukûmeta Şamê hazirî çareserîyê be. Li milê dî jî daku Kurd di nav xwe da yêk pozisyon bin dixebitî. Ji bê plan û programîya hukûmeta Şamê gazindeker bû: "Heya niha hikûmeta Sûrîyeyê tu nêrîn û projeyek ji bo çareserkirina pirsa Kurdî nîne” digot.
Di pirsa têkilîyên hukûmeta Şamê da giringî dida pozisyona Rûsyayê jî û wisa digot: "Ez bawer nakin Rûs bibin asteng û bikevin navbera Sûriye û PYDê û nehêlin ku bigihin encamekê. Rûs dixwazin li Sûrîyeyê ew kar bigihe encamê û ji bo vê yêkê ez dibêjim dê bixwaze ku hikûmet û PYD jî bigihin têgihiştineke hevpar."
Tewsîye li hukûmeta Şamê jî dikirin: "Divêt Şam danûstandinê bi Kurdan ra bike û tiştek li ber çavê wan hebe, yanî bibêje em daxwazên Kurda heq dibînin û em vî heqî dibînin ku bigihe milletê Kurd. Ez nabêjim hêvîya min tune ye, lê heya niha tu proje di destê wan de nînin. Sibehî projeyeke wan çêbibe û bi Kurda ra bidin û bistînin, heqê Kurda nas bikin, pêşîya her Kurdî em dê bi wan ra bidin û bistînin, em bi tu awayî xwe nadin paş.” (http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/1504201922)
Di êrişa dewleta Tirkîyeyê ya li ser rojavaya Kurdistanê da jî bu xurtî dij rawesta û got: "Em vê dagîrîyê red dikin, mehkûm dikin û bi tu awayî qebûl nakin ku demografîya Kurdistanê xirab bikin û bîyanîyan bînin li Kurdistanê bi cih bikin..."
Kak Hemîd, di pirsa rojavaya Kurdistanê ya bi giştî da li polîtîkaya PYDê jî rexne dikirin û digot ku divêt rêvebirîya rojavaya Kurdistanê di destê yêk partîyê da nebe. Kak Hemîd Derwêş, hewil dida ku di navbeyna hêza desthilatê anku PYD û opozisyonê anku partîya xwe (PDPKS) û ENKSê tifaqeke fireh li ser berjewendîyên neteweyî çêbe û hemû bi hev ra rojavaya Kurdistanê bi rê ve bibin ku aştî û aramîya navxweyî pêkbêt.
Kak Hemîd Derwêş polîtîkerekî bi tecrube bû û heta bêhna xwe ya dawîyê jî rola xwe ya rênîşaner domand.
Kak Hemîd Derwêş ji bo yêkîtîya mezin ya Kurdan ya seranserê Kurdistanê jî xebateke xurt dikir. Bi vê munasebetê em 1983ê li Şamê bi hev ra beşdarî kombûna çarqolî ya Kurdistanê bûn ku ji YNKê Dr. Fuad Masûm û herweha Sekreterê Partîya Komunîst ya Iraqê Ezîz Muhemed û endamê Polîtburoya Partîya Komunist ya Sûrîyeyê Ebû Cengo jî hazir bûn. (Dr. Qasimlo û partîya xwe jî di nav vî karî da bûn lê nikarîbûn di kombûnê da amade bibin.)
Cihê wî tijî nabe. Xelkê Kurdistanê dê hardaîm wî bi dilgermî bi bîr bîne û çu cara wî ji bîr nake.
Silav, rêz û hezkirina herî mezin bo wî be. Ew dê di esmanê sîrsahî yê Kurdistanê da wekî stêrkeke geş daîm bibiriqe.

ROJAN HAZIM
24 Çirîya Pêşîn (October) 2019

Not I.:
Kak Hemîd Derwêş, di pirtûka bîrhatinên xwe da li ser xwe wisa dibêje:
"Di sala 1935an da, li gundekî bi navê Qeremanî yê ser bi navçeya Dirbêsîyê li bakura Istanê Hesiça (Hesekê) ez hatim dinyayê... Gundê me dikeve alîyê başûr û rojavaya Dirbêsîyê û 600 (şeş sed) metre dûrî rêya hesin e ku di navbeyna Sûrîye û Tirkîyeyê da derbaz dibe. Ez ji malbata Hecî Derwêş im, ku li Qeremanê cihwar in. Malbata me bi navê Hecî Derwêş hatîye nas kirin û ji êla Azîzan in..." (Tevgera Kurdî Li Sûrîyeya Di Bin Ronîyê da - Ebdul Hemîd Derwêş - Weşanên Deng - 2011 - r. 13)

Not II.:
Hemîd Derwêş, rojek piştî mirina xwe anku 25 Çirîya Pêşîn 2019ê li gundê xwe Qeremanîya Dirbêsîyê, bi merasimeke mezin ku hemû hêzên neteweyî û xelkê navçeyê beşdar bûn hate veşartin û teslîmî axa wî hate kirin.